Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

Dersên ji “Şagirtê ku Îsa Jê Hez Dikir”

Dersên ji “Şagirtê ku Îsa Jê Hez Dikir”

“Em ji hevdû hez bikin; çimkî hezkirin ji Xwedê ye” (1. YÛHENNA 4:7).

KILAM 105 “Xwedê Hezkirin e”

PÊŞGOTIN a

1. Hezkirina Xwedê çawa li ser te tesîr dike?

 “XWEDÊ hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Bi van gotinan, Yûhenna rastiyeke esasî tîne bîra me: Xwedê hem Çavkaniya jiyanê hem jî Çavkaniya hezkirinê ye. Belê, Yehowa ji me hez dike. Bi saya hezkirina wî, em xwe emîn, dilxweş û memnûn hîs dikin.

2. Li gor Metta 22:37-40, du emrên herî mezin kîjan in, û belkî li me çima zor tê ku em emrê diduyan pêk bînin?

2 Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, em mecbûr in ku hezkirinê eyan bikin (Metta 22:37-40 bixwîne). Bi îhtimaleke mezin, li me zor nayê ku em guh bidin emrê pêşîn, çimkî Yehowa bêqisûr e û ew yekî baş û nazik e. Lê belê, belkî carinan li me zor tê ku em emrê diduyan pêk bînin. Gelo çima? Çimkî xwişk û birayên me – yên ku “cîranên” me yên herî nêzik in – qisûrdar in. Car caran, gotin û kirinên wan dikarin me aciz bikin. Yehowa dizanibû ku ev çetinahî wê hebe. Ji ber vê yekê, wî bi destê hin nivîskarên Kitêba Pîroz rêyî me daye ku gerek em çima û çawa ji hevdû hez bikin. Yek ji van nivîskaran, Yûhennayê şandî bû (1. Yûhenna 3:11, 12).

3. Nivîsên Yûhenna bala me dikişînin ser çi?

3 Di nivîsên xwe de, Yûhennayê şandî gelek caran digot ku lazim e ku şagirtên Îsa hezkirinê nîşan bidin. Gava Yûhenna di heqê jiyana Îsa Mesîh de nivîsî, wî peyva “hezkirin” ji Metta, Marqos û Lûqa zêdetir bi kar anî. Wexta ku Yûhenna Încîl û sê nameyên xwe nivîsîn, ew weke 100 salî bû. Ev nivîsarên îlhamkirî rêyî me didin ku hezkirin gerek li ser hemû kirinên me tesîr bike (1. Yûhenna 4:10, 11). Lê belê, ji Yûhenna re jî wext lazim bû ku ew vê dersê hîn bibe.

4. Gelo Yûhenna her tim ji kesên din re hezkirin eyan dikir?

4 Wexta ku Yûhenna hê xort bû, wî carinan hezkirin eyan nedikir. Mesela, carekê Îsa Mesîh û şagirtên wî ber bi Orşelîmê ve diçûn. Gava ew di gundekî Samerî re derbas dibûn, Sameriyan ew nekirin mêvan. Gelo reaksiyona Yûhennayê şandî çi bû? Wî xwest ku “agir ji ezmên bibare û wan helak bike”! (Lûqa 9:52-56). Careke din jî, Yûhenna ji şandiyên din re hezkirin eyan nekir. Wisa tê fehm kirin ku Yûhenna û birayê wî Aqûb ji diya xwe re got ku bila ew ji Îsa Mesîh wisa rica bike: “Emir bike ku ev herdu kurên min, di Padîşahiya te de yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûne.” Gava şandiyên din bihîst ku Aqûb û Yûhenna çi kiribû, ew pir hêrs ketin! (Metta 20:20, 21, 24). Dîsa jî, li gel van şaşiyên Yûhenna, Îsa Mesîh ji wî hez dikir (Yûhenna 21:7).

5. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

5 Li vê meqaleyê, emê emsala Yûhenna û hin gotinên wî yên di heqê hezkirinê de lêkolîn bikin. Ev yek wê rêyî me bide ku em çawa dikarin ji xwişk û birayan re hezkirinê nîşan bidin. Wekî din, emê bibînin ku serên malbatê çawa dikarin îsbat bikin ku ew ji malbata xwe hez dikin.

EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINÊ NÎŞAN BIDIN?

