MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4
KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min
Yehowa ji Te Pir Hez Dike
“Xudan gelek dilovan û tije rehm e” (AQÛB 5:11).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku hezkirina Yehowa çawa alî me dike ku em nêzîktirî wî bibin, xwe di emniyetê de hîs bikin, emîn bin ku ew xema me dixwe û cesaretê bistînin.
1. Gava ku tu di heqê Yehowa de difikirî, resmekî çawa tê ber çavê te?
GELO Yehowa çawa xuya dike? Gava tu dua dikî, resmekî çawa tê ber çavê te? Her çi qas em nikarin Yehowa bi çavê xwe bibînin jî, Kitêba Pîroz dibêje ku ew wek “roj û mertal e” û “agirek e” (Zebûr 84:11; Îbranî 12:29). Di dîtiniyeke Hêzekîêl pêxember de, hizûra Yehowa Xwedê wek safîr, metaleke biriqok û keskesoreke xweşik tê nîşan dayîn (Hêzekîêl 1:26-28). Wexta ku em ayetên wisa dixwînin, ma em ji Yehowa re heyran namînin û xwe li ber wî pir biçûk nabînin?
2. Ji bo hin kesan çima zehmet e ku nêzîkî Yehowa bibin?
2 Ji ber ku Yehowa bi çavan nayê dîtin, li hinekan zor tê ku bawer bikin ku ew ji wan hez dike. Hin kesan belkî hezkirina bav nedîtiye. Hin kes jî di jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan hatine, loma ew difikirin ku Xwedê ji wan hez nake. Yehowa ji hîsên wisa fehm dike û dizane ku ji bo hin kesan çima zehmet e ku nêzîkî wî bibin. Ji ber vê yekê, Yehowa bi destê Kitêba Pîroz nîşan dide ku ew Xwedayekî çi qas dilovan e.
3. Çima gerek em baş bala xwe bidin hezkirina Yehowa?
3 Hezkirin sifetê sereke yê şexsiyeta Yehowa ye. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku ‘‘Xwedê hezkirin’’ e (1. Yûhena 4:8). Yehowa her tiştî ji ber hezkirinê dike. Hezkirina Xwedê ew qas mezin e ku ew ji her kesê ku ji wî hez dike û heta ji kesên ku ji wî hez nakin jî, hez dike (Meta 5:44, 45). Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin şexsiyet û hezkirina Yehowa. Her ku em şexsiyeta Yehowa baştir nas bikin, emê ji wî hê zêdetir hez bikin.
YEHOWA DILOVAN Û DILSOZ E
4. Hezkirin û dilovaniya Yehowa li ser te çawa tesîr dike? (Li resim jî binêre.)
4 “Xudan gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). Di Kitêba Pîroz de, ew xwe dişibîne dayikeke dilovan (Îşaya 66:12, 13, Mizgînî). Bîne ber çavê xwe ku dayikek zarokê xwe çawa bi hezkirin dide ber dilê xwe. Ew zarokê xwe li ser çokên xwe dihejîne û bi dengekî nerm û şîrîn bi wî re xeber dide. Gava zarok digirî yan dereke wî diêşe, dayik her tiştî dike ku ew rihet bibe. Mîna vê, gava tu dilteng dibî, emîn be ku hezkirina Yehowa wê rihetiyê bide te. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava ku tengahî dadigirin hundirê min, xemrevandina te rihet dike canê min” (Zebûr 94:19).
5. Hezkirina dilsoz a Yehowa ji bo te tê çi maneyê?
5 Yehowa dilsoz e (Zebûr 103:8). Gava em şaşiyekê dikin, ew dîsa jî ji me hez dike. Miletê Îsraîlê gelek caran dilê Yehowa diêşand. Lê gava ew poşman dibûn û tobe dikir, Yehowa ji wan re dilovan bû. Wî ji wan re got: “Tu li ber çavê min hêja û birûmet î û ez ji te hez dikim” (Îşaya 43:4, 5, Mizgînî). Xwedê naguhere. Em dikarin bawer bin ku ew ji me jî hez dike. Eger me gunehên giran kiribin jî, ew terka me nade. Gava em tobe dikin û vedigerin ba Yehowa, em dibînin ku ew hê jî ji me hez dike. Yehowa soz dide ku ewê “bi zêdebarî bibexişîne’’ (Îşaya 55:7, Mizgînî). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku gunehên me wê “bên xîşkirin”, qey em dest bi jiyaneke nû dikin (Karên Şandiyan 3:19).
