Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

“Kesên ku li Yehowa Digerin Kêmasiya Tu Qenciyê Nabînin”

“Kesên ku li Yehowa Digerin Kêmasiya Tu Qenciyê Nabînin”

AYETA SALÊ JI BO SALA 2022YAN: “Kesên ku li Yehowa digerin kêmasiya tu qenciyê nabînin” (ZEBÛR 34:10, NWT).

KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”

PÊŞGOTIN *

Wexta ku Dawid di tengasiyê de bû, ew dîsa jî difikirî ku ew “kêmasiya tu qenciyê” nabîne (Li paragrafên 1 heta 3yan binêre) *

1. Dawid di çi halê zor de bû?

 JI BER ku Saûl Padîşah ji Dawid nefret dikir û dixwest ew bikuşta, Dawid mecbûr ma ku bireve. Gava ew hewceyî nan û xwarinê bû, wî li bajarê Nobê pênc nan xwestin (1. Samûyêl 21:1, 3). Paşê, wî û hevalên wî xwe li şikeftekê veşart (1. Samûyêl 22:1). Gelo Dawid çima ket vî halê zor?

2. Saûl serê xwe çawa dixist belayê? (1. Samûyêl 23:16, 17)

2 Ji ber ku xelk ji Dawid zêdetir hez dikir û ew leşkerekî pir serkeftî bû, Saûl çavnebariya wî dikir. Bi ser de, Saûl dizanibû ku seba bêîtaetiya wî, Yehowa ew red kiribû û gotibû ku Dawid wê li şûna wî bibe padîşahê Îsraêlê (1. Samûyêl 23:16, 17 bixwîne). Dîsa jî, ordiyeke mezin û gelek kesên din piştgiriya Saûl dikir, loma Dawid mecbûr mabû ku bireve. Gelo Saûl bi rastî bawer bû ku ew dikare ji qerara Xwedê re bibe asteng? (Îşaya 55:11). Kitêba Pîroz cewaba vê pirsê nade, lê xuya ye ku Saûl serê xwe dixist belayê, çimkî yên ku li dijî Xwedê radibin tu caran bi ser nakevin!

3. Li gel tengasiyên xwe, Dawid çi got?

3 Dawid mirovekî dilnizm bû. Wî xwe bi xwe xîret nekiribû ku bibe padîşahê Îsraêlê, lê wî ev mesûliyet ji Yehowa stand (1. Samûyêl 16:1, 12, 13). Seba nefreta Saûl, Dawid ket talûkeyeke mezin, lê ew nedifikirî ku ev yek sûcê Yehowa ye, û wî şîkayet nedikir ji ber ku xwarina wî kêm bû û ji ber ku ew mecbûr mabû ku xwe li şikeftekê veşêre. Bi ser de, dibe ku wî ev gotin li vê şikeftê nivîsî: “Kesên ku li Yehowa digerin kêmasiya tu qenciyê nabînin” (Zebûr 34:10, NWT).

4. Emê cewabên kîjan pirsan bistînin, û ev pirs çima muhîm in?

4 Îro, li gelek xizmetkarên Yehowa zor tê ku debara xwe bikin û nanê rojê bi dest bixin. Li dema pandemiyê, ev yek hê jî zortir bûye. Wekî din, her ku em nêzîktirî “tengahiya mezin” dibin, em dizanin ku her tişt wê hê jî zortir bibe (Metta 24:21). Loma, wê baş be ku em bala xwe bidin van çar pirsan: Dawid çawa “kêmasiya tu qenciyê” nedidît? Çima muhîm e ku em bi tiştên ku di destê me de hene, razî bin? Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê me xwedî bike? Û em çawa dikarin xwe ji bo pêşerojê hazir bikin?

“ÇÊNABE KÊMAHIYA MIN”

5-6. Li gor Zebûr 23:1-6, xizmetkarên Yehowa çawa “kêmasiya tu qenciyê nabînin”?

5 Gelo xizmetkarên Yehowa çawa “kêmasiya tu qenciyê nabînin”? Ji bo ku em van gotinan baştir fehm bikin, ka em binêrin ku Dawid li Zebûr 23 çi gotibû (Zebûr 23:1-6 bixwîne). Li destpêka vê zebûrê, Dawid wisa gotibû: “Xudan şivanê min e, çênabe kêmahiya min.” Li ayetên din ên Zebûr 23, Dawid behsa bereketên ruhî kir, ên ku wî distandin ji ber ku wî Yehowa wek şivanê xwe qebûl dikir. Yehowa ew “di riyên rast de” dida meşîn û li demên baş û li demên xerab piştgiriya wî dikir. Dawid fehm dikir ku jiyana li “mêrgên şîn” ên Yehowa nayê maneya jiyaneke bêderd. Wî dizanibû ku carinan, ewê dilteng bibe, qey ew “di newala mirinê ya tarî re derbas” dibe, û dijminên wî wê hebin. Lê ji ber ku Yehowa şivanê wî bû, wî “ji xerabiyê” neditirsî.

