Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

Xwe ji bo Binavbûnê Hazir Bike

Xwe ji bo Binavbûnê Hazir Bike

“Ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim?” (KARÊN ŞANDIYAN 8:36).

KILAM 50 Ez Bûme Aîdî Te

PÊŞGOTIN a

Li seranserê dinyayê, kesên ciwan û emirmezin di rêya rastiyê de bi pêş ve çûne û bin av dibin (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1-2. Eger tu ji bo binavbûnê ne hazir bî, çima gerek tu cesareta xwe winda nekî? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

 GELO tu dixwazî bin av bibî? Binavbûn hedefeke pir xweş e. Eger tu difikirî ku tu ji bo binavbûnê hazir î û rîspiyên civatê jî qebûl dikin, tu dikarî di wexteke nêzîk de bin av bibî. Rojên gelek xweş ên di xizmeta Yehowa de li hêviya te ne.

2 Lê belkî kesekî ji te re gotiye: “Berî ku tu bikarî bin av bibî, gerek tu zêdetir bi pêş ve herî.” Belkî jî tu bi xwe wisa difikirî. Eger halê te wisa be, cesareta xwe winda neke. Tu ciwan yan emirmezin bî, tu dikarî bi pêş ve herî û bigihîjî vê gava muhîm.

“MA ÇI JI MIN RE DIBE ASTENG?”

3. Memûrê Etyopyayî ji Filîpos çi pirsî û çi pirs derdikeve holê? (Karên Şandiyan 8:36, 38)

3 Karên Şandiyan 8:36, 38 bixwîne. Memûrê Etyopyayî ji Filîposê mizgînvan pirsî: “Ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad [bin av] nebim?” Zilamê Etyopyayî ji dil dixwest bin av bibe. Gelo ew ji bo vê gava muhîm hazir bû?

Memûrê Etyopyayî bi meraq dixwest Yehowa zêdetir nas bike (Li paragrafa 4an binêre)

4. Zilamê Etyopyayî çawa nîşan da ku ew dixwaze zêdetir bielime?

4 Zilamê Etyopyayî ji bo îbadetê hatibû Orşelîmê (Karên Şandiyan 8:27). Wisa xuya dike ku wî dînê Cihû qebûl kiribû. Bê şik, ew ji Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî li ser Yehowa hînî gelek tiştan bûbû. Lê wî bi meraq dixwest zêdetir bielime. Em vê yekê ji ku dizanin? Gava Filîpos ew li ser rê dît, wî ji dil nivîsarên Îşaya pêxember dixwendin (Karên Şandiyan 8:28). Wisa xuya ye ku ji bo zilamê Etyopyayî, zanîna çend rastiyên esasî ne bes bû. Wî dixwest zanîna xwe kûrtir bike.

5. Zilamê Etyopyayî çawa tiştên ku elimîbûn anîn cih?

5 Zilamê Etyopyayî wezîrekî melîkeya Etyopyayê bû û “hemû xezînên wê” di bin destê wî de bûn (Karên Şandiyan 8:27). Loma ew bê guman pir mijûl bû û gelek mesûliyetên wî hebûn. Lê dîsa jî, wî wexta xwe ji bo îbadeta Yehowa vediqetand. Ji bo wî, hînbûna rastiyên esasî ne bes bû. Wî dixwest tiştên ku elimîbûn bîne cih. Loma, ji bo ku ew ji Yehowa re îbadetê bike, ew ji Etyopyayê çû heta perestgeha li Orşelîmê. Ji bo vê rêya dirêj gelek wext û pere lazim bû, lê ji bo wî, îbadeta Yehowa hêjayî her tiştî bû.

6-7. Hezkirina Yehowa di dilê zilamê Etyopyayî de çawa mezintir bû?

6 Zilamê Etyopyayî ji Filîpos hînî hin rastiyên nû yên muhîm bû, mesela ku Mesîh bi eslê xwe kî ye (Karên Şandiyan 8:34, 35). Bê guman, gava memûrê Etyopyayî bihîst ku Îsa Mesîh ji bo wî çi kiriye, gelekî kêfxweş bû. Gelo wî paşê çi kir? Rast e, wî dikaribû Cihûyekî qedirgiran bimaya, lê hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh di dilê wî de ew qas mezin bûbû ku wî qerara binavbûnê da. Wî dixwest bibe şagirtekî Îsa Mesîh. Filîpos dît ku ew hazir e, loma wî ew bin av kir.

7 Eger tu wek zilamê Etyopyayî hereket bikî, tu dikarî xwe ji bo binavbûnê hazir bikî. Wê çaxê, tuyê jî ji dil bibêjî: “Ma çi ji min re dibe asteng ku ez bin av nebim?” Emê niha bibînin ku tu çawa dikarî wek zilamê Etyopyayî eynî gavan bavêjî: Ew tim dielimî, tiştên ku dielimî dianîn cih û hezkirina Xwedê di dilê xwe de mezintir dikir.

