Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42

Xwe li Riya Rastiyê Qayim Bigire

Xwe li Riya Rastiyê Qayim Bigire

“Her tiştî ji hev derxin, tiştê qenc hişk bigirin” (1. SELANÎKÎ 5:21).

KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e

PÊŞGOTIN a

1. Gelek kes çi dipirsin?

 BI HEZARAN dîn û bawerî hene, yên ku dibêjin ku îbadeta wan, a herî rast e. Loma, gelek kes wisa dipirsin: “Ma Xwedê ji hemû dîn û baweriyan razî ye, yan dînê rast yek e?” Gelo em emîn in ku em li ser riya rastiyê ne û ku Yehowa îbadeta Şahidên Yehowa qebûl dike? Em çawa dikarin ji vê emîn bin? Ka em li cewabên van pirsan binêrin.

2. Li gor 1. Selanîkî 1:5, Pawlosê şandî çima ji rastiyê emîn bû?

2 Pawlosê şandî emîn bû ku ew li ser riya rastiyê ye (1. Selanîkî 1:5 bixwîne). Baweriya wî ne tenê bi hîsên wî ve, lê bi mantiqê ve jî girêdayî bû. Pawlos Peyva Xwedê hûr û kûr lêkolîn dikir, û wî bawer dikir ku “tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye” (2. Tîmotêyos 3:16). Gelo Pawlosê şandî ji lêkolîna Nivîsarên Pîroz çi hîn bû? Mesela, wî îsbatên saxlem dîtin ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî bû. Alimên Cihû çavên xwe li ser van îsbatan digirtin. Wan xwe wek temsîlkarên Xwedê didît, lê wan Xwedê bi kirinên xwe înkar dikir (Tîtos 1:16). Pawlos ne mîna wan bû. Wî ne tenê hin qismên Peyva Xwedê, lê “hemû daxwaza Xwedê” hîn dikir û pêk dianî (Karên Şandiyan 20:27).

3. Ji bo ku em ji rastiyê emîn bin, gelo lazim e ku em cewabên hemû pirsên xwe bistînin? (Li çarçoveya “ Kar û Ramanên Yehowa Bêhesab in” binêre.)

3 Hin kes difikirin ku dînê rast gerek cewaba her pirsê bide – heta pirsên ku li Kitêba Pîroz rasterast nayên bersivandin. Gelo ev fikir rast e? Ka bala xwe bide emsala Pawlos. Wî dilê kesên bawermend xurt dikir ku ew “her tiştî ji hev derxin”, lê wî qebûl dikir ku ew gelek tiştan fehm nake (1. Selanîkî 5:21). Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Zanîna me kêm e ... Niha em di neynikê de, ne zelal dibînin” (1. Korîntî 13:9, 12). Pawlos her tişt fehm nedikir, û em jî her tiştî fehm nakin. Lê belê, Pawlos daxwaz û armanca Yehowa bi gelemperî fehm dikir, loma ew emîn bû ku ew li ser riya rastiyê ye.

4. Em çawa dikarin emîntir bibin ku em li ser riya rastiyê ne, û li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

4 Ji bo ku em ji rastiyê emîn bin, wê baş be ku em lêkolîn bikin ku Îsa Mesîh çawa îbadet dikir û vê yekê bi îbadeta Şahidên Yehowa muqayese bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Mesîhiyên rastîn (1) xwe ji pûtperestiyê dûr digirin, (2) qedrê navê Xwedê digirin, (3) ji rastiyê hez dikin û (4) ji dil ji hevdû hez dikin.

EM XWE JI PÛTPERESTIYÊ DÛR DIGIRIN

5. Îsa Mesîh çawa ji Xwedê re îbadet dikir, û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin?

