Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

Zarokên Xwe bi Rêya Tiştên Xuliqandî Bielimînin

Zarokên Xwe bi Rêya Tiştên Xuliqandî Bielimînin

“Ma kê ev afirandin?” (ÎŞAYA 40:26, Mizgînî).

KILAM 11 Erd û Ezman Pesnê Xwedê Didin

PÊŞGOTIN a

1. Dê û bav ji bo zarokên xwe çi dixwazin?

 DÊ Û BAVNO, em dizanin ku hûn dixwazin alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa nas bikin û ji wî hez bikin. Lê belê, em nikarin Xwedê bi çavên xwe bibînin. Gelo hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew baweriya xwe bi Xwedê bînin û nêzîkî wî bibin? (Aqûb 4:8).

2. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew sifetên Yehowa baştir nas bikin?

2 Ji bo ku zarokên me nêzîkî Yehowa bibin pir muhîm e ku em Kitêba Pîroz bi wan re lêkolîn bikin (2. Tîmotêyos 3:14-17). Lê rêyeke din jî heye ku ew Yehowa baştir nas bikin. Di kitêba Methelokên Silêman de, bavek ji kurê xwe re dibêje ku bila ew sifetên Yehowa, yên ku di tiştên xuliqandî de tên dîtin, tim bîne ber çavê xwe (Methelokên Silêman 3:19-21). Emê niha bibînin ku dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi rêya tiştên xuliqandî Yehowa baştir nas bikin.

HÛN ÇAWA DIKARIN ZAROKÊN XWE BIELIMÎNIN?

3. Dê û bav dikarin çi nîşanî zarokên xwe bidin?

3 Kitêba Pîroz dibêje ku sifetên Xwedê “bi ser ku nayên dîtin jî, bi tiştên ku hatine çêkirin bi zelalî tên dîtin û fêmkirin” (Romayî 1:20). Dê û bavno, hûn helbet bi kêfxweşî bi zarokên xwe re li nav tebîetê digerin. Di wê wextê de, nîşanî zarokên xwe bidin ku “tiştên ku hatine çêkirin” çawa bi sifetên Yehowa ve girêdayî ne. Emê niha bibînin ku di vî warî de, dê û bav dikarin ji mîsala Îsa Mesîh çi hîn bibin.

4. Îsa Mesîh çawa bi rêya tiştên xuliqandî derseke muhîm da şagirtên xwe? (Lûqa 12:24, 27-30)

4 Rojekê, Îsa Mesîh bala şagirtên xwe kişand ser teyrên qijik û sosinan (Lûqa 12:24, 27-30 bixwîne). Wî hemû heywan û nebat nas dikirin, lê dîsa jî wî bala şagirtên xwe kişand ser teyr û kulîlkeke ku wan baş nas dikir. Wê rojê, belkî teyrên qijik li ber çavên wan difiriyan û li her derê kulîlk vebûbûn. Xeyal bike ku gava Îsa Mesîh xeber da, wî çawa bi destên xwe bala wan kişand ser van tiştan. Dû re, wî çi kir? Wî li ser comerdî û qenciya bavê xwe derseke muhîm da şagirtên xwe: Wek ku Yehowa teyrên qijik û kulîlkan xwedî dike, ewê xwarin û kincan bide xizmetkarên xwe jî.

5. Dê û bav çawa dikarin bala zarokên xwe bikişînin ser Yehowa?

5 Dê û bavno, hûn çawa dikarin wek Îsa Mesîh zarokên xwe bielimînin? Mesela, hûn dikarin bi zarokên xwe re li ser heywan yan kulîlkeke ku hûn pir jê hez dikin sohbetê bikin. Gava hûn vê yekê dikin, ji zarokên xwe re şîrove bikin ku ew mîsal li ser Yehowa çi eşkere dike. Paşê, ji zarokên xwe bipirsin ka ew di tebîetê de herî zêde ji çi hez dikin. Eger hûn behsa tiştekî ku ew jê hez dikin bikin, gava hûn behsa sifetên Yehowa bikin, ewê baş guh bidin we.