TIM BIELIME

8. Li gor Yûhenna 17:3, gerek em çi bikin?

8 Yûhenna 17:3 bixwîne. Gelo van gotinên Îsa Mesîh dilê te xurt kiriye ku tu dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz bikî? Gelek kesan ji me wisa dest pê kir. Ma eynî gotin alî me dikin ku em bi dewamî bielimin? Belê. Emê zanîna xwe her û her kûrtir bikin û Yehowa Xwedê baştir nas bikin (Waiz 3:11). Her ku em zêdetir hîn bibin, emê nêzîktirî Yehowa bibin (Zebûr 73:28).

9. Piştî ku em rastiyên esasî hîn bûn, gerek em çi bikin?

9 Gava me dest bi naskirina Yehowa kir, em pêşî rastiyên esasî hîn bûn. Di nameya ji bo Îbraniyan de, Pawlosê şandî got ku rastiyên esasî wek “dersên pêşî yên peyva Xwedê” ne. Wî nedixwest bigota ku rastiyên esasî bêqîmet in. Wî ew şibandin şîrê ku dayik dide zarokê xwe (Îbranî 5:12; 6:1). Wekî din, wî ji şagirtên Îsa Mesîh re got ku gerek ew hem rastiyên esasî hem jî rastiyên kûr bizanin. Gelo tu dixwazî rastiyên kûr hîn bibî? Gelo tu dixwazî li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir hîn bibî?

10. Çima li gelek kesan zor tê ku lêkolîn bikin?

10 Li gelek kesan zor tê ku lêkolîn bikin. Lê tu yekî çawa yî? Gelo tu li mektebê hîn bûyî ku baş bixwînî û bielimî? Gelo meraqa te li ser xwendin û lêkolînê hebû? Yan jî, kêfa te ji lêkolîna kitêban re nayê? Gelek kesên din jî wisa hîs dikin. Lê belê, Yehowa dikare alî te bike. Ew Mamosteyê herî baş û bêqisûr e.

11. Yehowa çawa nîşan daye ku ew Mamosteyê Herî Mezin e?

11 Yehowa Xwedê Mamosteyê meyî Herî Mezin e (Îşaya 30:20, 21). Ew mamosteyekî bisebir û dilovan e û ji halê me baş fehm dike. Ew bala xwe dide aliyên baş ên xwendekarên xwe (Zebûr 130:3). Ew tu caran tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze. Ji bîr neke, wî mêjiyê me bi awayekî bêemsal çêkiriye (Zebûr 139:14). Bi eslê xwe, xwestina hînbûnê di dilê her kesî de heye. Xaliqê me dixwaze ku em tim bielimin û kêfê jê bistînin. Loma, em meraq dikin ka Kitêba Pîroz çi dielimîne (1. Petrûs 2:2). Ji xwe re hedefên ku tu dikarî bigihîjî wan deyne û Kitêba Pîroz her roj bixwîne û lêkolîn bike (Yêşû 1:8). Bi alîkariya Yehowa, tuyê ji xwendinê zêdetir kêfê bistînî û di heqê wî de zêdetir bielimî.

12. Çima lazim e ku em di wexta lêkolîna şexsî de li ser Îsa Mesîh kûr bifikirin?

12 Ji bo fikirîna li ser jiyan û xizmeta Îsa Mesîh ji xwe re tim wextê veqetîne. Ji bo ku em bikaribin di van rojên zehmet de ji Yehowa re xizmetê bikin, gerek em li ser şopa Îsa Mesîh herin (1. Petrûs 2:21). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku tengasî wê bên serê wan (Lûqa 14:27, 28). Lê wî bawer dikir ku şagirtên wî dikarin wek wî ji Yehowa re dilsoz bimînin (Yûhenna 16:33). Li ser jiyana Îsa Mesîh hûr û kûr lêkolîn bike û ji xwe re hedefan deyne, da ku tu li gor mînaka wî hereket bikî.

13. Gerek tu tim ji Yehowa çi rica bikî, û çima?

13 Zanîn tenê ne bes e. Helbet, zanîn wê alî te bike ku tu Yehowa baştir nas bikî, zêdetir ji wî hez bikî û baweriya xwe bi wî bînî (1. Korîntî 8:1-3). Lê her ku tu dielimî, ji Yehowa rica bike ku baweriya te xurttir bibe (Lûqa 17:5). Ew ji dil cewabên duayên wisa dide. Baweriya rast, a ku li ser esasê zanîna rast ya di heqê Xwedê de tê avakirin, wê alî te bike ku tu zêdetir bi pêş ve herî (Aqûb 2:26).

