Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4

Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji bo Me Çima Muhîm e?

Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji bo Me Çima Muhîm e?

“Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

KILAM 20 Te Kurê Xwe Daye

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Em hezkiriyên xwe yên mirî bi xisûsî kengê tînin bîra xwe? (b) Li şeva berî mirina xwe, Îsa Mesîh çi kir?

 ÇEND sal derbas bin jî, em hezkiriyên xwe yên mirî tu caran ji bîr nakin. Bi xisûsî li salvegera mirina wan, em wan tînin bîra xwe.

2 Her sal, li seranserê dinyayê bi milyonan kes ji bo bîranîna Îsa Mesîh li hev top dibin (1. Petrûs 1:8). Em ji Îsa Mesîh pir hez dikin, û em tînin bîra xwe ku wî canê xwe wek fîdye daye, da ku me ji guneh û mirinê xelas bike (Metta 20:28). Jixwe, Îsa Mesîh dixwest ku şagirtên wî mirina wî bînin bîra xwe. Li şeva berî mirina xwe, wî nîşanî şandiyên xwe da ku gerek ew vê salvegera muhîm çawa pîroz bikin û wisa got: “Vê yekê ji bo bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).

3. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Hin kesên ku Bîranîna Mirina Îsa Mesîh pîroz dikin li benda jiyana li ezmanan in. Lê belê, bi milyonan kesên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne jî tên Bîranînê. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku ji bo van her du koman çima muhîm e ku ew her sal bên Bîranînê, û feydeyên vê yekê çi ne. Di serî de, ka em bibînin ku kesên meshkirî çima tên Bîranînê.

JI BO MESHKIRIYAN ÇIMA MUHÎM E?

4. Kesên meshkirî çima li Bîranînê nên dixwin û şerabê vedixwin?

4 Sal bi sal, meshkiriyên ku tên Bîranînê nên dixwin û şerabê vedixwin. Gelo çima? Bîne bîra xwe ku li şeva dawîn berî mirina Îsa Mesîh çi qewimîbû. Piştî xwarina Cejna Derbasbûnê, wî nîşanî şandiyên dilsoz da ku gerek ew salvegera mirina wî, ya ku paşê wek “Şîva Xudan” hat binavkirin, çawa pîroz bikin. Îsa nan û şerab da 11 şandiyan, û wî ji wan re behsa du peymanan kir – peymana nû û peymana Padîşahiyê * (Lûqa 22:19, 20, 28-30). Van peymanan rê vekir ku şandiyên dilsoz û çend kesên din li ezmanan bibin padîşah û kahîn (Peyxam 5:10; 14:1). Tenê kesên meshkirî, yên ku para van du peymanan in, gerek li Bîranînê nên bixwin û şerabê vexwin.

5. Kesên meshkirî di heqê hêviya xwe de çi dizanin?

5 Wekî din, Bîranîn ji bo kesên meshkirî fersendeke baş e ku ew hêviya xwe bînin ber çavê xwe. Hêviya wan ev e ku li ezmanan heta bi hetayê bijîn, bi Îsa Mesîh û meshkiriyên din re padîşahiyê bikin û bikevin hizûra Yehowa Xwedê (1. Korîntî 15:51-53; 1. Yûhenna 3:2). Kesên meshkirî fehm dikin ku Yehowa hazir e ku van bereketan bide wan. Lê ji bo ku ew karibin herin ezmanan, lazim e ku ew heta mirinê dilsoz bimînin (2. Tîmotêyos 4:7, 8). Gava kesên meshkirî li ser hêviya xwe difikirin, ew pir şa dibin (Tîtos 2:13). Lê belê, “miyên din” jî hene, yên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne (Yûhenna 10:16). Gelo çima muhîm e ku ew jî bên Bîranînê?

JI BO MIYÊN DIN ÇIMA MUHÎM E?

