Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

Sakîn Bimîne û bi Yehowa Bawer Be

Sakîn Bimîne û bi Yehowa Bawer Be

AYETA SALÊ JI BO 2021Ê: Eger tu sakîn bimînî û bawer bî, tuyê biqewet bî (ÎŞAYA 30:15).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTIN a

1. Wek Dawid Padîşah, em belkî çi dipirsin?

 EM GIŞT dixwazin jiyaneke bihizûr û bêderd bajon. Lê belê, em ji bo vê çi qas xîret bikin jî, em carinan dikevin tengasiyê. Gava em rastî zehmetan tên, belkî em jî wek Dawid Padîşah ji Yehowa wisa dipirsin: “Dê heta kengê di canê min de xem, di dilê min de her tim keser hebe?” (Zebûr 13:2).

2. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Rast e, em nikarin ji hemû tengasiyan bifilitin, lê dîsa jî ne lazim e ku em bi zêdeyî xemê bikişînin. Ev meqale wê rêyî me bide ku hin sebebên xemên me çi ne. Wekî din, emê bala xwe bidin şeş şîretên bifeyde, yên ku dikarin alî me bikin ku em li gel probleman sakîn bimînin.

HIN SEBEBÊN XEMÊN ME ÇI NE?

3. Hin sebebên xemên me çi ne? Gelo em dikarin van tiştan kontrol bikin?

3 Hin tiştên ku ne di destê me de ne dikarin xema me zêde bikin. Mesela, kinc, xwarin û kirêya malan her ku diçe bihatir dibin. Li mektebê yan li cihê îş, gelek kes sextekarî û bêexlaqiyê dikin, û ew carinan zorê li me didin ku em jî mîna wan bikin. Wekî din, derdora me bi zilm û zordariyê ve tije ye. Em helbet nikarin tiştên wisa bidin sekinandin. Bi eslê xwe, sebeba van çetinahiyan ev e ku piraniya mirovan prensîpên Kitêba Pîroz qebûl nakin. Îblîs, ê ku xwedayê vê dinyayê ye, dixwaze ku em bi “xemên vê dinyayê” ew qas mijûl bin ku em nikaribin ji Yehowa re xizmet bikin (Metta 13:22; 1. Yûhenna 5:19). Loma, em şaş namînin ku dinya bi derdên giran ve tije ye!

4. Tengasiyên jiyanê çawa dikarin li ser me tesîr bikin?

4 Tengasiyên jiyanê dikarin ji bo me bibin barên giran. Mesela, em belkî ditirsin ku emê îşê xwe winda bikin yan nexweş bikevin û nikaribin debara malbata xwe bikin. Yan jî, em belkî ditirsin ku gava em bên ceribandin, emê sist bibin û qanûna Xwedê binpê bikin. Em dizanin ku di demeke nêzik de, Îblîs wê kesên ku di bin kontrola wî de ne bikişkişîne ku ew hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin, loma em belkî endîşe dikin ku li wê demê, emê çi bikin. Ma ev yek ku em di heqê tiştên wisa de endîşe dikin, xerab e?

5. Maneya van gotinên Îsa Mesîh çi ye: “Xeman nexwin”?

5 Em dizanin ku Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Xeman nexwin” (Metta 6:25). Gelo ev yek tê maneya ku gerek em ji bo tu tiştî endîşe nekin? Na. Mesela, li demên berê, hin xizmetkarên Yehowa xem dixwar, lê Yehowa dîsa jî ji wan razî bû b (1. Qiralan 19:4; Zebûr 6:3). Bi eslê xwe, Îsa Mesîh dixwest bi gotinên xwe cesaretê bide me. Ew naxwaze ku em bi xemên jiyanê ew qas bargiran bin ku em nikaribin herî zêde bala xwe bidin xizmeta Xwedê. Gelo em çawa dikarin endîşeyên xwe kontrol bikin? (Li çarçoveya “ Çi Dikare Alî Te Bike?” binêre.)

ŞEŞ TIŞTÊN KU DIKARIN ALÎ ME BIKIN KU EM SAKÎN BIMÎNIN

Li paragrafa 6an binêre c

6. Li gor Filîpî 4:6, 7, çi dikare xemên me siviktir bike?

6 (1) Gelek caran dua bike. Gava em rastî tengasiyan tên, dua dikare alî me bike (1. Petrûs 5:7). Bi saya duayê, em dikarin “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye”, bistînin (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Yehowa wê xemên me bi destê ruhê pîroz siviktir bike (Galatî 5:22).

