Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 10

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

Piştî Vaftîzbûnê bi Dewamî li pey Îsa Mesîh Here

Piştî Vaftîzbûnê bi Dewamî li pey Îsa Mesîh Here

“Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were” (LÛQA 9:23, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Ev meqale wê alî me bike ku em maneya weqfbûna xwe dîsa bînin ber çavê xwe. Bi xisûsî kesên ku nû vaftîz bûne dikarin ji vê meqaleyê pir feydeyê bistînin.

1-2. Netîceyên vaftîzbûnê çi ne?

 GAVA em vaftîz dibin û aîdî malbata Yehowa dibin, em pir dilxweş dibin. Wek Dawid Padîşah gotibû: “Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te [Yehowa] rûnê, te ew bijart û nêzikî xwe kir!” (Zebûr 65:4).

2 Ji bo ku tu bibî dostê Yehowa, gerek tu ji dil bixwazî nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8). Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa û vaftîz dibî, tu bi awayekî xisûsî nêzîktirî Yehowa dibî. Emîn be ku piştî vaftîzbûna te, ewê gelek bereketan bibarîne ser te (Maleyaxî 3:10; Yêremya 17:7, 8).

3. Weqf û vaftîz kîjan mesûliyetan bi xwe re tînin? (Waiz 5:4, 5)

3 Vaftîz helbet tenê destpêka xizmeta ji Yehowa re ye. Piştî ku te ev gav avêtiye, gerek tu xîret bikî ku di wexta tengasî û ceribandinan de jî sonda xwe pêk bînî (Waiz 5:4, 5 ji wergera Mizgînî bixwîne). Gerek tu Îsa Mesîh ji xwe re bikî emsal û guh bidî emrên wî (Meta 28:19, 20; 1. Petrûs 2:21). Ev meqale wê alî te bike ku tu vêya bikî.

LI GEL TENGASÎ Û CERIBANDINAN BI DEWAMÎ LI PEY ÎSA MESÎH HERE

4. Maneya vê ku şagirtên Îsa Mesîh gerek “darê xweyî îşkenceyê” hilgirin, çi ye? (Lûqa 9:23)

4 Nefikire ku piştî vaftîzbûnê, jiyana te wê hêsantir bibe. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were” (Lûqa 9:23, NWT). Ma ev yek tê maneya ku şagirtên Îsa Mesîh wê tim û tim tengasiyê bikişînin? Helbet na. Îsa Mesîh tenê dixwest bigota ku ji xeynî bereketan, şagirtên wî wê rastî zehmetiyan jî bên, û hin ji van zehmetiyan dikarin giran bin (2. Tîmotêyos 3:12).

5. Îsa Mesîh soz dabû ku kesên fedakar wê çi bereketan bistînin?

5 Ji bo xatirê Hukimdariya Xwedê, dibe ku te ji aliyê madî ve fedakarî kiriye yan li hemberî muxalefeta malbata xwe sebir kiriye (Meta 6:33). Emîn be ku Yehowa dilsoziya te dibîne (Îbranî 6:10). Bi îhtimaleke mezin, te jî pêkhatina van gotinên Îsa Mesîh bi çavê xwe dîtiye: “Her kesê ku ji bo xatirê navê min û mizgînê, mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe ewê niha di vê demê de 100 qat zêdetir mal, xwişk, bira, dê, zarok, erd bistîne û di eynî demê de zilmê bibîne, û di dinyaya nû de jiyana herheyî bistîne” (Marqos 10:29, 30, NWT). Belê, bereketên ku te standine bi rastî jî ji fedakariyên ku te kirine, mezintir in (Zebûr 37:4).

6. Piştî vaftîzbûnê, çima dîsa jî lazim e ku tu li hemberî “xwesteka nefsê” micadele bikî?

6 Piştî vaftîzbûnê, dîsa jî lazim e ku tu li hemberî “xwesteka nefsê” micadele bikî (1. Yûhena 2:16). Tu hê mirovekî qisûrdar î, û belkî tu carinan wek Pawlosê şandî hîs dikî, yê ku wisa gotibû: “Li gor mirovê hundir kêfa min ji Şerîeta Xwedê re tê, lê ez di endamên bedena xwe de qanûneke din dibînim. Ev jî bi qanûna ku hişê min qebûl dike re şer dike û min ji qanûna guneh re ya ku di endamên min de ye, dike hêsîr” (Romayî 7:22, 23). Belkî tu ji ber kêmasiyên xwe aciz dibî. Wexta ku tu têyî ceribandin, bala xwe bide soza ku te di dema weqfbûnê de dabû Yehowa. Ev soz wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî. Gelo çawa?

7. Ev yek ku te jiyana xwe daye destê Yehowa çawa dikare alî te bike ku tu jê re dilsoz bimînî?

7 Gava tu jiyana xwe didî destê Yehowa, tu dev ji daxwaz û hedefên ku ne li gor dilê Yehowa ne, berdidî (Meta 16:24). Loma, gava tu têyî ceribandin, ne lazim e ku tu dirêj dirêj bifikirî ka tuyê çi bikî. Te jixwe qerar daye ku tuyê ji Yehowa re dilsoz bimînî. Qerara te dişibe qerara Eyûb, ê ku li hemberî zehmetiyên giran wisa gotibû: “Ez dev ji dilrastiya xwe bernadim!” (Eyûb 27:5, NWT).