6. Miyên din çima her sal tên Bîranînê?

6 Li Bîranînê, miyên din – yanî kesên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne – nên naxwin û şerabê venaxwin. Di sala 1938an de, cara pêşîn ji wan re bi xisûsî hat gotin ku bila ew jî bên Bîranînê. Li kovara The Watchtower a 1ê Adarê ya sala 1938an wisa hat gotin: “Minasib e ku [miyên din] wek temaşevan bên vê civînê. ... Bîranîn gerek ji bo wan jî çavkaniya şabûnê be, û bi rastî jî wisa ye.” Wek mêvanên ku tên dawetekê, miyên din wek temaşevan tên Bîranînê.

7. Miyên din çima bi çar çavan li benda gotara Bîranînê ne?

7 Miyên din jî hêviya xwe tînin ber çavê xwe. Ew bi çar çavan li benda gotara Bîranînê ne. Ev gotar zelal dike ku Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî wê li dema Hikumdariya Hezarsalî ji bo însanên dilsoz çi bikin. Di bin rêberiya Îsa Mesîh de, hikumdarên ezmanî wê dinyayê bikin cenet û alî însanên guhdar bikin ku ew bigihîjin bêqisûriyê. Bi milyonan kesên ku tên Bîranînê tînin ber çavê xwe ku sozên Xwedê – mesela sozên li Îşaya 35:5, 6, Îşaya 65:21-23 û Peyxam 21:3, 4 – wê çawa bên cih. Gava ew xeyal dikin ku jiyana li dinyaya nû wê çi qas xweş bibe, hêviya wan û qerara wan ku tu caran dev ji xizmeta Yehowa bernedin, xurttir dibe (Metta 24:13; Galatî 6:9).

8. Wekî din, miyên din çima tên Bîranînê?

8 Wekî din, miyên din tên Bîranînê ji ber ku ew dixwazin nîşan bidin ku ew ji meshkiriyan hez dikin û piştgiriya wan dikin. Peyva Xwedê ji berê ve gotibû ku kesên meshkirî û kesên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne wê bi hev re bixebitin. Gelo çawa? Ka em li çend mîsalan binêrin.

9. Li gor Zekerya 8:23, miyên din li meshkiriyan çawa dinêrin?

9 Zekerya 8:23 bixwîne. Ev ayet ji berê ve gotibû ku miyên din wê li xwişk û birayên xwe yên meshkirî çawa binêrin. Li vê ayetê, zilamê Cihû kesên meshkirî temsîl dike (Romayî 2:28, 29). Deh kesên ji miletên din miyên din temsîl dikin, ên ku bi dilsozî bi kesên meshkirî re ji Yehowa re îbadetê dikin. Loma, miyên din jî tên êvara Bîranînê û bi vî awayî nîşan didin ku ew çi qas nêzîkî meshkiriyan in.

10. Yehowa pêxemberiya li Hêzekîêl 37:15-19, 24, 25 çawa aniye cih?

10 Gelo gotinên Hêzekîêl 37:15-19, 24, 25 çawa hatine cih? (bixwîne). Gelo ev pêxemberî çawa hatiye cih? Yehowa kesên meshkirî û miyên din kirine yek. Pêxemberî behsa du çoyan dike. Kesên meshkirî wek çoyê “Cihûda” ne (eşîra ku padîşahên Îsraêlê jê dihatin), miyên din jî wek çoyê “Efrayîm” in. * Yehowa gotibû ku ewê van du koman bike yek, da ku ew bibin “çoyek”. Loma, ev du kom di bin hikumdariya Îsa Mesîh de bi hev re xizmet dikin. Ji ber vê yekê, kesên meshkirî û miyên din her sal tên Bîranînê – ne wek du komên cuda, lê wek ‘keriyeke’ di bin rêberiya ‘şivanekî’ de (Yûhenna 10:16).

11. ‘Miyên’ ku Metta 25:31-36, 40 behsa wan dike herî zêde çawa nîşan didin ku ew piştgiriya birayên Îsa Mesîh dikin?

