Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 4

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?

Fîdye Çi Nîşanî Me Dide?

“Hezkirina Xwedê bi vê yekê di nav me de xuya bû” (1. YÛHENA 4:9, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku fîdye di heqê sifetên xweş ên Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh de çi nîşanî me dide.

1. Bîranîna mirina Îsa Mesîh ji bo me çima bifeyde ye?

 FÎDYE bi rastî jî hediyeyeke bêemsal e! (2. Korîntî 9:15). Ji ber ku Îsa Mesîh canê xwe feda kir, em dikarin bibin dostên Yehowa Xwedê. Wekî din, em dikarin heta hetayê bijîn. Ma ne lazim e ku em ji Yehowa re şikirdar bin, ê ku ji me ew qas hez dike ku wî fîdye tedarek kir? (Romayî 5:8). Ji bo ku em qîmeta fîdyeyê tu caran ji bîr nekin, Îsa Mesîh ji me dixwaze ku em bîranîna mirina wî her sal pîroz bikin (Lûqa 22:19, 20).

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Îsal, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh wê di 12ê Nîsanê, roja Şemiyê de bê pîrozkirin, û em gişt dixwazin li wê derê hazir bin. Demsala Bîranînê fersendeke baş e ku em li ser tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo me kirine, kûr bifikirin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku fîdye di heqê Yehowa û Kurê wî de çi nîşanî me dide. Di meqaleya din de, emê bibînin ku em çawa dikarin ji fîdyeyê feydeyê bibînin û nîşan bidin ku em ji bo fîdyeyê şikirdar in.

FÎDYE DI HEQÊ YEHOWA DE ÇI NÎŞANÎ ME DIDE?

3. Mirina yek zilamî çawa rê vekir ku bi milyonan însan ji guneh û mirinê xelas bibin? (Li resim jî binêre.)

3 Fîdye nîşanî me dide ku Yehowa ji edaletê hez dike (5. Mûsa 32:4). Gelo çawa? Wek em dizanin, ji ber ku Adem guh neda Xwedê, guneh û mirin derbasî me bûne (Romayî 5:12). Ji bo ku me ji guneh û mirinê xelas bike, Yehowa Îsa Mesîh şand ku fîdyeyê tedarek bike. Lê qurbanbûna yek însanê bêqisûr çawa dikare bi milyonan însanan xelas bike? Pawlosê şandî wisa got: “Çawa ku bi neguhdariya yek mirovî [Adem] gelek kes bûn gunehkar, bi eynî awayî bi guhdarîkirina yek mirovî [Îsa Mesîh] gelek kes wê rast bên derxistin” (Romayî 5:19; 1. Tîmotêyos 2:6). Yanî, ji ber ku yek zilamê bêqisûr guh neda Xwedê, em gişt ketin bin destê guneh û mirinê. Ji ber vê yekê, ji bo ku em ji guneh û mirinê xelas bibin, lazim bû ku yek zilamê bêqisûr guh bide Xwedê.

Yek zilam em kirin bin destê guneh û mirinê, û yek zilam em azad kirin (Li paragrafa 3yan binêre)


4. Yehowa çima rasterast îzin neda ku zarokên dilpak ên Adem heta hetayê bijîn?

4 Ji bo ku em ji guneh û mirinê xelas bibin, gelo bi rastî lazim bû ku Îsa Mesîh bimire? Ma Yehowa nikaribû rasterast îzin bidaya ku zarokên dilpak ên Adem heta hetayê bijîn? Ji însanên qisûrdar re belkî bimantiq xuya dike ku Yehowa tiştekî wisa bikira. Lê belê, ev yek wê ne li gor edaleta kamil a Yehowa bûya. Ji ber ku Yehowa adil e, wî nikaribû çavê xwe ser bêîtaetiya Adem bigirta.

5. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê her tim ya rast bike?

5 Eger Yehowa fîdye tedarek nekira, lê li hemberî edaleta xwe rasterast îzin bidaya ku zarokên qisûrdar ên Adem heta hetayê bijîn, îcar çi dikaribû çêbûya? Însanan wê belkî meraq bikira ka Xwedê wê edaleta xwe di warên din de jî binpê bike. Mesela, dibe ku wanê meraq bikira ka Yehowa wê sozên xwe bîne cih yan na. Lê belê, qet ne lazim e ku em ji îhtimaleke wisa bitirsin. Madem ku ew hazir bû ku Kurê xweyî ezîz feda bike ji bo ku edaletê bîne cih, em dikarin bawer bin ku ewê her tim ya rast bike.

