Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 11

KILAM 129 Emê Dilsoz Bimînin

Li gel Probleman li ber Xwe Bide

Li gel Probleman li ber Xwe Bide

“Te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî” (PEYXAM 2:3).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku gava em rastî probleman tên, em çawa dikarin li ber xwe bidin.

1. Ji ber ku em di teşkîlata Yehowa de ne, em çi bereketan distînin?

 ÇI KEREMEKE mezin e ku em di van rojên dawîn ên vê dinyayê de aîdî teşkîlata Yehowa ne! Halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe, lê Yehowa gelek xwişk û birayên ezîz dane me (Zebûr 133:1). Ew alî me dike ku malbata me dilxweş be (Efesî 5:33–6:1). Û ew hîkmetê dide me, da ku dilê me bihizûr be.

2. Gerek em çi bikin, û çima?

2 Dîsa jî lazim e ku em bi dewamî xîret bikin ku em ji xizmeta Yehowa sar nebin. Gelo çima? Çimkî kêmasiyên kesên din carinan dikarin me aciz bikin. Wekî din, em belkî ji ber qisûrên xwe jî aciz dibin, bi xisûsî wexta ku em eynî şaşiyan dubare dikin. Belê, (1) gava xwişk yan birayek me dilê me diêşîne, (2) gava em ji ber problemên di zewaca xwe de aciz dibin û (3) gava em ji ber qisûrên xwe cesareta xwe winda dikin, gerek em li ber xwe bidin ku em bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. Di vê meqaleyê de, emê li van rewşan binêrin û bibînin ku em dikarin ji xizmetkarên Yehowa yên berê çi dersan bistînin.

GAVA XWIŞK YAN BIRAYEK DILÊ TE DIÊŞÎNE

3. Hin xizmetkarên Yehowa rastî çi problemê tên?

3 Problem. Dibe ku hin xisûsiyetên xwişk û birayan me aciz bikin. Belkî em ji ber gotin yan kirinên wan xeyalşikestî dibin. Rîspiyên civatê jî carinan şaşiyan dikin. Ji ber problemên wisa, hin kes belkî ji teşkîlata Yehowa sar dibin. Li şûna vê ku ew bi xwişk û birayan re “mil bi mil” ji Xwedê re xizmet bikin, dibe ku ew xwe ji kesên ku dilê wan êşandiye, dûr bigirin yan dev ji civînan berdin (Tsêfanya 3:9, Mizgînî). Ma baş e ku em wisa bikin? Di demên berê de, xizmetkarekî Xwedê jî rastî problemeke wisa hatibû. Ka em binêrin ku em dikarin ji serpêhatiya wî çi dersê bistînin.

4. Pawlosê şandî rastî çi probleman dihat?

4 Mîsala Kitêba Pîroz. Pawlosê şandî dizanibû ku xwişk û bira qisûrdar in. Gelo ew rastî çi probleman dihat? Mesela, gava ew nû bû şagirtê Îsa Mesîh, hin kesên li civata Orşelîmê îtibara xwe bi wî nedianî (Karên Şandiyan 9:26). Çend sal bi şûn de, hin kesan di heqê wî de tiştên xerab gotin ku navê wî reş bikin (2. Korîntî 10:10). Carekê, Pawlos dît ku rîspiyekî çawa ji ber tirsa derdorê qerareke nebaş da, ya ku dikaribû aştiya civatê xera bikira (Galatî 2:11, 12). Wekî din, Pawlos ji ber kirinên hevalê xwe Marqos pir aciz bû (Karên Şandiyan 15:37, 38). Li gel van probleman, Pawlos ji xwişk û birayan nedireviya û dev ji xizmeta Yehowa bernedida. Gelo çi alî Pawlos kir ku ew li ber xwe bide?

5. Çi alî Pawlos dikir ku ew hêviya xwe ji xwişk û birayan nebire? (Kolosî 3:13, 14) (Li resim jî binêre.)