Yehowa Kurê xwe di oxira me de feda kir û bi vî awayî îsbat kir ku ew ji me hez dike (Li paragrafên 6 û 7an binêre)

6. Yehowa çawa nîşan daye ku ew ji me hez dike?

6 Hezkirin helbet bi gotinên nazik tê nîşandayîn. Lê belê, ev yek ne bes e. Hezkirina rastîn gerek bi kirinên baş jî bê nîşandayîn (li Aqûb 2:17, 26 jî binêre). Mesela, Yehowa ji me hez dike (1. Yûhenna 4:19). Hezkirina wî, ji gotinên xweş, ên ku li Kitêba Pîroz hatine qeydkirin, eyan dibe (Zebûr 25:10; Romayî 8:38, 39). Lê belê, em hezkirina Xwedê ne tenê ji gotinên wî, lê ji kirinên wî jî dibînin. Yûhennayê şandî wisa nivîsî: “Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû: Xwedê Kurê xwe yê yekta şand dinyayê, da ku em bi wî bijîn” (1. Yûhenna 4:9). Yehowa îzin da ku Kurê wî yê hêja di oxira me de êşê bikişîne û bimire (Yûhenna 3:16). Ma ev yek îsbat nake ku Yehowa Xwedê bi rastî ji me hez dike?

7. Îsa Mesîh çawa îsbat kir ku ew ji me hez dike?

7 Îsa Mesîh çend caran ji şagirtên xwe re got ku ew ji wan hez dike (Yûhenna 13:1; 15:15). Lê belê, wî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan dida ku ew ji wan çi qas hez dike. Wî wisa got: “Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide” (Yûhenna 15:13). Gava em tînin ber çavê xwe ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me çi kiriye, ev yek gerek li ser me çawa tesîr bike?

8. Li gor 1. Yûhenna 3:18, lazim e ku em çi bikin?

8 Gava em guhdariya Yehowa û Îsa Mesîh dikin, em îsbat dikin ku em ji wan hez dikin (Yûhenna 14:15; 1. Yûhenna 5:3). Yek ji emrên Îsa Mesîh ev bû ku em ji hevdû hez bikin (Yûhenna 13:34, 35). Gerek em ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan bidin ku em ji xwişk û birayan hez dikin (1. Yûhenna 3:18 bixwîne). Gelo em çawa dikarin îsbat bikin ku em ji wan hez dikin?

JI XWIŞK Û BIRAYAN HEZ BIKE

9. Bi saya hezkirinê, Yûhenna çi kir?

9 Li şûna ku li cem bavê xwe bimîne û tevî malbata xwe di îşê masîgirtinê de bixebite, Yûhenna heta dawiya emrê xwe alî kesên din dikir ku ew Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin. Jiyana ku Yûhenna ji xwe re hilbijart, ne jiyaneke hêsan bû. Ew rastî zilmê dihat, û nêzikî dawiya sedsala yekê, gava ew êdî kal bû, ew hat sirgûnkirin (Karên Şandiyan 3:1; 4:1-3; 5:18; Peyxam 1:9). Gava Yûhenna girtî bû ji ber ku wî mizgîna di heqê Îsa Mesîh de belav dikir, wî dîsa jî xema kesên din dixwar. Mesela, wexta ku Yûhenna li girava Patmosê bû, wî kitêba Peyxamê nivîsî û ew şand çend civatan, da ku “tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî” wan bidin (Peyxam 1:1). Bi îhtimaleke mezin, piştî ku ew ji Patmosê azad bû, wî Încîla di heqê jiyan û xizmeta Îsa Mesîh de nivîsî. Wekî din, wî sê name nivîsîn, da ku xwişk û birayan teşwîq bike û cesaretê bide wan. Gelo tu çawa dikarî fedakariya Yûhenna ji xwe re bikî emsal?

10. Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji însanan hez dikî?

10 Eger tu ji însanan hez dikî, ev yek wê li ser qerarên te tesîr bike. Dinyaya Îblîs dixwaze ku tu wext û qeweta xwe tenê ji bo kara xwe bi kar bînî. Sîstema îroyîn mirovan teşwîq dike ku ew bikevin pey mal û milk yan şan û şohretê. Lê belê, li seranserê dinyayê, mizgînvanên fedakar çi ji destê wan tê dikin ku mizgînê belav bikin û alî mirovan bikin ku ew nêziktirî Yehowa bibin. Hin mizgînvan tam roj bi vî îşî mijûl in.

Gerek em bi kirinên xwe nîşan bidin ku em ji xwişk û birayan û ji malbata xwe hez dikin (Li paragrafên 11 û 17an binêre) b

11. Gelek mizgînvanên dilsoz çawa îsbat dikin ku ew ji Yehowa û ji xwişk û birayan hez dikin?

11 Gelek xwişk û bira di îşên dinyewî de dixebitin ku debara xwe û malbata xwe bikin. Dîsa jî, ev mizgînvanên dilsoz bi dil û can piştgiriya teşkîlata Xwedê dikin. Mesela, hemû mizgînvan dikarin bi bexşan piştgiriya îşê Padîşahiyê bikin. Wekî din, hin mizgînvan piştî felaketan alîkarî dikin yan jî li projeyên avakirinê dixebitin. Bi vî awayî, ew îsbat dikin ku ew ji Xwedê û ji însanan hez dikin. Her hefte, em diçin civînan ji ber ku em ji xwişk û birayan hez dikin. Em her çi qas westiyayî bin jî, em dev ji civînan bernadin. Em her çi qas fediyok bin jî, em li civînan cewaban didin. Wekî din, her çi qas problemên me hebin jî, em kesên din berî û piştî civînan teşwîq dikin (Îbranî 10:24, 25). Em ji bo îşê ku mizgînvanên din dikin pir şikurdar in!

