Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 44

Bila Hêviya Te Her Tim Xurt Be

Bila Hêviya Te Her Tim Xurt Be

“Hêviya min tu yî, ya Reb Xudan” (ZEBÛR 71:5).

KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me

PÊŞGOTIN a

1. Yehowa çi hêvî daye me?

 YEHOWA hêviya jiyana herheyî daye me. Hin kes li benda jiyana li ezmanan in. Li wê derê, ewê wek ruhên nemir heta bi hetayê bijîn (1. Korîntî 15:50, 53). Ji aliyê din ve, piraniya însanan li bendê ne ku heta bi hetayê bi dilxweşî û siheta kamil li rûyê erdê bijîn (Peyxam 21:3, 4). Her du hêvî jî pir biqîmet in – hem hêviya jiyana herheyî ya li ezmanan hem jî hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê.

2. Hêviya me xwe dispêre çi, û em çima wisa dibêjin?

2 Di Kitêba Pîroz de, peyva “hêvî” tê maneya “li benda tiştên xweş bûn”. Hêviya me saxlem e, çimkî ew ji Yehowa tê (Romayî 15:13). Em dizanin ku wî çi soz daye, û em dizanin ku ew soza xwe her tim pêk tîne (4. Mûsa 23:19). Em bawer in ku Yehowa hem dixwaze hem jî dikare her tiştê ku wî gotiye, pêk bîne. Loma, hêviya me tenê xeyal nîne. Hêviya me xwe dispêre rastiyê û îsbatan.

3. Di vê meqaleyê de, emê di heqê çi de xeber bidin? (Zebûr 27:14)

3 Bavê meyî ezmanî ji me hez dike, û ew dixwaze ku em îtibara xwe bi wî bînin (Zebûr 27:14 bixwîne). Bi saya hêviyeke xurt, em dikarin li gel tengasiyan ji Yehowa re dilsoz bimînin, û em cesaret û dilxweşiya xwe winda nakin. Ka em bibînin ku hêviya me çawa dikare me biparêze. A pêşîn, emê bibînin ku hêvî çawa dişibe lenger û kumzirxekî. Paşê, emê bibînin ku em çawa dikarin hêviya xwe xurttir bikin.

HÊVIYA ME MÎNA LENGEREKÎ YE

4. Hêvî çawa dişibe lengerekî? (Îbranî 6:19)

4 Pawlosê şandî hêviya me şiband lengerekî (Îbranî 6:19 bixwîne). Ji ber ku Pawlos gelek caran bi gemiyan rêwîtî dikir, wî dizanibû ku lenger gemiyê çawa digire, da ku av gemiyê nebe. Carekê, gava Pawlos bi gemiyekê diçû cihekî, firtoneyeke qayîm rabû. Li dema firtoneyê, wî dît ku gemîvanan lenger çawa avêtin avê, da ku gemî li zinaran nekeve (Karên Şandiyan 27:29, 39-41). Çawa ku lenger gemiyê saxlem digire, hêviya me jî me saxlem digire, da ku em seba tengasiyan ji Yehowa dûr nekevin. Hêviya me alî me dike ku em li hemberî firtoneyên jiyanê sebat bikin, çimkî em rind dizanin ku xelasî nêzîk e. Jixwe, Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku emê rastî zilmê bên (Yûhenna 15:20). Loma, fikirîna kûr a li ser sozên Yehowa wê alî me bike ku em ji riya xwe şaş nebin.

5. Gava ku Îsa Mesîh li ber mirinê bû, hêviya wî çawa alî wî dikir?

5 Bala xwe bidê ku gava Îsa Mesîh li ber mirinê bû, ew çawa dilsoz ma. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M. de, Petrûsê şandî behsa gotineke Zebûrê kir, a ku nîşan dide ku Îsa Mesîh çima ew qas qewî û sakîn ma: “Bedena min jî wê bi hêviyê bijî. Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne. … Tê bi dîdara xwe min di nav şahiyê de bihêlî” (Karên Şandiyan 2:25-28; Zebûr 16:8-11). Îsa Mesîh dizanibû ku ewê bimire, lê bi saya hêviya ku Xwedê wê wî ji mirinê rake û ku ewê vegere ezmanan, ba Bavê xwe, ew dilsoz ma (Îbranî 12:2, 3).