5 Pawlos ji xwişk û birayan hez dikir. Ji ber vê yekê, wî bi zêdeyî bala xwe nedida kêmasiyên wan. Li şûna vê, wî bala xwe dida xisûsiyetên wan ên baş. Bi saya hezkirinê, Pawlos kesên din efû dikirin, û wî got ku gerek em jî wisa bikin (Kolosî 3:13, 14 bixwîne). Mesela, Pawlos hevalê xwe Marqos efû kir. Gava Pawlos cara pêşîn ji bo xizmetê di rê de bû, Marqos ew hişt û çû. Dîsa jî, Pawlos kîn nedajot. Dû re, Pawlos di nameyekê xwe de pesnê hevalkarê xwe Marqos da ji ber ku wî “teseliyeke mezin daye [wî]” (Kolosî 4:10, 11). Gava Pawlos li Romayê di mala xwe de girtî bû, wî bi xisûsî xwest ku Marqos were û alî wî bike (2. Tîmotêyos 4:11). Xuya ye ku Pawlos hêviya xwe ji xwişk û birayan nedibirî.

Di nav Pawlos, Barnabas û Marqos de minaqeşe derket. Dîsa jî, Pawlos kîn nedajot, û wî paşê bi Marqos re hevkarî kir (Li paragrafa 5an binêre)


6-7. Çima muhîm e ku em xwişk û birayan zû efû bikin? (Îbranî 13:1)

6 Ders. Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa ji me re wisa dibêje: “Bila hezkirina biratiyê daîm be!” (Îbranî 13:1, KP). Eger xwişk yan birayek dilê me biêşîne jî, em dikarin emîn bin ku ev yek ne bi qesdî bû, lê ku ev xwişk yan bira bi eslê xwe dixwaze li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike (Methelokên Silêman 12:18). Her çi qas kêmasiyên me hebin jî, Xwedê ji me hez dike. Wexta ku em şaşiyan dikin, ew me red nake û kînê najo (Zebûr 103:9). Belê, Bavê meyî ezmanî yekî efûkar e, û gerek em jî wisa bin! (Efesî 4:32–5:1).

7 Her ku em ber bi dawiya vê dinyaya xerab ve diçin, lazim e ku em nêzîkî xwişk û birayan bimînin. Dibe ku mirov ji ber baweriya me zilmê li me bikin û me bavêjin hebsê. Eger wisa be, emê pir muhtacî xwişk û birayan bibin (Methelokên Silêman 17:17). Ka bibîne ku çi hatibû serê rîspiyekî bi navê Josep a, ê ku li Spanyayê dijî. Ew û birayên din ji ber bêterefiya siyasî ketin hebsê. Josep dibêje: “Li hebsê, em gişt bi hev re diman, loma me carinan hevdû aciz dikir. Lazim bû ku em bisebir bin û hevdû efû bikin. Bi saya vê, yekîtiya me xera nedibû, û me hevdû diparast. Girtiyên din ne Şahidên Yehowa bûn. Carekê, destê min birîndar û pêçandî bû, loma min nikaribû îşê xwe bi tena serê xwe bikim. Lê birayekî kincên min dişûştin û ji aliyên din ve li min xwedî derdiket. Wexta ku halê min ne baş bû, hezkirina birayan qewet dida min.” Çi qas muhîm e ku em problemên di nav xwe de zû safî bikin!

GAVA DI ZEWACA TE DE PROBLEM TÊN MEYDANÊ

8. Kesên zewicî rastî kîjan probleman tên?

8 Problem. Di her zewacê de problem dikarin bên meydanê. Kitêba Pîroz di heqê kesên zewicî de dibêje ku “tengahiyên van wê hebin” (1. Korîntî 7:28). Gelo çima? Çimkî jin û mêr mirovên qisûrdar in, şexsiyeta wan ji hev cuda ye û ew belkî di kulturên cuda de mezin bûne. Piştî zewacê, dibe ku hin xisûsiyetên wan ên ecêb eşkere bibin. Tiştên wisa dikarin bibin sebebê probleman. Li şûna ku ew probleman bi hev re safî bikin, dibe ku ew hevdû sûcdar bikin. Heta, dibe ku ew bifikirin ku gerek ew ji hev cihê bibin yan jî hev berdin. Gelo rêya rast ev e? b Ka em bala xwe bidin mîsala jinikeke bi navê Abîgaîl, a ku di zewaca xwe de rastî çetinahiyên giran dihat.

