MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3
Elaleteke Mezin Pesnê Xwedê û Îsa Mesîh Dide
“Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku li ser text rûniştiye û babetê Berx e” (PEYXAM 7:10).
KILAM 14 Pesnê Padîşahê Nû Bide!
PÊŞGOTIN a
1. Di sala 1935an de, gotarekê li ser birayekî ciwan çawa tesîr kir?
DI SALA 1926an de, xortekî 18 salî hat binavkirin. Dê û bavê wî Lêkolînerên Kitêba Pîroz b bûn. Wan sê lawik û du qîzên xwe hîn kirin ku ji Yehowa re xizmet bikin û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Her sal li Bîranînê, vî birayê ciwan wek hemû Lêkolînerên Kitêba Pîroz nan dixwar û şerab vedixwar. Lê belê, gotareke bi navê “Elaleta Mezin” nêrîna wî bi temamî guherand. Ev gotar, di sala 1935an de li civîneke mezin li bajarê Washingtonê (DYA) ji aliyê Joseph Rutherford ve hat pêşkêşkirin. Li vê civîna mezin gelo çi hat zelalkirin?
2. Birayê Rutherford di gotara xwe de çi zelal kir?
2 Li gotara xwe, birayê Rutherford zelal kir ku “elaleta mezin”, a ku Peyxam 7:9 behsa wê dike, ji kê pêk tê. Heta wê demê, xwişk û bira difikirîn ku elaleta mezin jî wê here ezmanan. Lê belê, ew difikirîn ku ferdên vê komê bi qasî meshkiriyan dilsoz nînin. Birayê Rutherford bi destê Nivîsarên Pîroz zelal kir ku elaleta mezin wê neçe ezmanan, lê ku ew miyên din c ên Îsa Mesîh in, ên ku wê li “tengahiya mezin” sax bimînin û heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (Peyxam 7:14). Îsa Mesîh wisa soz dabû: “Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek” (Yûhenna 10:16). Ev “miyên din”, Şahidên dilsoz in, ên ku li benda jiyana herheyî ya li ceneta li rûyê erdê ne (Metta 25:31-33, 46). Niha emê bibînin ku vê ronahiya nû jiyana vî birayê ciwan û jiyana gelek xwişk û birayên din çawa guherand (Zebûr 97:11; Methelokên Silêman 4:18).
RONAHIYA NÛ JIYANA BI HEZARAN KESAN DIGUHERÎNE
3-4. Li civîneke mezin a sala 1935an, bi hezaran kesan fehm kir ku hêviya wan çi ye, û çima?
3 Li wê civîna mezin, gotarvan wisa got: “Kesên ku li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne, bila rabin ser piyan!” Birayekî ku li wê derê bû got ku ji 20.000 mirovên ku li civîna mezin hebûn, ji nîvî zêdetir rabûn ser piyan. Paşê, birayê Rutherford wisa got: “A vay – elaleta mezin!” Guhdar pir bicoş bûn! Kesên ku rabûn ser piyan fehm kir ku ew ji bo jiyana li ezmanan nehatine hilbijartin. Wan dizanibû ku ew bi ruhê Xwedê nehatine meshkirin. Roja din, 840 Şahidên nû hatin binavkirin, û piraniya wan miyên din bûn.
4 Piştî wê gotarê, xortê ku me berê behsa wî kiribû û bi hezaran kesên din dev ji xwarina nan û vexwarina şeraba Bîranînê berda. Gelek kesan mîna birayekî me hîs dikir, ê ku wisa got: “Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh a sala 1935an, min cara dawîn nan xwar û şerab vexwar. Min fehm kir ku Yehowa ez bi destê ruhê pîroz ji bo jiyana li ezmanan hilnebijartime. Hêviya min ev bû ku li rûyê erdê bijîm û tevî kesên din erdê bikim cenet” (Romayî 8:16, 17; 2. Korîntî 1:21, 22). Ji wê demê û pê ve, hejmara ferdên elaleta mezin zêde bûye, û ew tevî meshkiriyên ku hê li dinyayê ne hevkariyê dikin.