6 Gelo Dawid çawa “kêmasiya tu qenciyê” nedidît? Ji aliyê ruhî ve, tu kêmasiya wî tune bû. Dilxweşiya wî bi mal û milk ve girêdayî nebû. Dawid bi tiştên ku Yehowa dida wî, razî bû. Ji bo wî, tiştê herî muhîm ev bû ku Yehowa ew bibereket dikir û diparast.

7. Li gor Lûqa 21:20-24, hin şagirtên Îsa Mesîh rastî çi tengasiyê hatin?

7 Em helbet dikarin ji mal û milkê xwe kêfê bistînin, lê wek gotinên Dawid nîşan didin, gerek em di jiyana xwe de tiştên madî wek tiştên herî muhîm nebînin. Di vî warî de, şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li sedsala yekê li Cihûstanê dijiyan, ji me re emsal in (Lûqa 21:20-24 bixwîne). Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku rojekê, “hawirdora Orşelîmê [wê] bi leşkeran bê girtin”. Hingê wê lazim bûya ku ew “birevin çiyan”. Belê, ewê li dema xerakirina Orşelîmê sax bimana, lê wê lazim bûya ku wanê fedakariyeke mezin bikira. Meqaleyeke Birca Çavdêriyê wisa gotibû: “Wan xanî û zeviyên xwe hiştin, û wan nikaribû eşyayên xwe bi xwe re bibin jî. Ji ber ku ew bawer bûn ku Yehowa wê wan biparêze û piştgiriya wan bike, wan ji her tiştî zêdetir bala xwe dida îbadeta wî.”

8. Em dikarin ji serpêhatiya şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li sedsala yekê li Cihûstanê dijiyan, çi dersê bistînin?

8 Gelo em dikarin ji van şagirtên Îsa Mesîh çi dersê bistînin? Eynî Birca Çavdêriyê wisa gotibû: “Li pêşerojê, dibe ku nêrîna me ya li ser mal û milk bê ceribandin. Gelo ji bo me tiştê herî muhîm çi ye? Tiştên madî yan ev yek ku Yehowa wê me xelas bike? Rojekê, emê belkî rastî tengasiyan bên û mecbûr bimînin ku hin fedakariyan bikin. Wek xwişk û birayên me, yên ku ji Cihûstanê reviyan, gerek em jî hazir bin ku çi lazim be, bikin.”

9. Şîreta ku Pawlosê şandî dabû Îbraniyan çawa cesaretê dide me?

9 Ka bîne ber çavê xwe ku ji bo şagirtên Îsa Mesîh çi qas zor bû ku hemû tiştên xwe bihêlin û li cihekî din ji nû ve dest pê bikin. Lazim bû ku ew baweriya xwe bi Yehowa bînin ku ew hewcedariyên wan tedarek bike. Pênc sal berî ku ordiya Romayê dora bajarê Orşelîmê girt, Pawlosê şandî ev şîreta bifeyde dabû xwişk û birayên Îbranî: “Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: ‘Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim.’ Wisa ku em bi ewlehî bêjin: ‘Xudan alîkarê min e, ez natirsim. Mirov wê çi bi min bike?’” (Îbranî 13:5, 6). Bê şik, li xwişk û birayên ku berî hicûma ordiya Romayê guh dabû vê şîreta Pawlos hêsantir dihat ku bi şertên xwe yên nû razî bin. Wan dizanibû ku Yehowa wê hewcedariyên wan ên esasî tedarek bike. Gotinên Pawlos baweriya me jî xurttir dike ku Yehowa dikare hewcedariyên me tedarek bike.