7. Gerek em di heqê çi de dua bikin?

7 Gava tu ji Yehowa re dua dikî, dilê xwe ji wî re veke. Ji wî re hûr û kûr bibêje ku problema te çi ye, û ji wî re bibêje ku ev problem li ser te çawa bandor dike. Eger çareya problemê heye, ji wî hîkmet û qewetê bixwaze ku tu karibî vê çareyê bibînî û bixebitînî. Lê eger çareya problemê ne di destê te de ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze da ku tu bi zêdeyî xeman nexwî. Eger tu di duayên xwe de rasterast behsa problemên xwe bikî, tuyê bi zeman re zelaltir bibînî ku Yehowa çawa cewaba van duayan dide. Eger cewab piştî duayê hemen neyê jî, dev ji duakirinê bernede, çimkî Yehowa dixwaze ku tu bi dewamî ji wî re dua bikî (Lûqa 11:8-10).

8. Wê baş be ku em di duayên xwe de behsa çi bikin?

8 Ji xeynî vê ku tu di duayên xwe de xemên xwe diavêjî ser Yehowa, wê baş be ku tu şikurdariya xwe jî bînî zimên. Halê me çi qas zor be jî, gerek em bereketên ku me ji Yehowa stendine, ji bîr nekin. Carinan belkî li te zor tê ku tu fikir û xemên xwe bi zelalî bînî zimên. Eger tu tenê dikarî bibêjî “Ji kerema xwe re alî min bike!”, Yehowa wê dîsa jî cewaba duaya te bide (2. Dîrokan 18:31; Romayî 8:26).

Li paragrafa 9an binêre d

9. Emniyeta rastîn çawa dikare bê bidestxistin?

9 (2) Xwe nespêre aqlê xwe, lê xwe bispêre hîkmeta Yehowa. Li sedsala 8an a B.M., xelkê Cihûda ji Asûriyan ditirsiya. Ji bo ku ew nekevin bin nîrê Asûr, wan ji Misriyên pûtperest alîkarî xwest (Îşaya 30:1, 2). Lê belê, Yehowa ji wan re got ku plana wan wê vala derkeve (Îşaya 30:7, 12, 13). Bi navgîniya Îşaya pêxember, Yehowa rêyî wan da ku ew çawa dikarin emniyeta rastîn bi dest bixin. Îşaya got: “Eger hûn sakîn bimînin û [bi Yehowa] bawer bin, hûnê biqewet bin” (Îşaya 30:15b, NWT).

10. Baweriya me ya bi Yehowa çawa dikare bê ceribandin?

10 Em çawa dikarin nîşan bidin ku em baweriya xwe bi Yehowa tînin? Van sê mîsalan bîne ber çavê xwe: (1) Îşekî baştir ji te re tê teklîfkirin, lê ev îş wê zêdetir wexta te bixwe û ji xizmeta te re bibe asteng. (2) Li cihê îş, dilê kesekî dikeve te, lê ew Şahidê Yehowa nîne. (3) Merivekî te ji te re dibêje: “Hilbijêre: Yan ez yan jî Yehowa!” Li rewşên wisa, carinan hêsan nîne ku mirov qerara rast bide. Lê belê, Yehowa wê rêberiya te bike (Metta 6:33; 10:37; 1. Korîntî 7:39). Niha pirs ev e: Gelo tuyê baweriya xwe bi vê rêberiyê bînî û guh bidî Yehowa Xwedê?

Li paragrafa 11an binêre e

11. Kîjan serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em li gel zilmê sakîn bimînin?

11 (3) Ji mîsalên baş û xerab dersan bistîne. Gelek serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku pir muhîm e ku mirov sakîn bimîne û bi Yehowa bawer be. Gava tu van serpêhatiyan dixwînî, bala xwe bidê ku çi alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew li gel zilma giran sakîn bimînin. Mesela, gava dîwana bilind a Cihûyan ji şandiyên Îsa Mesîh re got ku bila ew dev ji belavkirina mizgînê berdin, ew netirsiyan. Wan got: “Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Karên Şandiyan 5:29). Piştî ku şandî hatin dayîn ber qamçiyan, ew dîsa ji neketin panîkê. Gelo çima? Çimkî wan dizanibû ku Yehowa bi wan re ye û ji wan razî ye. Loma, wan dev ji belavkirina mizgînê berneda (Karên Şandiyan 5:40-42). Gava Cihûyan dixwest Steyfan bikujin, ew sakîn ma, û “rûyê wî wek rûyê milyaketan” xuya dikir (Karên Şandiyan 6:12-15). Gelo çima? Çimkî Steyfan dizanibû ku Yehowa ji wî razî ye.