TIŞTÊN KU TU DIELIMÎ BÎNE CIH

Berî Tofanê, Nûh û malbata wî bi dilsozî li gor tiştên ku hîn bûbûn dimeşiyan (Li paragrafa 14an binêre)

14. Pawlosê şandî çawa anî zimên ku gerek em tiştên ku dielimin bînin cih? (Li resim jî binêre.)

14 Pawlosê şandî anî zimên ku çi qas muhîm e ku şagirtên Îsa Mesîh tiştên ku dielimin bînin cih. Wî behsa serpêhatiya Nûh kir. Yehowa ji Nûh re gotibû ku ewê bi destê Tofanê mirovên xerab tune bike. Tenê zanîna li ser hatina Tofanê ne bes bû ku Nûh û malbata wî xelas bibin. Ka bala xwe bidê ku gava Petrûs behsa wexta berî Tofanê kir, wî got ku “gemî dihat çêkirin” (1. Petrûs 3:20). Erê, Nûh û malbata wî li gor tiştên ku ji Xwedê hîn bûbûn hereket dikir. Loma wan dest bi çêkirina gemiyekê kir (Îbranî 11:7). Petrûs kirinên Nûh şibandin binavbûnê û wisa nivîsand: “Ev jî mînaka imadê ye ya ku îro we xilas dike” (1. Petrûs 3:21). Çawa ku ji bo Nûh û malbata wî ked û xîret û gelek sal lazim bûn ku gemiyê hazir bikin, ji bo haziriya binavbûnê jî ked û xîret lazim e. Îcar ji bo ku tu ji bo binavbûnê hazir bî, gerek tu kîjan gavan bavêjî?

15. Tobekirina ji dil çawa xuya dibe?

15 Tiştekî pêşîn ew e ku gerek em ji dil ji gunehên xwe tobe bikin (Karên Şandiyan 2:37, 38). Tobekirina jidil bi guhertinên berbiçav xuya dibe. Gelo te dev ji adetên xerab, ên ku Yehowa ji wan nefret dike, berdaye? Mesela, yên wek bêexlaqiya cinsî, kişandina cixareyê yan gotina xeberên xerab (1. Korîntî 6:9, 10; 2. Korîntî 7:1; Efesî 4:29). Eger na, tim xîret bike ku tu xwe biguherînî. Şîret û alîkariyê ji mamosteyê xweyî Kitêba Pîroz û ji rîspiyên civatê bixwaze. Kesên ciwan dikarin alîkariyê ji dê û bavên xwe bixwazin, da ku ew bikaribin dev ji adetên xerab berdin, ên ku ji wan re dibin asteng ku ew bin av nebin.

16. Adetên baş ên ruhî çi ne?

16 Adetên baş ên ruhî, mesela çûyîna civînan û dayîna cewaban jî, pir muhîm in (Îbranî 10:24, 25). Û gava tu hazir bî ku bi civatê re xizmetê bikî, vê yekê bi dewamî bike. Her ku tu xebera xêrê belav bikî, tuyê zêdetir kêfê jê bistînî (2. Tîmotêyos 4:5). Kesên ciwan dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo dê û bavê min her tim tînin bîra min ku ez herim civînan yan xizmetê? Yan jî, ez bi xwe van tiştan dikim?” Eger tu bi xwe wisa hereket bikî, tuyê îsbat bikî ku tu bi Yehowa bawer dikî, ji wî hez dikî û ji wî re şikirdar î. Ev kirinên te, ên ku tu pêşkêşî Yehowa dikî, nîşan didin ku tu bi dilsozî ji wî re îbadetê dikî (2. Petrûs 3:11; Îbranî 13:15). Hemû tiştên ku tu ne ji mecbûriyetê, lê bi dilxwazî didî Yehowa, dilê wî şa dikin (li 2. Korîntî 9:7 jî binêre). Em wisa hereket dikin, çimkî gava em tiştên herî baş didin Yehowa, dilê me jî şa dibe.

HEZKIRINA YEHOWA DI DILÊ XWE DE MEZINTIR BIKE

17-18. Kîjan sifetê muhîm wê alî te bike ku tu li ser rêya binavbûnê bi pêş ve herî, û çima? (Methelokên Silêman 3:3-6)

17 Her ku tu li ser rêya binavbûnê bi pêş ve herî, zor û zehmetî jî wê derkevin pêşiya te. Ji ber baweriya te ya nû, belkî hin kes qerfên xwe bi te bikin, belkî jî zilmê li te bikin (2. Tîmotêyos 3:12). Tu her çi qas xîret bikî ku tu dev ji tiştekî xerab berdî, belkî tu carinan dîsa tiştekî xerab bikî. Yan jî, belkî bêhna te gelekî teng dibe û tu diqehirî, çimkî tu difikirî ku tu nikarî bigihîjî hedefa xwe. Çi wê alî te bike ku tu sebir bikî? Sifetekî pir muhîm: Hezkirina ji Yehowa.

