MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4
Hezkirina Xwe Zêde Bike
“Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin” (ROMAYÎ 12:10).
KILAM 109 Ji Dil Hez Bike
PÊŞGOTIN a
1. Hezkirina di nav mirovan de çawa sar bûye?
KITÊBA Pîroz ji berê de gotibû ku li rojên dawîn, hezkirina di nav mirovan de wê sar bibe (2. Tîmotêyos 3:1, 3). Îro, ev pêxemberî ber çavên me tê cih. Mesela, bi milyonan malbat seba hevberdanê xera bûne, û ev yek hem li ser jin û mêran hem jî li ser zarokan pir xerab tesîr dike. Ji aliyê din ve, gelek jin û mêr hev bernadin û di eynî malê de bi hev re dimînin, lê ew dîsa jî bextewar nînin. Şêwirmendekî malbatan wisa dibêje: “Dê, bav û zarok herî zêde bi kompîtur, tablet yan telefonên xwe mijûl in. Ew di eynî malê de dijîn, lê bi hevdû eleqedar nabin.”
2-3. (a) Li gor Romayî 12:10, gerek em ji kê hez bikin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?
2 Gerek em nekevin ber bayê vê dinyaya dilsar (Romayî 12:2). Li gor Kitêba Pîroz, lazim e ku em ne tenê ji malbata xwe, lê ji xwişk û birayên li civatê jî hez bikin (Romayî 12:10 bixwîne). Peyva ku li Romayî 12:10 wek “dilovanî” hatiye tercûmekirin hezkirina di nav ferdên malbatê de tarîf dike. Çawa ku em ji malbata xwe “bi dilovanî” hez dikin, gerek em ji xwişk û birayan jî “bi dilovanî” hez bikin. Ev yek wê alî me bike ku em bi yekîtî ji Yehowa re xizmet bikin (Mîka 2:12).
3 Li vê meqaleyê, emê hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, ên ku nîşanî me didin ku em çawa dikarin ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin.
YEHOWA “GELEK DILOVAN” E
4. Li gor Aqûb 5:11, Yehowa ji me çi qas hez dike?
4 Kitêba Pîroz behsa gelek sifatên xweş ên Yehowa dike. Mesela, di Kitêba Pîroz de tê gotin ku “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Bi ser de, Yehowa “gelek dilovan” e (Aqûb 5:11 bixwîne). Belê, Yehowa bi rastî jî ji me pir hez dike!
5. Yehowa dilrehmiya xwe çawa nîşan dide, û em çawa dikarin wî ji xwe re bikin emsal?
5 Li gor Aqûb 5:11, Yehowa “gelek dilovan û tije rehm e” (2. Mûsa 34:6). Ji ber ku Xwedê dilrehm e, ew şaşiyên me efû dike (Zebûr 51:1). Ji xeynî vê, Kitêba Pîroz nîşan dide ku dilrehmî ne tenê bi efûkirinê ve girêdayî ye. Gava kesekî dilrehm dibîne ku kesên din di tengasiyê de ne, ew ji dil dixwaze alî wan bike. Dilrehmiya Yehowa ji dilrehmiya dayikan hê jî mezintir e (Îşaya 49:15). Loma, wexta ku em dikevin tengasiyê, Yehowa her tim hazir e ku alî me bike (Zebûr 37:39; 1. Korîntî 10:13). Wê baş be ku em jî ji xwişk û birayan re dilrehm bin. Gava ew dilê me diêşînin, gerek em kînê neajon, lê wan efû bikin (Efesî 4:32). Wekî din, gava xwişk û bira rastî tengasiyan tên, gerek em piştgiriya wan bikin. Bi vî awayî, em dikarin wek Yehowa dilrehm û dilovan bin (Efesî 5:1).
DOSTANIYA DAWID Û YONATAN JI ME RE EMSAL E
6. Dostaniya di nav Dawid û Yonatan de tarîf bike.
6 Kitêba Pîroz behsa gelek mirovên dilovan dike. Mesela, bala xwe bide serpêhatiya Dawid û Yonatan. Kitêba Pîroz dibêje ku ew dostên hev bûn, û “Yonatan mîna canê xwe” ji Dawid hez dikir (1. Samûyêl 18:1). Yehowa Dawid hilbijartibû ku ew piştî Saûl bibe padîşahê miletê Îsraêl. Saûl Padîşah çavnebariya Dawid dikir û dixwest wî bikuje. Lê belê, Yonatan nediket bin bandora bavê xwe. Dawid û Yonatan soz da hevdû ku ewê dostên hev bimînin û her tim piştgiriya hev bikin (1. Samûyêl 20:42).