6. Birayekî di heqê hêviyê de çi got?

6 Hêviya ku Kitêba Pîroz dide alî gelek xwişk û birayan kiriye ku ew sebat bikin. Mesela, serpêhatiya birayekî dilsoz ê bi navê Leonard Chinn, ê ku li Îngilistanê dijiya, vêya nîşan dide. Li dema Şerê Cîhanê yê Yekem, ew ket hebsê ji ber ku wî xizmeta leşkeriyê red kir. Du meh, ew bi tena serê xwe di hucreyekê de ma, û paşê, îşekî giran ji wî re hat dayîn. Çend sal bi şûn de, wî wisa nivîsî: “Tiştên ku hatin serê min nîşanî min da ku hêviya me çawa alî me dike ku em sebat bikin. Mîsalên Îsa Mesîh, şandiyên wî û pêxemberan li ber me ne, û sozên biqîmet ên Kitêba Pîroz di destê me de ne. Bi saya van tiştan, hêviya me xurt e, û qeweta me heye ku em sebat bikin.” Ji bo Leonard, hêvî mîna lengerekî bû, û hêvî dikare ji bo me jî wisa be.

7. Tengasî çawa hêviya me xurttir dikin? (Romayî 5:3-5; Aqûb 1:12)

7 Piştî ku me li hemberî tengasiyan sebat kiribe û destê Yehowa dîtibe, hêviya me xurttir dibe (Romayî 5:3-5; Aqûb 1:12 bixwîne). Loma, hêviya me êdî ji wexta ku me mizgîn cara pêşîn qebûl kiribû, xurttir e. Îblîs dixwaze ku em cesareta xwe seba tengasiyan winda bikin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin bi ser bikevin.

HÊVIYA ME MÎNA KUMZIRXEKÎ YE

8. Hêvî çawa dişibe kumzirxekî? (1. Selanîkî 5:8)

8 Wekî din, Kitêba Pîroz hêviyê dişibîne kumzirxekî (1. Selanîkî 5:8 bixwîne). Leşker kumzirx bi kar tîne ku serê xwe ji çekên dijminan biparêze. Di şerê ruhî de, gerek em hişê xwe ji hicûmên Îblîs biparêzin. Îblîs dixwaze me biceribîne û hişê me bi fikrên şaş ve tije bike. Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze, hêvî jî hişê me diparêze, da ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin.

9. Însanên bêhêvî çawa dijîn?

9 Hêviya jiyana herheyî wê alî me bike ku em qerarên bihîkmet bidin. Ji aliyê din ve, eger hêviya me sist be û em îznê bidin ku xwestekên nefsê hişê me bigirin, em dikarin dev ji hedefa jiyana herheyî berdin. Di sedsala yekê de, halê hin şagirtên Îsa Mesîh, ên ku li bajarê Korîntê dijiyan, wisa bû. Baweriya wan bi hêviya rabûna miriyan sist bûbû (1. Korîntî 15:12) Pawlos zelal kir ku kesên ku baweriya xwe bi vê wehda muhîm a Xwedê naynin, tenê bala xwe didin xwestekên xwe (1. Korîntî 15:32). Di rojên me de jî gelek kesên wisa hene. Ew tenê bala xwe didin kêfa ku ew niha dikarin bistînin. Em wisa nakin. Em xwe dispêrin wehdên Xwedê. Mîna kumzirxekî, hêviya me hişê me diparêze û alî me dike ku em ne tenê li ser xwestekên xwe bifikirin, çimkî em dizanin ku jiyaneke xwehez dikare dostaniya me ya bi Yehowa re xera bike (1. Korîntî 15:33, 34).

