Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 5

KILAM 108 Hezkirin û Dilsoziya Xwedê

Em ji Hezkirina Yehowa Çawa Feydeyê Dibînin?

Em ji Hezkirina Yehowa Çawa Feydeyê Dibînin?

“Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike” (1. TÎMOTÊYOS 1:15, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku em çawa ji fîdyeyê feydeyê dibînin û em çawa dikarin şikirdariya xwe nîşanî Yehowa bidin.

1. Em çawa dikarin dilê Yehowa xweş bikin?

 FERZ BIKE ku tu hediyeyeke xisûsî, ya ku hem xweşik e hem jî kêrhatî ye, didî hevalekî xwe. Eger hevalê te ew tenê bixista hundirê dolabê û paşê ji bîr bikira, ma tuyê xemgîn nebûyayî? Lê eger hevalê te hediyeya te bi kar bîne û ji te re spas bike, tuyê dilxweş bibî, ne wisa ye? Mîna vê, Yehowa Kurê xwe şand, da ku ew canê xwe ji bo xatirê me feda bike. Eger em ji bo vê hediyeya biqîmet û ji bo hezkirina wî şikirdar bin, ma Yehowa jî dilxweş nabe? (Yûhena 3:16; Romayî 5:7, 8).

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Lê belê, dibe ku şikirdariya me ya ji bo fîdyeyê bi zeman re kêmtir bibe, qey em hediyeya Xwedê dixin dolabê. Em şa ne ku ev hediye di destê me de heye, lê wisa dibe qey em wê dixin cihekî ku em wê nabînin. Ji bo ku tiştekî wisa çênebe, gerek em tiştên ku Xwedê û Îsa Mesîh ji bo me kirine bi dewamî bînin ber çavê xwe. Ev meqale wê alî me bike ku em vêya bikin. Emê bibînin ku em îro ji fîdyeyê çawa feydeyê dibînin û emê di pêşerojê de çawa jê feydeyê bibînin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin bi xisûsî di demsala Bîranînê de nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa şikirdar in.

EM ÎRO JI FÎDYEYÊ ÇAWA FEYDEYÊ DIBÎNIN?

3. Em îro çawa ji fîdyeyê feydeyê dibînin?

3 Îro, em jixwe ji fîdyeya Îsa Mesîh feydeyê dibînin. Mesela, li ser esasê fîdyeyê, Yehowa gunehên me efû dike. Ew ne mecbûr e ku me efû bike, lê ew ji dil dixwaze vêya bike. Zebûrbêjekî bi şikirdarî wisa nivîsîbû: “Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î” (Zebûr 86:5; 103:3, 10-13).

4. Yehowa fîdye ji bo kê tedarek kiriye? (Lûqa 5:32; 1. Tîmotêyos 1:15)

4 Hin kes xwe hêjayî efûkirinê nabînin. Bi eslê xwe, tu kes hêja nîne ku bê efûkirin. Pawlosê şandî wisa gotibû: “Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin. … Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me” (1. Korîntî 15:9, 10, Mizgînî). Gava em ji gunehên xwe tobe dikin, Yehowa Xwedê me efû dike. Gelo çima? Ne ji ber vê ku em hêjayî vê yekê ne, lê ji ber vê ku ew ji me hez dike. Eger tu aciz dibî ji ber ku tu xwe hêja nabînî, bîne bîra xwe ku Yehowa Xwedê fîdye ne ji bo kesên bêguneh, lê ji bo gunehkarên tobedar tedarek kiriye (Lûqa 5:32; 1. Tîmotêyos 1:15 bixwîne).

5. Gelo heqê me heye ku rehma Yehowa bistînin?

5 Eger me bi gelek salan ji Yehowa Xwedê re xizmet kiribe jî, gerek em nefikirin ku heqê me heye ku rehma Yehowa bistînin. Yehowa helbet qîmetê dide dilsoziya me (Îbranî 6:10). Lê belê, wî Kurê xwe wek hediye daye, ne wek meaşê ji bo karê ku me kiriye. Loma, gerek em nefikirin ku ji ber ku me ji bo Yehowa Xwedê gelek tişt kirine, me rehma Xwedê heq kiriye, çimkî ev yek wê bihata maneya ku em difikirin ku Îsa Mesîh badîhewa canê xwe da (li Galatî 2:21 jî binêre).

6. Pawlos çima bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir?

6 Pawlosê şandî dizanibû ku ew nikare bi xîreta xwe rizaya Xwedê bi dest bixe. Îcar wî çima di xizmeta Yehowa de ew qas xîret dikir? Wî dixwest nîşan bide ku ew ji bo kerema Yehowa şikirdar e (Efesî 3:7). Wek Pawlos, em jî bi dewamî bi xîret xizmet dikin, ne ji bo ku em rehma Xwedê bi dest bixin, lê ji bo ku em şikirdariya xwe nîşan bidin.

