Here Naverokê

Here naverokê

TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

Fikrên ji bo Îbadeta Şexsî û Îbadeta Malbatê

Fikrên ji bo Îbadeta Şexsî û Îbadeta Malbatê

Em ne tenê li civînan û li komcivînan, lê bi tena serê xwe yan bi malbata xwe re jî ji Yehowa re îbadetê dikin. Ka bala xwe bide van tewsiyeyên ji bo îbadeta şexsî û îbadeta malbatê:

  • Ji bo civînan haziriyê bike. Mesela, kilaman prova bike û alî hemû ferdên malbatê bike ku ew ji xwe re cewabekê hazir bikin.

  • Serpêhatiyeke Kitêba Pîroz bixwîne. Paşê, resmê tiştekî ku di serpêhatiyê de derbas dibe, çêke. Yan jî, binivîse ku tu ji vê serpêhatiyê çi hîn bûyî.

  • Yek ji duayên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, lêkolîn bike, û bifikire ka ew çawa dikare alî te bike ku tu duayên xwe kûrtir bikî.

  • Li vîdeoyeke teşkîlatê temaşe bike û paşê bi kesên din re li ser wê sohbetê bike yan notekê binivîse.

  • Xwe ji bo xizmetê hazir bike û paşê prova bike.

  • Li tebîetê binêre û kûr bifikire ka ew di heqê Yehowa de çi nîşan dide yan li ser vê yekê sohbetê bike. a

a Li meqaleya “Bi Rêya Tiştên Xuliqandî Nêzîktirî Yehowa Bibe” (Birca Çavdêriyê, Adar 2023) binêre.