Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?

Bawer Be ku Yehowa ji Te Razî ye

Bawer Be ku Yehowa ji Te Razî ye

“Ez ji te razî me” (LÛQA 3:22, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku eger em ne emîn in ka Yehowa ji me razî ye yan na, em dikarin çi bikin.

1. Hin xizmetkarên Yehowa belkî çi meraq dikin?

 KITÊBA PÎROZ wisa dibêje: “Xudan ji gelê xwe razî ye” (Zebûr 149:4). Lê belê, hin kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye? Di demên berê de jî, hin xizmetkarên Yehowa ne emîn bûn ka Yehowa ji wan razî ye yan na (1. Samûyêl 1:6-10; Eyûb 29:2, 4; Zebûr 51:11).

2. Yehowa ji kê razî dibe?

2 Kitêba Pîroz bi eşkereyî nîşan dide ku însanên qisûrdar dikarin rizaya Xwedê bistînin. Gelo çawa? Gerek em baweriya xwe bi Îsa Mesîh bînin û vaftîz bibin (Yûhena 3:16). Bi vî awayî, em li ber çavê xelkê nîşan didin ku me ji gunehên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê ku emê daxwaza wî bînin cih (Karên Şandiyan 2:38; 3:19). Gava em wisa dikin, Yehowa pir memnûn dibe. Eger em xîret bikin ku sonda xwe pêk bînin, Yehowa wê ji me razî be û me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14).

3. Di vê meqaleyê de, emê li ser çi bipeyivin?

3 Gelo hin kes çima carinan difikirin ku Xwedê ji wan ne razî ye? Gelo Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji kesekî razî ye? Şagirtekî Îsa Mesîh çawa dikare emîn be ku Xwedê ji wî razî ye?

HIN KES ÇIMA DIFIKIRIN KU YEHOWA JI WAN NE RAZÎ YE?

4-5. Eger em xwe bêqîmet bibînin jî, em dikarin ji çi emîn bin?

4 Ji zaroktiya xwe ve, hin kes xwe bêqîmet dibînin (Zebûr 88:15). Birayekî bi navê Adrián dibêje: “Min xwe her tim bêqîmet dîtiye. Gava ez biçûk bûm, min dua dikir ku bila malbata min li cenetê bijî, lê ez emîn bûm ku ez ne layîq im ku li wê derê bim.” Birayekî bi navê Tony, yê ku dê û bavê wî ne Şahidên Yehowa ne, dibêje: “Dê û bavê min ji min re tu caran nedigot ku ew ji min hez dikin yan bi min serbilind in. Qey tu tiştê ku min dikir besî wan nedikir.”

5 Eger em xwe carinan bêqîmet bibînin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa em çawa kişandine ba xwe (Yûhena 6:44). Yehowa dizane ku di dilê me de çi heye, û ew sifetên me yên baş dibîne – eger em wan nebînin jî (1. Samûyêl 16:7; 2. Dîrokan 6:30). Madem ku ew dibêje ku em biqîmet in, em dikarin pê bawer bin (1. Yûhena 3:19, 20).

6. Pawlosê şandî li gunehên xwe yên berê çawa dinêrî?

6 Hin kes xwe ji ber tiştên ku wan berî ku ew bûn şagirtên Îsa Mesîh kiribûn, sûcdar hîs dikin (1. Petrûs 4:3). Wekî din, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz jî bi kêmasiyên xwe re micadele dikin. Eger dilê te te mehkûm bike, ji bîr neke ku xizmetkarên Yehowa yên berê jî bi hîsên wisa re micadele dikir. Mesela, Pawlosê şandî ji ber kêmasiyên xwe aciz dibû (Romayî 7:24). Pawlos helbet ji gunehên xwe tobe kiribû û vaftîz bûbû. Dîsa jî, wî got ku ew “ji Şandiyan yê herî biçûk” û “ji wan ê herî gunehkar” e (1. Korîntî 15:9; 1. Tîmotêyos 1:15).

7. Gerek em çi ji bîr nekin?

7 Bavê meyî ezmanî soz daye ku eger em tobe bikin, ewê me efû bike (Zebûr 86:5). Loma, eger em ji gunehên xwe yên berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku wî em efû kirine (Kolosî 2:13).