7. Wekî din, em çawa ji fîdyeyê feydeyê dibînin? (Romayî 5:1; Aqûb 2:23)

7 Wekî din, fîdye rê vedike ku em bibin dostên Yehowa. a Wek meqaleya berê nîşan dabû, gava em hatin dinyayê, em ne dostên Yehowa bûn. Lê bi saya fîdyeyê, em dikarin “bi Xwedê re di aştiyê de” bin û nêzîkî wî bibin (Romayî 5:1; Aqûb 2:23 bixwîne).

8. Em çima şikirdar in ku em dikarin ji Yehowa re dua bikin?

8 Ji ber ku em dostên Yehowa Xwedê ne, îmtiyaza me heye ku em ji wî re dua bikin. Yehowa ne tenê duayên ku xizmetkarên wî bi hev re dikin, lê duayên me yên şexsî jî dibihîze. Dua dikare dilê me rehet bike û hizûrê bide me. Lê belê, dua ne tenê terapiyeke baş e. Dua dikare alî me bike ku em hê jî nêzîktirî Xwedê bibin (Zebûr 65:2; Aqûb 4:8; 1. Yûhena 5:14). Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî gelek caran dua dikir, çimkî wî dizanibû ku Yehowa Xwedê guh dide wî, û bi saya duayê, ew dikare nêzîkî Bavê xwe bimîne (Lûqa 5:16). Ma em ne şikirdar in ku li ser esasê qurbanbûna Îsa Mesîh, em dikarin bibin dostên Yehowa û bi destê duayê bi wî re xeber bidin?

EMÊ DI PÊŞEROJÊ DE JI FÎDYEYÊ ÇAWA FEYDEYÊ BIBÎNIN?

9. Xizmetkarên Yehowa wê di pêşerojê de çawa ji fîdyeyê feydeyê bibînin?

9 Di pêşerojê de, xizmetkarên Yehowa wê çawa ji fîdyeyê feydeyê bibînin? Kitêba Pîroz dibêje ku ewê jiyana herheyî bistînin. Gelek kes difikirin ku ev yek ne mumkin e, çimkî bi hezaran salan, însan dimirin. Lê belê, armanca eslî ya Yehowa ev bû ku însan heta hetayê bijîn. Eger Adem guneh nekira, tu kes wê nefikiriya ku jiyana herheyî tiştekî bêîmkan e. Ji xeynî vê, madem ku Yehowa Kurê xwe ji bo xatirê me feda kir, em dikarin bawer bin ku rojekê, emê bikarin heta hetayê bijîn (Romayî 8:32).

10. Kesên hilbijartî û “miyên din” li benda çi ne?

10 Rast e ku emê jiyana herheyî ancax di pêşerojê de bistînin. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku em ji niha ve li ser vê bereketê bifikirin. Kesên hilbijartî li benda jiyana li ezmanan in. Li wê derê, ewê bi Îsa Mesîh re li ser dinyayê hukim bajon (Peyxam 20:6). “Miyên din” li benda jiyana li ceneta li rûyê erdê ne. Wê demê, hemû kul û derd wê êdî tune bin (Peyxam 21:3, 4). Gelo tu yek ji “miyên din” î û li benda jiyana herheyî ya li rûyê erdê yî? Nefikire ku ev xelat, ji xelata jiyana li ezmanan biçûktir e. Bi eslê xwe, însan ji bo jiyana li rûyê erdê hatiye xuliqandin, loma emê ji vê jiyanê pir kêfê bistînin.

11-12. Hin bereketên ku em li benda wan in, çi ne? (Li resiman jî binêre.)

11 Ka bîne ber çavê xwe ku jiyana li cenetê wê çawa be. Tuyê êdî ji nexweşî û mirinê netirsî (Îşaya 25:8; 33:24). Yehowa wê her xwesteka te ya minasib bîne cih. Gelo tuyê bi çi mijûl bibî? Bi fîzîkê? Bi kîmyayê? Bi muzîkê? Yan bi hunerê? Wê demê, mîmar, avakar û cotkar wê bê guman pir lazim bin. Wekî din, wê lazim be ku hin kes zebze û mêweyan biçînin û biçinin, hacetan çêkin û baxçeyan xwedî bikin (Îşaya 35:1; 65:21). Li ber te wexteke bêsînor wê hebe, loma fersenda te wê hebe ku bi her tiştê ku bala te dikişîne, mijûl bibî.

12 Gava kesên mirî wê ji mirinê bên rakirin, emê çi qas dilxweş bin! (Karên Şandiyan 24:15). Wekî din, bîne ber çavê xwe ku gava emê tebîetê lêkolîn bikin ku di heqê Yehowa de zêdetir hîn bibin, emê çi qas kêfê bistînin (Zebûr 104:24; Îşaya 11:9). Ya herî xweş jî ev e ku emê êdî guneh nekin û wê ne lazim be ku em ji Yehowa efû bixwazin. Ma tuyê van bereketan feda bikî ku ‘demekê kêfa guneh bikî’? (Îbranî 11:25). Helbet na. Bereketên sozdayî hêjayî her fedakariyê ne. Ji bîr neke, emê tim li bendê nebin ku cenet bê. Rojekê, ewê bê, û emê roj bi roj tê de bijîn. Ev yek mumkin e ji ber ku Yehowa ji me ew qas hez dike ku wî fîdye tedarek kiriye.

