Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

KILAM 35 Bala Xwe Bide Tiştên Muhîm

Qerarên Baş Bide, yên ku li Yehowa Xweş Tên

Qerarên Baş Bide, yên ku li Yehowa Xweş Tên

“Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye, naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye” (METHELOKÊN SILÊMAN 9:10).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin bi saya zanîn, fehmdarî û têgihîştinê qerarên baş bidin.

1. Lazim e ku em qerarên çawa bidin?

 HER ROJ lazim e ku em qeraran bidin. Hin qerarên me hêsan in. Mesela, gerek em qerarê bidin ku em çi xwarinê çêkin yan kengê rakevin. Lê hin meseleyên zor jî hene, û qerarên li ser meseleyên wisa dikarin ser siheta me, dilxweşiya me, hezkiriyên me yan îbadeta me tesîr bikin. Em dixwazin ku qerarên me ji bo me û ji bo malbata me bifeyde bin. Ji her tiştî muhîmtir jî, em dixwazin ku qerarên me li Yehowa xweş bên (Romayî 12:1, 2).

2. Em çawa dikarin qerarên baş bidin?

2 Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em (1) melûmatê bistînin, (2) pê derxin ku nêrîna Yehowa Xwedê çi ye û (3) rind bifikirin ku em dikarin çi bikin. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin van gavan û bibînin ku em çawa dikarin têgihîştina xwe bi pêş bixin (Methelokên Silêman 2:11).

MELÛMATÊ BISTÎNE

3. Bi destê mîsalekê zelal bike ku çima muhîm e ku em melûmatê bistînin berî ku em qerarekê bidin.

3 Ji bo ku em qerarên baş bidin, gava pêşîn ev e ku em melûmatê bistînin. Gelo ev yek çima muhîm e? Ferz bike ku kesek ji bo nexweşiya xwe diçe ba doktor. Gelo doktor wê qerarê bide ku çi bike bêyî ku kesê nexweş muayene bike yan bêyî ku hin pirsan bipirse? Helbet na. Mîna vê, ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em pêşî rind bizanin ku rewş çi ye. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

4. Li gor Methelokên Silêman 18:13, tu çawa dikarî rind fehm bikî ku rewş çi ye? (Li resim jî binêre.)

4 Ji bo ku em rind fehm bikin ku rewş bi rastî çi ye, em dikarin pirsan bipirsin. Mesela, ferz bike ku kesekî tu û çend kesên din gazî şahiyekê kirine. Gelo tuyê herî yan na? Eger tu kesê ku gazî te kiriye nas nakî yan nizanî ku li wê derê, çi wê bê kirin, gerek tu hin pirsan bipirsî, mesela: “Şahî wê kengê û li ku derê bê derbaskirin? Çend kes wê werin? Kî wê çavdêriyê bike? Kî wê were? Çi wê bê kirin? Gelo alkol wê bê îkramkirin?” Cewabên van pirsan wê alî te bikin ku tu qerareke baş bidî (Methelokên Silêman 18:13 bixwîne).

Bi destê pirsan melûmatê bistîne (Li paragrafa 4an binêre) a


5. Piştî ku te melûmat stand, gerek tu çi bikî?

5 Paşê, li ser melûmata ku te standiye bifikire. Mesela, eger te bihîstiye ku kesên ku qedrê prensîpên Kitêba Pîroz nagirin wê werin yan eger alkol wê hebe, lê tu kes wê kontrol neke ku bi zêdeyî neyê vexwarin, tuyê çi bikî? Ma talûke tune ku tiştên nebaş çêbin? (1. Petrûs 4:3). Yan jî, eger saeta şahiyê dikeve saeta civînê yan saeta xizmetê, tuyê çi bikî? Melûmatên wisa dikarin alî te bikin ku tu qerareke baş bidî. Lê faktoreke din jî heye: Tu dizanî ku tu li meseleyê çawa dinêrî, lê gelo Yehowa çawa lê dinêre? (Methelokên Silêman 2:6).

NÊRÎNA YEHOWA HESAB BIKE

6. Li gor Aqûb 1:5, çima lazim e ku em alîkariya Yehowa bixwazin?

6 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu nêrîna wî fehm bikî. Yehowa soz daye ku ewê bi comerdî hîkmetê bide me ku em pê derxin ka qerarek wê li wî xweş bê yan na (Aqûb 1:5 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne).

