Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

Di Dema Tengasiyê de Yehowa wê Alî Te Bike

Di Dema Tengasiyê de Yehowa wê Alî Te Bike

“[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike” (1. PETRÛS 5:10).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku di dema tengasiyê de, em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin.

1-2. Xizmetkarên Yehowa yên dilsoz rastî kîjan tengasiyan tên?

 REWŞÊN xerab dikarin jiyana me ji nişka ve tevlihev bikin. Mesela, halê birayekî dilsoz ê bi navê Luis a wisa bû. Rojekê, doktor ji wî re got ku ew kanser bûye û tenê çend meh emrê wî maye. Xwişkeke bi navê Monika jî rastî tengasiyeke giran hat. Wê bi zilamê xwe re bi xîret ji Yehowa re xizmet dikir. Lê rojekê, wê bihîst ku zilamê wê, yê ku rîspiyê civatê bû, bi çend salan bi dizî guneh dikir. Xwişkeke din a bi navê Olivia jî mecbûr ma ku ji ber firtoneyekê ji mala xwe bireve. Gava ew vegeriya, wê dît ku firtoneyê mala wê wêran kiribû. Belê, jiyana van xwişk û birayan ji nişka ve hat guhertin. Gelo tiştekî wisa qet hatiye serê te? Gelo jiyana te jî ji ber rewşeke wisa hatiye guhertin?

2 Wek her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiyan tên û nexweş dikevin. Bi ser de, Şahidên Yehowa ji destê kesên ku ji wan hez nakin zilm û zordariyê dibînin. Yehowa helbet her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê wî soz daye ku ewê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin dilxweş bimînin, qerarên baş bidin û li hemberî zehmetiyan jî ji wî re dilsoz bimînin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku di rojên reş û tarî de Yehowa bi çar rêyan çawa alî me dike. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin.

YEHOWA WÊ TE BIPARÊZE

3. Gava tiştekî xerab tê serê me, carinan çi ji me re zor tê?

3 Zehmetî: Wexta ku tiştekî xerab tê serê kesekî, dibe ku dilê wî pir biêşe û hişê wî her tim li ser kul û derdê xwe be. Dibe ku ew xwe bêçare û perîşan hîs bike û nizanibe ku çi bike. Olivia dibêje: “Piştî ku firtoneyê mala min wêran kir, ez gelek dilteng bûm.” Monika li ser îxaneta zilamê xwe wisa dibêje: “Ez ne tenê xeyalşikestî bûm. Birîna dilê min gelekî dişewitî. Min nizanibû ku çawa dîsa rabim ser piyan. Min qet texmîn nekiribû ku tiştekî wisa dikare were serê min.” Di rewşên wisa de, Yehowa çawa alî me dike?

4. Li gor Filîpî 4:6, 7, Yehowa çawa alî me dike?

4 Yehowa çawa alî me dike? Li gor Kitêba Pîroz, emê “aştiya Xwedê” bistînin (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Maneya vê ev e ku hizûr wê bikeve dilê me ji ber ku em dostên Yehowa ne. “Aştiya Xwedê … di ser her têgihîştinê re ye” û ji her tiştê ku em dikarin xeyal bikin xweştir e. Belê, hizûra ku dikeve dilê me piştî ku em ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê” ye.

5. “Aştiya Xwedê” çawa hiş û dilê me diparêze?

5 Wekî din, ayet dibêje ku “aştiya Xwedê” wê “dilê we û hişê we … biparêze”. Peyva Yûnanî, ya ku wek “biparêze” hatiye tercûmekirin bi eslê xwe ji bo eskerên ku bajarek diparast, dihat bikaranîn. Kesên ku di bajarekî wisa de dijiyan xwe di emniyetê de hîs dikir, û ew rihet radiketin, çimkî wan dizanibû ku dergehên bajêr rind tên parastin. Mîna vê, gava “aştiya Xwedê” hiş û dilê me diparêze, em xwe di hizûr û emniyetê de hîs dikin. (Zebûr 4:8). Wek di halê Hannayê de, eger rewşa me zû neyê guhertin jî, em dikarin dilrihet bin (1. Samûyêl 1:16-18). Û gava em dilrihet dibin, li me hêsantir tê ku em pêşiya xwe bibînin û qerarên baş bidin.

