1922 – Sed Sal Berê
“XWEDÊ … bi destê Xudanê me Îsa Mesîh serketinê dide me” (1. Korîntî 15:57). Ev ayet, a ku wek ayeta sala 1922yan hatibû hilbijartin, nîşanî Lêkolînerên Kitêba Pîroz dabû ku dilsoziya wan wê bê xelatkirin. Bi rastî jî, Yehowa ev mizgînvanên bixîret bibereket kirin. Wê salê, wan dest pê kir ku kitêban xwe bi xwe çap bikin û bicîld bikin û mizgîna Padîşahiyê bi destê radyoyê belav bikin. Paşê, Yehowa xizmetkarên xwe bi awayekî din jî bibereket kirin. Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo komcivîneke muhîm li Cedar Pointê (Ohio, DYA) li hev top bûn. Ew komcivîn heta îro jî li ser teşkîlata Yehowa tesîr dike.
“FIKREKE ECÊB”
Her ku karê belavkirina mizgînê bi pêş ve diçû, hewcedariya ji bo weşanan zêdetir dibû. Kovar li Beytela Brooklynê dihatin çapkirin, lê kitêb ji aliyê fîrmayan ve dihatin çêkirin. Piştî ku fîrmayekê bi gelek mehan nikaribû têra xwe kitêban çap bike, birayê Rutherford ji mudirê fabrîkayê Robert Martin pirsî ka bi dîtina wî îmkan heye ku ew xwe bi xwe kitêban çêkin yan na.
Birayê Martin wisa got: “Fikreke ecêb bû, çimkî ji bo vê, wê lazim bûya ku me hemû makîneyên ji bo tîprêzkirin, hazirkirina qaliban, çapkirin û bicîldkirina kitêban bikiriyana.” Hingê, li avahiyeke li Concord Streetê (Brooklyn, New York) cihek hat kirêgirtin, û hemû makîneyên lazim hatin kirîn.
Hin kes seba vê qerarê aciz bûn. Mudirê fîrmayeke ku kitêbên me çap kiribûn hat ziyareta fabrîkaya nû. Wî got: “Niha di destê we de hemû makîneyên çapkirinê hene, lê hûn nizanin ku van makîneyan çawa bixebitînin. Di hundirê şeş mehan de, hûnê her tiştî xera bikin.”
Birayê Martin got: “Gotinên wî qey bimantiq xuya dikir, lê wî nizanibû ku Xudan bi me re ye.” Xwedê bi rastî jî alî wan kir. Pir wext derbas nebû ku cîldxaneya nû di rojekê de 2.000 kitêb çêdikirin.
BI SAYA RADYOYÊ, MIZGÎN DIGIHÎJE BI HEZARAN ÎNSANAN
Ji xeynî vê ku xizmetkarên Yehowa xwe bi xwe hin kitêb çêdikirin, wan dest bi weşanên radyoyê kir ku mizgînê belav bikin. Li roja Yekşemê, 26ê Sibata 1922yan, piştî nîvro, birayê Rutherford cara pêşîn bi radyoyê xeber da. Wî gotara bi navê “Bi Milyonan Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Caran Nemirin” li îstasyoneke radyoyê ya li Los Angelesê (Kalîforniya, DYA) pêşkêş kir.
Weke 25.000 kesî guh da vê bernameyê. Hinekan name nivîsîn ku ji bo vê bernameyê spas bikin. Yek ji van nameyan, ji zilamekî bi navê Willard Ashford hat, ê ku li Santa Anayê (Kalîforniya, DYA) dijiya. Wî pesnê birayê Rutherford da, ji ber ku gotar “kêfdar û balkêş” bû. Wekî din, wî got: “Eger we ev gotar li cihekî pir nêzîkî me pêşkêş bikira jî, meyê nikaribûya bihata wê derê, çimkî li mala me sê kesên nexweş hene.”
Dû re, bernameyên din jî bi destê radyoyê hatin weşandin. Wek di kovara The Watch Tower de hat gotin, heta dawiya salê, “herî kêm 300.000 kesî mizgîn bi navgîniya radyoyê bihîstibû.”
Seba van netîceyên xweş, Lêkolînerên Kitêba Pîroz qerar da ku li Staten Islandê, nêzîkî Beytela Brooklynê, îstasyoneke radyoyê ava bikin. Ev îstasyon, a ku wek “WBBR” hat binavkirin, bi çend salan ji bo belavkirina mizgîna Padîşahiyê hat bikaranîn.
“ADV”
Kovara The Watch Tower a 15ê Hezîrana 1922yan îlan kir ku ji 5ê Îlonê heta 13ê Îlona 1922yan, komcivînek wê li Cedar Pointê (Ohio, DYA) bê derbaskirin. Loma Lêkolînerên Kitêba Pîroz bi heyecaneke mezin li Cedar Pointê li hev top bûn.
Di gotara xwe ya pêşîn de, birayê Rutherford ji temaşevanan re wisa got: “Ez bawer im ku Xudan wê … vê komcivînê bibereket bike û şahidiyeke bêemsal bide dinyayê.” Li wê komcivînê, gotarvanan çend caran got ku karê belavkirina mizgînê çi qas muhîm e.