6. Em dikarin ji diya Christopher çi bielimin?

6 Gelo hewce ye ku dê u bav pêşî li ser heywan yan nebatekê kûr lêkolîn bikin û paşê ji zarokên xwe re bibêjin ku ew li ser Yehowa çi nîşan dide? Na, ne şert e. Îsa Mesîh di heqê teyr û sosinan de şîroveyeke dirêj neda şagirtên xwe. Belkî zarokên we ji sohbetên kûr hez dikin, lê carinan ji bo fehmkirina tiştekî, pirsek yan şîroveyeke hêsan bes e. Birayekî bi navê Christopher li ser zaroktiya xwe wisa dibêje: “Diya min bi şîroveyeke hêsan alî me dikir ku em qîmeta tebîetê bizanibin. Mesela, gava em nêzîkî çiyayan bûn, wê wisa digot: ‘Ka binêre çiya çi qas bilind û xweşik in. Ev îş, îşê Yehowa ye.’ Yan jî, gava em li ber behrê bûn, wê wisa digot: ‘Ka li hêza pêlên behrê mêze bikin. Qudreta Yehowa çi qas mezin e!’ Van gotinên wê yên hêsan, lê bi mane gelek tesîr li hiş û dilê me dikir.”

7. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew li ser tiştên xuliqandî bifikirin?

7 Gava zarokên we mezin dibin, wan bielimînin ku ew bi xwe li ser tiştên xuliqandî kûr bifikirin û bi vî şeklî Yehowa baştir nas bikin. Mesela, gava hûn bi zarokên xwe re li ser tiştekî xuliqandî xeber didin, ji wan bipirsin: “Tu ji vî îşê Yehowa çi dielimî?” Bê şik fikrên zarokên we wê dilê we xweş bikin (Metta 21:16).

KENGÊ HÛN DIKARIN BI ZAROKÊN XWE RE BIPEYIVIN?

8. Gava dê û bavên Îsraêlî “di rê de” dimeşiyan, çi fersend diket destê wan?

8 Xwedê ji dê û bavên Îsraêlî dixwest ku gava ew “di rê de” dimeşiyan bi zarokên xwe re li ser qanûnên wî xeber bidin (5. Mûsa 11:19). Rêyên li Îsraêlê li nav deşt û zozanan derbas dibûn. Di rê de, wan dikaribû gelek heywan, teyr û kulîlkan bibînin. Gava malbat li ser rê dimeşiyan, fersend diket destê dê û bavan ku ew bala zarokên xwe bikişînin ser tebîetê. Dê û bavno, bê şik fersendên wisa dikevin destê we jî. Ka bala xwe bidin serpêhatiyên hin dê û bavan.

9. Em dikarin ji xwişka me Pûnîta û ji dê û bavê Katyayê çi hîn bibin?

9 Dayikeke bi navê Pûnîta, ya ku li Hindistanê li bajarekî mezin dijî, wisa dibêje: “Gava em diçin mêvandariya malbata xwe ya li deşt û zozanan, fersend dikeve destê me ku em bi zarokên xwe re li ser tiştên ku Yehowa çêkirine sohbetê bikin. Gava em ji qelebalixiya zêde û trafîka bajêr dûr dibin, zarokên me ji tebîetê baştir fehm dikin.” Dê û bavno, zarokên we wexta ku hûn bi wan re li nav xweşikiya tebîetê derbas dikin qet ji bîr nakin. Katya, xwişkeke li Moldovayê, dibêje: “Bîranînên min yên herî xweş ev in ku min wexta xwe bi dê û bavê xwe re li nav deşt û zozanan derbas dikir. Bi alîkariya wan, ez ji zaroktiya xwe ve hîn bûme ku bisekinim, baş li tebîetê mêze bikim û bi vî awayî Yehowa baştir nas bikim.”

Dê û bavên ku li bajaran dijîn jî dikarin zarokên xwe bi rêya tiştên xuliqandî di heqê Yehowa de bielimînin (Li paragrafa 10an binêre)

10. Malbatên ku ji bo wan zehmet e ku ji bajêr derkevin dikarin çi bikin? (Li çarçoveya “ Alîkariya ji bo Dê û Bavan” binêre.)

