Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

KILAM 132 Yehowa Em Kirine Yek

Qedrê Jina Xwe Bigire

Qedrê Jina Xwe Bigire

“Mêrno, … ji jina ku naziktir e re hurmetê bikin” (1. PETRÛS 3:7, Mizgînî).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku mêr çawa dikare bi gotin û kirinên xwe qedrê jina xwe bigire.

1. Yek ji sebebên ku Yehowa çima zewac çêkiriye, çi ye?

 YEHOWA “Xwedayê dilxweş” e, û ew dixwaze ku em jî dilxweş bin (1. Tîmotêyos 1:11). Ji bo ku em ji jiyana xwe kêfê bistînin, wî gelek hediyeyên xweş dane me (Aqûb 1:17). Zewac jî yek ji van hediyeyan e. Gava jin û mêrek bi hev re dizewicin, ew soz didin ku ji hevdû hez bikin, qedrê hevdû bigirin û li hevdû xwedî derkevin. Eger hezkirina di nav wan de xurt bimîne, ew dikarin pir bextewar bin (Methelokên Silêman 5:18).

2. Halê gelek jin û mêran çawa ye?

2 Çi heyf e ku îro, gelek jin û mêr soza ku wan di roja daweta xwe de dabûn, ji bîr dikin. Ji ber vê yekê, ew dilxweş nînin. Li gor raporeke nû ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, gelek mêr li jina xwe dixin, heqaretê li wê dikin yan bi awayên din zordariyê li wê dikin. Hin kes li ber xelkê ji jina xwe re baş in, lê li malê zordariyê li wê dikin. Wekî din, hin zewac rind nameşin ji ber ku mêr li pornografiyê temaşe dikin.

3. Hin mêr çima ji jina xwe re sert in?

3 Hin mêr çima ji jina xwe re ne baş in? Dibe ku bavê wan sert bû, loma ew difikirin ku hal û hereketên wisa normal in. Hin kes ji ber kultura li derdora xwe difikirin ku “mêrekî rastîn” gerek sert be û ji jina xwe re nîşan bide ku patron kî ye. Hin kes jî hîn nebûne ku hêrsa xwe kontrol bikin. Hin mêr, ji ber ku tim li pornografiyê temaşe dikin, di heqê cinsîtiyê de bûne xwediyê nêrîneke çewt. Wekî din, xuya ye ku tesîra pandemiya COVID-19 problemên wisa hê jî mezintir kirine. Tiştên wisa helbet mazeret nînin ku mêrek zordariyê li jina xwe bike.

4. Şagirtên Îsa Mesîh gerek çi nekin, û çima?

4 Ji aliyê nêrîna li ser jinan ve, pir muhîm e ku şagirtên Îsa Mesîh nekevin ber bayê dinyayê. a Gelo çima? Çimkî nêrîna kesekî gelek caran dibe sebebê hereketên wî. Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li Romayê gotibû ku bila ew “êdî îznê nedin ku dinya ser [wan] tesîr bike” (Romayî 12:1, 2). Xuya ye ku gava Pawlos ji Romayiyan re dinivîsî, civat êdî bi gelek salan hebû. Dîsa jî, gotinên Pawlos nîşan didin ku hin xwişk û bira hê di bin tesîra adet û fikrên dinyayê de bûn. Ji ber vê yekê, wî ew tembîh kirin ku bila ew nêrînên xwe û hereketên xwe biguherînin. Ev şîret helbet îro jî li mêrên zewicî dikeve. Çi heyf e ku hin ji wan dikevin ber bayê dinyayê û heta zordariyê li jina xwe dikin. Yehowa dixwaze ku mêrek li hemberî jina xwe çawa be? Cewaba vê pirsê, di ayeta sereke ya vê meqaleyê de heye.

5. Li gor 1. Petrûs 3:7, gerek mêr li hemberî jina xwe çawa be?

5 1. Petrûs 3:7 bixwîne. Yehowa ji mêran re emir dide ku ew “hurmetê” bidin jina xwe. Hurmetdayîn bi qedirgirtinê ve girêdayî ye. Mêrekî ku hurmetê dide jina xwe wê ji wî re qenc û nazik be. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku mêrek çawa dikare qedrê jina xwe bigire. Lê ewilî, bila em bibînin ku gerek mêr çi nekin.