9. Abîgaîl rastî çi problemê hat?

9 Mîsala Kitêba Pîroz. Zilamê Abîgaîl Nabal yekî sert û serhişk bû (1. Samûyêl 25:3). Ji bo Abîgaîlê, jiyana bi zilamekî wisa re bê guman zor bû. Gelo fersenda Abîgaîlê hebû ku ji destê vî zilamî bifilite? Belê. Carekê, Nabal heqaret li Dawid û hevalên wî kir. Dawid jî pir hêrs ket û çû ku wî bikuje. Ev yek fersendeke ji bo Abîgaîlê bû ku ji vî zilamî xelas bibe (1. Samûyêl 25:9-13). Abîgaîlê dikaribû bireviya û îzin bidaya ku Dawid li gor plana xwe bike. Lê belê, Abîgaîlê rê li ber Dawid girt û ew îqna kir ku Nabal nekuje (1. Samûyêl 25:23-27). Gelo Abîgail çima wisa kir?

10. Zewaca Abîgaîlê her çi qas zor bû jî, wê çima li ber xwe dida?

10 Abîgaîlê ji Yehowa pir hez dikir û qedrê nêrîna Yehowa ya li ser zewacê digirt. Bi îhtimaleke mezin, wê dizanibû ku gava Yehowa jin û mêrê pêşîn zewicandibûn, wî ji wan re çi gotibû (1. Mûsa 2:24). Abîgaîlê dizanibû ku li ber çavê Yehowa, zewac pîroz e. Wê dixwest dilê Yehowa şa bike, loma çi ji destê wê dihat wê dikir ku li mala xwe û li zilamê xwe xwedî derkeve. Wê zû hereket kir ku ji Dawid re bibe asteng, da ku ew Nabal nekuje. Wekî din, ew hazir bû ku ji bo sûcekî ku wê nekiribû, efû bixwaze. Xuya ye ku Yehowa ji wê û ji cesareta wê pir razî bû. Gelo jin û mêr dikarin ji mîsala Abîgaîlê çi hîn bibin?

11. (a) Yehowa ji kesên zewicî çi dixwaze? (Efesî 5:33) (b) Tu ji mîsala Carmenê çi hîn bûyî? (Li resim jî binêre.)

11 Ders. Eger zewac zor be jî, Yehowa dixwaze ku jin û mêr bi hev re bimînin. Gava jin û mêr xîret dikin ku problemên xwe safî bikin, qedrê hev digirin û ji hev hez dikin, Yehowa bê guman ji wan razî dibe (Efesî 5:33 bixwîne). Ka bala xwe bide mîsala xwişkeke me ya bi navê Carmen. Piştî ku ew şeş sal zewicî bû, wê bi Şahidên Yehowa re dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir û paşê vaftîz bû. Carmen dibêje: “Zilamê min ji qerara min ne memnûn bû, û wî çavreşiya min dikir. Wî heqaret li min dikir û digot ku ewê min terk bike.” Dîsa jî, Carmenê 50 sal sebir kir û xîret kir ku di zewaca wê de hezkirin û hurmet hebe. Ew dibêje: “Sal her ku derbas dibûn, ez hîn dibûm ku bi dîqat û bi nezaket bi zilamê xwe re xeber bidim. Min dizanibû ku zewac li ber çavê Yehowa pîroz e, loma çi ji destê min dihat min dikir ku zewaca xwe biparêzim. Ji ber ku ez ji Yehowa hez dikim, min tu caran hewl nedida ku ji zilamê xwe cihê bibim.” c Eger di zewaca te de problem bên meydanê, bawer be ku Yehowa wê destekê bide te û alî te bike ku tu li ber xwe bidî.