12. Yûhenna bi çi awayê din îsbat dikir ku ew ji xwişk û birayan hez dike?

12 Ji ber ku Yûhenna ji xwişk û birayan hez dikir, wî ne tenê pesnê wan dida, lê wî şîret jî dida wan. Mesela, di nameyên xwe de, Yûhenna hem seba baweriya wan û kirinên wan ên baş pesnê wan da hem jî di heqê gunehkirinê de rasterast şîret da wan (1. Yûhenna 1:8–2:1, 13, 14). Mîna Yûhenna, gava xwişk û bira tiştên baş dikin, gerek em pesnê wan bidin. Lê eger kesek nêrîn yan adeteke nebaş tîne meydanê, gerek em bi awayekî nazik şîretê bidin wî. Helbet hêsan nîne ku em şîretê bidin hevalekî, lê Kitêba Pîroz dibêje ku dostên rastîn şîretan didin hevdû (Methelokên Silêman 27:17).

13. Gerek em çi nekin?

13 Carinan, em hin tiştan nakin ji ber ku em ji xwişk û birayan hez dikin. Mesela, em seba gotinên wan zû aciz nabin. Bîne ber çavê xwe ku nêzikî dawiya emrê Îsa Mesîh, çi qewimî. Wî ji şagirtên xwe re got ku ji bo ku ew jiyanê bistînin, gerek ew goştê wî bixwin û xwîna wî vexwin (Yûhenna 6:53-57). Gelek şandiyên Îsa Mesîh ew qas ecêbmayî man ku wan ew terk kir. Lê belê, dostên wî yên rastîn – mesela Yûhenna – bi dilsozî bi wî re man. Wek kesên din, wan jî fehm nedikir ku Îsa Mesîh dixwest çi bigota, û bi îhtimaleke mezin, ew jî seba gotinên wî ecêbmayî man. Lê belê, ew nedifikirîn ku gotinên wî şaş in. Ew emîn bûn ku gotinên wî rast in, loma ew bi wî bawer bûn (Yûhenna 6:60, 66-69). Pir muhîm e ku em jî seba gotinên dost û hevalên me zû aciz nebin û nexeyidin. Gerek em fersendê bidin wan ku ew gotinên xwe zelal bikin (Methelokên Silêman 18:13; Waiz 7:9).

14. Gerek em çima îznê nedin ku di dilê me de nefret mezin bibe?

14 Wekî din, Yûhenna em tembîh kirine ku em ji xwişk û birayan nefret nekin. Eger em vê şîretê pêk neynin, Îblîs dikare li ser me bandor bike (1. Yûhenna 2:11; 3:15). Nêzikî dawiya sedsala yekê, halê hin xwişk û birayan wisa bû. Îblîs pir xîret dikir ku di nav wan de nefretê bi pêş bixe û yekîtiya wan xera bike. Wexta ku Yûhenna nameyên xwe dinivîsîn, di civatan de hin kes ketibûn ber bayê Îblîs. Mesela, mirovekî bi navê Diyotrefîs cihêtî dixist nav civatê (3. Yûhenna 9, 10). Diyotrefîs yekî qure bû, û wî temsîlkarên koma rêberiyê qebûl nedikirin. Bi ser de, wî dixwest ku kesên ku birayên mesûl li malên xwe dikirin mêvan, ji civatê bên avêtin der. Îro jî, Îblîs çi ji destê wî tê dike ku cihetiyê bixe nav me. Bila em tu caran îznê nedin ku nefret yekîtiya me xera bike.

JI MALBATA XWE HEZ BIKE

Îsa Mesîh diya xwe Meryem emanetî Yûhenna kir. Gerek wî hem ji aliyê madî ve hem jî ji aliyê ruhî ve lê binêriya. Îro jî, gerek serên malbatê hewcedariyên malbatên xwe tedarek bikin (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15. Gerek serên malbatê çi ji bîr nekin?