Dua bike heta ku tu hîs bikî ku “aştiya Xwedê” hiş û dilê te diparêze (Li paragrafên 4 heta 6an binêre)


6. Em çawa dikarin “aştiya Xwedê” bistînin? (Li resim jî binêre.)

6 Gerek em çi bikin? Gava derdên me hene, gerek em dua bikin heta ku “aştiya Xwedê” bikeve dilê me (Lûqa 11:9; 1. Selanîkî 5:17). Wexta ku Luis bihîst ku tenê çend meh emrê wî maye, gelo wî û xanima wî Ana çi kir? Luis got: “Di halekî wisa de, gelek zor e ku mirov li ser siheta xwe û li ser tiştên din qeraran bide. Tenê bi destê duayê mumkin bû ku em sakîn û dilrihet bimînin.” Luis û xanima wî got ku wan her tim ji dil dua dikir ku Yehowa hizûr, dilrihetî û hîkmetê bide wan. Di netîceyê de, wan destê Yehowa bi çavê xwe dît. Belê, gava em rastî tengasiyan tên, gerek em dev ji duakirinê bernedin, da ku “aştiya Xwedê” hiş û dilê me biparêze (Romayî 12:12).

YEHOWA WÊ TE XURT BIKE

7. Gava em zehmetiyê dikişînin, dibe ku em xwe çawa hîs bikin?

7 Zehmetî: Gava em tengasiyê dikişînin, dibe ku hîs û fikrên me tevlihev bin, wek gemiyeke ku di firtoneyê de vir de wê de diçe. Piştî mirina Luis, halê Anayê jî wisa bû. Ew dibêje: “Wexta ku dilê min diêşiya, gunehê min bi min dihat. Ez hêrs diketim ji ber ku ew çû.” Wekî din, Anayê xwe tenê hîs dikir, û ew aciz dibû ji ber ku êdî lazim bû ku ew hemû qeraran xwe bi xwe bide. Car caran, li wê wisa dihat qey ew ketiye firtoneyeke di nav behrê de. Gava em xwe wisa hîs dikin, gelo Yehowa çawa alî me dike?

8. Di 1. Petrûs 5:10 de Yehowa çi soz dide me?

8 Yehowa çawa alî me dike? Yehowa soz daye ku ewê me xurt bike (1. Petrûs 5:10 bixwîne). Gava firtone radibe, dibe ku gemî pir biheje. Ji bo ku gemî noq nebe, di gelek gemiyan de bask hene, yên ku dikarin di demên wisa de bên vekirin. Bi saya van baskan, rêwîtî ji bo rêwiyan rihettir dibe. Lê belê, ji bo ku feydeya van baskan hebe, lazim e ku gemî bi pêş ve here. Bi eynî awayî, eger em di dema tengasiyê de bi dilsozî bi pêş ve herin, Yehowa wê me xurt bike.

Bi alîkariya hacetên lêgerînê saxlem bisekine (Li paragrafên 8 û 9an binêre)


9. Hacetên me yên lêgerînê çawa dikarin destekê bidin me? (Li resim jî binêre.)

9 Gerek em çi bikin? Gava di dilê me de qey firtone radibe, pir muhîm e ku em dev ji duakirinê, ji civînan û ji belavkirina mizgîniyê bernedin. Qeweta me belkî nagihîje ku em her tiştî wek berê bikin, lê Yehowa sînorên me dizane (li Lûqa 21:1-4 jî binêre). Wekî din, gerek em ji bo lêkolîna şexsî û fikirîna kûr wextê veqetînin. Gelo çima? Bi destê teşkîlata xwe, Yehowa melûmata li ser Kitêba Pîroz digihîne me. Ev melûmat dikare me xurt bike û alî me bike ku em saxlem bisekinin. Em dikarin vê melûmatê bi alîkariya programa JW Library® û weşanên din bibînin. Gava Monikayê hîs dikir ku di dilê wê de qey firtone radibe, wê li hacetên lêgerînê dinêrî. Mesela, wê lêgeriya ka weşanên me li ser “hêrs”, “îxanet” û “dilsozî” çi dibêjin. Vê yekê dilê wê rihet dikir. Ew dibêje: “Pêşî, dilê min pir teng bû, lê her ku min dixwend, min fehm dikir ku Yehowa min hembêz dike û hîsên min fehm dike.” Belê, bi alîkariya Yehowa em dikarin saxlem bisekinin, û hizûr wê bikeve dilê me (Zebûr 119:143, 144).