18 Hezkirina te ya ji Yehowa sifetê herî biqîmet e ku di dilê te de heye (Methelokên Silêman 3:3-6 bixwîne). Hezkirina qewî ya ji Yehowa wê alî te bike ku tu li hemberî tengasiyên xwe bisekinî. Kitêba Pîroz gelek caran behsa hezkirina dilsoz ya Yehowa dike. Hezkirina dilsoz tê maneya ku Yehowa tu caran xizmetkarên xwe terk nake û her û her ji wan hez dike (Zebûr 100:5). Tu di sûretê Xwedê de hatiyî xuliqandin (1. Mûsa 1:26). Îcar tu çawa dikarî vê hezkirinê nîşan bidî?

Her roj ji Yehowa re bibêje ku tu ji bo çi şikirdar î (Li paragrafa 19an binêre) b

19. Tu çawa dikarî şikirdariya xwe ji bo her tiştê ku Yehowa ji bo te kiriye zêde bikî? (Galatî 2:20)

19 Pêşî şikirdariya xwe ji Yehowa re nîşan bide (1. Selanîkî 5:18). Her roj ji xwe bipirse: “Yehowa çawa hezkirina xwe nîşanî min daye?” Paşê di duayên xwe de ji Yehowa re şikir bike ku wî ji bo te bi xisûsî çi kiriye. Xwedê tiştên qenc ji bo te dike, çimkî ew ji te hez dike. Pawlosê şandî jî bi vê yekê bawer dikir (Galatî 2:20 bixwîne). Ji xwe bipirse: “Gelo ez dixwazim ji Xwedê re nîşan bidim ku ez jî ji wî hez dikim?” Hezkirina ji Yehowa wê alî te bike ku tu li hemberî ceribandinan bisekinî û li hemberî zor û zehmetiyan bi ser bikevî. Ev hezkirin wê dilê te xurt bike ku tu tim ji Yehowa re îbadetê bikî û her roj hezkirina xwe ji Bavê xweyî ezmanî re nîşan bidî.

20. Ji bo ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa, gerek tu çi bikî, û ev qerar çi qas muhîm e?

20 Bi zeman re, hezkirina ji Yehowa wê te teşwîq bike ku tu di duayeke şexsî de jiyana xwe bidî destê Yehowa. Gava tu jiyana xwe teslîmî destê Yehowa bikî, tuyê bibî xwediyê vê hêviya xweş: Tuyê heta hetayê aîdî Yehowa bî. Bi destê sonda xwedayînê, tuyê soz bidî Yehowa ku tuyê hem di rojên xweş de û hem jî di rojên zehmet de ji wî re xizmetê bikî. Sonda xwedayînê tenê carekê tê xwarin û qerareke pir cidî ye. Li ser vê yekê bifikire: Tuyê di jiyana xwe de gelek qeraran bidî, hinek ji wan pir baş in, lê qerara sonda xwedayînê ya herî baş e (Zebûr 50:14). Îblîs wê hewl bide ku hezkirina Bavê te Yehowa di dilê te de kêm bike. Ew qet naxwaze ku tu ji wî re dilsoz bimînî. Qet îznê nede vê yekê! (Eyûb 27:5). Hezkirina xurt ya ji Yehowa wê alî te bike ku tu li ser sonda xwedayînê bisekinî û her ku diçe nêzîktirî Bavê xweyî ezmanî bibî.

21. Çima em dikarin bibêjin ku binavbûn ne dawî, lê destpêka xizmeta Yehowa ye?

21 Piştî ku te jiyana xwe da destê Yehowa, bi rîspiyan re li ser hedefa binavbûnê xeber bide. Ji bîr neke ku binavbûn ne dawî, lê destpêka rêyeke nû ye: Tuyê heta hetayê ji Yehowa re xizmetê bikî. Ji niha ve, hezkirina Bavê xwe Yehowa di dilê xwe de mezintir bike. Ji xwe re hedefan deyne, da ku hezkirina te her roj mezintir bibe. Ev tişt wê alî te bikin ku tu bigihîjî hedefa binavbûnê. Roja binavbûna te wê rojeke pir xweş be. Lê ev roj wê tenê destpêka jiyaneke nû be. Bila hezkirina Yehowa û Kurê wî di dilê te de her û her mezintir bibe!

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”

a Kesê ku dixwaze bin av bibe gerek niyeta dilê wî qenc be. Wekî din, gerek ew gavên rast bavêje. Emê ji serpêhatiya memûrê Etyopyayî bibînin ku gerek xwendekarekî Kitêba Pîroz berî binavbûnê kîjan gavan bavêje.

b RESIM: Xwişkeke ciwan di duayê de ji Yehowa re dibêje ku ew ji bo tiştên ku wî dane çi qas şikirdar e.