12. Li gor 1. Petrûs 3:14 û 4:14, eger em rastî zilmê bên jî, em çima dikarin dilşad bin?

12 Li sedsala yekê, Yehowa Xwedê bi awayekî eşkere piştgiriya şandiyan dikir. Mesela, wî qudret da wan ku ew mucîzeyan bikin (Karên Şandiyan 5:12-16; 6:8). Îro, Yehowa qudreteke wisa nade me. Dîsa jî, bi destê Peyva xwe, Yehowa bi dilovanî ji me re dibêje ku gava em di oxira rastiyê de dikevin tengasiyê, ew ji me razî ye û ruhê wî li ser me ye (1. Petrûs 3:14; 4:14 bixwîne). Loma, ne lazim e ku em bi zêdeyî bifikirin ku eger zilma giran dest pê bike, emê çi bikin. Wê baştir be ku em bifikirin ku em çawa dikarin baweriya xwe bi Yehowa qewîtir bikin, çimkî tenê Yehowa dikare alî me bike û me xelas bike. Mîna şagirtên li sedsala yekê, gerek em baweriya xwe bi vê soza Îsa Mesîh bînin: “Ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we bipeyivin an bisekinin.” Belê, ji me re soz hatiye dayîn ku eger em sebat bikin, emê bên filitandin (Lûqa 21:12-19). Bi ser de, eger em canê xwe seba dilsoziya xwe winda bikin jî, Yehowa wê me tu caran ji bîr neke, û ewê me ji mirinê rake.

13. Wê çima baş be ku em serpêhatiyên kesên ku sakîn nediman û bi Yehowa bawer nedibûn, lêkolîn bikin?

13 Wekî din, em dikarin ji serpêhatiyên kesên ku sakîn nediman û bi Yehowa bawer nedibûn jî hin dersan bistînin. Wê baş be ku em van serpêhatiyan lêkolîn bikin da ku em eynî şaşiyan nekin. Mesela, di destpêka hikumdariya Asa, yê ku padîşahê Cihûda bû, gava ordiyeke mezin hicûmî wî kiribû, wî xwe spartibû Yehowa, û Yehowa zafer dabû wî (2. Dîrokan 14:9-12). Lê çend sal bi şûn de, gava Baaşa, yê ku padîşahê Îsraêl bû, bi ordiyeke biçûktir hicûmî wî kir, Asa Padîşah bi Yehowa bawer nebû, lê wî zêr û zîv da padîşahê Sûriyeyê, da ku ew alî wî bike (2. Dîrokan 16:1-3). Ji xeynî vê, gava ew êdî kal bû û giran nexweş ket, wî xwe nespart Yehowa (2. Dîrokan 16:12).

14. Em dikarin ji şaşiyên Asa çi dersê bistînin?

14 Di serî de, gava Asa rastî çetinahiyan dihat, ew bi Yehowa bawer dibû. Lê paşê, li şûna ku alîkariya Xwedê bixwaze, wî dixwest problemên xwe bi metodên xwe safî bike. Ev yek ku wî alîkariya Sûriyeyê xwest, belkî wek planeke baş xuya dikir. Lê belê, pir wext derbas nebû ku Yehowa bi navgîniya pêxemberekî ji wî re wisa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe XUDAN, ji ber vê yekê artêşa qiralê Sûriyê ji destê te ve reviya û xelas bû” (2. Dîrokan 16:7). Ji vê serpêhatiyê, gelo em dikarin çi dersê bistînin? Dibe ku problemeke me heye û lazim e ku em zû qerarê bidin. Di halekî wisa de, gerek em bi zêdeyî xwebawer nebin û nefikirin ku em dikarin vê problemê bê rêberiya Peyva Xwedê safî bikin. Lê belê, eger em sakîn bimînin û xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em serkeftî bin.

Li paragrafa 15an binêre f

15. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, wê baş be ku em çi bikin?