11 Metta 25:31-36, 40 bixwîne. ‘Miyên’ li van ayetan “miyên din” – yanî kesên rast, ên ku li rojên dawîn dijîn û li benda jiyana li rûyê erdê ne – temsîl dikin. Ew bi dilsozî destekê didin birayên meshkirî yên Îsa Mesîh, ên ku hê li rûyê erdê ne, da ku ew îşê belavkirina mizgînê li seranserê dinyayê bibin serî (Metta 24:14; 28:19, 20).

12-13. Wekî din, miyên din çawa piştgiriya birayên Îsa Mesîh dikin?

12 Her sal, li heftiyên berî Bîranînê, miyên din tevî birayên Mesîh li seranserê dinyayê gazî mirovan dikin ku ew bên Bîranînê (li çarçoveya “ Li Dema Bîranînê, wê Baş Be ku Tu Çi Bikî?” binêre). Li piraniya civatan, kesên meshkirî tune, lê dîsa jî, miyên din haziriyê dikin ku Bîranîn karibe li hemû civatên li seranserê dinyayê bê pîrozkirin. Bi vî awayî, ew piştgiriya birayên Îsa Mesîh dikin. Ew dizanin ku gava ew xêrê li birayên wî yên meshkirî dikin, Îsa Mesîh wan wisa dibîne qey wan rasterast xêr li wî kiriye (Metta 25:37-40).

13 Ji xeynî vê, hêviya me her çi be jî, gelo çima muhîm e ku em gişt li Bîranînê hazir bin?

JI BO ME HEMÛYAN ÇIMA MUHÎM E?

14. Yehowa û Îsa Mesîh çawa nîşan daye ku ew ji me pir hez dikin?

14 Em ji bo hezkirina Yehowa û Îsa Mesîh şikurdar in. Hezkirina Yehowa herî zêde ji vê yekê tê dîtin ku wî Kurê xweyî hêja şandiye, da ku ew di oxira me de êşê bikişîne û canê xwe feda bike (Yûhenna 3:16). Îsa Mesîh ji dil hazir bû ku canê xwe di oxira me de feda bike, û bi vî awayî, wî jî hezkirineke mezin nîşan daye (Yûhenna 15:13). Em helbet nikarin heqê Yehowa û Îsa Mesîh bidin, lê em dikarin şikurdariya xwe roj bi roj bi hal û hereketên xwe nîşan bidin (Kolosî 3:15). Wekî din, em diçin Bîranînê, da ku em hezkirina wan bînin bîra xwe û nîşan bidin ku em jî ji wan hez dikin.

15. Çima hem kesên meshkirî hem jî miyên din pir qîmetê didin fîdyeyê?

15 Em pir qîmetê didin fîdyeyê (Metta 20:28). Fîdye ji bo kesên meshkirî pir biqîmet e, çimkî bi saya fîdyeyê, ew bûne xwediyê hêviyeke bêemsal. Ji ber ku ew baweriya xwe bi qurbana Îsa Mesîh tînin, Yehowa wan wek kesên rast hesab dike û wek zarokên xwe qebûl dike (Romayî 5:1; 8:15-17, 23). Miyên din jî ji bo fîdyeyê şikurdar in. Li ser esasê baweriya wan a bi fîdyeya Îsa Mesîh, Xwedê wan wek kesên paqij qebûl dike, û ew dikarin ji wî re xizmet bikin û li “tengahiya mezin” sax bimînin (Peyxam 7:13-15). Her sal, hem kesên meshkirî hem jî miyên din li Bîranînê hazir dibin û bi vî awayî nîşan didin ku ew ji bo fîdyeyê şikurdar in.

16. Sebebeke din ku em diçin Bîranînê çi ye?

16 Ji xeynî van sebeban, em diçin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji ber ku em dixwazin guh bidin Îsa Mesîh. Hêviya me her çi be jî, em guh didin vî emrê ku Îsa Mesîh li êvara Bîranîna pêşîn dabû şagirtên xwe: “Ji bo bîranîna min vê bikin” (1. Korîntî 11:23, 24).

JI BO ME HEMÛYAN ÇIMA BIFEYDE YE?

17. Bîranîn çawa alî me dike ku em nêzîktirî Yehowa bibin?

17 Em nêzîktirî Yehowa dibin (Aqûb 4:8). Wek me dîtiye, Bîranîn fersendê dide me ku em hêviya ku Yehowa daye me bînin ber çavê xwe û li ser hezkirina wî ya mezin kûr bifikirin (Yêremya 29:11; 1. Yûhenna 4:8-10). Gava em hêviya xwe û hezkirina Xwedê tînin ber çavê xwe, em nêzîktirî Yehowa dibin (Romayî 8:38, 39).

18. Gava em li ser emsala Îsa Mesîh kûr difikirin, daxwaza me zêde dibe ku em çi bikin?

18 Daxwaza me zêde dibe ku em Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin (1. Petrûs 2:21). Li rojên berî Bîranînê, em bala xwe didin qeydên Kitêba Pîroz, ên ku behsa rojên Îsa yên dawîn, mirina wî û rabûna wî ji mirinê dikin. Paşê, li êvara Bîranînê, gotar tîne bîra me ku Îsa Mesîh ji me çi qas hez dike (Efesî 5:2; 1. Yûhenna 3:16). Wexta ku kesek di heqê fedakariya Îsa Mesîh de dixwîne û li ser kûr difikire, daxwaza wî zêde dibe ku “wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here” (1. Yûhenna 2:6).

19. Em çawa dikarin di hezkirina Xwedê de bimînin?

19 Qerara me xurttir dibe ku em di hezkirina Xwedê de bimînin (Cihûda 20, 21). Ji bo ku em di hezkirina Xwedê de bimînin, gerek em çi ji destê me tê bikin ku guh bidin Xwedê, navê wî pîroz bikin û dilê wî şa bikin (Methelokên Silêman 27:11; Metta 6:9; 1. Yûhenna 5:3). Êvara Bîranînê qerara me xurttir dike ku em roj bi roj li gor daxwaza Yehowa bijîn, qey em ji wî re wisa dibêjin: “Ez dixwazim heta bi hetayê di hezkirina te de bimînim!”

20. Ji bo me çima muhîm e ku em li Bîranînê hazir bin?

20 Hêviya me her çi be jî – jiyana herheyî ya li ezmanan yan li rûyê erdê – gelek sebebên muhîm hene ku em li Bîranînê hazir bin. Her sal, wexta ku em li salvegera mirina Îsa Mesîh li hev top dibin, em wî tînin bîra xwe. Ya herî muhîm, em tînin bîra xwe ku gava Yehowa Kurê xwe wek fîdye da, wî hezkirineke çi qas mezin eyan kir. Îsal, Bîranîn wê li êvara roja Înê, li 15ê Nîsanê bê pîrozkirin. Em ji Yehowa û ji Îsa Mesîh pir hez dikin, loma li salvegera mirina Îsa Mesîh, emê çi ji destê me bê bikin ku li Bîranînê hazir bin!

KILAM 16 Ji bo Îsa Mesîh Pesnê Yehowa Bide!

^ Hêviya me her çi be jî – jiyana li ceneta li rûyê erdê yan jiyana li ezmanan – em her sal bi dil û can diçin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku li gor Kitêba Pîroz, Bîranîn ji bo me çima pir muhîm û bifeyde ye.

^ Ji bo zêdetir melûmata li ser peymana nû û peymana Padîşahiyê, li kovara The Watchtower, 15 Cotmeh 2014, rûp. 15-17 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.

^ Ji bo zêdetir melûmata li ser vê pêxemberiya di heqê du çoyan de, li kovara Birca Qerewiliyê, Tîrmeh 2016, rûp. 31 (bi Kurmanciya Qafkasyayê) binêre.