5 Îsa Mesîh ji Xwedê pir hez dikir. Loma, hem li ezmanan hem jî li dinyayê, wî tenê ji Yehowa re îbadet dikir (Lûqa 4:8). Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re got ku bila ew jî wisa bikin. Îsa Mesîh û şandiyên wî yên dilsoz tu car bi navgîniya pûtan îbadet nedikir. Jixwe, ji ber ku Xwedê ruh e, tu tiştê ku însan çêdike nikare mezinahiya Yehowa temsîl bike (Îşaya 46:5). Lê belê, gelo îzin heye ku em heykelên “ezîzan” çêkin û ji wan re dua bikin? Li emrê diduyan a Deh Emiran, Yehowa wisa gotibû: “Tê ji bo xwe pûtê tu tiştekî çênekî ku dişibe giyandarekî li ezmanan, an li ser erdê yan jî di bin avê de ye. Tê li ber pûtan neçî ser çokan û neperizî wan” (2. Mûsa 20:4, 5, Mizgînî). Kesên ku dixwazin dilê Xwedê şa bikin van gotinan rind fehm dikin.

6. Şahidên Yehowa çawa îbadetê dikin?

6 Li gor dîrokzanan, Mesîhiyên pêşîn tenê ji Xwedê re îbadet dikir. Mesela, kitêbek dibêje ku fikra ku li cihên îbadetê pût hebin wê ew “pir aciz bikira” (History of the Christian Church). Îro, Şahidên Yehowa mîna Mesîhiyên pêşîn îbadetê dikin. Ew ji pûtên “ezîzan” yan melekan re dua nakin. Heta, ew ji Îsa Mesîh re jî dua nakin. Wekî din, ew ji sembolên dewletê re jî îbadetê nakin. Mirovên din çi bibêjin jî, qerara wan ev e ku ew guh bidin van gotinên Îsa Mesîh: “Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike” (Metta 4:10, NWT).

7. Şahidên Yehowa çawa ji dîn û baweriyên din cuda ne?

7 Gelek kes li pey alim û keşîşên bi nav û deng diçin. Ew ji van mamosteyên dînî re ew qas heyran in ku qey ew ji wan re îbadetê dikin. Ew diçin dêrên wan, kitêbên wan dikirin û bi bexşên xwe piştgiriya wan dikin. Gotinên van alim û keşîşan ji bo mirovan qanûn e, qey Îsa Mesîh bi xwe bi wan re xeber daye. Şahidên Yehowa wisa nakin. Alim û keşîşên wan tune ne. Ew her çi qas qedrê kesên ku rêberiyê dikin digirin jî, ew van gotinên Îsa Mesîh qebûl dikin: “Hûn hemû bira ne” (Metta 23:8-10). Ew ne ji alimên dînî re ne jî ji serokên siyasî re îbadetê dikin. Şahidên Yehowa piştgiriya armancên kesên wisa nakin. Li van waran, Şahidên Yehowa bi rastî jî ji dîn û baweriyên ku xwe wek Mesîhî bi nav dikin, cuda ne (Yûhenna 18:36).

EM QEDRÊ NAVÊ XWEDÊ DIGIRIN

Mesîhiyên rastîn bi serbilindî ji mirovan re behsa Yehowa dikin (Li paragrafên 8 heta 10an binêre) c

8. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku navê wî bê birûmetkirin û îlankirin?

8 Carekê, Îsa Mesîh wisa dua kir: “Bavo, navê xwe bi rûmet bike.” Yehowa bi xwe ji ezmanan cewab da û got ku ewê navê xwe birûmet bike (Yûhenna 12:28). Di xizmeta xwe de, Îsa Mesîh her tim navê Bavê xwe birûmet dikir (Yûhenna 17:26). Loma, Mesîhiyên rastîn navê Xwedê bi serbilindî bi kar tînin û vî navî ji mirovan re îlan dikin.

9. Mesîhiyên li sedsala yekê çawa qedrê navê Xwedê digirt?

9 Li sedsala yekê a P.M., wexteke kin piştî ku civata şagirtên Îsa Mesîh hatibû sazkirin, Yehowa “hat serdana miletên din, da ku ji wan xelkekî ji bo navê xwe rake” (Karên Şandiyan 15:14). Mesîhiyên li sedsala yekê navê Xwedê bi serbilindî bi kar dianî û ji mirovan re îlan dikir. Wan navê Xwedê di xizmeta xwe de û di nivîsên xwe de bi kar dianî. Hal û hereketên wan nîşan dida ku ew xelkekî ji bo navê Xwedê bûn (Karên Şandiyan 2:14, 21).