8. Gava tu têyî ceribandin, çima lazim e ku tu bînî bîra xwe ku te çi soz daye Yehowa?

8 Ji bo ku tu bikarî li hemberî ceribandinan dilsoz bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa di duaya xwe de soz dabû Yehowa ku tu êdî aîdî wî yî. Mesela, gelo teyê îzin bidaya ku dilê te biketa kesekî zewicî? Helbet na, çimkî te jixwe qerar dabû ku tuyê tiştekî wisa nekî. Eger tu îzin nedî ku xwestinên xerab bikevin dilê te, wê ne lazim be ku tu xwestinên wisa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Di rêçika xeraban de nemeşe. Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, jê bizivire” (Methelokên Silêman 4:14, 15, Mizgînî).

9. Fikirîna li ser vê ku te çi soz daye Yehowa çawa dikare alî te bike ku tu ji her tiştî zêdetir bala xwe bidî daxwaza wî?

9 Ma teyê îşekî ku îzin nade ku tu bi dewamî herî civînan, qebûl bikira? Helbet na, çimkî te jixwe qerar dabû ku tuyê teklîfeke wisa qebûl nekî. Ji ber vê yekê, wê ne lazim be ku tu piştî qebûlkirina îşekî wisa bifikirî ka tuyê çawa herî civînan. Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh dixwest di her tiştî de dilê Bavê xwe xweş bike. Mîna wî, her tiştê ku dikare dilê Xwedê biêşîne, red bike (Meta 4:10; Yûhena 8:29).

10. Yehowa wê çawa alî te bike ku tu piştî vaftîzbûnê bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî?

10 Wexta ku tu rastî tengasî û ceribandinan têyî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji dil dixwazî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî. Her ku tu li pey wî diçî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne” (1. Korîntî 10:13).

EM ÇAWA DIKARIN BI DEWAMÎ LI PEY ÎSA MESÎH HERIN?

11. Tu çawa dikarî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî? (Li resim jî binêre.)

11 Îsa Mesîh bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir û bi destê duakirinê her tim nêzîkî Yehowa dima (Lûqa 6:12). Ji bo ku tu piştî vaftîzbûnê bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî, fealiyetên ku te nêzîktirî Yehowa dikin ji xwe re bike adet. Kitêba Pîroz dibêje ku bila “em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin” (Filîpî 3:16). Carinan, tuyê serpêhatiyên xwişk û birayên ku xizmeta xwe berfirehtir kiriye, bibihîzî. Hin ji wan belkî çûne Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê yan mala xwe bar kiriye û çûne cihekî ku li wê derê mizgînvan hindik in. Gelo tu jî dikarî ji xwe re hedefeke wisa deynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in ku xizmeta xwe berfirehtir bikin (Karên Şandiyan 16:9). Lê eger ev yek ji bo te ne mumkin be jî, xwe ji kesên ku dikarin vêya bikin, nizmtir nebîne. Tiştê herî muhîm ev e ku tu heta dawiyê dilsoz bimînî (Meta 10:22). Lazim e ku tu li gor şert û mercên xwe ji Yehowa re xizmet bikî û bi vî awayî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî (Zebûr 26:1).

Piştî vaftîzbûnê, fealiyetên ku te nêzîktirî Yehowa dikin, ji xwe re bike hedef (Li paragrafa 11an binêre)


12-13. Eger xîreta te kêmtir bûye, tu dikarî çi bikî? (1. Korîntî 9:16, 17) (Li çarçoveya “ Siheta Xwe Biparêze” jî binêre.)

12 Lê eger tu difikirî ku duayên te êdî ne ji dil in yan eger tu êdî wek berê ji xizmetê yan ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê nastînî, gelo tu dikarî çi bikî? Eger tu piştî vaftîzbûnê bikevî halekî wisa, nefikire ku ruhê Yehowa êdî ne li ser te ye. Mîna her kesî, tu jî însanekî qisûrdar î, loma hîsên wisa carinan dikarin bikevin dilê te. Eger xîreta te sar bûye, mîsala Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Wî helbet dixwest Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal, lê carinan, daxwaza wî kêm dibû. Dîsa jî – eger “ne bi daxwaz” be jî – ew hazir bû ku wezîfeya xwe pêk bîne (1. Korîntî 9:16, 17). Belê, hîsên wî her çi bûn jî, Pawlos xîret dikir ku xizmeta xwe bîne cih.

13 Loma, qerarên xwe ne tenê li ser esasê hîsên xwe bide. Hîsên te her çi bin jî, hewl bide ku tu ya rast bikî. Bi zeman re, kirinên te wê li ser hîsên te tesîr bikin. Ji ber vê yekê, piştî vaftîzbûnê lêkolîna şexsî îhmal neke, mizgîniyê her gav belav bike, ji dil dua bike û here civînan. Bi vî awayî, tu dikarî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî. Ji xeynî vê, emsala te wê teşwîqê bide xwişk û birayên din jî (1. Selanîkî 5:11).

