Here Naverokê

Here naverokê

GOTINÊN KITÊBA PÎROZ

Berî Fîdyeyê, Guneh Çawa Dihatin Efûkirin?

Berî Fîdyeyê, Guneh Çawa Dihatin Efûkirin?

Gunehên me ancax bi saya fîdyeya Îsa Mesîh dikarin bên efûkirin (Efesî 1:7). Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje: “[Xwedê] bi sebra xwe çavên xwe li wan gunehên ku berê hatibûn kirin neqand”, yanî berî ku Îsa Mesîh fîdye pêşkêş kir (Romayî 3:25). Madem ku Yehowa Xwedayê edaletê ye, ev yek çawa mumkin bû?

Ji wexta ku Yehowa soz dabû ku “zuriyet” wê were ku însanên bawermend xelas bike, ji bo Yehowa wisa bû qey fîdye jixwe hatiye dayîn (1. Mûsa 3:15, NWT; 22:18). Xwedê emîn bû ku Kurê wî wê di wexta tayînkirî de hazir be ku fîdyeyê pêşkêş bike (Galatî 4:4; Îbranî 10:7-10). Gava Îsa Mesîh wek temsîlkarê Xwedê li dinyayê bû, berî pêşkêşkirina fîdyeyê jî heqê wî hebû ku gunehan efû bike. Wî dizanibû ku fîdyeya ku ewê bide ji bo efûkirina van gunehan jî derbasdar e (Meta 9:2-6).