10 Eger ne mumkin be ku hûn herin deşt û zozanan, hûn dikarin çi bikin? Amol, ê ku li Hindistanê dimîne, dibêje: “Li cihê ku ez lê dimînim, dê û bav gerek ji sibê heta êvarê kar bikin. Bi ser de jî, çûyîna deşt û zozanan pir biha ye. Lê belê, hûn dikarin li parkeke biçûk yan ji balkonê li tebîetê mêze bikin û li ser sifetên Yehowa bipeyivin.” Eger hûn çavên xwe vekin û li dora mala xwe mêze bikin, hûnê tiştên pir xweş bibînin, û wan nîşanî zarokên xwe bidin (Zebûr 104:24). Bi îhtimaleke mezin, hûnê çivîk, kêzik, nebat û gelek tiştên din bibînin. Xwişka me Karina, ji Almanyayê, wisa dibêje: “Diya min ji kulîlkan pir hez dike. Gava ez zarok bûm û em bi hev re digeriyan, wê tim bala min dikişand ser kulîlkên xweşik.” Dê û bavno, hûn dikarin bi destê vîdeo û weşanên teşkîlata me bi zarokên xwe re li ser tebîetê bipeyivin. Belê, mala we li ku be jî, gelek fersend hene ku hûn bala zarokên xwe bikişînin ser tiştên ku Yehowa çêkirine. Gelo hûn dikarin bala zarokên xwe bikişînin ser kîjan sifetên Yehowa?

SIFETÊN YEHOWA DI TEBÎETÊ DE “BI ZELALÎ TÊN DÎTIN”

11. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew hezkirina Yehowa di tebîetê de bibînin?

11 Ji bo ku zarokên we hezkirina Yehowa bibînin, hûn dikarin bala wan bikişînin ser vê yekê ku gelek heywan çawa çêlikên xwe xwedî dikin (Metta 23:37). Wekî din, hûn dikarin nîşanî wan bidin ku tebîet çi qas xweş û rengîn e. Karina wisa dibêje: “Gava ez bi diya xwe re li derve digeriyam, em carinan disekinîn, û diya min nîşanî min dida ku hemû kulîlk çawa ji hev cuda ne û xweşikiya wan çawa hezkirina Yehowa xuya dike. Êdî gelek sal derbas bûne, lê ez hê jî bala xwe didim reng û bedewiya kulîlkan. Ew her tim tînin bîra min ku Yehowa ji me çi qas hez dike.”

Hûn dikarin nîşanî zarokên xwe bidin ku bedena me çawa hîkmeta Xwedê eşkere dike (Li paragrafa 12an binêre)

12. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew hîkmeta Yehowa di tiştên xuliqandî de bibînin? (Zebûr 139:14) (Li resim jî binêre.)

12 Alî zarokên xwe bikin ku ew hîkmeta Xwedê di tiştên xuliqandî de bibînin. Hîkmeta wî ji ya her kesî mezintir e (Romayî 11:33). Mesela, hûn dikarin ji zarokên xwe re şîrove bikin ku av çawa dibe ewr û bi hêsanî ji cihekî ber bi cihekî din ve diçe (Eyûb 38:36, 37). Yan jî, hûn dikarin bala wan bikişînin ser xisûsiyetên bedena me (Zebûr 139:14 bixwîne). Zilamekî bi navê Vladîmîr wisa dibêje: “Rojekê, kurê me ji ser bisîkletê ket û çoka xwe birîndar kir. Piştî çend rojan, birîna wî qenc bû. Min û pîreka min, me jê re got ku Yehowa hucreyên bedena me wisa çêkirine ku ew dikarin xwe ji nû ve qenc bikin. Me got ku tu tiştekî ku mirovan çêkiriye nikare xwe qenc bike. Mesela, piştî qezayekê, erebe nikare xwe tamîr bike. Vê mîsalê alî kurê me kir ku ew ji hîkmeta Yehowa fehm bike.”

13. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew qudreta Xwedê di tiştên afirandî de bibînin? (Îşaya 40:26)

13 Yehowa dixwaze ku em li ezmanan binêrin û bînin ber çavê xwe ku hemû stêrk çawa bi qudreta wî di cihê xwe de disekinin (Îşaya 40:26 bixwîne). Ji zarokên xwe re bibêjin ku bila ew li ezmanan mêze bikin û kûr bifikirin. Xwişkeke ji Taywanê wisa dibêje: “Gava ez biçûk bûm, carekê min tevî diya xwe li nav tebîetê kon veda. Ji ber ku em dûrî ronahiya bajêr bûn, me bi şev gelek stêrk dîtin. Wan rojan, hevaldersên min zor li min dikir ku ez bi ya wan bikim û min meraq dikir ka ezê bikaribim ji Yehowa re dilsoz bimînim. Diya min dilê min xurt kir ku ez li ser qudreta Yehowa bifikirim. Çawa ku Yehowa hemû stêrk bi qudreta xwe çêkirine, ew dikare bi eynî qudretê alî min jî bike. Piştî wê rojê, min dixwest Yehowa baştir nas bikim û her tim bi dil û can ji wî re xizmetê bikim.”