10. Çi îsbat hene ku Şahidên Yehowa xelkekî ji bo navê Xwedê ne?

10 Gelo Şahidên Yehowa jî xelkekî ji bo navê Xwedê ne? Îro, gelek alimên dînî pir xîret dikin ku navê Xwedê veşêrin. Wan navê wî ji tercûmeyên Kitêba Pîroz derxistiye, û ew vî navî li îbadetê bi kar naynin. b Tenê Şahidên Yehowa bi rastî qedrê navê Xwedê digirin, ne wisa ye? Ew ji hemû dîn û baweriyan zêdetir bala mirovan dikişînin ser navê Xwedê. Ew xwe wek Şahidên Yehowa bi nav dikin, û ew çi ji destê wan tê dikin ku hêjayî vî navî bijîn (Îşaya 43:10-12). Heta niha, wan zêdetirî 240 milyon nisxeyên Wergera Dinyaya Nû çap kirine. Ev tercûme navê Xwedê li gelek ayetên ku tercûmeyên din navê Xwedê di wan de bi kar naynin, bi kar tîne. Wekî din, em weşanên ku navê Xwedê bilind dikin bi zêdetirî 1.000 zimanî diweşînin.

EM JI RASTIYÊ HEZ DIKIN

11. Mesîhiyên pêşîn çawa nîşan dida ku ew ji rastiyê hez dikin?

11 Îsa Mesîh ji rastiyê – yanî ji rastiya di heqê Xwedê û mexsedên wî de – hez dikir. Îsa li gor vê rastiyê dijiya, û wî ev rastî ji kesên din re îlan dikir (Yûhenna 18:37). Şagirtên rastîn ên Îsa Mesîh jî ji rastiyê hez dikir (Yûhenna 4:23, 24). Petrûsê şandî baweriya Mesîhiyan wek “riya rastiyê” bi nav kir (2. Petrûs 2:2). Mesîhiyên pêşîn ji rastiyê pir hez dikir, loma wan hemû fikrên dînî, urf û adet û nêrînên şexsî, yên ku li dijî rastiyê bûn, red dikirin (Kolosî 2:8). Îro jî, Mesîhiyên rastîn xîret dikin ku ‘di rastiyê de rêve herin’. Ji bo vê, ew dîqat dikin ku hemû baweriyên wan û jiyana wan bi Kitêba Pîroz ve hevgirtî bin (3. Yûhenna 3, 4).

12. Gava birayên ku rêberiyê dikin dibînin ku gerek tiştek bi awayekî din bê fehmkirin, ew çi dikin, û çima?

12 Xizmetkarên Xwedê îdîa nakin ku ew rastiyê ji sedî sed dizanin. Wan hin hîndariyên Kitêba Pîroz carinan şaş fehm dikirin, û civat car caran bi awayekî nerast dihat organîzekirin. Em seba vê şaş namînin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em “di naskirina Xwedê de bigihîjin” (Kolosî 1:9, 10). Yehowa rastiyê gav bi gav eyan dike, û gerek em bi sebir li bendê bisekinin ku ronahiya rastiyê zêdetir şewq bide (Methelokên Silêman 4:18). Gava birayên ku rêberiyê dikin dibînin ku gerek tiştek bi awayekî din bê fehmkirin, ew nêrîna xwe hemen diguherînin. Gelek dêr guhertinan dikin ku dilê mirovan bikirin yan nêzîktirî dinyayê bibin. Lê belê, armanca guhertinên ku teşkîlata Yehowa dike ev e ku em nêzîktirî Yehowa bibin û wek Îsa Mesîh îbadetê bikin (Aqûb 4:4). Sebeba guhertinên me ne ev e ku fikrên mirovên dinyayê guherîne, lê ev e ku em Kitêba Pîroz êdî baştir fehm dikin. Belê, em ji rastiyê hez dikin! (1. Selanîkî 2:3, 4).

