Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

KILAM 2 Yehowa Navê Te ye

Rûmetê Bide Yehowa

Rûmetê Bide Yehowa

AYETA JI BO SALA 2025AN: “Rûmetê bidin Yehowa, navê wî hêja ye” (ZEBÛR 96:8, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bibînin ku em çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa.

1. Îro gelek kes herî zêde bala xwe didin çi?

 ÎRO GELEK kes ne bi kesên din, lê herî zêde bi xwe eleqedar in. Mesela, di medyaya sosyal de, hin kes pir xîret dikin ku bala mirovan bikişînin ser xwe û serkeftinên xwe. Kesên ku rûmetê didin Yehowa Xwedê bi rastî jî hindik in. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku maneya vê ku gerek em rûmetê bidin Yehowa çi ye û çima lazim e ku em vêya bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa, û di demeke nêzîk de, Yehowa wê çawa navê xwe birûmet bike.

MANEYA VÊ KU GEREK EM RÛMETÊ BIDIN YEHOWA ÇI YE?

2. Li ber Çiyayê Sînayê, Yehowa rûmeta xwe çawa nîşan da? (Li resim jî binêre.)

2 Rûmet çi ye? Di Kitêba Pîroz de, peyva “rûmet” ji bo her xisûsiyeta ku şan û şuhretê dide kesekî, tê bikaranîn. Piştî ku miletê Îsraîl ji koletiya Misrê xelas bû, Yehowa rûmeta xwe bi awayekî xisûsî nîşan da. Ka bîne ber çavê xwe: Bi milyonan Îsraîlî li ber Çiyayê Sînayê top bûn ku dengê Xwedê bibihîzin. Serê çiyê mij û duman bû. Ji nişka ve, erdhejeke mezin, brûsk û guregura ezmanan çêbûn, û dengê bilind ê boriyekê hat bihîstin (2. Mûsa 19:16-18; 24:17; Zebûr 68:8). Gava Yehowa rûmeta xwe bi wî awayî nîşan da, Îsraîlî bê şik jê re heyran man.

Li Çiyayê Sînayê, Yehowa rûmeta xwe nîşanî Îsraîliyan da (Li paragrafa 2yan binêre)


3. Em çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa?

3 Lê belê, gelo mumkin e ku em jî rûmetê bidin Yehowa? Belê. Mesela, gava em ji kesên din re behsa qudret û dilovaniya wî dikin, em rûmetê didin wî. Wekî din, gava em ji ber tiştên ku em bi alîkariya wî dikin, pesnê wî didin, em rûmetê didin wî (Îşaya 26:12). Dawid Padîşah her tim rûmet dida Yehowa. Carekê, wî li ber civata Îsraîl wisa dua kir: “Ya XUDAN, mezinahî û qudret û bilindayî û serfirazî û rewnaqî ya te ye; ji ber ku her tiştên li ezman û li erdê ne, yên te ne.” Piştî duayê, temamiya civatê pesnê Yehowa da (1. Dîrokan 29:11, 20, KP).

4. Îsa Mesîh çawa rûmet dida Yehowa?

4 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî her tim digot ku çavkaniya mucîzeyên wî, Xwedê ye. Bi vî awayî, Îsa rûmet dida Bavê xwe (Marqos 5:18-20). Wekî din, Îsa Mesîh hem bi gotinên xwe yên di heqê Yehowa de hem jî bi rabûn û rûniştina xwe rûmet dida wî. Carekê, Îsa di sînagogekê de hîn dikir. Di nav guhdaran de, jinikeke ku 18 sal bi cin ketibû, hebû. Cin ew xwar kiribû, û wê êdî nikaribû pişta xwe rast bike. Çi halekî xerab! Bi dilrehmî, Îsa Mesîh jê re got ku ewê qenc bibe. Paşê, “wî destên xwe danîn ser wê, û jinikê di cih de pişta xwe rast kir û dest pê kir ku pesnê Xwedê bide”. Jinik pir şikirdar bû ku Yehowa ew qenc kir (Lûqa 13:10-13). Mîna wê jinikê, sebebên me jî hene ku em rûmetê bidin Yehowa.

EM ÇIMA RÛMETÊ DIDIN YEHOWA?

5. Çi sebeb hene ku em qedrê Yehowa bigirin?