6. Zekerya 2:8 li ser Yehowa çi hîn dike?
6 Zekerya 2:8 bixwîne. Ji ber ku Yehowa ji me hez dike, ew hîsên me fehm dike û hazir e ku me biparêze. Gava em xemgîn dibin, ew jî xemgîn dibe. Loma em dikarin bawer bin ku gava em ji wî re dua dikin, ew me dibihîze: “Min mîna bîbokên çavan biparêze” (Zebûr 17:8, KP). Çav pareke nazik a bedena me ye. Loma, gava Yehowa me dişibîne bîbokê çavê xwe, qey ew ji me re dibêje: “Her kî xizmetkarên min diêşîne destê xwe dide tiştekî ku ji bo min pir biqîmet e.”
7. Çima lazim e ku em baweriya xwe ya bi hezkirina Yehowa xurttir bikin?
7 Yehowa dixwaze ku em emîn bin ku ew ji me hez dike. Lê ew dizane ku ji ber tengasiyên ku berê hatibûn serê me yan niha diqewimin, em belkî meraq dikin ka ew ji me bi rastî hez dike yan na. Gelo çi dikare baweriya me ya bi hezkirina wî xurttir bike? Bala xwe bidê ku Yehowa çawa hezkirina xwe ji Îsa Mesîh re, ji kesên hilbijartî re û ji me hemûyan re nîşan dide.
YEHOWA HEZKIRINA XWE ÇAWA NÎŞAN DIDE?
8. Îsa Mesîh çima emîn bû ku Bavê wî ji wî hez dike?
8 Bi dem û dewran, di nav Yehowa û Kurê wî yê delal de hezkirineke qewî çêbûye. Dostaniya di nav wan de, dostaniya herî kevn e. Di Meta 17:5 de, Yehowa bi zelalî anî zimên ku ew ji Îsa Mesîh çi qas hez dike. Wî ne tenê got, “Yê ku ez jê razî me, ew e”. Na, ji bo ku em jî fehm bikin ku ew ji Îsa Mesîh çi qas hez dike, wî jê re got: “Ev e Kurê min ê delal.” Yehowa bi wî serbilind bû, bi xisûsî ji ber ku ew hazir bû ku canê xwe feda bike (Efesî 1:7). Û Îsa Mesîh jî rind dizanibû ku Yehowa ji wî pir hez dike. Loma, wî çend caran bi bawerî got ku Xwedê ji wî hez dike (Yûhena 3:35; 10:17; 17:24).
9. Em ji ku dizanin ku Yehowa ji kesên hilbijartî hez dike? (Romayî 5:5)
9 Wekî din, Yehowa ji kesên hilbijartî jî pir hez dike (Romayî 5:5 bixwîne). Wek ava çemekî, hezkirina Xwedê “rijiyaye dilê” wan. Ew emîn in ku ew ji aliyê Yehowa ve “tên hezkirin” (Cihûda 1). Yûhenayê şandî bi van gotinan behsa hîsên wan kir: “Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin!” (1. Yûhena 3:1). Gelo Yehowa tenê ji kesên hilbijartî hez dike? Na. Yehowa îsbat kiriye ku ew ji me hemûyan hez dike.
10. Gelo îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa çi ye?
10 Îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa Xwedê çi ye? Helbet fîdye! Bi destê fîdyeyê, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhena 3:16; Romayî 5:8). Yehowa îzin da ku Kurê wî yê ezîz canê xwe feda bike, da ku gunehên me bên efûkirin û em bikarin bibin dostên Xwedê (1. Yûhena 4:10). Her ku em li ser fedakariya Yehowa û Îsa Mesîh difikirin, em baştir fehm dikin ku her du jî ji me çi qas hez dikin (Galatî 2:20). Fîdye ne tenê ji bo pêkanîna peymaneke hiqûqî hat dayîn. Fîdye ji hezkirinê hat dayîn. Îsa Mesîh ji bo Yehowa pir biqîmet e. Loma, gava Yehowa îzin da ku ew ji bo xatirê me êşê bikişîne û bimire, wî îsbat kir ku ew ji me çi qas hez dike.