15 Serên malbatê, yên ku ji malbatên xwe hez dikin, hewcedariyên wan ên madî tedarek dikin (1. Tîmotêyos 5:8). Lê belê, gerek ew ji bîr nekin ku mal û milk nikare hewcedariyên malbatê yên ruhî têr bike (Metta 5:3). Îsa Mesîh ji bo serên malbatê emsaleke baş hişt. Li gor Încîla Yûhenna, gava Îsa Mesîh li ser dîrekê mixkirî bû û li ber mirinê bû, wî hê jî xema malbata xwe dixwar. Yûhenna û diya Îsa Mesîh nêzikî dîrekê disekinîn. Êşa Îsa Mesîh her çi qas giran bû jî, wî ji Yûhenna re got ku bila ew Meryemê xwedî bike (Yûhenna 19:26, 27). Xwişk û birayên Îsa Mesîh wê helbet hewcedariyên madî yên Meryemê tedarek bikirana, lê eşkere ye ku li wê demê, ew hê nebûbûn şagirtên wî. Loma, Îsa Mesîh dixwest ku Meryem ne tenê ji aliyê madî ve, lê ji aliyê ruhî ve jî bê xwedîkirin.

16. Çi mesûliyetên Yûhenna hebûn?

16 Gelek mesûliyetên Yûhenna hebûn. Ji ber ku ew yek ji şandiyan bû, wî rêberiya îşê belavkirina mizgînê dikir. Wekî din, ew belkî zewicî bû, loma lazim bû ku ew hewcedariyên malbata xwe yên madî û ruhî tedarek bike (1. Korîntî 9:5). Gelo serên malbatê dikarin ji wî çi dersê bistînin?

17. Çima muhîm e ku serên malbatê hewcedariyên ruhî yên malbatên xwe tedarek bikin?

17 Mesûliyetên serên malbatê gelek in. Mesela, ji bo rûmeta navê Yehowa, gerek ew di îşê xwe yê dinyewî de jîr û jêhatî bin (Efesî 6:5, 6; Tîtos 2:9, 10). Wekî din, belkî di civatê de jî mesûliyetên wan hene. Mesela, ew belkî şivantiyê dikin û rêberiya îşê belavkirina mizgînê dikin. Ji xeynî vê, muhîm e ku ew Kitêba Pîroz her hefte tevî pîrek û zarokên xwe lêkolîn bikin. Bi vî awayî, ew hewcedariyên madî û manewî yên malbatên xwe tedarek dikin, û malbatên wan ji bo keda wan şikurdar in (Efesî 5:28, 29; 6:4).

“DI HEZKIRINA MIN DE BIMÎNIN”

18. Yûhenna ji çi emîn bû?

18 Emrê Yûhenna pir dirêj bû, û ew rastî gelek tengasiyan dihat, ên ku dikaribû baweriya wî sist bikira. Lê belê, wî her tim xîret dikir ku emrên Îsa Mesîh pêk bîne. Yek ji van emran ev e ku gerek em ji xwişk û birayan hez bikin. Ji ber vê yekê, Yûhenna emîn bû ku Yehowa û Îsa Mesîh ji wî hez dikin û ku ewê qewetê bidin wî ku ew serî bi hemû tengasiyan re derxîne (Yûhenna 14:15-17; 15:10; 1. Yûhenna 4:16). Belê, Îblîs û dinyaya wî nikaribû ji hezkirina Yûhenna re bibe asteng. Bi gotin û kirinên xwe, wî her tim nîşan dida ku ew ji xwişk û birayan hez dike.

19. 1. Yûhenna 4:7 me teşwîq dike ku em çi bikin, û çima?

19 Wek Yûhenna, em li dinyaya Îblîs dijîn (1. Yûhenna 3:1, 10). Îblîs dixwaze hezkirina di nav me de sar bike, lê heta ku em îznê nedin wî, ewê nikaribe bigihîje armanca xwe. Bila em bi gotin û kirinên xwe îsbat bikin ku em ji xwişk û birayan hez dikin. Eger em dev ji hezkirinê bernedin, emê di malbata Yehowa de pir dilxweş bin! (1. Yûhenna 4:7 bixwîne).

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Min Bide

a Bi îhtimaleke mezin, “şagirtê ku Îsa jê hez dikir”, Yûhennayê şandî bû (Yûhenna 21:7). Loma, eşkere ye ku gava ew hê xort bû, gelek sifatên wî yên baş hebûn. Gelek sal bi şûn de, wî bi îlhama Yehowa di heqê hezkirinê de gelek tişt nivîsîn. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin hin nivîsên Yûhenna, û emê bibînin ku em dikarin ji emsala wî çi hîn bibin.

b RESIM: Serê malbatekî di îşê alîkarîkirina piştî felaketan de dixebite, bi bexşên xwe piştgiriya îşê meyî cîhanî dike û kesên din ji bo îbadeta malbatê dawet dike.