Tu herî zêde li benda kîjan bereketên cenetê yî? (Li paragrafên 11 û 12an binêre)


NÎŞAN BIDE KU TU JI BO HEZKIRINA YEHOWA ŞIKIRDAR Î

13. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa şikirdar in? (2. Korîntî 6:1)

13 Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em şikirdar in ji ber ku Yehowa fîdye tedarek kiriye? Gerek em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin karê wî (Meta 6:33). Îsa Mesîh “ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin” (2. Korîntî 5:15, Mizgînî). Bi kerema xwe, Yehowa em efû kirine. Ji ber vê yekê, em dixwazin çi ji destê me tê bikin ku şikirdariya xwe nîşan bidin (2. Korîntî 6:1 bixwîne).

14. Em çawa dikarin xwe bispêrin rêberiya Xwedê?

14 Ji bo ku em nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa şikirdar in, gerek em xwe bispêrin rêberiya wî. Gelo çawa? Gava lazim e ku em qeraran bidin – mesela gava gerek em qerarê bidin ku çi qas perwerdeyê bistînin yan karekî çawa qebûl bikin – gerek em pê derxin ku daxwaza Yehowa çi ye (1. Korîntî 10:31; 2. Korîntî 5:7). Wexta ku em xwe dispêrin Yehowa, baweriya me û dostaniya me ya bi Yehowa re hê jî xurttir dibe, û hêviya me qewîtir dibe (Romayî 5:3-5; Aqûb 2:21, 22).

15. Di demsala Bîranînê de, em çawa dikarin şikirdariya xwe nîşan bidin?

15 Em dikarin şikirdariya xwe bi awayekî din jî nîşan bidin. Di vê demsala Bîranînê de, em dikarin nîşanî Yehowa bidin ku em ji bo fîdyeyê çi qas şikirdar in. Ji xeynî vê ku em bi xwe herin Bîranînê, em dikarin gazî kesên din jî bikin (1. Tîmotêyos 2:4). Ji kesên ku tu gazî wan dikî re zelal bike ku Bîranîn çawa derbas dibe. Ji bo vê, tu dikarî vîdeoyên Îsa Mesîh Çima Mir? û Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bi kar bînî. Rîspî gerek gazî xwişk û birayên ku êdî nayên civînan jî bikin. Ka bîne ber çavê xwe ku gava miyên windabûyî vedigerin keriyê Yehowa, li ezmanan û li rûyê erdê dilxweşiyeke çi qas mezin çêdibe! (Lûqa 15:4-7). Li Bîranînê, bila em ne tenê silavê bidin hevdû, lê bi xisûsî kesên ku cara pêşîn tên û kesên ku demeke dirêj nehatibûn. Em dixwazin ku ew xwe di nav me de rehet hîs bikin (Romayî 12:13).

16. Di demsala Bîranînê de, wê çima baş be ku em zêdetir xizmetê bikin?

16 Di hefteyên berî û piştî Bîranînê de, gelo tu dikarî zêdetir xizmetê bikî? Bi vî awayî, tu dikarî bi eşkereyî nîşan bidî ku tu ji bo kirinên Xwedê û Îsa Mesîh şikirdar î. Her ku em bi xizmeta Yehowa mijûl bin, emê desteka wî zêdetir bibînin, û baweriya me wê xurttir bibe (1. Korîntî 3:9). Wekî din, ji bîr neke ku ayetên ji bo Bîranînê, yên ku di kitêboka Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike de yan li cedwela di bernameya civîna navhefteyî de tên nîşandayîn, bixwînî. Belkî tu dikarî li ser esasê van ayetan dest bi projeyeke lêkolînê bikî.

17. Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em çi bikin? (Li çarçoveya “ Em Çawa Dikarin Şikirdariya Xwe Nîşan Bidin?” jî binêre.)

17 Dibe ku şert û mercên te îznê nadin ku tu hemû tewsiyeyên vê meqaleyê bi kar bînî. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa te bi kesên din re muqayese nake. Ew dilê te dibîne, û eger tu ji bo fîdyeyê ji dil şikirdar bî, ewê ji te razî be (1. Samûyêl 16:7; Marqos 12:41-44).

18. Em çima ji Yehowa re û ji Îsa Mesîh re şikirdar in?

18 Bi saya fîdyeyê, gunehên me tên efûkirin, em dibin dostên Yehowa û me hêviya jiyana herheyî standiye. Bila em tim nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa şikirdar in, çimkî hezkirina wî bû sebeb ku ew van bereketan bide me (1. Yûhena 4:19). Wekî din, bila em nîşan bidin ku em ji Îsa Mesîh re şikirdar in, çimkî ew ji me ew qas hez dike ku wî canê xwe ji bo me feda kir. (Yûhena 15:13).

KILAM 154 Hezkirin Xelas Nabe

a Berî ku Îsa Mesîh fîdye da jî, Yehowa xizmetkarên xwe efû dikirin, çimkî ew bawer bû ku Kurê wî wê heta mirinê dilsoz bimîne. Loma, ji bo Xwedê wisa bû qey fîdye jixwe hatibû dayîn (Romayî 3:25).