6. Fîdye hezkirina Yehowa çawa nîşan dide? (1. Yûhena 4:9, 10)

6 Ji xeynî vê ku fîdye alî me dike ku em edaleta Yehowa fehm bikin, ew bi xisûsî alî me dike ku em kûrahiya hezkirina wî jî fehm bikin (Yûhena 3:16; 1. Yûhena 4:9, 10 bixwîne). Fîdye nîşanî me dide ku Yehowa dixwaze ku em heta hetayê bijîn û aîdî malbata wî bin. Gava Adem guneh kir, Yehowa ew ji malbata xwe derxist. Ji ber vê yekê, em gişt li derveyî malbata Xwedê hatine dinyayê. Lê bi saya fîdyeyê, Yehowa gunehên me efû dike, û bi zeman re, Yehowa wê hemû însanên ku baweriya xwe bi wî tînin û guh didin wî di malbata xwe de qebûl bike. Îro jî, em dikarin bi Yehowa re û bi xwişk û birayan re dostaniyê bikin. Xuya ye ku Yehowa ji me pir hez dike! (Romayî 5:10, 11).

7. Cefaya ku Îsa Mesîh kişand çawa nîşanî me dide ku Yehowa ji me pir hez dike?

7 Gava Îsa Mesîh cefa dikişand, Yehowa bê şik pir dilteng bûbû. Ev yek nîşan dide ku Yehowa ji me çi qas hez dike. Îblîs gotibû ku di halekî zor de, tu xizmetkarekî Xwedê wê ji wî re dilsoz nemîne. Ji bo ku îsbat bike ku ev yek derew e, Yehowa îzin da ku Îsa Mesîh berî mirina xwe cefayê bikişîne (Eyûb 2:1-5; 1. Petrûs 2:21). Li ber çavê Yehowa, alimên dînî qerfên xwe bi Îsa Mesîh kirin, û eskeran ew da ber qamçiyan û ew li ser darekî mix kir. Paşê, Îsa li ber çavê Bavê xwe bi êşeke giran canê xwe ji dest da (Meta 27:28-31, 39). Eger Yehowa Xwedê bixwesta, wiyê bikaribûya ji wan re bibe asteng. Mesela, gava dijminan got ku “eger Xwedê ji wî razî ye, bila ew wî xelas bike”, Xwedê dikaribû vê yekê bike (Meta 27:42, 43). Lê belê, eger Yehowa Xwedê wisa bikira, fîdye wê nehata dayîn, û emê bêhêvî bimana. Loma, Yehowa îzin da ku Kurê wî heta nefesa xwe ya dawîn cefayê bikişîne.

8. Gava Îsa Mesîh cefa dikişand, vê yekê ser Yehowa çawa tesîr kir? (Li resim jî binêre.)

8 Qudreta Xwedê têra her tiştî dike, lê ev yek nayê maneya ku hîsên wî tune ne. Madem ku em di sûretê wî de hatine xuliqandin û hîsên me hene, bimantiq e ku hîsên Yehowa jî hene. Kitêba Pîroz dibêje ku mirovan ew “hêrs dikir” û “diêşand” (Zebûr 78:40, 41). Wekî din, serpêhatiya Birahîm û Îshaq bîne bîra xwe. Xwedê ji Birahîm re emir kiribû ku ew kurê xwe qurban bike (1. Mûsa 22:9-12; Îbranî 11:17-19). Bîne ber çavê xwe ku gava Birahîm kêr rakir ku Îshaq şerjêke, ew çi qas dilteng bû. Gava însanên xerab îşkence li Kurê Yehowa dikir, ma ew hê jî zêdetir dilteng nebû? (Li ser jw.org, li vîdeoya bi navê Çev Bidine Baweriya Wan—Birahîm, Para 2 (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike).

Gava Îsa Mesîh cefa dikişand, Yehowa pir dilteng bûbû (Li paragrafa 8an binêre)


9. Li gor Romayî 8:32, 38, 39, Yehowa ji te û ji xwişk û birayên te çi qas hez dike?

9 Fîdye nîşanî me dide ku ji hemû dost û merivên me zêdetir, Yehowa ji me hez dike (Romayî 8:32, 38, 39 bixwîne). Yehowa ji me zêdetir ji me hez dike. Gelo tu dixwazî heta hetayê bijî? Bawer be ku Yehowa hê jî zêdetir dixwaze ku tu heta hetayê bijî. Gelo tu dixwazî ku gunehên te bên efûkirin? Bawer be ku Yehowa hê jî zêdetir dixwaze gunehên te efû bike. Bes lazim e ku em ji bo fîdyeyê şikirdar bin, baweriya xwe bi Yehowa bînin û guh bidin wî. Belê, fîdye hezkirina Xwedê bi eşkereyî nîşanî me dide. Di dinyaya nû de, emê di heqê hezkirina Yehowa de hê jî zêdetir melûmatê bistînin (Waiz 3:11).