11. Em ji Yêremya 31:3 çi hîn dibin?
11 Wek me dîtiye, Yehowa hezkirina xwe venaşêre, lê bi eşkereyî nîşan dide (Yêremya 31:3 bixwîne). Yehowa em kişandine ba xwe ji ber ku ew ji me hez dike (li 5. Mûsa 7:7, 8 jî binêre). Tu kes û tu tişt nikare me ji vê hezkirinê veqetîne (Romayî 8:38, 39). Gelo hezkirina Yehowa li ser te çawa tesîr dike? Ka Zebûr 23 bixwîne û bibîne ku hezkirin û eleqeya Yehowa li ser Dawid çawa tesîr kiribû û çawa dikare li ser me jî tesîr bike.
HEZKIRINA YEHOWA LI SER TE ÇAWA TESÎR DIKE?
12. Zebûr 23 behsa çi dike?
12 Zebûr 23:1-6 bixwîne. Zebûr 23 kilameke li ser baweriya bi hezkirin û eleqeya Yehowa ye. Di vê zebûrê de, Dawid behsa dostaniya di nav wî û Şivanê wî Yehowa de kir. Dawid xwe bi temamî dispart rêberiya Yehowa. Wî dizanibû ku kerem û hezkirina Yehowa wê heta dawiya emrê wî ‘li pey wî bimeşe’. Gelo Dawid çima ji vê yekê ew qas emîn bû?
13. Dawid çima emîn bû ku Yehowa li wî xwedî derdikeve?
13 “Çênabe kêmahiya min.” Dawid emîn bû ku Yehowa li wî xwedî derdikeve, çimkî Yehowa her tim hewcedariyên wî tedarek dikirin. Wekî din, Dawid dizanibû ku Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Loma, ew emîn bû ku Yehowa wê her tim li wî xwedî derkeve. Dawid baweriya xwe bi hezkirina Yehowa dianî, loma wî bi zêdeyî xem nedixwar, lê dilxweş û dilrihet dima (Zebûr 16:11).
14. Yehowa çawa bi dilovanî li me xwedî derdikeve?
14 Yehowa bi dilovanî li me xwedî derdikeve, bi xisûsî gava em rastî tengasiyan tên. Wexta ku çend felaket hatin serê malbata xwişkeke bi navê Claire, a a ku zêdetirî 20 salan li Beytelê xizmet kiriye, wê nizanibû ku çi bike. Bavê wê felc bû, yek ji xwişkên wê ji civatê hat derxistin, û malbata wê îflas kir û mala xwe winda kir. Gelo Yehowa çawa bi dilovanî li wan xwedî derdiket? Claire dibêje: “Yehowa roj bi roj hewcedariyên malbata min tedarek dikirin. Gelek caran, Yehowa hê jî zêdetir dida wan! Gava ez wan rojan tînim bîra xwe û li ser alîkariya Yehowa difikirim, hezkirina wî her tim tê ber çavê min. Ev yek alî min dike ku ez li hemberî problemên din jî bi dilxweşî ji wî re xizmet bikim.”
15. Dawid çima difikirî ku Yehowa canê wî teze kiriye? (Li resim jî binêre.)
15 “Teze dike canê min.” Dawid carinan ji ber zehmetiyan xemgîn dibû (Zebûr 18:4-6). Dîsa jî, hezkirina Yehowa canê wî teze dikir. Yehowa dostê xwe yê westiyayî dibir ber “mêrgên şîn” û “qeraxên avên aram”. Di netîceyê de, Dawid dîsa biqewet dibû û dikaribû bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet bike (Zebûr 18:28-32).
16. Hezkirina Yehowa canê me çawa teze dike?
16 Gava em rastî tengasiyan tên, em “bi saya hezkirina dilsoz a Yehowa” dîsa jî li ser piyan disekinin (Lawijên Yêremya 3:22, NWT; Kolosî 1:11). Ka bala xwe bide mîsala Rachelê. Di wexta pandemiya COVID-19an de, zilamê wê hem dev ji wê hem jî dev ji Yehowa berda. Gelo Yehowa çawa alî wê kir? Rachel dibêje: “Yehowa nîşanî min dida ku ew ji min hez dike. Yehowa gelek dost û heval dane min. Wan bi min re wext derbas dikir, ji bo min xwarin çêdikir, mesaj û ayetên pir xweş ji min re dişandin, rûken bûn û dianîn bîra min ku Yehowa li min xwedî derdikeve. Ez her tim ji Yehowa re şikir dikim ku ew malbateke ew qas mezin û dilgerm daye min.”