5 Em rûmetê didin Yehowa ji ber ku em qedrê wî digirin. Gelek sebeb hene ku em qedrê Yehowa bigirin. Qudreta Yehowa têra her tiştî dike, û qeweta wî bêsînor e (Zebûr 96:4-7). Hîkmeta wî ya mezin ji tiştên ku wî çêkirine bi zelalî tê dîtin. Çavkaniya jiyanê ew e, û ew her tiştê ku ji bo jiyanê lazim e, dide me (Peyxam 4:11). Ew dilsoz e (Peyxam 15:4). Ew tim bi ser dikeve û sozên xwe tim tîne cih (Yêşû 23:14). Ji ber vê yekê, Yêremya pêxember di heqê Yehowa Xwedê de wisa got: “Di nav hemû şehrezayên miletan û hemû welatan de wekî te tuneye” (Yêremya 10:6, 7). Belê, gelek sebeb hene ku em qedrê Bavê xweyî ezmanî bigirin. Ji xeynî vê, gelek sebeb hene ku em ji wî hez bikin.

6. Em çima ji Yehowa hez dikin?

6 Em rûmetê didin Yehowa ji ber ku em ji wî hez dikin. Gelek sifetên xweş ên Yehowa hene. Mesela, ew dilovan û dilrehm e (Zebûr 103:13; Îşaya 49:15). Gava em xemgîn in, ew jî xemgîn dibe (Zekerya 2:8). Wî rê vekiriye ku em bibin dostên wî (Zebûr 25:14; Karên Şandiyan 17:27). Wekî din, ji ber ku ew dilnizm e, “ew xwe ditewîne, da ku erd û ezman bibîne” û “yê ketî ji erdê radike” (Zebûr 113:6, 7). Ma kî naxwaze rûmetê bide Xwedayê meyî mezin? (Zebûr 86:12).

7. Fersenda me heye ku em çi bikin?

7 Em rûmetê didin Yehowa ji ber ku em dixwazin ku kesên din jî wî nas bikin. Gelek kes rastiya di heqê Yehowa de nizanin. Gelo çima? Çimkî Îblîs di heqê wî de gelek derew belav kirine û bi vî awayî hişê mirovan kor kiriye (2. Korîntî 4:4). Îblîs mirov dane bawerkirin ku Yehowa yekî xedar û bêxem e û sebebê kul û derdên dinyayê ew e. Lê em rastiya di heqê Xwedê de dizanin. Em dikarin ji mirovan re bibêjin ku Xwedê bi rastî yekî çawa ye û bi vî awayî rûmetê bidin wî (Îşaya 43:10). Ji Zebûr 96, emê hîn bibin ku em çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa.

EM ÇAWA DIKARIN RÛMETÊ BIDIN YEHOWA?

8. Em çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa? (Zebûr 96:1-3)

8 Zebûr 96:1-3 bixwîne. Em dikarin bi gotinên xwe yên di heqê Yehowa de rûmetê bidin wî. Ev ayet dibêjin ku bila xizmetkarên Yehowa jê re kilaman bibêjin, navê wî pîroz bikin, mizgîniya ku ewê me xelas bike û rûmeta wî di nav miletan de îlan bikin. Bi van awayan, em dikarin rûmetê bidin Bavê xweyî ezmanî. Cihûyên dilsoz û şagirtên Îsa Mesîh, ên ku di sedsala yekê de dijiyan, xîret dikir ku ji kesên din re behsa qenciya Yehowa bikin û navê wî biparêzin (Danîêl 3:16-18; Karên Şandiyan 4:29). Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

9-10. Em ji serpêhatiya Angelenayê çi hîn dibin? (Li resim jî binêre.)

9 Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Angelena, a ya ku li Amerîkayê dijî. Li şîrketa ku ew lê dixebite, fersendek çêbû ku ew navê Yehowa bi dilxurtî biparêze. Gava ew nû ket wê şîrketê, Angelena hat dawetkirin ku li civîneke ji bo kesên nû ji hevalkarên xwe re behsa jiyana xwe bike. Ji bo ku ji wan re eşkere bike ku wek Şahideke Yehowa, ew çi qas dilxweş e, wê xwe hazir kir ku hin resiman nîşanî wan bide. Lê belê, berî ku dora wê hat ku xeber bide, hevalkarekî wê xwe da naskirin û got ku ew di malbateke Şahidên Yehowa de mezin bûye, û wî qerfên xwe bi baweriya wan kir. Angelena dibêje: “Ez pir ditirsiyam. Min ji xwe re got: ‘Niha ezê çi bikim? Ezê îznê bidim ku kesek li ser Yehowa derewan bike, yan ez hazir im ku aliyê Yehowa bigirim?’”

