Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

KILAM 75 Min Bişîne, ya Xudan!

Gelo Tu Hazir î ku Jiyana Xwe Bidî Destê Yehowa?

Gelo Tu Hazir î ku Jiyana Xwe Bidî Destê Yehowa?

“Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir, ma ez çi bidim Xudan?” (ZEBÛR 116:12).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ev meqale wê alî te bike ku tu nêzîktirî Yehowa bibî û daxwaza xwe xurttir bikî ku jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî.

1-2. Berî ku kesek vaftîz bibe, gerek ew çi bike?

 DI NAV van pênc salan de, zêdetirî yek milyon kes wek Şahidên Yehowa vaftîz bûn. Wek Tîmotêyos, gelek ji wan rastiyê “ji zaroktiya xwe ve” hîn bûne (2. Tîmotêyos 3:14, 15). Hinekan jî Yehowa di emrê xweyî mezin de nas kiriye. Mesela, jinikeke ku bi Şahidên Yehowa re Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, di 97 saliya xwe de vaftîz bû!

2 Eger tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî yan eger dê û bavê te Şahidên Yehowa ne, gelo tu dixwazî vaftîz bibî? Va hedefeke pir baş e! Lê belê, berî ku tu vaftîz bibî, gerek tu ji Yehowa re weqf bibî. Ev meqale wê maneya weqfbûnê zelal bike. Wekî din, ev meqale wê alî te bike ku tu ji vê gavê netirsî û vaftîzbûna xwe paş nexî.

MANEYA WEQFBÛNÊ ÇI YE?

3. Di demên berê de, kî weqf bû? Mîsalan bide.

3 Di Kitêba Pîroz de, weqfbûn tê maneya cihêbûna ji bo armanceke pîroz. Temamiya miletê Îsraîlê ji Yehowa re weqf bû. Lê belê, di nav wan de, hin kes bi awayekî xisûsî weqf bûn. Mesela, “îşareta pîroz a weqfbûnê“, ya ku li ser serê serokkahîn Harûn dihat danîn, dihat maneya ku ew ji bo xizmeteke xisûsî hatiye cihêkirin (3. Mûsa 8:9, NWT). Di demên berê de, nezîr jî bi awayekî xisûsî weqf bûn. Peyva Îbranî, ya ku wek “nezîr” hatiye tercûmekirin, tê maneya “yekî cihêkirî” yan “yekî weqfkirî”. Lazim bû ku nezîr bala xwe bidin hin qedexeyên xisûsî, yên ku di Qanûna Mûsa de ji bo wan hatibûn danîn (4. Mûsa 6:2-8).

4. (a) Kesên ku ji Yehowa re weqf dibin çawa ji bo armanceke pîroz cihêkirî ne? (b) Kesekî ku dixwaze bibe şagirtê Îsa Mesîh gerek çi bike? (Li resim jî binêre.)

4 Gava tu ji Yehowa re weqf dibî û jiyana xwe didî destê wî, tu qerarê didî ku bibî şagirtê Îsa Mesîh û ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza Xwedê. Ji bo vê, gerek tu çi bikî? Îsa Mesîh got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî” (Meta 16:24, NWT). Wek xizmetkarekî Yehowa, yê ku jiyana xwe daye destê wî, gerek tu hemû tiştên ku li dijî daxwaza wî ne, red bikî (2. Korîntî 5:14, 15). Mesela, gerek tu “kirinên nefsê”, yanî bêexlaqiya cinsî û gunehên din, red bikî (Galatî 5:19-21; 1. Korîntî 6:18). Gelo zehmet e ku tu guh bidî qanûnên wisa? Eger tu ji Yehowa hez dikî û pê bawer î ku bicihanîna qanûnên wî ji bo xêra te ye, guhdayîn ne zehmet e (Zebûr 119:97; Îşaya 48:17, 18). Birayekî bi navê Nicholas wisa dibêje: “Tu dikarî qanûnên Yehowa bi du awayan bibînî: Wek hesinên zindanê yan wek hesinên qefesa şêran, ên ku te ji talûkeyan diparêzin.”