EM JI DIL JI HEVDÛ HEZ DIKIN

13. Sifetê sereke yê Mesîhiyên rastîn çi ye, û ev sifet di nav Şahidên Yehowa de çawa xuya dike?

13 Ji hemû xisûsiyetên civata şagirtên Îsa Mesîh a li sedsala yekê, a herî muhîm hezkirin bû. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Îro, li seranserê dinyayê di nav Şahidên Yehowa de hezkirin heye. Ew ji hemû dîn û baweriyên din cuda ne, çimkî di nav wan de yekîtî heye û sînorên milî, nijadî û sosyal tune ne. Em vê hezkirina rastîn li civînên xwe dibînin. Ev hezkirin baweriya me zêde dike ku Yehowa ji îbadeta me razî ye.

14. Li gor Kolosî 3:12-14, em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji hevdû hez dikin?

14 Kitêba Pîroz dibêje ku “bila hezkirina [me] ya ji hev re hergav germ be” (1. Petrûs 4:8). Ji ber ku em ji hevdû hez dikin, em hevdû efû dikin û li hemberî kêmasiyên hevdû sebir dikin. Wekî din, em li fersendan digerin ku ji hemû xwişk û birayan re – heta ji yên ku dilê me êşandiye re jî – destvekirî û mêvanhez bin (Kolosî 3:12-14 bixwîne). Belê, hezkirin bi rastî jî nîşana sereke ya Mesîhiyên rastîn e.

“BAWERÎ YEK E”

15. Em Mesîhiyên pêşîn li kîjan waran ji xwe re emsal digirin?

15 Îbadeta me ji aliyên din ve jî wek îbadeta Mesîhiyên li sedsala yekê ye. Mesela, em wek civata li sedsala yekê organîzekirî ne. Loma, di teşkîlata me de nazirên rêwî, rîspî û alîkarên xizmetê hene (Filîpî 1:1; Tîtos 1:5). Mîna Mesîhiyên pêşîn, em guh didin qanûnên Xwedê yên ji bo zewac, exlaq û xwînê, û em gunehkarên netobedar ji civatê derdixînin, da ku civat paqij bimîne (Karên Şandiyan 15:28, 29; 1. Korîntî 5:11-13; 6:9, 10; Îbranî 13:4).

16. Gotinên Efesî 4:4-6 çi rêyî me didin?

16 Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku gelek kesên ku xwe wek Mesîhî dihesibînin bi eslê xwe şagirtên Îsa Mesîh nînin (Metta 7:21-23). Wekî din, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku li rojên dawîn, gelek kes wê xwe wek kesên dîndar nîşan bidin, lê bi rastî ew ji Xwedê dûr in (2. Tîmotêyos 3:1, 5). Lê belê, Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku tenê yek bawerî li Xwedê xweş tê (Efesî 4:4-6 bixwîne).

17. Îro kî li pey Îsa Mesîh diçin û li gor baweriya rast dijîn?

17 Li vê meqaleyê, me dîtiye ku Îsa Mesîh û Mesîhiyên li sedsala yekê çawa îbadet dikir. Li gor îsbatên ku me dîtine, gelo kî li gor baweriya rast dijîn? Cewab eşkere ye: Şahidên Yehowa! Em çi qas serbilind in ji ber ku em di nav xizmetkarên Yehowa de ne û ji ber ku em rastiya di heqê Yehowa û mexsedên wî de dizanin. Loma, bila em çi ji destê me tê bikin ku em xwe li riya rastiyê qayim bigirin!

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

a Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îsa Mesîh çawa îbadet dikir û şagirtên wî yên pêşîn ew çawa ji xwe re emsal digirt. Wekî din, emê bibînin ku îro, Şahidên Yehowa jî çawa li gor emsala Îsa Mesîh îbadetê dikin.

b Mesela, di sala 2008an de, Papa Benedîkt XVI got ku navê Xwedê gerek di ayîn, kilam yan duayên Katolîk de “neyê bikaranîn û anîn zimên”.

c RESIM: Teşkîlata Şahidên Yehowa Wergera Dinyaya Nû bi zêdetirî 200 zimanî weşandiye, da ku însan karibin Kitêba Pîroz bi zimanê xwe bixwînin û navê Xwedê bibînin.