7. Çi ji dostaniya Dawid û Yonatan re nebû asteng?
7 Bi eslê xwe, gelek sebeb hebûn ên ku dikaribû ji dostaniya wan re bibin asteng. Mesela, Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû. Dîsa jî, Yonatan nedifikirî ku ji ber ku Dawid ew qas ciwan û bêtecrûbe ye, ew nikarin bibin dostên hev, û wî Dawid ji xwe nizmtir nedidît.
8. Bi dîtina te, Yonatan çima dostekî baş bû?
8 Yonatan her çi qas kurê Saûl Padîşah bû jî, ew nedifikirî ku gerek ew bibe padîşah, û wî çavnebariya Dawid nedikir (1. Samûyêl 20:31). Yonatan mirovekî dilnizm bû, û ew ji Yehowa re dilsoz bû. Loma, wî qerara Yehowa qebûl kir ku gerek Dawid bibe padîşah, û wî piştgiriya Dawid dikir. Wexta ku Saûl lê hêrs ket, Yonatan dîsa jî ji Dawid re dilsoz ma (1. Samûyêl 20:32-34).
9. Gelo Yonatan Dawid wek reqîbê xwe didît?
9 Yonatan ji Dawid hez dikir, loma wî ew wek reqîbê xwe nedidît. Yonatan tîrvanekî hoste û şervanekî cesûr bû. Wek bavê xwe Saûl, Yonatan “ji qertelan jîrtir, ji şêran ve xurttir bû” (2. Samûyêl 1:22, 23). Eşkere ye ku gelek sebeb hebûn ku Yonatan pesnê egîdiya xwe bidaya. Lê belê, Yonatan çavnebariya serkeftinên Dawid nedikir. Dawid yekî mêrxas bû û xwe dispart Yehowa. Piştî ku wî Golyat kuşt, Yonatan ji wî re heyran ma, û ew bûn dostên hev. Gelo em çawa dikarin ji xwişk û birayan ew qas hez bikin?
EM ÇAWA DIKARIN HEZKIRINA XWE NÎŞAN BIDIN?
10. Gerek em ji hevdû çawa hez bikin?
10 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin” (1. Petrûs 1:22). Di vî warî de, Yehowa ji me re emsal e. Hezkirina wî ew qas xurt e ku heta ku em ji wî re dilsoz bimînin, tu tişt nikare dostaniya di nav me û Yehowa de xera bike (Romayî 8:38, 39). Peyva Yewnanî, ya ku li vê ayetê wek “bi germî” hatiye tercûmekirin, tê maneya “xwe fireh kirin”. Carinan belkî lazim e ku em “xwe fireh bikin” ji bo ku em ji xwişk yan birayekî hez bikin. Gava kesên din dilê me diêşînin, gerek em “bi bîhnfirehî hevdû ragirin” û xîret bikin ku “hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Efesî 4:1-3). Gerek em bala xwe nedin şaşiyên xwişk û birayan, lê bi çavê Yehowa Xwedê li wan binêrin (1. Samûyêl 16:7; Zebûr 130:3).
11. Carinan çima zor e ku em ji hevdû hez bikin?
11 Bi xisûsî gava em şaşiyên xwişk û birayan dibînin, carinan hêsan nîne ku em ji wan hez bikin. Li sedsala yekê jî, ev yek li hin şagirtên Îsa Mesîh zor dihat. Mesela, du xwişkên bi navê Eyodiya û Sintîxa hêbûn, ên ku di karê belavkirina mizgînê de bi Pawlosê şandî re hevkarî dikir. Lê belê, di nav van du xwişkan de problemek derket. Loma Pawlosê şandî ji wan re got ku bila ew “di yekîtiya Xudan de bibin hemfikir” (Filîpî 4:2, 3).
12. Em çawa dikarin ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin?
12 Gelo em çawa dikarin ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin? Eger em wan baştir nas bikin, wê li me hêsantir bê ku em wan fehm bikin û ji wan hez bikin. Salî û kultura xwişk û birayan her çi qas ji salî û kultura me cuda be jî, em dikarin bi wan re hevaltiyê bikin. Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû, lê ew dîsa jî bûn dostên hev. Gava ku em bi xwişk yan birayekî ji me mezintir yan biçûktir re hevaltiyê dikin, em nîşan didin ku em ‘ji biratiyê hez dikin’ (1. Petrûs 2:17).