YEHOWA WÊ DESTEKÊ BIDE TE

10. Piştî ku di jiyana me de tiştekî xerab çêbûye, dibe ku halê me çawa be?

10 Zehmetî: Piştî ku di jiyana me de tiştekî xerab çêbûye, dibe ku em xwe wek sporvanekî ku birîndar bûye, bêtaqet hîs bikin. Dibe ku îşên ku me berê bi hêsanî dikirin êdî li me zor bên, û em belkî ji mijûliyên ku me berê ji wan kêf distand, êdî kêfê nestînin. Gava Îlyas Pêxember ket tengasiyê, li wî zor dihat ku rabe ser piyan, û wî tenê dixwest rakeve. Dibe ku halê me jî wisa be (1. Qiralan 19:5-7). Wexta ku em xwe bêtaqet hîs dikin, Yehowa çawa alî me dike?

11. Wekî din, Yehowa çawa alî me dike? (Zebûr 18:18)

11 Yehowa çawa alî me dike? Wî soz daye ku ewê destekê bide me (Zebûr 18:18 bixwîne). Çawa ku sporvanekî birîndar muhtacî destekê ye ku xwe bilivîne, belkî em muhtacî destekê ne, da ku em dev ji xizmeta Yehowa bernedin. Di demên wisa de, Yehowa ji me re wisa dibêje: “Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: ‘Netirse, ezê ji te re bibim alîkar’ ez im” (Îşaya 41:13, Mizgînî). Yek ji kesên ku desteka Yehowa didît, Dawid Padîşah bû. Wexta ku ew rastî tengasî û dijminahiyê dihat, Yehowa bi ‘destê xwe yê rastê’ alî wî dikir (Zebûr 18:35). Gelo Yehowa çawa destekê dide me?

Desteka malbata xwe, hevalên xwe û rîspiyên civatê qebûl bike (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)


12. Gava em xwe zeîf hîs dikin, Yehowa dikare bi destê kê destekê bide me?

12 Yehowa gelek caran bi destê kesên din alî me dike. Mesela, gava Dawid xwe zeîf hîs dikir, dostê wî Yonatan carekê çû ba wî ku dilê wî ava bike û cesaretê bide wî (1. Samûyêl 23:16, 17). Wekî din, Yehowa bi destê Elîşa alî Îlyas Pêxember kir (1. Qiralan 19:16, 21; 2. Qiralan 2:2). Îro jî, Yehowa dikare bi destê malbata me, hevalên me yan rîspiyên civatê destekê bide me. Lê belê, gava em xemgîn in, dibe ku em naxwazin kesekî bibînin. Hîsên wisa normal in. Eger wisa be, gelo em çawa dikarin desteka Yehowa bistînin?

13. Ji bo ku em desteka Yehowa bistînin, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)

13 Gerek em çi bikin? Çi qas ji destê me tê, bila em ji mirovan nerevin. Gava kesek xwe ji mirovan dûr digire, ew gelek caran tenê derdên xwe dibîne. Ev yek dikare li ser qerarên wî jî xerab tesîr bike (Methelokên Silêman 18:1). Helbet, em gişt carinan dixwazin bi tena serê xwe bimînin, bi xisûsî piştî ku tiştekî xerab çêbûye. Lê belê, eger em bi dewamî ji mirovan birevin, Yehowa nikare bi destê kesên din alî me bike. Loma, çi qas zor be jî, bila em alîkariya malbata xwe, hevalên xwe û rîspiyan qebûl bikin, çimkî Yehowa bi destê wan destekê dide me (Methelokên Silêman 17:17; Îşaya 32:1, 2).