FÎDYE DI HEQÊ ÎSA MESÎH DE ÇI NÎŞANÎ ME DIDE?

10. (a) Berî ku Îsa Mesîh hat îdamkirin, ew bi xisûsî ji ber çi dilteng bû? (b) Îsa Mesîh navê Yehowa çawa pîroz kir? (Li çarçoveya bi navê “ Navê Yehowa bi Saya Dilrastiya Îsa Mesîh Pîroz Bû” jî binêre.)

10 Îsa Mesîh nedixwest ku leke were ser navê Xwedê (Yûhena 14:31). Îsa Mesîh dilteng bû ji ber ku ewê wek kesekî ku kufir li Xwedê dike bê sûcdarkirin. Ji ber ku wî nexwest ku leke were ser navê Xwedê, wî wisa dua kir: “Bavo, eger dibe, vê kasê ji min dûr bixe” (Meta 26:39). Lê belê, Îsa Mesîh heta mirinê ji Yehowa re dilrast ma û bi wî awayî îsbat kir ku gotinên Îblîs ên di heqê Xwedê de derew in.

11. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku ew ji însanan hez dike? (Yûhena 13:1)

11 Ji xeynî vê, fîdye nîşanî me dide ku Îsa Mesîh ji însanan pir hez dike, bi xisûsî ji şagirtên xwe (Methelokên Silêman 8:31; Yûhena 13:1 bixwîne). Îsa Mesîh ji berê ve dizanibû ku xizmeta wî û bi xisûsî mirina wî wê qet hêsan nebe. Dîsa jî, wî xizmeta xwe ne tenê ji ber vê ku Yehowa ew wezîfe dabû wî, lê ji ber vê ku wî ji însanan hez dikir, pêk dianî. Wî bi dil û can mizgînî belav dikir, hîn dikir û ji kesên din re xizmet dikir. Di roja mirina xwe de jî, Îsa Mesîh wext veqetand ku lingên şandiyên xwe bişo û wan teşwîq û teselî bike (Yûhena 13:12-15). Gava ew li dar xistî bû, Îsa Mesîh ji mirovê ku li kêleka wî dihat îdamkirin re behsa cenetê kir. Wekî din, Îsa ji Yûhena re got ku bila ew li diya wî xwedî derkeve (Lûqa 23:42, 43; Yûhena 19:26, 27). Belê, hezkirina mezin a Îsa Mesîh ne tenê ji mirina wî, lê ji temamiya jiyana wî ya li dinyayê eşkere bû.

12. Îsa Mesîh niha çawa ji bo xatirê me fedakariyê dike?

12 Îsa Mesîh her çi qas “bi tenê carekê” ji bo me qurban bû jî, ew hê jî ji bo xatirê me fedakariyê dike (Romayî 6:10). Gelo çawa? Ew wext û qeweta xwe bi kar tîne ji bo ku feydeyên fîdyeyê bigihîne me. Mesela, ew Padîşah, Kahînê Mezin û serê civatê ye (1. Korîntî 15:25; Efesî 5:23; Îbranî 2:17). Ew ji karê topkirina kesên ku ji bo jiyana li ezmanan hatine hilbijartin û kesên ku wê li dinyayê bijîn, mesûl e. Ev kar wê berî dawiya tengasiya mezin xelas bibe a (Meta 25:32; Marqos 13:27). Wekî din, ew xizmetkarên xwe yên dilsoz di van rojên dawîn de ji aliyê manewî ve têr dike (Meta 24:45). Di dema Hukimdariya Hezarsalî de, ewê dîsa ji bo xêra me bixebite. Belê, Yehowa Xwedê Kurê xwe bi rastî jî di oxira me de daye!

BI DEWAMÎ TIŞTÊN NÛ HÎN BIBE

13. Fikirîna kûr çawa dikare alî te bike ku tu bi dewamî li ser hezkirina Xwedê û Îsa Mesîh tiştên nû hîn bibî?

13 Ji bo ku tu di heqê hezkirina Xwedê û Îsa Mesîh de bi dewamî tiştên nû hîn bibî, li ser hezkirina wan kûr bifikire. Di demsala Bîranînê de, tu belkî dikarî kitêbên Meta, Marqos, Lûqa û Yûhena yan jî yekê ji wan bixwînî. Di carekê de gelek nexwîne. Hêdî hêdî bixwîne û li sebebên din bigere ku çima lazim e ku em ji Yehowa û Îsa Mesîh hez bikin. Wekî din, tiştên ku tu hîn dibî ji kesên din re jî bibêje.