“EGER XWARIN Û WERGIRTINA ME HEBE, EM BI WAN RAZÎ BIN”

10. Pawlosê şandî çi şîret dabû?

10 Pawlos wisa gotibû: “Eger xwarin û wergirtina me hebe, em bi wan razî bin” (1. Tîmotêyos 6:8). Gelo ev şîret tê maneya ku gerek em ji xwarineke tamxweş, ji maleke bedew yan ji kincên nû kêfê nestînin? Na. Pawlos gotibû ku çi di destê me de hebe, gerek em bi van tiştan razî bin (Filîpî 4:12). Bi van gotinan, Pawlosê şandî zelal kir ku tiştê herî muhîm ne ev e ku mal û milkê me pir be, lê ev e ku em nêzîkî Yehowa bin (Habaqûq 3:17, 18).

Li 40 salên ku Îsraêlî li çolê digeriyan, tu kêmasiya wan tune bû. Gelo em jî bi tiştên ku di destê me de hene razî ne? (Li paragrafa 11an binêre) *

11. Em dikarin ji gotinên Mûsa çi dersê bistînin?

11 Gelo hewcedariyên me bi rastî çi ne? Di vî warî de, nêrîna Yehowa belkî ji nêrîna me cuda ye. Piştî ku Îsraêlî 40 sal li çolê mabûn, Mûsa pêxember ji wan re wisa got: “Xwedayê te XUDAN te di her karê destê te de pîroz kir; dizanîbû ku tu di vê çola mezin de dimeşe; çel sal e Xwedayê te XUDAN bi te re bû; tu motajî tu tiştekî nebû” (5. Mûsa 2:7). Yehowa 40 sal manna dabû Îsraêliyan. Kincên wan – belê, kincên ku li ser wan bûn gava ew ji Misrê derketibûn – kevn nedibûn (5. Mûsa 8:3, 4). Hin kes belkî difikirîn ku tu tiştê wan tune bû, lê Mûsa ji wan re got ku çi lazim bû di destê wan de hebû. Yehowa dixwaze ku em ji bo hewcedariyên jiyanê, yên ku ew tedarek dike, şikurdar bin û wan wek bereketeke ji wî bibînin.

BAWER BE KU YEHOWA WÊ TE XWEDÎ BIKE

12. Em ji ku dizanin ku Dawid îtibara xwe ne bi xwe, lê bi Yehowa dianî?

12 Dawid dizanibû ku Yehowa dilsoz e û kesên ku ji wî hez dikin, xwedî dike. Gava wî Zebûra 34an dinivîsî, jiyana wî di talûkeyê de bû, lê dîsa jî, wî got: “Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan, û xelas dike wan” (Zebûr 34:7). Dawid qey melekê Yehowa dişiband leşkerekî ku li erazî li hemberî dijminan hişyar disekine. Dawid bi xwe jî şervanekî mêrxas bû, û Yehowa soz dabû wî ku ewê bibe padîşah, lê dîsa jî, Dawid xwe nedispart tecrûbe û hunerên xwe, da ku dijminan bin dest bike (1. Samûyêl 16:13; 24:12). Dawid xwe dispart Xwedê, û ew bawer bû ku melek wê kesên ku ji Yehowa ditirsin, xelas bike. Yehowa helbet soz nedaye ku ewê me îro bi awayekî mucîzewî bifilitîne, lê em dizanin ku eger em îtibara xwe bi Yehowa bînin, tu zerara daîmî wê neyê serê me.

Li dema tengahiya mezin, ordiyên “Gogê ji Magogê” wê belkî hicûmî mala me bikin. Lê belê, em dikarin bawer bin ku Îsa Mesîh û melekên wî her tiştî dibînin, û ewê me biparêzin (Li paragrafa 13an binêre)

13. Li dema hicûma “Gogê ji Magogê”, emê çima bêstar xuya bikin, lê em dikarin ji çi emîn bin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

13 Di demeke nêzîk de, baweriya me wê bê ceribandin. Wexta ku “Gogê ji Magogê” – yanî koalîsyoneke miletan – wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike, emê belkî bitirsin ku ewê me bikujin. Wê demê, gerek em emîn bin ku Yehowa wê me xelas bike. Di ber çavê miletan de, emê wek miyên bêstar xuya bikin (Hêzekîêl 38:10-12). Ji ber ku em bê çek û bê sîleh in, milet wê bifikirin ku ewê bi hêsanî bikaribin me ji holê rakin. Bi çavê baweriyê, emê bibînin ku ordiya melekan dora me dipêçe, lê miletên dinyayê wê nikaribin vêya bibînin, çimkî ew ji aliyê ruhî ve kor in. Gava ordiya ezmanî wê bê hawara me, dijminên Xwedê wê şaşmayî bimînin! (Peyxam 19:11, 14, 15).