Tu qanûnên Yehowa çawa dibînî: Wek hesinên zindanê yan wek hesinên qefesa şêran, ên ku te ji wan diparêzin? (Li paragrafa 4an binêre)


5. (a) Tu çawa dikarî jiyana xwe bidî destê Yehowa? (b) Ferqa di nav weqf û vaftîzê de çi ye? (Li resim jî binêre.)

5 Gelo tu çawa dikarî weqf bibî, yanî jiyana xwe bidî destê Yehowa? Di duayekê de, gerek tu soz bidî wî ku tuyê tenê ji wî re îbadetê bikî û di jiyana xwe de ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza wî. Bi vî awayî, tu soz didî Yehowa ku tuyê ji wî “bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hişê xwe û bi hemû qeweta xwe hez bikî” (Marqos 12:30, NWT). Weqfbûna te tenê di nav te û Yehowa de ye, lê vaftîz li ber çavê xelkê diqewime, û her kes dibîne ku te êdî jiyana xwe daye destê Yehowa. Sonda weqfbûnê tiştekî pir cidî ye, û gerek tu her tim xîret bikî ku sonda xwe bînî cih (Waiz 5:4, 5).

Gava ku tu jiyana xwe didî destê Yehowa, tu soz didî ku tuyê tenê ji wî re îbadetê bikî û ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza wî (Li paragrafa 5an binêre)


ÇIMA GEREK TU JIYANA XWE BIDÎ DESTÊ YEHOWA?

6. Sebebê ku kesek dixwaze jiyana xwe bide destê Yehowa, gerek çi be?

6 Sebebê sereke ku tu jiyana xwe didî destê Yehowa gerek ev be ku tu ji wî hez dikî. Hezkirina te ne tenê li ser hîsekê, lê li ser “zanyarî û fêhm kirina ruhanî”, yanî li ser tiştên ku tu di heqê Yehowa de hîn bûne, ava bûye (Kolosî 1:9, KP). Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, tu bawer dikî ku (1) Xwedayê rastîn Yehowa ye, (2)  Kitêba Pîroz ji îlhama Xwedê ye û (3) Yehowa teşkîlata xwe bi kar tîne ku daxwaza xwe bîne cih.

7. Berî ku em jiyana xwe didin destê Yehowa, gerek em çi bikin?

7 Kesên ku jiyana xwe didin destê Yehowa gerek bi hînkirinên eslî ya Kitêba Pîroz bizanin û li gor qanûnên Yehowa bijîn. Çi ji destê wan tê ew dikin ku ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin (Meta 28:19, 20). Ew ji Yehowa pir hez dikin û bi dil û can dixwazin tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Tu jî gerek wisa bikî. Gerek tu ne ji bo xatirê kesê ku Kitêba Pîroz hînî te kiriye, ji bo xatirê dê û bavê xwe yan ji bo xatirê hevalên xwe, lê ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî.

8. Şikirdarî çawa dikare alî te bike ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa? (Zebûr 116:12-14)

8 Gava tu li ser tiştên ku Yehowa ji bo te kirine difikirî, daxwaza te xurttir dibe ku jiyana xwe bidî destê wî (Zebûr 116:12-14 bixwîne). Kitêba Pîroz dibêje ku “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ji Yehowa tê (Aqûb 1:17). Hediyeya herî mezin û biqîmet, qurbana kurê wî Îsa Mesîh e. Ka li ser vê hediyeya mezin bifikire: Bi saya fîdyeyê, tu dikarî bibî dostê Yehowa û heta bi hetayê bijî (1. Yûhena 4:9, 10, 19). Rêya herî baş ku tu şikirdariya xwe nîşan bidî ev e ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa (5. Mûsa 16:17; 2. Korîntî 5:15). Kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be!, ders 46, fikir 4 û vîdeoya Diyariyên me yên ji bo Xwedê zelal dikin ku em çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin.

