Here Naverokê

Here naverokê

TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ

Resiman Çêke

Resiman Çêke

Gelek kes, gava tiştekî dixwînin, zû ji bîr dikin ku wan çi xwendiye. Lê belê, ma em mîsalên Îsa Mesîh zû ji bîr dikin? Bi îhtimaleke mezin li me hêsan tê ku em wan bînin ber çavê xwe û di bîra xwe de xwedî bikin. Mîna vê, ji bo ku em mijarên ku em lêkolîn dikin zû ji bîr nekin, em dikarin wan bînin ber çavê xwe. Lê çawa? Mesela, gava em lêkolîn dikin, em dikarin resiman çêkin.

Çêkirina resiman dikare alî me bike ku em tiştên ku em nû hîn dibin di bîra xwe de xwedî bikin. Ev metod ne tenê ji bo peyvan, lê ji bo fikiran jî bifeyde ye. Ji bo ku em resmên wisa çêkin, ne lazim e ku em pir hunermend bin. Bes e ku em resmên besît çêkin. Çêkirina resiman bi xisûsî alî kesên emirmezin dike ku ew tiştên ku ew hîn dibin ji bîr nekin.

Cara din gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, ka hin resmên tiştên ku tu hîn dibî, çêke. Tuyê bibînî ku ev metod pir bifeyde ye ku tu dersên hînbûyî ji bîr nekî!