Ev yek ku Abîgaîl çawa li mala xwe xwedî derket, çi hînî me dike? (Li paragrafa 11an binêre)


GAVA TU JI BER KÊMASIYÊN XWE ACIZ DIBÎ

12. Eger me gunehekî giran kiribe, dibe ku em bikevin çi halî?

12 Problem. Eger me gunehekî giran kiribe, dibe ku em cesareta xwe winda bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku ji ber gunehên me, dibe ku ruhê me “şikestî” be (Zebûr 51:17). Birayekî bi navê Bob bi salan pir xîret kiribû ku bibe alîkarê civatê. Lê rojekê, wî gunehekî giran kir û fehm kir ku wî dilê Yehowa êşandiye. Bob dibêje: “Wijdanê min pir nerihet bû. Ez pir aciz bûm û giriyam, û min ji Yehowa re dua kir. Wê demê, ez difikirîm ku Xwedê wê êdî tu caran guh nede duayên min ji ber ku min şaşiyeke ew qas mezin kiribû.” Gava em dikevin guneh, dibe ku em xwe bêkêr bibînin û bifikirin ku Yehowa em terk kirine (Zebûr 38:4). Eger tu jî ketibî halekî wisa, bala xwe bide xizmetkarekî Yehowa, yê ku gunehekî giran kiribû lê dîsa jî dev ji xizmeta Yehowa berneda.

13. Çi hat serê Petrûs?

13 Mîsala Kitêba Pîroz. Şeva berî îdamkirina Îsa Mesîh, Petrûsê şandî çend şaşî kirin û di netîceyê de gunehekî giran kir. Pêşî, Petrûs bi zêdeyî xwebawer bû û got ku eger şandiyên din Îsa Mesîh terk bikin jî, ewê wî tu caran terk neke (Marqos 14:27-29). Paşê, gava Petrûs li baxçeyê Gêtsemaniyê bû, ew çend caran bi xew ve çû û hişyar nema (Marqos 14:32, 37-41). Dû re, gava mirov hatin ku Îsa Mesîh bigirin, Petrûs ew hişt û reviya (Marqos 14:50). Dawiya dawîn, Petrûs sê car înkar kir ku ew Îsa Mesîh nas dike û bi ser de li ser vê derewê sond xwar (Marqos 14:66-71). Gava Petrûs fehm kir ku wî gunehekî çi qas mezin kiribû, wî çi kir? Kitêba Pîroz dibêje: “Êşeke mezin ket dilê wî, û ew giriya” (Marqos 14:72, NWT). Ka bîne ber çavê xwe ku gava hevalê wî hat îdamkirin, Petrûs çi qas perîşan bû û xwe çi qas bêkêr didît.

14. Çi alî Petrûs dikir ku ew di xizmeta Yehowa de li ber xwe bide? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

14 Ji ber çend sebeban, ji Petrûs re mumkin bû ku ew di xizmeta Yehowa de li ber xwe bide. A yekê, wî xwe ji şagirtên din dûr nedigirt. Ew çû ba wan, û wan bê guman dilê wî xurt kir (Lûqa 24:33). Wekî din, piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, ew ji Petrûs re xuya bû, bi îhtimaleke mezin ji ber ku wî dixwest cesaretê bide wî (Lûqa 24:34; 1. Korîntî 15:5). Paşê, gava Îsa Mesîh û Petrûs bi hev re bûn, Îsa Mesîh bi hevalê xwe neqehirî, lê jê re got ku ewê mesûliyetên hê jî mezintir bistîne (Yûhena 21:15-17). Petrûs dizanibû ku wî gunehekî giran kiribû, lê dîsa jî, wî xwe bêkêr nedidît. Gelo çima? Çimkî ew emîn bu ku efendiyê wî Îsa Mesîh hêviya xwe ji wî nebirîbû. Wekî din, birayên Petrûs destek dida wî. Gelo em dikarin ji mîsala Petrûs çi hîn bibin?