GELO TU JI BO VAN GAVÊN MUHÎM HAZIR Î?

9. Çima gerek tu xwe mecbûr hîs nekî ku jiyana xwe bidî destê Yehowa?

9 Belkî tu difikirî ku tu ne hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî. Belkî hê lazim e ku tu jiyana xwe li gor qanûnên Yehowa serrast bikî yan îmana xwe xurttir bikî (Kolosî 2:6, 7). Her xwendevan ne wek hev bi pêş ve diçe, û her kesê ciwan jî ne di eynî saliya xwe de hazir e ku jiyana xwe bide destê Yehowa û vaftîz bibe. Li şûna ku tu xwe bi kesên din re muqayese bikî, bifikire ku tu çawa dikarî bi pêş ve herî û hin tiştan baştir bikî (Galatî 6:4, 5).

10. Eger tu hê ne hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa û vaftîz bibî, tu dikarî çi bikî? (Wekî din, li çarçoveya “ Çavkaniyên ji bo Ciwanên yên ku di Rastiyê de Mezin Bûne” binêre.)

10 Eger tu hê ne hazir î ku jiyana xwe bidî destê Yehowa, vê gavê ji xwe re bike hedef. Ji Yehowa re rica bike ku ew alî te bike ku tu hin guhertinan bikî (Filîpî 2:13; 3:16). Emîn be ku Yehowa wê guh bide duaya te û alî te bike (1. Yûhena 5:14).

HIN KES XWE ÇIMA PAŞ DIXIN?

11. Yehowa çawa alî me dike ku em jê re dilsoz bimînin?

11 Hin kesên ku bi eslê xwe ji bo weqf û vaftîzê hazir in dîsa jî xwe paş dixin. Belkî ew ditirsin ku piştî vaftîzbûnê, dibe ku ew gunehekî giran bikin û ji civatê bên derxistin. Eger ev tirs di dilê te de jî heye, emîn be ku Yehowa wê destekê bide te ku tu ‘bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herî û bi her awayî li wî xweş bêyî’ (Kolosî 1:10). Wekî din, ewê alî te bike ku tu ya rast bikî. Yehowa alî gelek kesên din jî kiriye ku ew ya rast bikin (1. Korîntî 10:13). Ji ber vê yekê, kesên ku ji civatê tên derxistin hindik in. Belê, Yehowa alî xizmetkarên xwe dike ku ew dilsoz bimînin.

12. Çi dikare alî me bike ku em gunehên giran nekin?

12 Her mirov qisûrdar e û dikare şaşiyan bike (Aqûb 1:14). Dîsa jî, gava tu têyî ceribandin, eva ku tu şaşiyê bikî yan na, qerara te ye. Gerek tu xwe bi xwe hilbijêrî ku ji kîjan rêyê herî. Hin kes dibêjin ku em nikarin hîs û kirinên xwe kontrol bikin, lê ev yek ne rast e. Tu dikarî xwestinên xerab kontrol bikî. Eger xwestineke xerab bikeve dilê te, tu dikarî qerarê bidî ku tiştekî xerab nekî. Ji bo ku tu xwe ji xerabiyê dûr bigirî, her roj dua bike, Kitêba Pîroz lêkolîn bike, here civînan û ji kesên din re behsa baweriya xwe bike. Ev tişt wê alî te bikin ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî. Tu car ji bîr neke ku Yehowa wê alî te bike (Galatî 5:16).