5. Yehowa li kesên ku dev ji sembolên Bîranînê berdidin, çawa dinêre?
5 Yehowa li kesên ku piştî sala 1935an dev ji sembolên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh berda, çawa dinêre? Eger Şahidekî binavkirî ji dil bawer dike ku gerek ew li Bîranînê nên bixwe û şerabê vexwe, lê paşê fehm dike ku bi eslê xwe, ew nehatiye meshkirin, Yehowa di heqê wî de çi difikire? (1. Korîntî 11:28). Hin kesan ji sembolan distend ji ber ku wan rind fehm nedikir ku hêviya wan çi ye. Lê eger ew şaşiya xwe bi duristî qebûl bikin, dev ji sembolan berdin û bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin, Yehowa wê wan bê guman wek miyên din qebûl bike. Wekî din, ew her çi qas nên naxwin û şerabê venaxwin jî, ew li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh hazir dibin çimkî ew ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîh re pir şikurdar in.
HÊVIYEKE BÊEMSAL
6. Îsa Mesîh emir daye melekan ku ew çi bikin?
6 Madem ku tengahiya mezin ew qas nêzik e, wê baş be ku em gotinên beşa 7an a kitêba Peyxamê yên di heqê kesên meshkirî û elaleta mezin de dîsa di ber çavan re derbas bikin. Li gor emrê Îsa Mesîh, gerek melek çar bayên helakê bigirin û bernedin heta ku hemû kesên meshkirî bên morkirin, yanî heta ku Yehowa dilsoziya wan teyîd bike (Peyxam 7:1-4). Ji ber ku ew ji Yehowa re dilsoz mane, birayên Îsa Mesîh ên meshkirî li ezmanan tevî wî wek padîşah û kahîn tên tayînkirin (Peyxam 20:6). Gava 144.000 kesên meshkirî wê xelata ezmanî bistînin, Yehowa, Îsa Mesîh û melek wê pir şa bin.
7. Li gor Peyxam 7:9, 10, Yûhenna di dîtiniya xwe de kî dîtin, û wan çi dikir? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
7 Piştî ku Yûhennayê şandî behsa van 144.000 padîşah û kahînî kir, wî “elaleteke mezin” dît, a ku ji şerê Harmegedonê sax derbas bûye. Ev kom ji koma pêşîn pir mezintir e, û hejmara wê sabît nîne (Peyxam 7:9, 10 bixwîne). Ev yek ku wan “xiftanên spî li xwe kiribûn” tê maneya ku ew li dinyaya Îblîs “paqij û bêleke” mabûn û ji Xwedê û Îsa Mesîh re dilsoz mane (Aqûb 1:27). Ew bi dengekî bilind dibêjin ku ew bi saya Yehowa û Berxê Xwedê, yanî Îsa Mesîh, xelas bûne. Ev yek ku di destê wan de guliyên xurmeyan hene nîşan dide ku ew Îsa Mesîh wek Padîşahê tayînkirî qebûl dikin (li Yûhenna 12:12, 13 jî binêre).
8. Peyxam 7:11, 12 di heqê malbata Yehowa ya ezmanî de çi dibêje?
8 Peyxam 7:11, 12 bixwîne. Wexta ku dîtiniya Yûhennayê şandî wê bê cih û elaleta mezin wê ji tengahiya mezin sax derbas bibe, ferdên malbata Yehowa ya ezmanî wê gelekî şa bibin û pesnê Xwedê bidin.
9. Li gor Peyxam 7:13-15, ferdên elaleta mezin niha çi dikin?
9 Peyxam 7:13-15 bixwîne. Yûhenna gotibû ku ferdên elaleta mezin “xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine”. Ev yek nîşan dide ku wijdanê wan pak e, û Yehowa wan wek kesên rast hesab dike (Îşaya 1:18). Bi saya sonda xwedayînê û binavbûnê, ew bûne şagirtên Îsa Mesîh. Ew baweriya xwe bi fîdyeyê tînin, û ew dostên Yehowa ne (Yûhenna 3:36; 1. Petrûs 3:21). Loma Xwedê ji wan razî ye, û ew li rûyê erdê “şev û roj” ji wî re xizmet dikin. Ji ber ku ew berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê digerin, ew mizgînê bi xîret belav dikin. Îro, îşê belavkirina mizgînê û şagirtkirinê herî zêde ji aliyê elaleta mezin ve tê pêkanîn (Metta 6:33; 24:14; 28:19, 20).