Ji Yûhena 21:15-17 xuya ye ku gava Petrûs şaşî kir, Îsa Mesîh dîsa jî hêviya xwe ji wî nebirî. Vê yekê, alî Petrûs kir ku ew li ber xwe bide (li paragrafa 14an binêre).


15. Yehowa dixwaze ku em ji çi emîn bin? (Zebûr 86:5; Romayî 8:38, 39) (Li resim jî binêre.)

15 Ders. Yehowa dixwaze ku em bawer bin ku ew ji me hez dike û hazir e ku me efû bike (Zebûr 86:5; Romayî 8:38, 39 bixwîne). Gava em guneh dikin, em xwe sûcdar hîs dikin. Ev yek normal e. Lê belê, gerek em nefikirin ku Yehowa êdî ji me hez nake yan naxwaze me efû bike. Li şûna vê, gerek em zû alîkariyê bixwazin. Bob wisa dibêje: “Min xwe dispart qeweta xwe, û ez difikirîm ku ezê şaşiyê nekim. Ji ber vê nêrîna şaş, ez ketim guneh.” Wî fehm kir ku gerek ew bi rîspiyên civatê re xeber bide. Ew dibêje: “Rîspiyan nîşanî min da ku Yehowa ji min hez dike, û wan hêviya xwe ji min nebirî. Wan dilê min xurt kir û got ku Yehowa ez terk nekirime.” Em jî dikarin emîn bin ku Yehowa ji me pir hez dike. Eger em ji gunehên xwe tobe bikin, alîkariyê bixwazin û xîret bikin ku eynî şaşiyan dîsa nekin, ewê me efû bike (1. Yûhena 1:8, 9). Eger me şaşiyeke cidî kiribe, baweriya ku Yehowa ji me hez dike û hazir e ku me efû bike wê alî me bike ku em dev ji xizmeta wî bernedin.

Ev yek ku rîspiyên jîr û jêhatî ew qas xîret dikin ku alî te bikin çi nîşanî te dide? (Li paragrafa 15an binêre)


16. Tu çima dixwazî di xizmeta Yehowa de li ber xwe bidî?

16 Yehowa pir qîmetê dide xîreta me ku em di van rojên zehmet de ji wî re xizmet bikin. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin li gel probleman li ber xwe bidin. Eger xwişk û birayên me dilê me biêşînin jî, em dikarin wan efû bikin û ji wan hez bikin. Eger di zewaca me de problem bên meydanê, em dikarin xîret bikin ku van probleman hel bikin û bi vî awayî nîşan bidin ku em ji Xwedê hez dikin û qedrê nêrîna wî ya li ser zewacê digirin. Û eger em guneh bikin, em dikarin ji Yehowa alîkariyê bixwazin, bawer bin ku ew ji me hez dike û hazir e ku me efû bike û di xizmeta wî de bi pêş ve herin. Em dikarin emîn bin ku eger em “em ji qencîkirinê newestin”, Yehowa wê bereketa xwe li ser me bibarîne (Galatî 6:9).

EM ÇAWA DIKARIN LI XIZMETA YEHOWA LI BER XWE BIDIN?

  • Gava xwişk yan birayek dilê me diêşîne

  • Gava di zewaca me de problem tên meydanê

  • Gava em ji ber kêmasiyên xwe aciz dibin

KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike

a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

b Kitêba Pîroz dibêje ku ne baş e ku jin û mêr ji hev cihê bibin. Dîsa jî, hin şagirtên Îsa Mesîh ji ber hin rewşên cidî qerarê didin ku ji hev cihê bibin. Lê belê, Kitêba Pîroz îznê nade ku kesên ku ji ber sebebekî wisa ji hev cihê bûne bi kesekî din re bizewicin. Li kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! li Zanîna zêde 4, “Cihêbûna Jin û Mêr” binêre.

c Ji bo mîsaleke din, li ser jw.org li vîdeoya Nekeve ber Bayê Aştiya Nerast! – Darrel û Deborah Freisinger temaşe bike.