13. Di civatê de, dibe ku em çima nikarin di eynî dereceyê de bi her kesî re bibin dostên nêzik?
13 Gelo ev yek tê maneya ku gerek em bi hemû xwişk û birayan re di eynî dereceyê de bibin dostên nêzik? Na, ev yek helbet ne mumkin e. Bi normalî, însan xwe nêziktirî wan kesan hîs dike, ên ku wek wî ji eynî tiştan hez dikin û bi eynî tiştan mijûl in. Îsa Mesîh jî hemû şandiyên xwe wek dostên xwe didîtin, lê wî bi xisûsî ji Yûhenna hez dikir (Yûhenna 13:23; 15:15; 20:2). Dîsa jî, Îsa Mesîh di nav şagirtên xwe de cihêtî nedikir. Mesela, gava Yûhenna û birayê wî Aqûb dixwest ku li Padîşahiya Xwedê cihekî xisûsî bistînin, Îsa Mesîh ji wan re got: “Rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye” (Marqos 10:35-40). Wek Îsa Mesîh, gerek em jî dost û hevalên xwe yên nêzik di ser kesên din re negirin (Aqûb 2:3, 4). Gerek em hay ji xwe hebin ku di civatê de dubendî û cihêtî neyên meydanê (Cihûda 17-19).
14. Li gor Filîpî 2:3, çi dikare alî me bike ku em bi hevdû re nekevin reqabetê?
14 Eger hezkirina me hebe, emê xwe ji xwişk û birayan bilindtir nebînin. Wek me dîtibû, Yonatan Dawid wek reqîbê xwe nedidît. Wê baş be ku em Yonatan ji xwe re bikin emsal. Gerek em xwişk û birayan seba hunerên wan wek reqîb nebînin. Pawlos wisa şîret dabû: “Bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire” (Filîpî 2:3 bixwîne). Di civatê de, rola her kesî biqîmet e. Eger em dilnizm bin, emê qîmetê bidin hemû xwişk û birayan û dilsoziya wan ji xwe re emsal bigirin (1. Korîntî 12:21-25).
15. Serpêhatiya Tanya û malbata wê çi rêyî me dide?
15 Gava em rastî tengasiyên nehêvîkirî tên, Yehowa bi navgîniya destek û hezkirina xwişk û birayan alî me dike. Mesela, bîne ber çavê xwe ku çi hatibû serê malbateke li Amerîkayê. Di sala 2019an de, ew çûn civîna navnetewî ya bi navê “Dawiya Hezkirinê Qet Nayê”. Piştî bernameya roja Şemiyê, gava malbat bi erebeya xwe vedigeriya otelê, erebeyeke din ji kontrolê derket û li erebeya wan xist. Xwişka me Tanya wisa dibêje: “Tu kes birîndar nebû, lê em pir tirsiyan û ji erebeyê derketin. Şoforê erebeyeke din nêzikî me sekinî û gazî me kir. Ew birayekî me bû, yê ku ji cihê civîna mezin nû derketibû. Wekî din, pênc delegeyên ji Swêdê jî sekinîn. Xwişkan ez û qîza min hembêz kirin û em teselî kirin. Min ji wan re got ku her tişt baş e, lê ew li cem me man. Piştî ku ambûlans hat, ew dîsa jî neçûn û bi hewcedariyên me eleqedar bûn. Li wê dema zor, me hezkirina Yehowa hîs kir. Piştî vê bûyerê, me ji xwişk û birayan û ji Yehowa hê jî zêdetir hez kir.” Ma te jî di rojeke teng de alîkarî û hezkirina xwişk û birayan nedîtiye?
16. Çima muhîm e ku em ji hevdû hez bikin?
16 Feydeyên hezkirinê mezin in. Bi saya hezkirinê, em xwişk û birayên hewcedar teselî dikin û yekîtiya di nav xizmetkarên Xwedê de qewîtir dikin. Em îsbat dikin ku em şagirtên Îsa Mesîh in, û ev yek dikare kesên dilpak bikişîne ba rastiyê. Tiştê herî muhîm jî ev e ku bi vî awayî, em pesnê Yehowa didin, ê ku “Bavê dilovaniyê û Xwedayê hemû handanê” ye (2. Korîntî 1:3). Bila em hezkirina xwe bi dewamî zêde bikin û ji kesên din re eyan bikin!
KILAM 130 Hevdû Efû Bikin
a Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê ji hezkirina di nav wan de bên naskirin. Loma em xîret dikin ku vê hezkirinê eyan bikin. Çawa ku em ji malbata xwe hez dikin, gerek em ji xwişk û birayan jî ew qas hez bikin. Ev meqale wê alî me bike ku em ji xwişk û birayan zêdetir hez bikin.
b RESIM: Kalekî civatê kalekî ji wî ciwantir li mala xwe dike mêvan. Ew û pîrekên wan hezkirin û dilovaniya xwe ji hevdû re nîşan didin.