10. Piştî tengahiya mezin, Xwedê wê ji bo elaleta mezin çi bike?
10 Piştî tengahiya mezin, Xwedê wê “konê xwe li ser wan vegire” û hewcedariyên wan tedarek bike. Wê wextê, miyên din wê pêkhatina vê soza Yehowa bibînin: “[Xwedê] wê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:3, 4).
11-12. (a) Li gor Peyxam 7:16, 17, elaleta mezin wê kîjan bereketan bistîne? (b) Miyên din dikarin li Bîranînê çi bikin, û çima?
11 Peyxam 7:16, 17 bixwîne. Di dema me de, hin xizmetkarên Xwedê seba tengasiyên ekonomîk, tevliheviya hundirîn yan şer birçî dimînin. Li hin welatan, hin xwişk û birayên me seba baweriya xwe ketine hebsê. Lê belê, piştî helakkirina vê sîstema xerab, hemû xwişk û birayên me wê her tim têr û tije xwarina madî û ruhî bistînin. Wexta ku Yehowa wê sîstema Îblîs helak bike, ewê elaleta mezin ji ‘germiya’ hêrsa xwe biparêze. Piştî dawiya tengahiya mezin, Îsa Mesîh wê wan ber bi “ava jiyanê” ve bibe. Hêviya elaleta mezin bi rastî jî hêviyeke bêemsal e: Li vê dinyayê, bi milyaran însan hatin û çûn, lê tenê ferdên elaleta mezin wê tu caran nemirin! (Yûhenna 11:26).
12 Miyên din ji bo vê hêviya xweş ji Yehowa û Îsa Mesîh re şikurdar in. Ew ji bo jiyana li ezmanan nehatine hilbijartin, lê ev yek nayê maneya ku di çavê Yehowa de, qîmeta wan nizmtir e. Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, ferdên her du koman jî dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin.
LI BÎRANÎNÊ PESNÊ XWEDÊ Û ÎSA MESÎH BIDE
13-14. Çima muhîm e ku her kes were Bîranîna Mirina Îsa Mesîh?
13 Îro, ji her 1.000 kesên ku di Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de hazir dibin, tenê weke yek kes nên dixwe û şerabê vedixwe. Li gelek civatan, tu kes ji van sembolan nastîne. Madem ku piraniya xizmetkarên Yehowa li benda jiyana li rûyê erdê ne, ew çima di Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de hazir dibin? Çawa ku mirov diçin daweta hevalên xwe ji ber ku ew ji bûk û zava hez dikin û dixwazin piştgiriya wan bikin, miyên din diçin Bîranînê ji ber ku ew ji Îsa Mesîh û ji meshkiriyan hez dikin û dixwazin piştgiriya wan bikin. Bi vî awayî, miyên din nîşan didin ku ew qîmetê didin qurbanbûna Îsa Mesîh, ê ku canê xwe feda kir, da ku ew karibin heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn.
14 Sebebeke din ku miyên din di Bîranîna Mirina Îsa Mesîh de hazir dibin ev e ku ew dixwazin guh bidin emrê Îsa Mesîh. Gava Îsa Mesîh ev şîva xisûsî tevî şandiyên xwe yên dilsoz derbas kir, wî ji wan re got: “Ji bo bîranîna min vê bikin” (1. Korîntî 11:23-26). Loma, heta ku hin kesên meshkirî hê li erdê ne, miyên din wê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz bikin, û ew gazî her kesî dikin ku ew jî werin.
15. Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em çawa dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin?
15 Li Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em dikarin bi kilam û duayan pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin. Îsal, gotara Bîranînê ya bi navê “Ji bo Tiştên ku Xwedê û Îsa Mesîh ji bo Te Kirine, Şikurdar Be!” wê şikurdariya me zêde bike. Wexta ku nan û şerab wê bên gerandin, emê bînin bîra xwe ku ew çi temsîl dikin: beden û xwîna Îsa Mesîh. Bi vî awayî, emê bînin bîra xwe ku Yehowa îzin da ku Kurê wî di oxira me de bimire da ku em jiyana herheyî bistînin (Metta 20:28). Loma, hemû kesên ku ji Xwedê û ji Kurê wî hez dikin wê bixwazin werin Bîranînê.
