Te Ev Yek Dizanibû?
Erebeya memûrê Etyopyayî, yê ku Filîpos pê re xeber da, erebeyeke çawa bû?
PEYVA ku di Kitêba Pîroz de wek “erebe” hatiye tercûmekirin ji bo erebeyên cur bi cur tê bikaranîn (Karên Şandiyan 8:28, 29, 38). Lê belê, wisa tê fehmkirin ku erebeya memûrê Etyopyayî ne erebeyeke leşkerî ne jî erebeyeke pêşbaziyê, lê erebeyeke mezin bû. Ka bala xwe bidê ku em çima gihîştine vê netîceyê.
Zilamê Etyopyayî memûrekî mezin bû, yê ku ji welatekî dûr hatibû. ”Hemû xezînên” melîkeya Etyopyayê di bin mesûliyeta wî de bûn (Karên Şandiyan 8:27). Di demên berê de, Sûdan û başûrê Misrê jî aîdî Etyopyayê bûn. Ji ber ku rê dûr bû û wî eşyayên xwe bi xwe re birin, dibe ku çend erebeyên wî hebûn. Di sedsala yekê de, ji bo birina rêwiyan erebeyên bi çar tekeran, ên ku serê wan girtî bû, hebûn. Çavkaniyek wisa dibêje: “Erebeyeke wisa zêdetir bar digire, ji bo rêwitiyê rihet e û fersendê dide ku mirov here cihên dûrtir (Acts—An Exegetical Commentary).
Wexta ku Filîpos hat ba zilamê Etyopyayî, wî Nivîsarên Pîroz dixwendin. Kitêba Pîroz dibêje ku “Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne” (Karên Şandiyan 8:30). Erebeyên ji bo rêwîtiyê hêdî hêdî diçûn, loma mumkin bû ku zilamê Etyopyayî bixwîne û Filîpos, ê ku peya diçû, bigihîje wî.
Zilamê Etyopyayî rica kir ku Filîpos “siwar be û li cem wî rûne” (Karên Şandiyan 8:31, KP). Di erebeyên pêşbaziyê de siwar li ser piyan disekinîn, lê di erebeyeke ji bo rêwîtiyê de cih hebû ku hem memûr hem jî Filîpos rûnin.
Li ser esasê gotinên îlhamkirî yên beşa 8an a Karên Şandiyan û îsbatên tarîxî, resmên di weşanên me de memûrê Etyopyayî êdî bi erebeyeke mezin nîşan didin.