7. Tu çawa dikarî pê derxî ku nêrîna Yehowa çi ye? Mîsalekê bide.

7 Piştî ku te dua kir ku Yehowa rêberiya te bike, rind bala xwe bide cewaba wî. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Te rêya xwe winda kiriye û ji kesekî alîkariyê dixwazî. Ma tuyê ji wê derê biçûyayî berî ku ew cewabê bide? Helbet na. Teyê bi dîqat guh bidaya rêberiya wî. Mîna vê, piştî ku te dua kir ku Yehowa hîkmetê bide te, pê derxe ku kîjan qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz bi rewşa te ve girêdayî ne. Bi vî awayî, tuyê cewaba wî bistînî. Mesela, gava tu qerarê didî ku herî şahiyê yan na, gotinên Kitêba Pîroz ên li ser “kêfkirina bi harîtî”, hevalên xerab û vê yekê ku gerek em ji tercîhên xwe zêdetir bala xwe bidin Hukimdariya Xwedê, çi dibêje (Meta 6:33; Romayî 13:13; 1. Korîntî 15:33).

8. Tu çawa dikarî rêberiyê bistînî? (Li resim jî binêre.)

8 Dîsa jî, dibe ku carinan ji te re alîkarî lazim be ku tu rêberiyê bistînî. Mesela, tu dikarî ji xwişk yan birayekî bitecrûbe hin tewsiyeyan bixwazî. Lê belê, gerek tu xwe bi xwe jî lêkolîn bikî. Di hacetên me yên ji bo lêgerînê de – mesela di Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa de – lêgerînê bike. Hedefa xwe ji bîr neke: Tu dixwazî qerareke wisa bidî, ya ku li Yehowa xweş tê.

Bala xwe bide nêrîna Yehowa (Li paragrafa 8an binêre) b


9. Em çawa dikarin bizanin ka qerara me wê li Xwedê xweş bê yan na? (Efesî 5:17)

9 Em çawa dikarin bizanin ka qerara me wê li Yehowa xweş bê yan na? Ewilî, gerek em wî rind nas bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye” (Methelokên Silêman 9:10). Belê, fehmdariya rastîn ji vê tê ku em sifetên Xwedê, armanca wî û tiştên ku ew ji wan hez dike yan nefret dike, bizanin. Ji xwe bipirse: “Bi qasî ku ez Yehowa nas dikim, gelo ez dikarim qerareke wisa bidim, a ku wê li wî xweş bê?” (Efesî 5:17 bixwîne).

10. Prensîpên Kitêba Pîroz çima ji urf û adetan muhîmtir in?

10 Ji bo ku em dilê Yehowa xweş bikin, carinan lazim e ku em dilê dost û merivên me biêşînin. Mesela, dibe ku hin dê û bav bi niyeteke baş bixwazin ku keça wan bi xortekî dewlemend re – yan bi xortekî ku dikare qelenekî mezin bide re – bizewice, her çi qas ew xort di rêya rastiyê de sist be jî. Ew dixwazin ku keça wan ji aliyê madî ve tengasiyê nekişîne, lê kî wê alî wê bike ku ew di rêya rastiyê de bi pêş ve here? Gelo Yehowa li vê meseleyê çawa dinêre? Meta 6:33 cewaba vê pirsê dide. Ayet dibêje ku gerek em Hukimdariya Xwedê “di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm”. Em helbet qedrê dê û bavê xwe û mirovên li derdorê digirin, lê dîsa jî, daxwaza me ya pêşîn ev e ku em dilê Yehowa şa bikin.

LI SER NETÎCEYAN BIFIKIRE

11. Filîpî 1:9, 10 behsa kîjan sifetî dike, û ew sifet ji bo te çima muhîm e?

11 Piştî ku te dît ku kîjan prensîpên Kitêba Pîroz bi qerara te ve girêdayî ne, bifikire ku kîjan rê, rêya herî baş e (Filîpî 1:9, 10 bixwîne). Bi saya têgihîştinê, tu dikarî pê derxî ku rêyek dibe ku derê. Hin qerar hêsan in. Lê hin qerar ne wisa ne. Lê belê, sifetê têgihîştinê wê alî te bike ku tu di rewşên tevlihev de jî qerarên baş bidî.

12-13. Têgihîştin çawa dikare alî te bike ku tu ji xwe re xebateke minasib hilbijêrî?

