Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

Wexta Xwe bi Hîkmet bi Kar Bîne

Wexta Xwe bi Hîkmet bi Kar Bîne

“Bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin. Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin” (EFESÎ 5:15, 16).

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye

PÊŞGOTIN *

1. Gelo em çawa dikarin bi Yehowa re wext derbas bikin?

 HER KES hez dike ku bi meriv û hevalên xwe re wext derbas bike. Mesela, jin û mêrên bextewar hez dikin ku bi hev re wext derbas bikin. Ciwan ji hevaltiya bi hevalên xwe re kêfê distînin. Û em gişt hez dikin ku bi xwişk û birayan re li hev top bibin. Ji her tiştî zêdetir, em hez dikin ku bi Xwedayê xwe re wext derbas bikin. Ji ber vê yekê, em ji wî re dua dikin, Peyva wî dixwînin û li ser mexsed û sifetên wî kûr difikirin. Belê, wexta ku em bi Yehowa re derbas dikin pir biqîmet e! (Zebûr 139:17).

2. Em rastî çi çetinahiyê tên?

2 Em her çi qas hez dikin ku bi Yehowa re wext derbas bikin jî, ev yek carinan ne hêsan e. Her roj hezar şixulên me hene û carinan zor e ku em ji bo tiştên ruhî wext veqetînin. Mesûliyetên li malbatê, îş û gelek karên din ev qas wexta me dixwin ku em belkî difikirin ku wexta me ji bo dua, lêkolîn û fikirîna kûr namîne.

3. Çi dikare wexta me bixwe?

3 Wekî din, hin tiştên din jî dikarin wexta me bixwin. Eger em hay ji xwe nebin, emê karibin bi tiştên ku belkî ne xerab in, bi zêdeyî mijûl bibin. Di netîceyê de, wexta me wê nemîne ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin. Em helbet carinan hewceyî îstirhetê ne, lê eger em dîqat nekin, hin mijûliyên ku bi eslê xwe ne xerab in jî dikarin wexta ku gerek em ji bo fealiyetên ruhî xerc bikin, bidizin. Gerek em ji bîr nekin ku îstirhet, kêf û şahî ne tiştên herî muhîm in (Methelokên Silêman 25:27; 1. Tîmotêyos 4:8).

4. Li vê meqaleyê, emê li çi binêrin?

4 Li vê meqaleyê, emê binêrin ka çima lazim e ku em îşên muhîm di jiyana xwe de bixin cihê pêşîn. Wekî din, emê bala xwe bidinê ku em çawa dikarin wexta xwe bi Yehowa re derbas bikin û em çawa dikarin ji vê yekê feydeyê bistînin.

QERARÊN BIHÎKMET BIDE Û TIŞTÊN MUHÎM BIXE CIHÊ PÊŞÎN

5. Şîreta li Efesî 5:15-17 çawa dikare alî ciwanan bike ku ew riya herî baş hilbijêrin?

5 Riya herî baş hilbijêre. Hemû ciwan dixwazin jiyaneke baş bajon. Ji aliyekî ve, mamoste û merivên wan ên nebawermend belkî zorê li wan didin ku ew xwendina mezin bistînin ji bo ku ew karibin ji xwe re îşekî baş bibînin û gelek pere qazanc bikin. Lê belê, ji bo perwerdeyeke wisa pir wext lazim e. Ji aliyê din ve, dê û bav yan xwişk û birayên li civatê belkî ciwanan teşwîq dikin ku ew jiyana xwe di xizmeta Yehowa de derbas bikin. Gelo çi dikare alî ciwanên ku ji Yehowa hez dikin bike ku ew qerarên herî baş bidin? Wê baş be ku ew Efesî 5:15-17 bixwînin û li ser kûr bifikirin (bixwîne). Piştî xwendinê, wê baş be ku ew ji xwe bipirsin: “‘Daxwaza Xudan’ çi ye? Çi qerar wê li dilê Yehowa xweş bên û fersendê bidin min ku ez wexta xwe bi hîkmet bi kar bînim?” Ji bîr neke ku “roj xerab in” û dinyaya Îblîs wê di demeke nêzîk de tune bibe. Loma, wê baş be ku em jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa bajon.