XWE JI BO PÊŞEROJÊ HAZIR BIKE

14. Em çawa dikarin xwe ji bo pêşerojê hazir bikin?

14 Gelo em çawa dikarin xwe ji niha ve ji bo pêşerojê hazir bikin? A yekê, gerek nêrîna me ya li ser mal û milk rast be. Divê em ji bîr nekin ku rojekê, emê belkî her tiştê xwe winda bikin. Gerek em bi tiştên ku di destê me de hene razî bin û herî zêde bi dostaniya xwe ya bi Yehowa re şa bin. Her ku em Xwedê baştir nas bikin, baweriya me wê xurttir bibe ku li dema hicûma “Gogê ji Magogê”, Yehowa wê me biparêze.

15. Dawid çima bawer bû ku Yehowa wê wî tu caran tenê nehêle?

15 Wekî din, gelo çi alî Dawid dikir û dikare alî me jî bike ku em xwe ji bo tengasiyan hazir bikin? Dawid wisa gotibû: “Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan. Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan!” (Zebûr 34:8). Gotinên vê ayetê sebeba baweriya Dawid zelal dikin. Li demên berê jî, wî xwe gelek caran spartibû Yehowa, û Yehowa ew tu caran tenê nehiştibû. Wexta ku Dawid hê xort bû, ew li hemberî Golyatê Filîstî derketibû û ji vî şervanê dêw re wisa gotibû: “Îro wê Xudan te bide destê min” (1. Samûyêl 17:46, Mizgînî). Paşê, gava Dawid li ber destê Saûl Padîşah xizmet dikir, Saûl çend caran dixwest ew bikuşta, lê Yehowa bi Dawid re bû (1. Samûyêl 18:12). Ji ber ku Dawid di ciwantiya xwe de destê Yehowa dîtibû, ew bawer bû ku Yehowa wê dîsa alî wî bike.

16. Em çawa dikarin qenciya Yehowa ‘tam bikin’?

16 Her ku em di jiyana xwe de li rêberiya Yehowa bigerin, emê emîntir bibin ku problem her çi be jî, Yehowa dikare me xelas bike. Di jiyana me de gelek fersend hene ku em nîşan bidin ku em xwe dispêrin Yehowa. Mesela, bawerî û daxwazeke xurt lazim e ku em herin ba patronê xwe û ji wî bixwazin ku ew ji bo civîneke mezin îznê bide me yan ku ew roj û saetên îşê me eyar bike, da ku em karibin herin hemû civînan yan jî zêdetir xizmet bikin. Lê eger patron daxwaza me qebûl neke û me ji îş derxe? Gelo em bawer in ku Yehowa wê me tu caran tenê nehêle û wê hewcedariyên me tedarek bike? (Îbranî 13:5). Serpêhatiyên gelek xwişk û birayên ku di xizmeta tamrojî de ne nîşan didin ku Yehowa hazir e ku bê hawara xizmetkarên xwe. Belê, Yehowa dilsoz e.

17. Ayeta ji bo sala 2022yan çi ye, û ev ayet çima minasib e?

17 Madem ku Yehowa Xwedê bi me re ye, ne lazim e ku em ji pêşerojê bitirsin. Heta ku em herî zêde li menfaetên Padîşahiyê bigerin, ewê me terk neke. Pir muhîm e ku gerek em xwe ji niha ve ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bikin û bawer bin ku Yehowa wê me tu caran tenê nehêle. Ji ber vê yekê, Koma Rêberiyê Zebûr 34:10 (NWT) wek ayeta salê ya ji bo sala 2022yan hilbijartiye: “Kesên ku li Yehowa digerin kêmasiya tu qenciyê nabînin.”

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

^ Ayeta ji bo sala 2022yan ji Zebûr 34:10 (NWT) hatiye standin: “Kesên ku li Yehowa digerin kêmasiya tu qenciyê nabînin.” Madem ku gelek xizmetkarên Yehowa tengasiya madî dikişînin, Kitêba Pîroz çima dibêje ku ew “kêmasiya tu qenciyê nabînin”? Fehmkirina vê ayetê çawa dikare alî me bike ku em xwe ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bikin?

^ RESIM: Wexta ku Dawid ji Saûl Padîşah direviya û xwe li şikeftekê vedişart, ew dîsa jî ji bo tiştên ku Yehowa tedarek dikirin, şikurdar bû.

^ RESIM: Piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, Yehowa ew bi mannayê têr dikirin, û kincên wan kevn nedibûn.