Paşê, li roja Înê, 8ê Îlonê, weke 8.000 temaşevan bi çar çavan li benda gotareke birayê Rutherford bûn. Temaşevan hêvîdar bûn ku birayê Rutherford maneya herfên “ADV” zelal bike, yên ku li ser dawetnameyên wan nivîsî bûn. Gava ew rûniştî bûn, hin ji wan bê guman rûloya mezin didît, a ku li ser sehneyê daleqandî bû. Birayekî bi navê Arthur Claus, ê ku ji
Tulsayê (Oklahoma, DYA) hatibû, ji xwe re cihekî pir baş dîtibû, da ku ew karibe dengê gotarvan bi rihetî bibihîze. Wê demê, cihekî wisa pir biqîmet bû, çimkî mîkrofon hê nedihatin bikaranîn.“Me bi heweseke mezin guh dida her gotina wî”
Rêberê bernameyê îlan kir ku li dema gotara birayê Rutherford, îzin wê neyê dayîn ku kesên ku dereng tên bikevin salonê, da ku temaşevanên din aciz nebin. Saet di 9 û nîvan de, birayê Rutherford bi van gotinên Îsa Mesîh dest bi gotara xwe kir: “Padîşahiya Ezmanan nêzîk bûye” (Metta 4:17). Wî zelal kir ku xebera di heqê vê Padîşahiyê de wê çawa bihata belavkirin: “Îsa Mesîh bi xwe gotibû ku li dema hazirbûna wî, ewê şagirtên xwe yên rast û dilsoz ber hev bike.”
Birayê Arthur, ê ku di salona mezin de rûniştî bû, wisa got: “Me bi heweseke mezin guh dida her gotina wî.” Lê ji nişka ve, serê Arthur gêj bû, û lazim bû ku ew ji salonê derkeve. Arthur bê dil derket, çimkî wî dizanibû ku îzin tune ku ew dîsa bikeve hundir.
Çend deqe bi şûn de, ew hat ser xwe. Gava ew vedigeriya salonê, wî dengê çepikên qayîm bihîst. Arthur pir biheyecan bû! Wî ji xwe re got ku eger lazim be, ewê hilkişe ser avahiyê ku guh bide vê gotara xweş. Wê demê, ew 23 salî bû, û wî ji xwe re rêyek dît ku hilkişe jorê. Pencereyên jorîn vekirî bûn, û gava ew nêzîkî pencereyan bû, ew şa bû “deng bi rihetî dihat bihîstin”.
Ji xeynî Arthur, hin hevalên wî jî li wê derê bûn. Yek ji wan, Frank Johnson, hat û jê pirsî: “Kêrê teyî tûj heye?”
Arthur cewab da: “Erê, heye.”
Frank got: “Tu yî cewaba duayên me! Gelo tu vê rûloya mezin dibînî? Eva poster e, a Gava ew bibêje ‘îlan bikin, îlan bikin, îlan bikin’, van çar benan jêke.”
li ser van mixan girêdayî ye. Rind guh bide Hakim.Loma Arthur bi kêrê xwe tevî hevalên xwe li benda îşaretê sekinî. Pir wext derbas nebû ku birayê Rutherford gihîşt zîrveya gotara xwe. Bi xîret û heyecan, birayê Rutherford bi dengê bilind wisa got: “Ji bo Xudan bibin şahidên rast û dilsoz. Heta ku Babîl bi temamî wêran be, newestin! Vê xeberê li her derê belav bikin. Bila dinya alem bizanibe ku Yehowa Xwedê ye û Îsa Mesîh Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e. Roj hatiye. Padîşah êdî hukim dajo! Mizgînvanên wî hûn in. Loma, Padîşah û Padîşahiya wî îlan bikin, îlan bikin, îlan bikin!”
Arthur û birayên din ben jêkirin, û poster bi awayekî herikî vebû. Li ser posterê wisa nivîsî bû: “Padîşah û Padîşahiyê îlan bikin.” Maneya “ADV” êdî hat fehmkirin: Ev herf, sê herfên pêşin a peyva Îngilizî ya ji bo “îlan kirin” bûn.
KAREKÎ MUHÎM
Komcivîna li Cedar Pointê alî xwişk û birayan kir ku ew bala xwe bidin karê belavkirina xebera Padîşahiyê, û kesên dilxwaz ev kar bi dilxweşî dianî cih. Pêşengekî ji Oklahomayê (DYA) wisa nivîsî: “Li herêma ku em mizgînê lê belav dikin, gelek kes di madenên komirê de kar dikin, û piraniya wan pir feqîr in.” Gelek caran, gava mirovan xebera ji kovara Golden Age dibihîst, çavên wan tijî hêstiran dibûn. Birayê me got: “Em pir şa ne ku em dikarin teseliyê bidin wan.”
Lêkolînerên Kitêba Pîroz rastiya van gotinên Îsa Mesîh rind fehm dikir: “Dexil gelek e, lê pale hindik in” (Lûqa 10:2). Di dawiya salê de, ew hê jî biqerartir bûn ku Padîşahiyê li her derê îlan bikin.
a Birayê Rutherford carinan wek “Hakim” dihat binavkirin, çimkî wî li Missouriyê (DYA) wek hakimekî xisûsî xizmet kiribû.