JI BO HÊVIYA KU YEHOWA DAYE TE, ŞIKURDAR BE
16. Kesên meshkirî û miyên din ji çi aliyî ve dişibin hev?
16 Di çavê Xwedê de, qîmeta meshkiriyan û qîmeta miyên din wek hev e. Wî canê Kurê xweyî hêja hem ji bo kesên meshkirî hem jî ji bo miyên din feda kir. Ferqa di nav wan de tenê ev e ku hêviyên wan ji hev cuda ne. Her du kom gerek ji Xwedê û Îsa Mesîh re dilsoz bimînin (Zebûr 31:23). Ji bîr neke ku ruhê Xwedê dikare bi eynî qewetê li ser me hemûyan bixebite. Loma, hewcedariya wan her çi be jî, Yehowa dikare ruhê pîroz bide hem kesên meshkirî hem jî miyên din.
17. Şagirtên meshkirî li benda çi ne?
17 Kesên meshkirî bi hêviya ezmanî nayên dinyayê. Tenê Xwedê dikare wan hilbijêre û vê hêviyê bixe dilê wan. Ew di heqê hêviya xwe de difikirin û dua dikin, û ew hesreta xelata xwe ya ezmanî ne. Ew nizanin ku bedena wan a ruhî wê çawa be (Filîpî 3:20, 21; 1. Yûhenna 3:2). Dîsa jî, ew şa ne ku ewê bikevin Padîşahiya ezmanî û ku ewê Yehowa, Îsa Mesîh, melekan û meshkiriyên din bibînin.
18. Miyên din li benda çi ne?
18 Miyên din li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê ne. Jixwe, daxwaza jiyana herheyî ya li rûyê erdê di dilê hemû însanan de heye (Waiz 3:11). Miyên din şa ne ku ewê karibin temamiya erdê bikin cenet, xaniyan ava bikin, baxan biçînin û zarokên xwe bi siheta kamil mezin bikin (Îşaya 65:21-23). Fersenda wan wê hebe ku çiya, daristan û behrên dinyayê keşf bikin û tebîetê lêkolîn bikin. Ji her tiştî zêdetir, ew şa ne ku ewê karibin hê jî nêziktirî Yehowa bibin.
19. Bîranîn çi fersendê dide me, û îsal, emê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh kengê pîroz bikin?
19 Yehowa hêviyeke xweş daye hemû xizmetkarên xwe (Yêremya 29:11). Xwedê û Îsa Mesîh rê vekiriye ku em jiyana herheyî bistînin. Bîranîna Mirina Îsa Mesîh fersendeke baş e ku em şikurdariya xwe ji wan re nîşan bidin. Ji bo me, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bê guman roja herî muhîm a temamiya salê ye. Îsal, emê li roja Şemiyê, 27ê Adarê, piştî avabûna rojê ji bo Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top bibin. Li gelek deran, xwişk û birayên me wê karibin bi serbestî li hev top bibin. Hin kes wê li gel muxalefetê werin Bîranînê. Hin xwişk û birayên me jî wê Bîranînê li hundirê dîwarên hebsê pîroz bikin. Halê me her çi be jî, bila em ji bîr nekin ku Yehowa, Îsa Mesîh, melek û meshkiriyên rakirî me dibînin. Bila roja Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji bo hemû civat, kom û ferdan xweş derbas be!
KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike
a Ji bo Şahidên Yehowa, roja 27ê Adarê ya sala 2021ê rojeke pir muhîm e. Wê êvarê, emê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz bikin. Piraniya kesên ku wê bên Bîranînê, “miyên din” in. Di sala 1935an de, di heqê “elaleta mezin” de çi hatibû zelalkirin? Piştî tengahiya mezin, jiyana miyên din wê çawa be? Li Bîranînê, ew çawa dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin?
b Wê demê, Şahidên Yehowa wek “Lêkolînerên Kitêba Pîroz” dihatin binavkirin.
c NOT: Koma miyên din kesên ku li van rojên dawîn tên berhevkirin, dihundirîne. Hemû miyên din, ên ku wê li dema ku Îsa Mesîh wê miletan dîwan bike li jiyanê bin û ji tengahiya mezin sax derbas bibin, wek elaleta mezin tên binavkirin.