XWE ANALÎZ BIKE

14. Gerek tu xwe ji çi aliyî ve bi dewamî analîz bikî, û çima? (2. Korîntî 13:5)

14 Piştî vaftîzbûnê, lazim e ku tu xwe bi dewamî analîz bikî (2. Korîntî 13:5 bixwîne). Carinan li jiyan û adetên xwe mêze bike. Gelo tu her gav dua dikî, Kitêba Pîroz dixwînî û lêkolîn dikî, diçî civînan û mizgîniyê belav dikî? Xîret bike ku tu ji van tiştan hê jî zêdetir kêf û feydeyê bistînî. Mesela, ji xwe bipirse: “Gelo ez gotinên esasî yên Kitêba Pîroz rind dizanim û dikarim wan ji kesên din re zelal bikim? Gelo ez dikarim çi bikim, da ku ez ji xizmetê zêdetir kêfê bistînim? Gelo ez di duayên xwe de behsa çi dikim? Gelo duayên min nîşan didin ku ez xwe bi temamî dispêrim Yehowa? Gelo ez bi dewamî diçim civînan? Li civînan, ez çawa dikarim baştir guh bidim û cewaban bidim?”

15-16. Tu ji serpêhatiya Robert çi hîn bûyî?

15 Wekî din, muhîm e ku tu kêmasiyên xwe bi duristî analîz bikî. Serpêhatiya birayekî bi navê Robert vê yekê zelal dike. Ew dibêje: “Gava ez 20 salî bûm, ez nîv roj dişixulîm. Rojekê piştî îş, hevalkarekê ez dawetî mala xwe kirim. Wê got ku emê li malê tenê bin û dikarin bi hev re wexteke xweş derbas bikin. Di serî de, min gotina xwe di devê xwe de bir û anî, lê paşê, min rasterast jê re got ku ezê neyêm û çima.” Robert teklîfa hevalkara xwe red kir, û ev yek helbet hêjayî pesnan e. Lê paşê, gava ew li ser vê serpêhatiyê fikirî, wî fehm kir ku wiyê bikaribûya bi awayekî hê jî baştir hereket bikira. Ew dibêje: “Min teklîfa wê bi qasî ku Ûsiv teklîfa pîreka Potîfar red kiribû, zû û bi qethî red nekir (1. Mûsa 39:7-9). Bi rastî, ez şaş mam ku redkirina vê teklîfê ji bo min çi qas zor bû. Bi saya vê serpêhatiyê, min fehm kir ku gerek ez dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikim.”

16 Wek Robert, wê baş be ku tu jî xwe analîz bikî. Eger tu teklîfên nebaş red dikî jî, ji xwe bipirse: “Gelo ji bo min hêsan bû ku bibêjim na?” Eger lazim be ku tu di vî warî de hê jî bi pêş ve herî, dilteng nebe. Lê şikirdar be ku tu niha dizanî ku gerek tu di kîjan warî de baştir bibî. Li ser vê meseleyê dua bike û bifikire ka çi dikare daxwaza te qewîtir bike ku tu guhdariya qanûnên Yehowa bikî (Zebûr 139:23, 24).

17. Dilsoziya te çawa bi navê Yehowa ve girêdayî ye?

17 Em dikarin ji serpêhatiya Robert tiştekî din jî hîn bibin. Ew dibêje: “Piştî ku min teklîfa hevalkara xwe red kiribû, wê got: ‘Tu ji testê derbas bûyî!’ Min pirsî ka wê dixwest çi bigota. Wê got ku hevalekî wî, yê ku berê Şahidê Yehowa bû, jê re gotibû ku hemû Şahidên ciwan jiyaneke durû dajon û eger fersend bikeve destê wan, ewê bi dizî her tiştî bikin. Loma, wê ji hevalê xwe re gotibû ku ewê vê yekê li ser min biceribîne. Ez çi qas dilxweş bûm ku min navê Yehowa birûmet kiribû!”

18. Piştî vaftîzbûnê tu dixwazî çi bikî? (Li çarçoveya “ Meqaleyên Bifeyde” jî binêre.)

18 Wexta ku tu jiyana xwe didî destê Yehowa û vaftîz dibî, tu nîşan didî ku çi dibe bila bibe, tu dixwazî navê wî pîroz bikî. Yehowa rind dizane ku tu rastî kîjan tengasî û ceribandinan têyî, û ewê xîreta te ku ji wî re dilsoz bimînî, bibereket bike. Bawer be ku bi destê ruhê pîroz, ew dikare qewetê bide te ku tu dilsoz bimînî (Lûqa 11:11-13). Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî piştî vaftîzbûnê bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Şagirtê Îsa Mesîh çawa dikare “her roj darê xweyî îşkenceyê hilgire”?

  • Piştî vaftîzbûnê, tu çawa dikarî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî?

  • Fikirîna li ser duaya weqfa te çawa dikare alî te bike ku tu dilsoz bimînî?

KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be!