YEHOWA WÊ DILÊ TE RIHET BIKE

14. Tirs ji bo çi dikare bikeve dilê me?

14 Zehmetî: Carinan, tirs dikeve dilê me. Hin xizmetkarên Xwedê yên berê jî carinan ji ber dijminên xwe yan ji ber tengasiyên din ditirsiyan (Zebûr 18:4; 55:1, 5). Bi eynî awayî, em jî dikarin li mektebê, li cihê îş, ji aliyê malbata xwe ve yan ji aliyê dewletê ve rastî muxalefetê werin. Yan jî dibe ku em ji ber nexweşiyeke giran li ber mirinê bin. Ji ber vê yekê, dibe ku em xwe bêçare hîs bikin. Di demên wisa de, gelo Yehowa çawa alî me dike?

15. Li gor Zebûr 94:19, Yehowa çi soz daye?

15 Yehowa çawa alî me dike? Ew me teselî dike û dilê me rihet dike (Zebûr 94:19 bixwîne). Keçikeke biçûk, a ku ji ber guregura ezmanan û birûskan ditirse û nikare raze, bîne ber çavê xwe. Bavê wê dikeve odeya wê û wê hembêz dike heta ku ew raze. Firtone her çi qas hê dewam dike jî, ew xwe li cem bavê xwe di emniyetê de hîs dike. Wexta ku em rastî tengasiyan tên û tirs dikeve dilê me, em belkî muhtac in ku Bavê meyî ezmanî me hembêz bike heta ku tirsa me derbas bibe. Gelo em çawa dikarin vê teseliyê ji Yehowa bistînin?

Îznê bide ku Bavê meyî ezmanî dilê te bi destê Nivîsarên Pîroz rihet bike (Li paragrafên 15 û 16an binêre)


16. Em çawa dikarin teseliya Yehowa bistînin? (Li resim jî binêre.)

16 Gerek em çi bikin? Gerek em her tim dua bikin û Kitêba Pîroz bixwînin. Bi vî awayî, em dikarin qey bi Yehowa re wextê derbas bikin (Zebûr 77:1, 12-14). Eger me dua û xwendina Kitêba Pîroz ji xwe re kirine adet, emê di dema tengasiyan de jî xwe bispêrin Yehowa. Bila em jê re behsa tirs û xemên xwe bikin û fersendê bidin wî ku ew bi destê Nivîsarên Pîroz bi me re xeber bide û dilê me rihet bike (Zebûr 119:28). Gava tirs dikeve dilê me, dibe ku bi xisûsî hin ayetên Kitêba Pîroz li me xweş werin. Mesela, kitêbên Eyûb, Zebûr û Methelokên Silêman yan jî gotinên Îsa Mesîh, ên ku di beşa 6an a kitêba Meta de derbas dibin, dikarin cesaretê bidin me. Her ku em ji Yehowa re dua bikin û Peyva wî bixwînin, emê teseliya wî bibînin.

17. Em dikarin ji çi emîn bin?

17 Bawer be ku di rojên reş û tarî de, Yehowa wê li cem te be. Tuyê tu caran bêstar nemînî (Zebûr 23:4; 94:14). Yehowa soz daye ku ewê te xurt bike, destekê bide te û dilê te rihet bike. Belê, Yehowa kesên ku xwe dispêrin wî, diparêze û hizûrê dide wan (Îşaya 26:3). Loma, îtibara xwe bi Yehowa bîne û alîkariya wî qebûl bike. Eger tu wisa bikî, tuyê di demên zehmet de jî dîsa rabî ser piyan!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em bi xisûsî kengê muhtacî alîkariya Yehowa dibin?

  • Gava em dikevin tengasiyê, Yehowa bi kîjan çar rêyan alî me dike?

  • Em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

KILAM 12 Yehowa, Tu Bêemsal î

a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.