12 Vê mîsalê bide ber çavê xwe: Ji bo ku tu debara mala xwe bikî, ji te re xebat lazim e. Du xebat hene, û her du jî li gor Kitêba Pîroz meqbûl in. Tu hemû xisûsiyetên van xebatan di ber çavan re derbas dikî, mesela saetên xebatê, wexta ku ji bo hatin û çûyînê lazim e û tiştên din. Yek ji wan belkî li zêdetir li gor dilê te ye, çimkî meaş zêde ye. Dîsa jî, hin faktorên din jî hene, yên ku gerek tu li ser wan bifikirî berî ku tu qerara xwe bidî.

13 Mesela, gelo yek ji wan xebatan dikeve saeta civînê? Gelo yek ji wan xebatan fersendê nahêle ku tu wek berê bi hewcedariyên manewî yên malbata xwe eleqedar bibî? Bi saya pirsên wisa, tu dikarî herî zêde bala xwe bidî, ne pereyê ku tuyê qezenc bikî, lê “tiştên hê muhîmtir”, yanî îbadeta xwe û hewcedariyên malbata xwe. Paşê, tu dikarî qerareke wisa bidî, ya ku Yehowa wê bereket bike.

14. Têgihîştin û hezkirin çawa dikarin alî me bikin ku em nebin sebebê ketina kesekî?

14 Ji xeynî vê, têgihîştin alî me dike ku em bînin ber çavê xwe ku qerara me çawa dikare ser mirovên din tesîr bike, çimkî em naxwazin bibin sebebê ketina kesekî (Filîpî 1:10). Mesela, gava em di warên wek kinc û stîla poran de qeraran didin, ev yek muhîm e. Dibe ku em ji hin kincan yan ji stîleke poran hez dikin. Lê eger tercîha me wê xwişk û birayên me yan kesên din aciz bike, îcar emê çi bikin? Têgihîştin wê alî me bike ku em hîs û fikrên wan jî hesab bikin. Ji ber ku em ji kesên din hez dikin, emê li kara wan bigerin û hedê xwe bizanin (1. Korîntî 10:23, 24, 32; 1. Tîmotêyos 2:9, 10). Hingê, qerara ku emê bidin wê nîşan bide ku em ji mirovan hez dikin û qedrê wan digirin.

15. Berî ku em qerareke mezin bidin, gerek em çi bikin?

15 Berî ku tu qerareke mezin bidî, hesab bike ku “mesref” wê çi be (Lûqa 14:28). Yanî, bifikire ku ji bo serkeftîbûna qerara te çi qas wext, pere û xîret lazim e. Belkî tu dikarî ji malbata xwe bipirsî ka ewê çawa destekê bidin qerara te. Planeke wisa çima bifeyde ye? Çimkî bi saya vê planê, tuyê belkî fehm bikî ku gerek tu qerara xwe hebekî biguherînî yan qerareke din bidî. Wekî din, eger tu meseleyê ji maliyên xwe re vekî û guh bidî gotinên wan, ewê bi îhtimaleke mezin hazir bin ku piştgiriya qerara te bikin (Methelokên Silêman 15:22).

QERAREKE BAŞ BIDE

16. Ji bo ku em qerareke baş bidin, em dikarin kîjan gavan bavêjin? (Li çarçoveya “ Tu Çawa Dikarî Qerarên Baş Bidî?” jî binêre.)

16 Eger te gavên ku di vê meqaleyê de tên nîşandayîn, avêtine, tu êdî hazir î ku qerareke baş bidî. Te rind fehm kiriye ku rewş çi ye, û te bala xwe daye prensîpên ku dikarin alî te bikin ku tu qerareke wisa bidî, ya ku li Yehowa xweş tê. Niha tu dikarî ji Yehowa alîkariyê bixwazî ku qerara te serkeftî bibe.

17. Em çawa dikarin qerarên baş bidin?

17 Eger te heta niha gelek qerarên serkeftî dabin jî, ji bîr neke ku ji bo ku tu qerarên baş bidî, gerek tu xwe bispêrî, ne aqil û tecrûbeya xwe, lê hîkmeta ji Yehowa. Tenê ew dikare zanîn, fehmdarî û têgihîştina rastîn bide te. Ev sifet gişt bi hîkmetê ve girêdayî ne (Methelokên Silêman 2:1-5). Yehowa dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî, yên ku li wî xweş tên (Zebûr 23:2, 3).

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

a RESIM: Çend xwişk û birayên ciwan li ser dawetnameyeke ji bo şahiyekê, ya ku hatiye telefona wan, xeber didin.

b RESIM: Berî ku qerarê bide ku here şahiyê yan na, yek ji birayan lêgerînê dike.