8-9. Gava em difikirin ku Yehowa ji me ne razî ye, em dikarin çi bikin?

8 Em gişt dixwazin bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin. Lê belê, hin kes difikirin ku ew her çi bikin jî ne bes e ku Yehowa ji wan razî be. Xwişkeke bi navê Amanda dibêje: “Ez xîret dikim ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikim, lê ez çi bikim jî, ez difikirim ku ne bes e. Ji ber vê yekê, ez carinan hewl didim ku ji qeweta xwe zêdetir bikim. Lê çaxa ez nagihîjim hedefa xwe, ez xemgîn dibim û difikirim ku Yehowa ji ber min xeyalşikestî ye.”

9 Eger em difikirin ku xîreta me ne bes e ku Yehowa ji me razî be, em dikarin çi bikin? Ji bîr neke ku Yehowa her tim terazdar e. Ew tu caran tiştên ku qeweta me nagihîje ku em wan bikin, ji me naxwaze. Gava em bi dil û can ji wî re xizmet dikin, ew şikirdar e. Wekî din, bala xwe bide mîsalên xizmetkarên Yehowa yên berê. Mesela, Pawlosê şandî bi gelek salan xîretkêş bû, gelek rêwîtî kirin û gelek civat ava kirin. Lê gava şertên wî hatin guhertin û wî êdî nikaribû mizgîniyê wek berê belav bike, gelo Yehowa li wî çawa dinêrî? Pawlos bi dewamî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa ew bibereket dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiyan 28:30, 31). Eynî wisa, carinan şertên me jî dikarin bên guhertin, û em êdî nikarin ji Yehowa re wek berê xizmet bikin. Lê ji bo Yehowa, tiştê muhîm ev e ku em bi çi niyetê ji wî re xizmet dikin. Niha emê bibînin ku Yehowa çawa nîşanî me dide ku ew ji me razî ye.

YEHOWA ÇAWA NÎŞAN DIDE KU EW JI ME RAZÎ YE?

10. Yehowa çawa ji me re dibêje ku ew ji me razî ye? (Yûhena 16:27)

10 Bi destê Kitêba Pîroz. Yehowa li fersendan digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike ku ew ji wan hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîroz du caran behsa vê dike ku Xwedê di heqê Îsa Mesîh de got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me” (Meta 3:17; 17:5, NWT). Ma teyê nexwesta ku Yehowa ji te re jî bigota ku ew ji te razî ye? Yehowa helbet rasterast bi me re napeyive, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Gava em Încîlê dixwînin, em qey dengê Yehowa dibihîzin. Şagirtên Îsa Mesîh mirovên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, wî ji wan hez dikir (Yûhena 16:27 bixwîne). Nêrînên Îsa Mesîh û nêrînên Bavê wî wek hev in. Loma, gava em gotinên Îsa Mesîh dixwînin, bila em xeyal bikin ku Yehowa van gotinan ji me re dibêje (Yûhena 15:9, 15).

Yehowa bi gelek awayan nîşan dide ku ew ji me razî ye (Li paragrafa 10an binêre)


11. Gava em dikevin tengasiyê, ev yek çima nayê maneya ku Yehowa êdî ji me ne razî ye? (Aqûb 1:12)

11 Bi kirinên xwe. Yehowa hazir e ku alî me bike. Mesela, ew hewcedariyên me yên madî tedarek dike. Lê wek Eyûb, em jî carinan dikevin tengasiyê (Eyûb 1:8-11). Ev yek nayê maneya ku Xwedê êdî ji me ne razî ye. Bi eslê xwe, tengasî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji Xwedê çi qas hez dikin û îtibara xwe bi wî tînin (Aqûb 1:12 bixwîne). Li dema tengasiyê, em dibînin ku Xwedê çi qas xema me dixwe û alî me dike ku em tehemul bikin.