6. Meryemê çi qerar da, û qerara wê çima bihîkmet bû?

6 Tiştên muhîm bixe cihê pêşîn. Carinan, ji bo ku em karibin wexta xwe bi hîkmet bi kar bînin, lazim e ku em di nav du tiştan de – ku her du jî ne xerab in – tenê yekî hilbijêrin. Bîne bîra xwe ku gava Îsa Mesîh çû mala Meryem û Mertayê, çi qewimî. Merta pir şa bû ku Îsa hat mala wan, loma ew çû ku xwarineke xweş hazir bike. Lê belê, xwişka wê Meryem li kêleka Îsa rûnişt û guh dida gotinên wî. Helbet, niyeta Mertayê ne xerab bû, lê belê Meryemê “para qenc ji xwe re bijartiye” (Lûqa 10:38-42). Piştî wextekê, Meryemê belkî ji bîr kir ku wê rojê, wan çi xwar, lê em dikarin bawer bin ku wê gotinên Îsa ji bîr nekirin. Çawa ku Meryemê qîmet dida wexta ku wê bi Îsa Mesîh re derbas kir, em jî qîmetê didin wexta ku em bi Yehowa re derbas dikin. Gelo em çawa dikarin vê wextê bi awayekî baş derbas bikin?

WEXTA XWE BI YEHOWA RE BI HÎKMET BI KAR BÎNE

7. Çima gelekî muhîm e ku em dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr bifikirin?

7 Dua, lêkolîn û fikirîna kûr pareke îbadeta me ne. Gava em dua dikin, em bi vî awayî bi Bavê xweyî dilovan re xeber didin (Zebûr 5:7). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em ji Xwedê hîn dibin, ê ku Kaniya hîkmetê ye (Methelokên Silêman 2:1-5). Gava em li ser tiştên ku em di heqê Yehowa de hîn dibin, kûr difikirin, em armanc û sifetên wî dibînin, û em fehm dikin ku di armanca wî de rola me çi ye. Eger em wexta xwe bi vî awayî bi kar bînin, emê tu caran poşman nebin! Lê eger wexta me hindik e, gelo em çawa dikarin vê wextê bi hîkmet bi kar bînin?

Ji bo lêkolîna şexsî, gelo tu dikarî ji xwe re cihekî sakîn bibînî? (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8. Ev yek ku Îsa Mesîh di çolê de çawa wexta xwe derbas dikir, çi rêyî me dide?

8 Eger mumkin be, ji xwe re cihekî sakîn bibîne. Ka bala xwe bide emsala Îsa Mesîh. Berî ku wî dest bi xizmeta xwe kir, ew 40 roj li çolê ma (Lûqa 4:1, 2). Li wî cihê sakîn, fersenda wî hebû ku ji Yehowa re dua bike û li ser wezîfeya xwe kûr bifikire. Vê yekê Îsa Mesîh bê şik ji bo tengasiyên ku ewê rastî wan bihata, hazir dikir. Gelo tu dikarî ji vê emsala Îsa Mesîh çi dersan bigirî? Eger malbata te mezin e, carinan ne hêsan e ku tu li malê ji xwe re cihekî sakîn bibînî. Belkî tu dikarî li derveyî malê cihekî sakîn bibînî. Li Fransayê, xwişka me Julie tevî mêrê xwe li maleke biçûk dijî, û li wê zor tê ku bi tena serê xwe bimîne û dîqata xwe top bike. Julie wisa dibêje: “Loma ez her roj diçim parkê. Li wir ez dikarim bi tena serê xwe bimînim, kûr bifikirim û bi rihetî bi Yehowa re xeber bidim.”

9. Îsa Mesîh her çi qas mirovekî mijûl bû jî, wî çawa nîşan dida ku ew ji Yehowa hez dike?

9 Îsa Mesîh mirovekî pir mijûl bû. Gelek mirov li pey wî diçûn, û wan dixwest ku ew bi wan eleqedar bibe. Carekê, “hemû gelên bajêr li ber derî civiya bûn” ku wî bibînin. Dîsa jî Îsa wext veqetand ku ji Yehowa re dua bike. Serê sibehê, ew “çû cîhekî tenha” ji bo ku bi tena serê xwe bimîne û bi Bavê xwe re wext derbas bike (Marqos 1:32-35, KP).

10-11. Li gor Metta 26:40, 41, Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re çi got, û paşê çi qewimî?

10 Li şeva berî mirina xwe, gava xizmeta wî ya li dinyayê êdî xelas dibû, Îsa dîsa jî li cihekî sakîn digeriya ku dua bike û kûr bifikire. Ji bo vê, ew çû baxçeyê Gêtşemaniyê (Metta 26:36). Hingê, Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re di heqê duakirinê de tiştekî muhîm got.

11 Ka bala xwe bidê ku çi qewimî. Gava ew gihîştin baxçeyê Gêtşemaniyê, êdî şev nîvê şevê bû. Îsa ji şandiyên xwe re got ku bila ew “hişyar bimînin”, û paşê ew çû ku dua bike (Metta 26:37-39). Lê gava Îsa çû ku dua bike, şandiyên wî bi xew ve çûn. Gava Îsa dît ku ew di xewê de man, wî dîsa ji wan re got ku gerek ew “hişyar bimînin û dua bikin” (Metta 26:40, 41 bixwîne). Îsa halê wan rind fehm dikir û didît ku ew seba stresê pir westiyayî bûn. Wî dizanibû ku “beden lewaz e”. Îsa Mesîh dîsa du caran çû ku dua bike, lê gava ew vedigeriya, şandiyên wî li şûna ku dua bikin, razayî bûn (Metta 26:42-45).