13. Serpêhatiya Ûsiv çi nîşanî me dide?

13 Ji bo ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî, gerek tu xwe ji berê ve ji bo ceribandinan hazir bikî. Kitêba Pîroz behsa hin kesên ku wisa kiribû, dike. Mesela, pîreka Potîfar çend caran ji Ûsiv re teklîf kir ku pê re bêexlaqiyê bike. Lê Ûsiv ji berê ve dizanibû ku çi bike. Kitêba Pîroz dibêje ku Ûsiv teklîfa wê “red kir” û jê re got: “Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?” (1. Mûsa 39:8-10, Mizgînî). Belê, berî ku Ûsiv hat ceribandin, wî dizanibû ku çi bike. Di wexta ceribandinê de, vê yekê alî wî kir ku ew ya rast bike.

14. Gava em tên ceribandin, em çawa dikarin dilsoz bimînin?

14 Tu çawa dikarî Ûsiv ji xwe re bikî mînak? Tu dikarî ji niha ve qerarê bidî ku eger tu bêyî ceribandin, tuyê çi bikî. Tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike rasterast red bike û ji aqlê xwe derxe (Zebûr 97:10; 119:165). Ji ber ku te ji berê ve qerar dabû ku çi bikî, tuyê sist nebî û nekevî guneh.

15. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em li Yehowa digerin? (Îbranî 11:6)

15 Belkî tu bawer î ku te rêya rast dîtiye û ku tu dixwazî bi temamiya dilê xwe ji Yehowa re xizmet bikî. Dîsa jî, tiştek dibe sebeb ku tu jiyana xwe nedî destê Yehowa û vaftîz nebî. Eger halê te wisa ye, wek Dawid Padîşah ji Yehowa rica bike: “Ya Xwedê, li min binêre û dilê min binase, min biceribîne û hînî xemên min bibe! Û binêre, ka di min de rêya xerabiyê heye û di jiyana bêdawî de pêşengiyê ji min re bike!” (Zebûr 139:23, 24). Yehowa kesên “ku li wî digerin xelat dike”. Ev yek ku tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa weqf û vaftîzbûnê nîşanî Yehowa dide ku tu jî li wî digerî (Îbranî 11:6 bixwîne).

HER KU DIÇE NÊZÎKTIRÎ YEHOWA BIBE

16-17. Yehowa kesên ku di rastiyê de mezin bûne çawa dikişîne ba xwe? (Yûhena 6:44)

16 Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa mirovên dilpak dikişîne ba xwe (Yûhena 6:44 bixwîne). Ka bîne ber çavê xwe ku ev yek ji bo te tê çi maneyê. Gava Yehowa kesekî dikişîne ba xwe, maneya vê ev e ku ew di dilê wî de tiştekî baş dibîne. Yehowa wî wek kesekî xisûsî dibîne (5. Mûsa 7:6). Yehowa te jî wisa dibîne.

17 Eger tu di rastiyê de mezin bûyî, tu belkî difikirî ku tu ji Yehowa re xizmet dikî, ne ji ber ku Yehowa tu kişandiye, lê ji ber ku dê û bavê te Şahidên Yehowa ne. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8; 1. Dîrokan 28:9). Eger tu gava pêşîn bavêjî ku nêzîkî Yehowa bibî, ewê jî nêzîkî te bibe. Yehowa her kesî yek bi yek dikişîne ba xwe – kesên ku di rastiyê de mezin bûne jî. Gava kesek dixwaze nêzîkî Yehowa bibe, ew jî nêzîkî wî dibe (li 2. Selanîkî 2:13 jî binêre).

18. Li meqaleya din emê çi hîn bibin? (Zebûr 40:8)

18 Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa û vaftîz dibî, tu pey emsala Îsa Mesîh diçî. Wî daxwaza Yehowa bi dilxwazî pêk dianî (Zebûr 40:8 bixwîne; Îbranî 10:7). Li meqaleya din, emê bibînin ku piştî vaftîzbûnê çi wê alî te bike ku tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikî.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Maneya weqfê çi ye?

  • Şikirdariya ji Yehowa re çawa alî te dike ku tu jiyana xwe bidî destê wî?

  • Çi dikare alî te bike ku tu gunehên giran nekî?

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike