Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

Dersên ku Em ji Hêstirên Çavên Îsa Mesîh Distînin

Dersên ku Em ji Hêstirên Çavên Îsa Mesîh Distînin

“Îsa giriya” (YÛHENNA 11:35).

KILAM 17 “Dixwazim”

PÊŞGOTIN *

1-3. Hin xizmetkarên Yehowa seba çi digirîn?

 TÊ BÎRA te ku cara dawîn, tu kengê giriyayî? Carinan, çavên me tijî hêstirên şabûnê dibin, lê bi gelemperî, diltengî dibe sebeba hêstirên me. Mesela, gava hezkiriyekî me dimire, em digirîn. Xwişkeke bi navê Lorilei, ya ku li Amerîkayê dijî, wisa nivîsî: “Piştî ku qîza min mir, êşa dilê min li hin deman ew qas giran bû ku tu tiştî nikaribû ez teselî bikirama, çimkî qewet û sebra min qet nemabû.” *

2 Mirov seba tiştên din jî digirîn. Mesela, pêşengeke bi navê Hîromî, ya ku li Japonê dijî, wisa dibêje: “Hin caran, ez cesareta xwe winda dikim ji ber ku li xizmetê, însan guh nadin mizgînê. Loma, ez carinan bi hêstiran ji Yehowa alîkariyê dixwazim ku ez kesekî ku li rastiyê digere bibînim.”

3 Tiştên wisa tên serê me jî, ne wisa ye? (1. Petrûs 5:9). Em her çi qas dixwazin bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bikin jî, dibe ku kul û derd yan problemên ku dilsoziya me diceribînin bibin sebeba hêstiran (Zebûr 6:6; 100:2). Gava em rastî tengasiyên wisa tên, gelo em dikarin çi bikin?

4. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

4 Wê baş be ku em bala xwe bidin emsala Îsa Mesîh. Ew jî seba hin tiştan digiriya (Yûhenna 11:35; Lûqa 19:41; 22:44; Îbranî 5:7). Ka em van bûyeran di ber çavan re derbas bikin û bibînin ku em dikarin ji wan çi dersan bistînin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin serî bi problemên ku me dilteng dikin re derxînin.

HÊSTIRÊN JI BO DOSTÊN XWE

Mîna Îsa Mesîh destekê bide kesên ku şînê digirin (Li paragrafên 5 heta 9an binêre) *

5. Gotinên Yûhenna 11:32-36 di heqê Îsa de çi rêyî me didin?

5 Li zivistana sala 32yan a P.M., dostekî Îsa yê bi navê Lazar nexweş ket û mir (Yûhenna 11:3, 14). Du xwişkên wî hebûn, Meryem û Merta, û Îsa ji vê malbatê pir hez dikir. Meryem û Merta seba mirina birayê xwe pir xemgîn bûn. Piştî mirina Lazar, Îsa çû gundê wan. Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew zû zû çû ku wî bibîne. Gava ew rastî Îsa hat, wê bi xemgînî wisa got: “Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir” (Yûhenna 11:21). Paşê, gava Îsa dît ku Meryem û kesên din digirîn, ew jî giriya (Yûhenna 11:32-36 bixwîne).

6. Wê demê, Îsa Mesîh çima giriya?

6 Wê demê, gelo Îsa Mesîh çima giriya? Kitêbeke me wisa dibêje: “Îsa Mesîh seba mirina dostê xwe Lazar û dilêşa xwişkên wî ‘naliya’ û ‘giriya’” * Îsa Mesîh belkî li ser nexweşî û êşa dostê xwe difikirî û anî ber çavê xwe ku gava Lazar li ber mirinê bû, wî çi hîs dikir. Wekî din, vê yekê ku Meryem û Merta seba mirina birayê xwe çi qas xemgîn bûn bê şik dilê wî girt. Mîna wan, eger te jî heval yan merivekî xwe winda kiriye, tu jî bê guman pir xemgîn bûyî. Ka binêre ku tu dikarî ji vê bûyerê çi dersan bistînî.

7. Ev yek ku Îsa ji bo dostên xwe digiriya di heqê Yehowa de çi nîşan dide?

7 Yehowa hîsên te fehm dike. Îsa ji her aliyî ve dişibe Bavê xwe (Îbranî 1:3). Gava Îsa Mesîh digiriya, wî hîsên Bavê xwe eyan dikirin (Yûhenna 14:9). Eger te hezkiriyekî xwe winda kiriye, bawer be ku Yehowa dibîne ku tu çi qas xemgîn î, û dilê wî bi te dişewite. Ew dixwaze êşa dilê te siviktir bike (Zebûr 34:18; 147:3).

8. Em çima dikarin emîn bin ku Îsa Mesîh wê hezkiriyên me ji mirinê rake?

8 Îsa Mesîh dixwaze hezkiriyên te jî ji mirinê rake. Berî ku Îsa Mesîh giriya, wî ji Mertayê re gotibû: “Birayê te wê dîsa rabe.” Merta bi gotinên Îsa Mesîh bawer bû (Yûhenna 11:23-27). Merta xizmetkareke Yehowa bû, loma wê bê guman dizanibû ku çend sedsal berê, Êlyas pêxember û Êlîşa pêxember çawa hin kesên mirî ji mirinê rakiribûn (1. Qiralan 17:17-24; 2. Qiralan 4:32-37). Wekî din, Mertayê bi îhtimaleke mezin bihîstibû ku Îsa Mesîh jî hin kes ji mirinê rakiribûn (Lûqa 7:11-15; 8:41, 42, 49-56). Tu jî dikarî bawer bî ku rojekê, tuyê hezkiriyên xwe dîsa bibînî. Ev yek ku Îsa Mesîh li dema ku wî dostên xwe teselî dikirin digiriya nîşanî me dide ku ew bi rastî dixwaze miriyan rake.

9. Mîna Îsa Mesîh, em çawa dikarin destekê bidin kesên ku şînê digirin?

9 Destekê bide kesên ku şînê digirin. Ji xeynî vê ku Îsa Mesîh bi Merta û Meryemê re giriya, wî guh da wan û bi gotinên xwe cesaret da wan. Wê baş be ku em jî destekê bidin kesên ku di şînê de ne. Rîspiyekî bi navê Dan, ê ku li Awistralyayê dijî, dibêje: “Piştî ku min pîreka xwe winda kiribû, ez hewceyî destekê bûm. Çend cot hazir bûn ku şev û roj guh bidin min. Ew seba hêstirên çavên min aciz nedibûn û nedigot ku êdî bes e. Wekî din, wan pir alî min dikir. Mesela, gava min xwe bêtaqet hîs dikir, wan erebeya min dişûşt, ji bo min diçûn sûkê û xwarin hazir dikirin. Wekî din, wan gelek caran bi min re dua dikir. Ew bi rastî jî ‘di roja teng de’ ji min re bûn dost û bira” (Methelokên Silêman 17:17).

HÊSTIRÊN JI BO ÎNSANÊN DIN

10. Li gor Lûqa 19:36-40, gava Îsa Mesîh çû Orşelîmê, çi qewimî?

10 Îsa Mesîh li 9ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M. gihîşt Orşelîmê. Gava ew nêzîkî bajêr bû, xelk top bû û kincên xwe ser rê raxistin, ji ber ku wan ew wek Padîşahê xwe qebûl dikir. Ew roj bi rastî jî rojeke xweş bû (Lûqa 19:36-40 bixwîne). Lê piştî vê, tiştekî ecêb qewimî: “Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya.” Bi hêstirên çavan, Îsa Mesîh anî zimên ku çi wê bê serê xelkê Orşelîmê (Lûqa 19:41-44).

11. Îsa Mesîh çima li ser xelkê Orşelîmê giriya?

11 Gelo Îsa Mesîh çima xemgîn bû? Wî dizanibû ku hin kesan ew her çi qas qebûl dikir jî, piraniya Cihûyan jixwe eşkere kiribû ku wanê mizgîna Padîşahiyê red bikira. Di netîceyê de, Orşelîm wê bihata xerakirin, û kesên ku wê sax bimana wê bibûna kole (Lûqa 21:20-24). Çi heyf e ku wek Îsa Mesîh ji berê ve gotibû, piraniya însanan ew red kir. Gelo însanên li derdora te li mizgîna Padîşahiyê çawa dinêrin? Eger piraniya mirovan guh nedin te, gelo tu dikarî ji hêstirên Îsa Mesîh çi hîn bibî? Ka bala xwe bide van sê dersan.

12. Ev yek ku Îsa Mesîh ji bo mirovan giriya di heqê Yehowa de çi nîşan dide?

12 Yehowa xema însanan dixwe. Hêstirên Îsa Mesîh tînin bîra me ku Yehowa çi qas xema mirovan dixwe. Ew “naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9). Gava em bê rawestin xîret dikin ku mizgînê bigihînin dilê cîranên xwe, em nîşan didin ku em ji wan hez dikin (Metta 22:39). *

Mîna Îsa Mesîh, xîret bike ku tu bigihîjî zêdetir însanan (Li paragrafên 13 û 14an binêre) *

13-14. Îsa Mesîh dilşewatiya xwe çawa nîşan dida, û em çawa dikarin vê sifetê bi pêş bixin?

13 Îsa Mesîh bi dil û can xizmet dikir. Wî her fersend bi kar dianî ku mirovan hîn bike. Bi vî awayî, wî nîşan dida ku ew ji wan hez dike (Lûqa 19:47, 48). Gelo çima? Çimkî dilê wî bi mirovan dişewitî. Carinan ew qas mirovan dixwest guh bidaya Îsa Mesîh ku wî û şandiyên wî “nikaribûn xwarinê jî bixwin” (Marqos 3:20). Carekê, zilamekî xwest nîvê şevê bi Îsa Mesîh re sohbet bike, û Îsa ricaya wî qebûl kir (Yûhenna 3:1, 2). Piraniya kesên ku di serî de guh dabû Îsa Mesîh paşê nebûn şagirtên wî. Dîsa jî, ji wan re şahidiyeke baş hat dayîn. Îro, em jî dixwazin fersendê bidin hemû mirovan ku ew mizgînê bibihîzin (Karên Şandiyan 10:42). Loma, wê belkî lazim be li xizmetê metodên nû bixebitînin.

14 Bernameya xwe li gor hewcedariyên însanan eyar bike. Eger em her tim di eynî saetê de xizmet bikin, emê belkî nikaribin bigihîjin kesên ku hazir in ku mizgînê qebûl bikin. Pêşengeke bi navê Matilda wisa dibêje: “Ez û zilamê min, em li saetên cuda diçin ba mirovan. Sibehê zû, em diçin fîrmayan. Nîvro, gava gelek însan li derve ne, em bi erebeyên weşanan xizmet dikin. Piştî nîvro, em diçin mal bi mal.” Li şûna ku em bernameya xwe li gor tercîhên xwe çêkin, wê baş be ku em bernameya xwe wisa eyar bikin ku em bigihîjin zêdetir mirovan. Eger em wisa bikin, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê ji xîreta me razî be.

HÊSTIRÊN JI BO NAVÊ BAVÊ XWE

Gava tu dikevî tengasiyê, ji Yehowa re niyaz bike (Li paragrafên 15 heta 17an binêre) *

15. Li gor Lûqa 22:39-44, li şeva dawîn a jiyana Îsa Mesîh çi qewimî?

15 Li êvara 14ê Nîsanê ya sala 33yan a P.M., Îsa Mesîh tevî şandiyên xwe çû baxçeyê Gêtşemaniyê. Li wê derê, wî dilê xwe ji Yehowa re vekir (Lûqa 22:39-44 bixwîne). Li wan saetên zor, Îsa Mesîh “bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî [Xwedê] kir” (Îbranî 5:7). Li şeva dawîn berî mirina xwe, gelo Îsa Mesîh ji bo çi dua kir? Wî qewet xwest, da ku ew karibe ji Yehowa re dilsoz bimîne û daxwaza wî bîne cih. Yehowa guh da duaya Kurê xwe û melekek şand, da ku ew cesaretê bide wî.

16. Gava Îsa Mesîh li baxçeyê Gêtşemaniyê dua dikir, ew çima dilteng bû?

16 Wê şevê, gelo Îsa Mesîh çima bi hêstiran dua kir? Ew bê şik pir dilteng bû ji ber ku ewê wek kafir bihata dîtin. Wekî din, wî dizanibû ku pir muhîm e ku ew dilsoz bimîne û navê Bavê xwe pîroz bike. Gava tu dikevî tengasiyeke ku dilsoziya te diceribîne, gelo tu dikarî ji hêstirên çavên Îsa Mesîh çi hîn bibî? Ka bala xwe bide van sê dersan.

17. Ji vê ku Yehowa cewab da duayên Îsa Mesîh çi rêyî me dide?

17 Yehowa guh dide niyazên te. Yehowa guh da gazî û hawarên Îsa Mesîh. Gelo çima? Çimkî armanca sereke ya Îsa Mesîh ew bû ku ji Bavê xwe re dilsoz bimîne û navê wî pîroz bike. Eger armanca sereke ya me jî ew be ku em dilsoz bimînin û navê Yehowa pîroz bikin, ewê guh bide niyazên me jî (Zebûr 145:18, 19).

18. Îsa Mesîh çawa wek dostekî dilgerm e?

18 Îsa Mesîh hîsên te fehm dike. Wexta ku em li ber xwe dikevin, em pir qîmetê didin teseliya ku em ji dostekî dilgerm distînin, bi xisûsî eger em dizanin ku ew me rind fehm dike ji ber ku ew jî rastî eynî tengasiyan hatibû. Îsa Mesîh dostekî wisa ye. Ew dizane ku mirov çawa dikare xwe bêqewet û bêçare hîs bike. Ew me fehm dike, û ewê li “dema ku em hewcedarê alîkariyê bin” destekê bide me (Îbranî 4:15, 16). Çawa ku li baxçeyê Gêtşemaniyê, Îsa Mesîh alîkariya melekekî qebûl kir, gerek em jî hazir bin ku alîkariya ku Yehowa bi destê weşan, vîdeo, gotar yan ziyaretên rîspî yan dostên gihîştî pêşkêşî me dike, qebûl bikin.

19. Gava dilsoziya me tê ceribandin, em dikarin ji ku derê qewetê bistînin?

19 Yehowa wê hizûrê bide te. Gelo Yehowa wê çawa alî me bike? Wexta ku em dua bikin, emê “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye” bistînin (Filîpî 4:6, 7). Hizûra ku Yehowa dide wê hiş û dilê me rihet bike. Ka binêre ku Yehowa çawa alî xwişkeke bi navê Luz kir. Ew dibêje: “Carinan, ez xwe tenê hîs dikim û difikirim ku Yehowa ji min hez nake. Lê gava wisa dibe, ez hemen dilê xwe ji Yehowa re vedikim. Dua dilê min rihet dike.” Belê, wek gotinên xwişka me nîşan didin, em dikarin bi saya duayê hizûrê bistînin.

20. Me ji hêstirên çavên Îsa Mesîh çi ders standine?

20 Belê, hêstirên çavên Îsa Mesîh dersên muhîm rêyî me didin! Hêstirên wî tînin bîra me ku gerek em destekê bidin hevalên xwe, yên ku di şînê de ne, û bawer bin ku eger em hezkiriyekî xwe winda bikin, Yehowa û Îsa Mesîh wê destekê bidin me. Wekî din, hêstirên wî tînin bîra me ku gerek em mizgînê bi dilrehmî belav bikin, çimkî dilê Yehowa û Îsa Mesîh jî bi mirovan dişewite. Ji xeynî vê, hêstirên çavên Îsa Mesîh nîşanî me didin ku Yehowa û Kurê wî hîs û kêmasiyên me fehm dikin û dixwazin alî me bikin ku em dilsoz bimînin. Heta roja ku Yehowa wê “hemû hêstirên [me] paqij bike”, bila em van dersên muhîm ji bîr nekin!

KILAM 120 Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be

^ Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku çavên Îsa Mesîh carinan tijî hêstir dibûn. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin sê carên ku Îsa Mesîh giriya, û emê bibînin ku em dikarin ji vê yekê çi dersan bistînin.

^ Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ Ji xeynî kesên ku nêzîkî mala me dijîn, peyva Yûnanî, ya ku li Metta 22:39 wek “cîran” hatiye tercûmekirin, dikare bê maneya her kesê ku li derdora me ye.

^ RESIM: Îsa Mesîh Meryem û Merta teselî kirin. Wê baş be ku em jî kesên ku di şînê de ne, teselî bikin.

^ RESIM: Îsa Mesîh hazir bû ku nîvê şevê bi Nîkodêmos re sohbet bike. Gerek em jî hazir bin ku li wexteke ku ji bo însanan minasib e bi wan re kursa Kitêba Pîroz îdare bikin.

^ RESIM: Îsa Mesîh dua kir ku bila Yehowa qewetê bide wî, da ku ew karibe dilsoz bimîne. Gava em rastî tengasiyan tên, gerek em jî wisa bikin.