10 Gava zilam xeberdana xwe xelas kir, Angelenayê di dilê xwe de zû dua kir. Paşê, wê bi nezaket ji hevalkarê xwe re wisa got: “Mîna te, ez jî di malbeteke Şahidên Yehowa de mezin bûme, û ez hê jî Şahida Yehowa me.” Halê Angelenayê qet ne hêsan bû, lê dîsa jî, ew sakîn ma. Wê hem behsa baweriya xwe kir hem jî hin resmên fealiyetên bi xwişk û birayan re nîşanî hevalkarên xwe dan (1. Petrûs 3:15). Netîce bû çi? Gava Angelenayê xeberdana xwe xelas kir, zilam dev ji hêrsa xwe berda. Heta, wî got ku gava ew biçûk bû û tevî Şahidên Yehowa bû, hin tiştên xweş jî qewimîbûn. Angelena dibêje: “Yehowa hêja ye ku em wî biparêzin. Ji bo min şerefeke mezin e ku ez rastiya di heqê wî de bînim zimên.” Gava kesên din navê Yehowa Xwedê reş dikin, em jî dikarin pesnê wî bidin û rûmetê bidin wî.

Em dikarin bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa (Li paragrafên 9 û 10an binêre) b


11. Xizmetkarên Yehowa çawa li gor prensîpa ku di Zebûr 96:8 de derbas dibe, hereket kiriye?

11 Zebûr 96:8 bixwîne. Em dikarin bi mal û milkê xwe rûmetê bidin Yehowa. Xizmetkarên Yehowa her tim wisa dikir (Methelokên Silêman 3:9). Mesela, Îsraîliyan bi bexşên xwe destek dida avakirin û xwedîkirina îbadetgehê (2. Qiralan 12:4, 5; 1. Dîrokan 29:3-9). Hin şagirtên Îsa Mesîh “bi mal û milkê xwe destek dida” Îsa û şandiyên wî (Lûqa 8:1-3). Paşê, şagirtên Îsa Mesîh destek dida xwişk û birayan jî (Karên Şandiyan 11:27-29). Îro jî, em dikarin bi bexşên xwe rûmetê bidin Yehowa.

12. Bexşên me çawa dikarin rûmetê bidin Yehowa? (Li resim jî binêre.)

12 Ka bala xwe bide serpêhatiyeke xweş, a ku nîşan dide ku bexşên me çawa rûmetê didin Yehowa. Di sala 2020 de, li Zîmbabweyê bi demeke dirêj baran nebarî. Bi milyonan mirov birçî mabûn, û halê xwişkeke bi navê Prisca jî pir zor bû. Dîsa jî, wê di demsala cotkariyê de jî her roja Çarşemê û roja Înê diçû xizmetê. Cîranên wê qerfên xwe bi wê dikirin ji ber ku ew diçû xizmetê û cota xwe nedikişand, û wan digot: “Tuyê ji birçîbûnê bimirî!” Lê Prîscayê bi piştrastî digot: “Yehowa tu caran terka xizmetkarên xwe nedaye!” Piştî vê pir wext derbas nebû ku wê ji teşkîlata me erzaq stand. Ev erzaq bi saya bexşên me hatibû kirîn. Cîranên Priscayê heyran man, û wan jê re got: “Madem ku Xwedê tu caran terka te nedaye, em dixwazin di heqê wî de zêdetir hîn bibin.” Heft cîranên wê dest pê kir ku herin civînan.

Em dikarin Yehowa bi mal û milkê xwe birûmet bikin (Li paragrafa 12an binêre) c


13. Rabûn û rûniştina me çawa dikare rûmetê bide Yehowa? (Zebûr 96:9)

13 Zebûr 96:9 bixwîne. Em dikarin bi rabûn û rûniştina xwe rûmetê bidin Yehowa. Lazim bû ku kahînên ku li îbadetgeha Yehowa Xwedê xizmet dikin, paqij bin (2. Mûsa 40:30-32). Lê belê, paqijiya rabûn û rûniştina me ji paqijiya bedena me hê jî muhîmtir e (Zebûr 24:3, 4; 1. Petrûs 1:15, 16). Gerek em pir xîret bikin ku em “şexsiyeta kevn” ji xwe bikin û “şexsiyeta nû” li xwe bikin (Kolosî 3:9, 10). Maneya vê ev e ku gerek em dev ji fikir û kirinên nepak berdin û bi hal û hereketên xwe Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Bi alîkariya Yehowa, kesên bêexlaq û zalim jî dikarin xwe serrast bikin û şexsiyeta nû li xwe bikin.