14. Dê û bav çawa dikarin bi rêya tiştên xuliqandî nîşanî zarokên xwe bidin ku Yehowa “Xwedayê dilxweş” e?

14 Yehowa bi rêya tiştên xuliqandî nîşanî me dide ku ew dilxweş e û dixwaze ku em jî dilxweş bin. Zanyar dibêjin ku piraniya heywanan – heta çivîk û masî jî – dilîzin (Eyûb 40:20). Wexta ku pisîk yan kûçik dilîzin, ma kêfa zarokên we ji wan re nayê? Îcar gava zarokên we li hereketên heywanan mêze dikin û dikenin, hûn dikarin bînin bîra wan ku Yehowa “Xwedayê dilxweş” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT).

TEVÎ MALBATÊ JI TEBÎETÊ KÊFÊ BISTÎNIN

Gava hûn li nav tebîetê bin, wê ji bo zarokên we hêsantir be ku ew dilê xwe ji we re vekin (Li paragrafa 15an binêre)

15. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew dilê xwe ji wan re vekin? (Methelokên Silêman 20:5) (Li resim jî binêre.)

15 Gelo li zarokên we zor tê ku ji we re behsa derdên xwe bikin? Eger wisa be, gerek hûn xîret bikin ku ew dilê xwe ji we re vekin (Methelokên Silêman 20:5 bixwîne). Ji bo vê, hûn dikarin bi wan re li nav tebîetê wextê derbas bikin, çimkî li wê derê hêsantir e ku hûn bala xwe bidin hevdû. Zilamekî li Taywanê behsa sebebekî din dike: “Wexta ku em bi zarokên xwe re li nav tebîetê wextê derbas dikin – mesela gava em hildikişin çiyayan yan li kêleka behrê dimeşin – ew rihet dibin. Bi vî awayî, li me hêsantir tê ku em bi wan re sohbetê bikin û tê derxin ku derdên wan çi ne.” Katya, ya ku me berê behsa wê kiribû, dibêje: “Piştî dersê, diya min ez dibirim parkeke bedew. Li wê derê, li min hêsantir dihat ku ez jê re bibêjim ku li mektebê çi qewimîbû yan çi xemên min hene.”

16. Malbat çawa dikarin li nav tebîetê li kêf û rihetiya xwe binêrin?

16 Li nav tebîetê, malbat dikarin li kêf û rihetiya xwe binêrin. Ev yek wê alî wan bike ku ew ji hevdû zêdetir hez bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “wexta kenînê” û “wexta lîstinê” heye (Waiz 3:1, 4). Yehowa cihên pir xweş çêkirine, da ku em bikarin li wê derê kêf bikin. Gelek malbat pir hez dikin ku wexta xwe li ber behrê yan li deşt û zozanan derbas bikin. Hin zarok pir hez dikin ku li derve bilîzin, li heywanan binêrin yan di çem de avjeniyê bikin. Belê, gava em li nav tebîetê ne, gelek îmkan hene ku em ji tiştên ku Yehowa çêkirine kêfê bistînin!

17. Çima lazim e ku dê û bav alî zarokên xwe bikin ku ew ji tiştên xuliqandî kêfê bistînin?

17 Li dinyaya nû, dê û bav û zarok wê ji tiştên ku Yehowa afirandine hê jî zêdetir kêfê bistînin. Wê çaxê, emê ji heywanan netirsin, û ewê jî ji me netirsin (Îşaya 11:6-9). Karên destê Yehowa wê me heta hetayê dilxweş bikin (Zebûr 22:26). Lê belê, dê û bavno, hûn dikarin îro jî alî zarokên xwe bikin ku ew ji tebîetê kêfê bistînin. Eger hûn bi rêya tiştên xuliqandî alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa baştir nas bikin, ewê bi îhtimaleke mezin wek Dawid Padîşah bibêjin: “Ya Xudan … karên te bêmînak in” (Zebûr 86:8, KP).

KILAM 134 Zarok Emaneteke ji Xwedê ne

a Gelek malbatan bi dilxweşî wextên xweş li nav tebîetê derbas kirine. Zarok ji bîr nakin ku dê û bavê wan çawa alî wan kiriye ku ew bi rêya tebîetê sifetên Yehowa baştir fehm bikin. Dê û bavno, hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi rêya tiştên xuliqandî Yehowa baştir nas bikin? Di vê meqaleyê de, cewaba vê pirsê tê dayîn.