JINA XWE NEÊŞÎNE

6. Yehowa li mêrên ku zilm û zordariyê li jina xwe dikin, çawa dinêre? (Kolosî 3:19)

6 Zilm û zordariyê neke. Yehowa ji kesên zordar nefret dike (Zebûr 11:5). Ew bi xisûsî mêrên ku zordariyê li jina xwe dikin, mehkûm dike (Maleyaxî 2:16; Kolosî 3:19 bixwîne). Li gor 1. Petrûs 3:7, eger mêrek ji jina xwe re ne baş be, dostaniya wî ya bi Xwedê re wê zerarê bibîne. Dibe ku Yehowa guh nede duayên wî jî.

7. Li gor Efesî 4:31, 32, gerek mêr çawa xeber nedin? (Li “Not”ê jî binêre.)

7 Bi sertî xeber nede. Hin mêr bi hêrs û sertî bi jina xwe re xeber didin. Lê belê, Yehowa ji hêrs, xezeb û xeberdana zordar nefret dike b (Efesî 4:31, 32 bixwîne). Ew her tiştî dibihîze. Ev yek ku mêrek li malê bi jina xwe re çawa xeber dide ji bo Yehowa muhîm e. Eger mêr bi jina xwe re bi sertî xeber bide, ewê zerarê bide hem zewaca xwe hem jî dostaniya xwe ya bi Xwedê re (Aqûb 1:26).

8. Nêrîna Yehowa ya li ser pornografiyê çi ye, û çima?

8 Li pornografiyê temaşe neke. Yehowa ji pornografiyê nefret dike. Ji ber vê yekê, mêrekî ku li tiştên pîs mêze dike hem zerarê dide dostaniya xwe ya bi Yehowa re hem jî jina xwe nizm dixe. Yehowa dixwaze ku mêr ne tenê bi hereketên xwe, lê bi fikrên xwe jî ji jina xwe re dilsoz bimîne. Îsa Mesîh gotibû ku kesekî ku bi şehwet li jineke din mêze dike, “di dilê xwe de jixwe bi wê re zina kiriye” c (Meta 5:28, 29).

9. Yehowa ji çi nefret dike, û çima?

9 Di minasebetên cinsî de, zorê li jina xwe nede ku ew tiştên ku ew ji wan aciz dibe, bike. Di minasebetên cinsî de, hin mêr zorê li jina xwe didin ku ew tiştên wisa bike, yên ku ew naxwaze bike yan ku wijdanê wê aciz dikin. Yehowa Xwedê ji hereketên wisa nefret dike. Ew dixwaze ku mêr ji jina xwe hez bike, lê xwedî derkeve û qedrê hîsên wê bigire (Efesî 5:28, 29). Eger birayek zordariyê li jina xwe dike yan li pornografiyê temaşe dike, ew çawa dikare nêrîn û hereketên xwe biguherîne?

XWE BIGUHERÎNE

10. Mêr çawa dikarin ji mîsala Îsa Mesîh feydeyê bibînin?

10 Mêrek çawa dikare dev ji zilm û zordariyê berde? Mesela, ew dikare xîret bike ku Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigire. Îsa Mesîh azib bû, lê ev yek ku ew li hemberî şagirtên xwe çawa bû nîşan dide ku gerek mêr li hemberî jina xwe çawa be (Efesî 5:25). Ka bala xwe bidê ku Îsa Mesîh li hemberî şandiyên xwe çawa bû û çawa bi wan re xeber dida.

11. Îsa Mesîh li hemberî şandiyên xwe çawa bû?

11 Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re nazik bû, û wî qedrê wan digirt. Ew li hemberî wan tu caran sert yan zalim nebû. Ew her çi qas Efendiyê wan bû jî, Îsa Mesîh nedifikirî ku gerek ew wan bitirsîne ku ew rind fehm bikin ku ew kî ye. Tersî vê, wî bi dilnizmî ji wan re xizmet dikir (Yûhena 13:12-17). Îsa Mesîh ji şandiyên xwe re wisa got: “Ji min hîn bibin, çimkî ez dilnerm û dilnizm im, û hûnê ji bo canê xwe rehetiyê bistînin” (Meta 11:28-30). Îsa Mesîh mirovekî dilnerm bû. Kesekî dilnerm, ne zeîf e, lê xurt e, çimkî ew dikare xwe bigire. Gava kesekî din hêrsa wî radike, ew sakîn dimîne û hîsên xwe kontrol dike.