14. Li gor Zebûr 119:97, lêgerîn çawa dikare alî me bike ku em dev ji hînbûna di heqê fîdye û mijarên din de bernedin? (Li resim jî binêre.)

14 Eger êdî gelek sal e ku tu Şahidê Yehowa yî, tu belkî meraq dikî ka mumkin e yan na ku tu li ser mijarên wek fîdye, edaleta Xwedê û hezkirina Xwedê hê jî tiştên nû hîn bibî. Rastî ev e ku tiştên ku em dikarin di van waran de hîn bibin, bê hed û hesab in. Loma, ji melûmatên ku di weşanên me de têr û tije hene, tam îstifade bike. Gava tu rastî ayeteke ku tu rind fehm nakî têyî, lêgerînê bike. Paşê, heta êvarê li ser tiştên ku tu li ser Yehowa, Îsa Mesîh û hezkirina wan nû hînbûyî, kûr bifikire (Zebûr 119:97 bixwîne).

Belkî êdî gelek sal e ku em Şahidên Yehowa ne, lê dîsa jî, em dikarin tiştên nû hîn bibin, ên ku şikirdariya me ya ji bo fîdyeyê zêde dikin (Li paragrafa 14an binêre)


15. Çima lazim e ku em bi dewamî li cewherên Kitêba Pîroz bigerin?

15 Eger tu her cara ku tu dixwînî yan lêkolîn dikî tiştekî nû yan tiştekî balkêş nebînî, xemgîn nebe. Kesên ku li zêr digerin bîne ber çavê xwe. Lazim e ku ew bi saetan, heta bi rojan kar bikin heta ku ew zêrekî biçûk jî bibînin. Dîsa jî, ew dev ji xîreta xwe bernadin, çimkî zêr tiştekî biqîmet e. Qîmeta her cewhera rastiya Kitêba Pîroz hê jî mezintir e (Zebûr 119:127; Methelokên Silêman 8:10). Loma, sebir bike û dev ji bernameya xwe ya ji bo xwendina Kitêba Pîroz bernede (Zebûr 1:2).

16. Em çawa dikarin Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin?

16 Gava tu lêkolîn dikî, bifikire ku tu çawa dikarî li gor tiştên ku tu hîn dibî, hereket bikî. Mesela, tu dikarî edaleta Yehowa ji xwe re emsal bigirî û li hemberî mirovan bê pêşhukim bî. Çawa ku Îsa Mesîh ji Bavê xwe û ji kesên din hez dikir, tu jî dikarî hazir bî ku ji bo xatirê navê Yehowa cefayê bikişînî û ji bo xwişk û birayan fedakariyê bikî. Wekî din, mîna Îsa Mesîh, tu jî dikarî mizgîniyê bidî mirovan. Bi vî awayî, fersenda wan jî wê hebe ku hediyeya bêemsal a Yehowa qebûl bikin.

17. Di meqaleya din de, emê çi hîn bibin?

17 Her ku em mane û qîmeta fîdyeyê baştir fehm bikin, emê ji Yehowa û Kurê wî hê jî zêdetir hez bikin. Eger em wisa bikin, Yehowa û Îsa Mesîh jî wê ji me zêdetir hez bikin (Yûhena 14:21; Aqûb 4:8). Loma, bila em tiştên ku Yehowa tedarek kirine rind bi kar bînin, da ku em bi dewamî di heqê fîdyeyê de hîn bibin. Di meqaleya din de, emê bibînin ku em çawa dikarin ji fîdyeyê feydeyê bistînin û nîşan bidin ku em ji bo hezkirina Yehowa şikirdar in.

KILAM 107 Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e

a Topkirina ‘tiştên li ezmanan’, a ku Pawlos di Efesî 1:10 de behsa wê kir, ji topkirina ‘hilbijartiyan’, a ku Îsa Mesîh di Meta 24:31 û Marqos 13:27 de behsa wê kir, cuda ye. Pawlos behsa wê demê kir ku Yehowa hempadîşahên Îsa Mesîh bi destê ruhê pîroz hildibijêre. Lê belê, Îsa Mesîh behsa wê demê kir ku hilbijartiyên ku hê li dinyayê ne wê di tengasiya mezin de bên topkirin û birin ezmanan.