17. Dawid çima ji xerabiyê neditirsiya?
17 “Natirsim ji xerabiyê.” Canê Dawid gelek caran di xeterê de bû, û gelek dijminên wî hebûn. Lê belê, ji ber hezkirina Yehowa, wî xwe di emniyetê de hîs dikir. Dawid bi çavê xwe didît ku Yehowa di her rewşê de bi wî re ye. Loma, wî di kilameke xwe de wisa got: “[Yehowa] ez azad kirim, ji hemû tirsên min” (Zebûr 34:4). Helbet, carinan tirs diket dilê Dawid, lê hezkirina Yehowa ji hemû tirsên wî mezintir bû.
18. Gava tirs dikeve dilê me, hezkirina Yehowa çawa dikare qewetê bide me?
18 Hezkirina Yehowa di rojên reş û tarî de çawa qewetê dide me? Pêşengeke bi navê Susi tîne zimên ku gava kurê wan întihar kir, wê û zilamê wê xwe çawa hîs kir: “Gava tiştekî pir xerab tê serê te, ev yek ew qas li ser te tesîr dike ku tu xwe bêçare hîs dikî. Lê hezkirina Yehowa ji me re bûye stargeh.” Rachel jî dibêje: “Şevekê ez pir dilteng bûm û tirsiyam, û min bi dengê bilind ji Yehowa re dua kir. Di cih de hizûr ket dilê min, û mîna dayikeke ku zaroka xwe radizîne, Yehowa dilê min rihet kir, û ez di xew re çûm. Ez vêya tu caran ji bîr nakim.” Rîspiyekî bi navê Tasos çar sal li hebsê ma ji ber ku wî qebûl nekir ku bibe esker. Gelo wî hezkirin û eleqeya Yehowa çawa hîs kir? Tasos dibêje: “Çi ji min re lazim bû jî, Yehowa her tişt bi zêdeyî dida min. Ji ber vê yekê, min ji dil baweriya xwe bi wî dianî. Wekî din, hebs her çi qas cihekî xerab be jî, Yehowa bi destê ruhê pîroz dilxweşî da min. Min fehm kir ku ez çi qas nêzîkî wî bim, ezê ew qas feydeyê ji qenciya wî bistînim. Loma, ez di hebsê de bûm pêşengê daîmî.”
NÊZÎKTIRÎ XWEDAYÊ DILOVAN BIBE
19. (a) Ji ber ku em dizanin ku Xwedê ji me hez dike, em dikarin di duayên xwe de behsa çi bikin? (b) Tu herî zêde kîjan gotinên di heqê hezkirina Yehowa de diecibînî? (Li çarçoveya “ Gotinên ku Hezkirina Yehowa Nîşanî Me Didin” binêre.)
19 Serpêhatiyên xwişk û birayên me nîşan didin ku “Xwedayê aştî û hezkirinê” bi me re ye (2. Korîntî 13:11). Ew xema her yek ji me dixwe. Em emîn in ku “hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan” (Zebûr 32:10). Her ku em tînin ber çavê xwe ku ew ji me çi qas hez dike, em xwe nêzîktirî wî hîs dikin. Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û bibêjin ku em çi qas muhtacî hezkirina wî ne. Em dikarin jê re behsa hemû derdên xwe bikin û emîn bin ku ew ji halê me fehm dike û hazir e ku alî me jî bike (Zebûr 145:18, 19).
20. Hezkirina Yehowa çawa alî me dike ku em nêzîktirî wî bibin?
20 Çawa ku di rojeke sar de agir me germ dike, hezkirina Yehowa jî dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa hem xurt e hem nerm e. Loma, bila em bi hezkirina Yehowa kêfxweş bin. Çawa ku ew ji me hez dike, bila em jî ji dil bibêjin: “Ez ji Xudan hez dikim” (Zebûr 116:1).
PIRSÊN DUBAREKIRINÊ
-
Hezkirina Yehowa tê çi maneyê?
-
Em çima dikarin emîn bin ku Yehowa ji me pir hez dike?
-
Hezkirina Yehowa li ser te çawa tesîr dike?
KILAM 108 Hezkirin û Dilsoziya Xwedê
a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.