12. Serpêhatiya Dmîtriy çi nîşanî me dide?

12 Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî bi navê Dmîtriy, ê ku li Asyayê dijî. Wî karê xwe winda kiribû û bi gelek mehan nikaribû ji xwe re karekî nû bibîne. Loma, wî qerar da ku zêdetir xizmetê bike û bi vî awayî nîşan bide ku ew îtibara xwe bi Yehowa tîne. Meh bi meh derbas dibûn, lê dîsa jî, wî ji xwe re karek nedît. Paşê, siheta wî xera bû û ew ket nav nivînan. Şik ketin dilê wî ka ew bavekî baş e yan na, û wî meraq dikir ka Yehowa hê ji wî razî ye yan na. Rojekê, keça wî van gotinên Îşaya 30:15 (NWT) li ser kaxizekê çap kir: “Eger hûn sakîn bimînin û [bi Yehowa] bawer bin, hûnê biqewet bin.” Keçikê ev kaxez danî kêleka wî û got: “Bavo, gava tu bêhal î, vê ayetê bîne bîra xwe.” Dmîtriy fehm kir ku Yehowa ew tî û birçî, tazî û bê cih û star nehiştibûn. Ew dibêje: “Lazim bû ku ez sakîn bimînim û xwe bispêrim Xwedê.” Gava tu rastî tengasiyên wisa têyî, tu jî dikarî bawer bî ku Yehowa xema te dixwe û wê alî te bike ku tu tehemul bikî.

Yehowa bi gelek awayan nîşan dide ku ew ji me razî ye (Li paragrafa 12an binêre) a


13. Yehowa dikare bi destê kê nîşan bide ku ew ji me razî ye, û çawa?

13 Bi destê xwişk û birayan. Yehowa bi destê xwişk û birayan nîşan dide ku ew ji me razî ye. Mesela, ew dikare bi destê wan cesaretê bide me. Serpêhatiya xwişkeke ku li Asyayê dijî, bîne ber çavê xwe. Wê hem karê xwe winda kiribû hem jî giran nexweş ketibû. Paşê, zilamê wê, yê ku rîspî bû, gunehekî giran kir û îmtiyaza xwe winda kir. Xwişka me dibêje: “Min fehm nedikir ku tiştên wisa çima hatin serê min. Ez difikirîm ku belkî min şaşiyek kiriye û Yehowa êdî ji min ne razî ye.” Xwişka me ji Yehowa rica kir ku bila ew nîşan bide ku ew hê ji wê razî ye. Gelo Yehowa çawa cewab da wê? Ew dibêje: “Rîspiyên civatê ji min re got ku Yehowa ji min hez dike.” Paşê, wê dîsa ji Yehowa re kir hawar. Ew dibêje: “Eynî roj min nameyeke ji hin xwişk û birayan stand. Wexta ku min gotinên wan ên teselîdar dixwend, min fehm kir ku Yehowa hawara min bihîstibû.” Belê, Yehowa gelek caran bi destê gotinên nazik ên xwişk û birayan nîşanî me dide ku ew ji me razî ye (Zebûr 10:17).

Yehowa bi gelek awayan nîşan dide ku ew ji me razî ye (Li paragrafa 13an binêre) b


14. Wekî din, Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me razî ye?

14 Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, ew carinan bi destê kesên din şîretê dide me. Mesela, di sedsala yekê de, Pawlos bi îlhama Xwedê ji civatan re 14 name şandin. Di van nameyan de, Pawlos bi dilovanî bala xwişk û birayan kişand ser hin kêmasiyên wan. Gelo Yehowa çima bi destê Pawlos şîret da wan? Çimkî Yehowa Bavekî dilovan e, û ji ber ku ew ji zarokên xwe hez dike, ew wan terbiye dike (Methelokên Silêman 3:11, 12). Loma, eger kesek li ser esasê Kitêba Pîroz şîretê bide me, ev yek nayê maneya ku Yehowa ji me hez nake, lê ku ew hê jî ji me razî ye (Îbranî 12:6).

ÎSBATÊN DIN KU YEHOWA JI ME RAZÎ YE

15. Yehowa ruhê pîroz dide kê, û em dikarin ji çi emîn bin?

15 Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku ew ji wan razî ye (Meta 12:18). Ka ji xwe bipirse: “Ma ez tesîra ruhê pîroz di jiyana xwe de nabînim?” Mesela, wexta ku te Yehowa nas nedikir, dibe ku tu mirovekî bêsebir bûyî. Bi saya ruhê pîroz, ma tu niha li hemberî kesên din zêdetir sebir nakî? Her ku tu sifetên berê ruhê pîroz bi pêş bixî, Yehowa wê ji te razî be (li çarçoveya “ Berê Ruh Çi ye?” binêre).