Gelo tu dikarî li wexteke ku tu bi zêdeyî westiyayî nînî, dua bikî? (Li paragrafa 12an binêre)

12. Eger em di stresê de ne yan jî westiyayî ne û nikarin dua bikin, gerek em çi bikin?

12 Wexta rast hilbijêre. Car caran, gava em stresê dikişînin yan jî pir westiyayî ne, belkî li me zor tê ku em dua bikin. Ev problem ba gelek kesan heye. Îcar em dikarin çi bikin? Hin kesên ku her tim li dawiya rojê ji Yehowa re dua dikir paşê têderxist ku wê baştir be ku ew li wexteke ku ew ne ew qas westiyayî ne, dua bikin. Hin kes rûdinin yan diçin ser çokan ku dua bikin. Lê carinan, dibe ku em bifikirin ku seba xemên xwe, em nikarin dua bikin. Wê baş be ku em vê yekê ji Yehowa re bibêjin, çimkî Bavê meyî dilovan wê me fehm bike (Zebûr 139:4).

Li dema civînan, ma tu bi rastî mecbûr î ku cewabê bidî mesajan? (Li paragrafên 13 û 14an binêre)

13. Gava em dua dikin, lêkolîn dikin yan li civînê ne, cîhazên elektronîk çawa dikarin ji me re bibin asteng?

13 Li dema lêkolînê, bi tiştên din mijûl nebe. Ji xeynî duakirinê, hin tiştên din jî dikarin dostaniya me ya bi Yehowa re xurttir bikin, mesela lêkolîna Kitêba Pîroz û civînên me. Gelo tu dikarî çi bikî ku wexta xwe li dema lêkolînê û civînan bi hîkmet bi kar bînî? Ji xwe wisa bipirse: “Sebeba ku ez rind bala xwe nadim bernameya civînan yan lêkolîna şexsî bi gelemperî çi ye?” Gelo problem ev e ku kesek li dema civînê yan li dema lêkolînê ji te re telefon dike yan mesajan dişîne? Îro, di destê her kesî de cîhazên elektronîk hene, û feydeyên van cîhazan helbet pir in. Lê belê, li gor hin lêkolîneran, gava telefona kesekî li ber wî ye, ew nikare rind bala xwe bide tiştekî din. Profesorekî psîkolojiyê wisa dibêje: “Bala te li ser îşê te nîne. Hişê te li cihekî din e.” Li civînên mezin, pêşiya ku bername dest pê bike, îlanek heye ku gerek em cîhazên xwe yên elektronîk bêdeng bikin ji bo ku kesên din aciz nebin. Gava ku em bi tena serê xwe ne, gelo em dikarin eynî tiştî bikin, da ku cîhazên me me aciz nekin û wexta ku em bi Yehowa re derbas dikin nebirin?

14. Li gor Filîpî 4:6, 7, Yehowa wê çawa alî me bike ku em rind bala xwe bidin tiştên ruhî?

14 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku konsantrasyona te zêde be. Eger tu têderxî ku li dema lêkolînê yan civînê, hişê te diçe ser tiştên din, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Gava tu seba tiştekî xemgîn î yan jî xeman dixwî, belkî li te zor tê ku tu rind bala xwe bidî mijarên ruhî. Dîsa jî, pir muhîm e ku tu vêya bikî. Dua bike ku aştiya Xwedê ne tenê dilê te, lê hişê te jî biparêze (Filîpî 4:6, 7 bixwîne).

WEXTA KU EM BI YEHOWA RE DERBAS DIKIN, BIFEYDE YE

15. Çima muhîm e ku em bi Yehowa re wext derbas bikin?

15 Eger tu wext veqetînî ku bi Yehowa re xeber bidî, guh bidî wî û di heqê wî de bifikirî, ev yek wê li ser te pir baş tesîr bike. Gelo çawa? A yekê, tuyê qerarên baştir bidî. Li gor Kitêba Pîroz, “kesekî ku bi aqilmendan re rêve diçe, dibe aqilmend” (Methelokên Silêman 13:20, NWT). Belê, tuyê çi qas zêdetir bi Yehowa re wext derbas bikî, yê ku Kaniya hîkmetê ye, tuyê ew qas zêdetir bihîkmet bibî. Bi ser de, tuyê fehm bikî ku kîjan qerar li wî xweş tên û kîjan na.