14. Em ji serpêhatiya Jack çi hîn dibin? (Li resim jî binêre.)

14 Ka serpêhatiya zilamekî bi navê Jack bîne ber çavê xwe. Ew mirovekî pir zalim bû, loma jê re digotin “Cin”. Ji ber sûcên xwe, Jack cezayê mirinê stand. Lê belê, gava ew li bendê bû ku ceza bê înfazkirin, Jack qebûl kir ku bi birayekî ku dihat girtîgehê re Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Li gel kirinên xwe yên berê, Jack şexsiyeta xwe ya kevn ji xwe kir û bi zeman re vaftîz bû. Jack ew qas guherî ku di roja îdamê de, çavên hin nobedaran tijî hêstiran bûn. Eskerekî ku li girtîgehê dixebitî wisa got: “Berê, Jack girtiyê herî xerab bû, lê niha, ew yek ji girtiyên herî baş e.” Heftiya piştî îdamkirina Jack, birayên ku ji bo îdarekirina civînê çûn girtîgehê zilamekî nû dît. Gelo ew çima hat civînê? Ew ji ber guherîna Jack şaşmayî bû, û wî dixwest bizanibe ku gerek ew çi bike ku ji Yehowa re îbadetê bike. Belê, rabûn û rûniştina me dikare rûmetê bide Bavê meyî ezmanî! (1. Petrûs 2:12).

Em dikarin Yehowa bi rabûn û rûniştina xwe birûmet bikin (Li paragrafa 14an binêre) d


YEHOWA WÊ ÇAWA NAVÊ XWE BIRÛMET BIKE?

15. Di demeke nêzîk de, Yehowa wê navê xwe çawa birûmet bike? (Zebûr 96:10-13)

15 Zebûr 96:10-13 bixwîne. Ayetên dawîn ên Zebûr 96 dibêjin ku Yehowa Padîşah e û Hakimekî adil e. Di demeke nêzîk de, gelo Yehowa wê navê xwe çawa birûmet bike? Bi destê hukmên xwe. Pêşî, ewê Babîla Mezin helak bike ji ber ku wê leke aniye ser navê wî yê pîroz (Peyxam 17:5, 16; 19:1, 2). Piştî helakkirina Babîla Mezin, dibe ku hin kes dest pê bikin ku bi me re ji Xwedê re xizmet bikin. Paşê, li Harmegedonê, Yehowa wê temamiya dinyaya Îblîs helak bike. Ewê hemû dijminên xwe, yên ku navê wî reş dikin, ji holê rake û kesên ku guh didin wî, ji wî hez dikin û bi serbilindî rûmetê didin wî xelas bike (Marqos 8:38; 2. Selanîkî 1:6-10). Piştî îmtihana dawîn, a ku wê piştî Hukimdariya Hezarsalî ya Îsa Mesîh çêbe, navê Yehowa wê bi temamî pîroz bibe (Peyxam 20:7-10). Wê demê, “Çawa av deryayan tije dike, dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe” (Habaqûq 2:14).

16. Tu dixwazî çi bikî? (Li resim jî binêre.)

16 Dawiya dawîn, her kesê ku dijî wê rûmetê bide Yehowa! Heta wê rojê, bila em çi ji destê me tê bikin ku Xwedê birûmet bikin. Ji bo ku bala me bikişîne ser vê mijara muhîm, Koma Rêberiyê Zebûr 96:8 wek ayeta ji bo sala 2025an hilbijartiye: “Rûmetê bidin Yehowa, navê wî hêja ye”.

Dawiya dawîn, her kesê ku dijî wê rûmetê bide Yehowa! (Li paragrafa 16an binêre)

KILAM 12 Yehowa, Tu Bêemsal î

a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

b RESIM: Resmê temsîlî yê serpêhatiya Angelenayê.

c RESIM: Resmê temsîlî yê serpêhatiya Priscayê.

d RESIM: Resmê temsîlî yê serpêhatiya Jack.