Tu çima dikarî emîn bî ku Yehowa ji te razî ye? (Li paragrafa 15an binêre)


16. Ji bo belavkirina mizgîniyê Yehowa kê bi kar tîne, û ev yek li ser te çawa tesîr dike? (1. Selanîkî 2:4)

16 Yehowa karê belavkirina mizgîniyê dide kesên ku ew ji wan razî ye (1. Selanîkî 2:4 bixwîne). Mesela, ka binêre ku xwişkeke bi navê Jocelyn ji belavkirina mizgîniyê çawa feyde distand. Rojekê, Jocelyn bêkêf bû. Ew dibêje: “Ez pir westiyayî bûm, û min xwe bêkêr hîs dikir. Lê ji ber ku ez pêşeng bûm, lazim bû ku ez herim xizmetê. Îcar min dua kir û ez çûm xizmetê.” Wê rojê, Jocelynê jinikeke bi navê Mary nas kir, a ku qebûl kir ku dest bi kursa Kitêba Pîroz bike. Çend meh bi şûn de, Mary’yê ji Jocelynê re got ku wê rojê, wê ji Xwedê re dua kiribû ku bila alî wê bike. Jocelyn di heqê vê serpêhatiyê de wisa dibêje: “Qey Yehowa rasterast ji min re digot ’Ez ji te razî me.’” Helbet her kes guh nade mizgîniyê. Lê gava em çi ji destê me tê dikin ku mizgîniyê belav bikin, em dikarin emîn bin ku Yehowa ji me razî ye.

Tu çima dikarî emîn bî ku Yehowa ji te razî ye? (Li paragrafa 16an binêre) c


17. Em ji serpêhatiya Vicky’yê çi hîn dibin? (Zebûr 5:12)

17 Kesên ku Yehowa ji wan razî ye ji fîdyeyê îstifade dikin (1. Tîmotêyos 2:5, 6). Lê belê, eger te baweriya xwe bi fîdyeyê aniye û vaftîz bûyî, lê dîsa jî xwe layîq nabînî, tu dikarî çi bikî? Ji bîr neke ku nêrîna Yehowa ji nêrîna te cuda ye. Ew her kesê ku baweriya xwe bi fîdyeyê tîne wek kesekî rastdar dihesibîne û soz dide ku ewê wan bibereket bike (Zebûr 5:12 bixwîne; Romayî 3:26). Xwişkeke bi navê Vicky ji fikirîna li ser fîdyeyê feyde dît. Ew dibêje: “Yehowa bi min re gelek bisebir bû. … Dîsa jî, min qey ji wî re got: ‘Çênabe ku tu ji kesekî mîna min hez bikî. Qurbana Kurê te têra efûkirina gunehên min nake.’” Lê wexta ku ew li ser fîdyeyê kûr fikirî, wê hêdî hêdî fehm kir ku Yehowa ji wê çi qas hez dike. Her ku em qîmeta fîdyeyê bînin ber çavê xwe, emê bibînin ku Yehowa ji me jî hez dike û ji me razî ye.

Tu çima dikarî emîn bî ku Yehowa ji te razî ye? (Li paragrafa 17an binêre)


18. Em dikarin ji çi emîn bin?

18 Her çi qas em tewsiyeyên ji vê meqaleyê bi kar bînin jî, belkî em carinan ne emîn in ka Yehowa ji me razî ye yan na. Eger wisa be, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa ji “yên ku ji wî hez dikin” razî ye (Aqûb 1:12). Bila em bi dewamî nêzîkî Yehowa bibin û bibînin ku ew çawa nîşan dide ku ew ji me razî ye. Belê, Yehowa “ji tu kesî ji me ne dûr e”! (Karên Şandiyan 17:27).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima hin kes difikirin ku Yehowa ji wan ne razî ye?

  • Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me razî ye?

  • Em çima dikarin emîn bin ku Yehowa ji me razî ye?

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

a RESIM: Temsîl

b RESIM: Temsîl

c RESIM: Temsîl