12. Îsa Mesîh bi mirovan re çawa xeber dida?

12 Îsa Mesîh dilê kesên din bi gotinên xwe rehet dikir û ew teşwîq dikirin. Wî bi şagirtên xwe re bi sertî xeber nedida (Lûqa 8:47, 48). Gava dijminên wî heqaret li wî dikir û ew aciz dikir jî, wî heqaret li wan nedikir (1. Petrûs 2:21-23). Carinan, li şûna ku bi sertî cewabê bide, Îsa Mesîh qet xeber nedida (Meta 27:12-14). Ji bo şagirtên Îsa Mesîh çi mîsaleke baş e!

13. Wek Meta 19:4-6 dibêje, mêrek çawa dikare “bi jina xwe ve bizeliqe”? (Li resim jî binêre.)

13 Îsa Mesîh ji mêran re got ku bila ew ji jina xwe re dilsoz bin. Wî gotinên Bavê xwe dubare kirin, ê ku gotibû ku gerek mêrek “bi jina xwe ve bizeliqe” (Meta 19:4-6 û jêrenotê bixwîne). Loma, gerek girêdana di nav jin û mêr de ew qas qewî be qey ew bi hev ve zeliqî ne. Di netîceyê de, eger yek ji wan yê din biêşîne, her du jî wê zerarê bibînin. Mêrekî ku bi jina xwe ve ew qas nêzîk e wê her cure pornografiyê red bike. Ewê çavê xwe di cih de “ji tiştên vala bizivirîne” (Zebûr 119:37). Ewê qey bi çavên xwe re peymanekê deyne ku ewê bi şehwet li jinên din nenêre (Eyûb 31:1).

Mêrekî dilsoz li pornografiyê mêze nake (Li paragrafa 13an binêre) e


14. Ji bo ku mêrekî zordar dostaniya xwe ya bi Yehowa re û bi jina xwe re ji nû ve ava bike, gerek ew kîjan gavan bavêje?

14 Mêrekî ku bi kirin yan gotinên xwe zordariyê li jina xwe dike gerek hin gavên muhîm bavêje ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re û bi jina xwe re ji nû ve ava bike. A yekê, gerek ew qebûl bike ku ba wî problemeke cidî heye. Jixwe, Yehowa her kirina wî dibîne û her gotina wî dibihîze (Zebûr 44:21; Waiz 12:14; Îbranî 4:13). A diduyan, gerek ew dev ji zordariyê berde û hal û hereketên xwe serrast bike (Methelokên Silêman 28:13). A sisêyan, gerek ew ji jina xwe û ji Yehowa efû bixwaze (Karên Şandiyan 3:19). Wekî din, gerek ew ji Yehowa rica bike ku ew daxwaza xwe zêde bike ku ew xwe serrast bike û fikir, xeberdan û hereketên xwe kontrol bike (Zebûr 51:10-12; 2. Korîntî 10:5; Filîpî 2:13). A çaran, gerek ew li gor duayên xwe hereket bike û hîn bibe ku ji kirin û gotinên zordar nefret bike (Zebûr 97:10). A pêncan, gerek ew ji şivanên dilovan ên civatê alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14-16). A şeşan, gerek ew ji xwe re planekê çêke ku ew êdî tiştên wisa neke. Mêrekî ku li pornografiyê dinêre gerek eynî gavan bavêje. Yehowa wê xîreta wî ku xwe serrast bike, bereket bike (Zebûr 37:5). Lê belê, ne bes e ku mêrek xwe ji gotin û kirinên xerab dûr bigire. Gerek ew hîn bibe ku qedrê jina xwe bigire. Gelo ew çawa dikare vêya bike?

TU ÇAWA DIKARÎ QEDRÊ JINA XWE BIGIRÎ?