16. Ev yek ku em wexta xwe bi Yehowa re derbas dikin çawa alî me dike ku em bibin mamosteyên baştir?

16 A diduyan, emê bibin mamosteyên baştir. Gava em bi kesekî re kursa Kitêba Pîroz derbas dikin, yek ji hedefên me yên sereke ew e ku alî xwendekarê xwe bikin ku ew nêzîkî Yehowa bibe. Her ku emê ji Bavê xweyî ezmanî re dua bikin û Peyva wî lêkolîn bikin, emê ji wî zêdetir hez bikin. Wekî din, emê hê baştir xwendekarên xwe hîn bikin ku ew jî ji Yehowa hez bikin. Îsa Mesîh jî wisa dikir. Wî bi gotinên germ û şîrîn behsa Bavê xwe dikir, û vê yekê alî şagirtên wî dikir ku ew jî ji Yehowa hez bikin (Yûhenna 17:25, 26).

17. Dua û lêkolîn çawa baweriya me xurttir dikin?

17 A sisêyan, baweriya me wê xurttir bibe. Gava em ji Xwedê rêberî, teselî û destekê dixwazin û ew cewaba van duayên me dide, baweriya me xurttir dibe (1. Yûhenna 5:15). Wekî din, lêkolîna şexsî jî dikare baweriya me xurttir bike. Wek Kitêba Pîroz dibêje, “bawerî ji bihîstinê tê” (Romayî 10:17). Lê belê, ji bo baweriyeke xurt, ne bes e ku em tenê zanîna xwe zêde bikin. Ji xeynî vê, lazim e ku em çi bikin?

18. Çima muhîm e ku em kûr bifikirin? Mîsalekê bide.

18 Gerek em li ser tiştên ku em hîn dibin kûr bifikirin. Serpêhatiya nivîskarê Zebûra 77an bîne ber çavê xwe. Ew xemgîn bû, çimkî ew difikirî ku Yehowa ji wî û ji Îsraêliyên din razî nîne. Loma, xew nediket çavê wî (ayetên 2 heta 8an). Gelo wî çi kir? Wî ji Yehowa re got: “Ez kûr li ser her karên te difikirim” (ayeta 12an). Zebûrbêj helbet rind dizanibû ku Yehowa di oxira xizmetkarên xwe de çi kiribû, lê wî dîsa jî meraq dikir: “Gelo Xwedê, ji bîr kir berketinê? Ciyê dilovaniyê, stand hêrsê?” (ayeta 9an). Zebûrbêj li ser kirinên Yehowa kûr difikirî, û wî dianî bîra xwe ku Xwedê çawa rehm û dilovanî li xizmetkarên xwe kiribû (ayeta 11an). Di netîceyê de, ew bawer bû ku Yehowa wê xizmetkarên xwe terk neke (ayeta 15an). Eger tu jî bînî ber çavê xwe ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe û ji bo te çi kiriye, baweriya te jî wê xurttir bibe.

19. Eger em bi Yehowa re wext derbas bikin, emê çi feydeyên din bistînin?

19 A çaran û ya herî muhîm, emê ji Yehowa hê jî zêdetir hez bikin. Ji her tiştî zêdetir, hezkirin wê daxwaza me zêde bike ku em guh bidin Yehowa, fedakariyê bikin, da ku em dilê wî xweş bikin, û li hemberî tengasiyan sebir bikin (Metta 22:37-39; 1. Korîntî 13:4, 7; 1. Yûhenna 5:3). Belê, ji dostaniya bi Yehowa re biqîmettir tu tişt tune! (Zebûr 63:1-8).

20. Tuyê çawa ji bo dua, lêkolîn û fikirîna kûr wext veqetînî?

20 Ji bîr neke ku dua, lêkolîn û fikirîna kûr parên îbadeta me ne. Mîna Îsa Mesîh, ji xwe re cihekî sakîn bibîne, da ku tu bi Yehowa re wext derbas bikî. Xwe ji tiştên ku dikarin dîqata te belav bikin, dûr bigire. Gava tu bi fealiyetên rûhî mijûl dibî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze, da ku tu karibî bala xwe bidî mijarê. Eger tu wexta xwe bi awayekî baş bi kar bînî, Yehowa wê li dinyaya nû jiyana bêdawî bide te (Marqos 4:24).

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

^ Yehowa dostê meyî herî baş e. Em pir qîmetê didin dostaniya wî, û em dixwazin hê nêzîktirî wî bibin. Ji bo ku mirov kesekî rind nas bike, helbet wext lazim e. Dostaniya me ya bi Yehowa re jî wisa ye. Lê madem ku em ew qas mijûl in, gelo em çawa dikarin wext veqetînin ku nêzîktirî Yehowa bibin, û wê çima baş be ku em vêya bikin?