15 (4) Ayetan ezber bike. Gelek ayetên Kitêba Pîroz nîşan didin ku eger em sakîn bimînin û bi Yehowa bawer bin, emê biqewet bin. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û rastî ayetên wisa tên, wê baş be ku em wan ezber bikin. Ji bo vê, wê belkî baş be ku em van ayetan bi dengê bilind bixwînin. Yan jî, em dikarin wan binivîsin û gelek caran li wan binêrin. Yehowa ji Yêşû re gotibû ku bila ew kitêba Qanûnê bi dewamî bi dengê nizm bixwîne da ku ew bihîkmet bibe. Vê rêberiyê wê alî wî bikira ku ew wezîfeya xwe bêtirs pêk bîne (Yêşû 1:8, 9). Di vê dinyayê de, gelek însan seba problemên xwe xeman dikişînin û ditirsin. Gava em rastî tengasiyên wisa tên, gotinên Peyva Xwedê dikarin alî me bikin ku hiş û dilê me bihizûr be (Zebûr 27:1-3; Methelokên Silêman 3:25, 26).

Li paragrafa 16an binêre g

16. Yehowa çawa bi destê civatê alî me dike ku em sakîn bimînin û bi wî bawer bin?

16 (5) Bi xizmetkarên Xwedê re wext derbas bike. Yehowa bi destê xwişk û birayan alî me dike ku em sakîn bimînin û bi wî bawer bin. Li civînan, em ji rêberiya ku ji sehneyê tê dayîn, ji cewabên guhdaran û ji sohbetên bi xwişk û birayan re feydeyê distînin (Îbranî 10:24, 25). Wekî din, em dikarin dilê xwe ji xwişk û birayên dilsoz re vekin. “Gotina xweş” a dostekî me dikare barê xemên me siviktir bike (Methelokên Silêman 12:25).

Li paragrafa 17an binêre h

17. Li gor Îbranî 6:19, hêviya Padîşahiyê çawa dikare alî me bike ku em sebat bikin?

17 (6) Hêviya xwe xwedî bike. Hêviya Padîşahiyê “wek lengerê can” e û alî me dike ku em li gel xem û tengasiyan sebat bikin (Îbranî 6:19 bixwîne). Yehowa soz daye ku di demeke nêzik de, fikrên negatîf wê êdî neyên bîra me (Îşaya 65:17). Xeyal bike ku tu êdî di dinyaya nû de yî, û kul û derd êdî tune (Mîka 4:4). Ji bo ku hêviya te qewîtir bibe, ji kesên din re behsa hêviya xwe bike. Mizgîna Padîşahiyê bi dil û can belav bike. Bi vî awayî, tuyê karibî hêviya xwe heta dawiyê qayîm bigirî (Îbranî 6:11).

18. Eger em rastî tengasiyan bên, çi dikare alî me bike?

18 Her ku em nêziktirî dawiya vê sîstemê dibin, emê rastî zêdetir tengasiyan bên, ên ku dikarin xema me zêde bikin. Ayeta sala 2021ê dikare alî me bike ku em li gel tengasiyên wisa ne bi saya aqlê xwe, lê bi saya baweriya bi Yehowa sakîn bimînin. Îsal, bila em bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin ku em bi vê soza Yehowa bawer in – Eger tu sakîn bimînî û bawer bî, tuyê biqewet bî (Îşaya 30:15).

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye

a Ayeta salê ya ji bo sala 2021ê nîşanî me dide ku gava em rastî tengasiyan tên, pir muhîm e ku em xwe bispêrin Yehowa. Ev meqale wê rêyî me bide ku em çawa dikarin şîreta ji ayeta salê pêk bînin.

b Xemên ku Îsa Mesîh behsa wan dikir ji bêpergaliya anksiyete (xemxurî) yan panîkê cuda ne. Xwişk û birayên dilsoz jî dikarin bi van nexweşiyên giran nexweş bikevin.

c RESIM: (1) Di hundirê rojê de, xwişkek gelek caran di heqê xemên xwe de dua dike.

d RESIM: (2) Li cihê îş, ew li dema navberê Kitêba Pîroz lêkolîn dike ku hîkmeta Xwedê bistîne.

e RESIM: (3) Ew li ser emsalên baş û xerab, ên ku Kitêba Pîroz behsa wan dike, kûr difikire.

f RESIM: (4) Ew ayeteke xweş, a ku ew dixwaze ezber bike, li ser dolabê dizeliqîne.

g RESIM: (5) Ew bi xwişkeke din re derdikeve xizmetê û bi wê re sohbetê dike.

h RESIM: (6) Ew di heqê sozên Yehowa de difikire û bi vî awayî hêviya xwe qewîtir dike.