15. Mêr çawa dikare nîşan bide ku ew ji jina xwe hez dike?

15 Nîşan bide ku tu ji wê hez dikî. Hin birayên ku zewaca wan bextewar e, ji xwe re kiriye adet ku her roj nîşanî jina xwe bikin ku ew ji wê çi qas hez dikin (1. Yûhena 3:18). Mêr dikare bi tiştên biçûk nîşan bide ku ew ji jina xwe hez dike. Mesela, ew dikare destê wê bigire yan wê hembêz bike. Yan jî, ew dikare mesajekê jê re bişîne û jê re tiştekî wek “Ez bêriya te dikim” yan “Roja te çawa derbas dibe?” bibêje. Car caran, ji bo ku hezkirina xwe nîşan bide, ew dikare hediyeyeke biçûk yan kulîlkan jê re bîne. Bi van awayan, mêr dikare nîşan bide ku ew qedrê jina xwe digire û qîmetê dide zewaca xwe.

16. Çima lazim e ku mêr pesnê jina xwe bide?

16 Şikirdariya xwe nîşan bide. Mêrekî ku qedrê jina xwe digire nîşanî wê dide ku ew çima qîmetê dide wê. Mesela, ew ji bo tiştên ku jina wî dike ji wê re spas dike (Kolosî 3:15). Gava mêrek ji dil pesnê jina xwe dide, ew dilê wê xweş dike û nîşanî wê dide ku ew ji wê hez dike û qedrê wê digire (Methelokên Silêman 31:28).

17. Mêr çawa dikare hurmetê bide jina xwe?

17 Nazik û hurmetdar be. Mêrekî ku ji jina xwe hez dike ji dil qîmetê dide wê û wê wek hediyeyeke ji Yehowa dibîne (Methelokên Silêman 18:22; 31:10). Ji ber vê yekê, ew jê re her tim nazik û hurmetdar e. Gava ew bi hev re ne, ew zorê lê nade ku ew tiştên ku ew naxwaze bike, tiştên ku wê nizm dike yan tiştên ku wijdanê wê aciz dikin, bike. d Helbet lazim e ku wijdanê mêr jî li ber Yehowa rehet bimîne (Karên Şandiyan 24:16).

18. Gerek mêr çi bikin? (Li çarçoveya “ Çar Tewsiyeyên ji bo Mêran” jî binêre.)

18 Mêrno, bawer bin ku Yehowa qîmetê dide xîreta we ku hûn di hemû warên jiyana xwe de qedrê jina xwe bigirin. Jina xwe neêşînin, lê jê re nazik, hurmetdar û dilgerm bin. Bi vî awayî, hûnê nîşan bidin ku hûn ji jina xwe hez dikin û qîmetê didin wê. Wekî din, hûnê dostaniya herî muhîm, yanî dostaniya xwe bi Yehowa re xwedî bikin (Zebûr 25:14).

KILAM 131 Xwedê Ew Kirine Yek

a Melûmata di meqaleya “Gelo Tu Wek Yehowa Qîmetê Didî Jinan?” de (Birca Çavdêriyê, Çile 2024) ji bo mêran pir bifeyde ye.

b NOT: Di vê ayetê de, “buxtan” tê maneya xeberdana zordar. Her cureyê xeberdana bihêrs, heqaretkirin û xeberdana ku kesê din nizm dike yan bi sertî rexne dike, xeberdana zordar e.

c Melûmata di meqaleya “Eger Jin yan Mêr li Pornografiyê Mêze Dike” de (Birca Çavdêriyê, Tebax 2023) ji bo jinên ku mêrê wan li pornografiyê temaşe dike, bifeyde ye.

d Kitêba Pîroz rasterast nabêje ku gava jin û mêr bi hev re ne, gerek ew çi bikin yan çi nekin. Jin û mêr gerek bi qerarên xwe nîşan bidin ku ew dixwazin qedrê Yehowa bigirin, dilê hevdû xweş bikin û wijdanê xwe aciz nekin. Bi normalî, gerek jin û mêr ji kesên din re behsa vê xisûsiyeta zewaca xwe nekin.

e RESIM: Hevalkarên birayekî dixwazin ku ew li kovareke pornografîk mêze bike.