10. Hêvî çawa dikare me ji nêrînên şaş biparêze?

10 Kumzirxê hêviyê dikare me ji nêrînên şaş biparêze. Hin kes difikirin ku ew her çi bikin jî, Yehowa ji xîreta wan ne razî ye. Mesela, ew ji xwe re wisa dibêjin: “Miraza min wê tu caran neyê cih. Ez hêjayî jiyana herheyî nînim. Ez nikarim li gor daxwaza Xwedê bijîm. Xîreta min badîhewa ye.” Bîne bîra xwe ku Elîfaz – yekî ji sê dostên sexte yên Eyûb – çi gotibû: “Ma mirov çî ye ku paqij bibe?” Wekî din, Elîfaz di heqê Xwedê de wisa gotibû: “A vay, Xwedê ji pîrozên xwe re ewle nîne, heta ezman jî di çavê wî de ne paqij in” (Eyûb 15:14, 15). Derew! Ji bîr neke ku nêrînên wisa ji Îblîs tên. Ew dizane ku eger fikrên wisa di dilê te de mezin bibin, hêviya te wê winda bibe. Loma, derewên wisa red bike û bala xwe bide sozên Yehowa. Bawer be, Yehowa dixwaze ku tu heta bi hetayê bijî û ewê alî te bike ku tu bigihîjî vê hedefê (1. Tîmotêyos 2:3, 4).

BILA HÊVIYA TE HER TIM XURT BE

11. Çima lazim e ku em bi sebir li benda pêkhatina hêviya xwe bisekinin?

11 Carinan ne hêsan e ku em hêviya xwe xwedî bikin. Ev yek ku sozên Xwedê hê nehatine cih dikare sebra me biceribîne. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa ji ezelê heta ebedê heye. Loma, demeke ku ji me re pir dirêj xuya dike ji bo wî pir kin e (2. Petrûs 3:8, 9). Ewê armanca xwe bi awayê herî baş pêk bîne, lê dibe ku ew vêya li wexta ku li me xweş tê neke. Gelo çi dikare alî me bike ku hêviya me xurt be û ku em bi sebir li benda pêkhatina wehdên Xwedê bisekinin? (Aqûb 5:7, 8).

12. Li gor Îbranî 11:1, 6, hêvî çawa bi baweriyê ve girêdayî ye?

12 Ji bo ku hêviya me xurt be, gerek em nêzîkî Yehowa bimînin, çimkî yê ku wê hêviya me bîne cih, ew e. Li gor Kitêba Pîroz, hêvî bi baweriyê ve girêdayî ye. Belê, gerek em bawer bikin “ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike” (Îbranî 11:1, 6 bixwîne). Her ku baweriya me bi Yehowa xurttir dibe, emê emîntir bibin ku ewê hemû wehdên xwe pêk bîne. Niha, ka em bibînin ku em çawa dikarin dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin, da ku hêviya me qewî bimîne.

Dua û fikirîna kûr alî me dikin ku hêviya me xurt be (Li paragrafên 13 heta 15an bixwîne) b

13. Em çawa dikarin nêzîkî Xwedê bibin?

13 Ji Yehowa re dua bike û Peyva wî bixwîne. Em nikarin Yehowa bibînin, lê dîsa jî, em dikarin nêzîkî wî bibin. Em emîn in ku gava em bi destê duayê bi wî re xeber didin, ew me dibihîze (Yêremya 29:11, 12). Ji aliyê din ve, gava em Peyva wî dixwînin û li ser wê kûr difikirin, em dengê Xwedê dibihîzin. Wexta ku em dixwînin ku Yehowa çawa li xizmetkarên xwe yên berê xwedî derket, hêviya me xurttir dibe. Di Kitêba Pîroz de “ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe” (Romayî 15:4).

14. Çima muhîm e ku em li ser tiştên ku Yehowa ji bo kesên din kirine, kûr bifikirin?

14 Bîne ber çavê xwe ku Yehowa sozên xwe çawa anîne cih. Mesela, bîne bîra xwe ku Xwedê ji bo Birahîm û Sarayê çi kiribû. Ew êdî kal û pîr bûbûn, loma zarokên wan çênedibûn. Dîsa jî, Xwedê soz dabû wan ku zarokekî wan wê çêbe (1. Mûsa 18:10). Birahîm “bi hêvî bawer” kiribû ku ewê bibe bavê gelek miletan (Romayî 4:18). Halê wî her çi qas bêçare xuya dikir jî, Birahîm emîn bû ku Yehowa wê wehda xwe pêk bîne. Hêviya vî zilamê dilsoz vala derneket (Romayî 4:19-21). Serpêhatiyên wisa rêyî me didin ku hal çi qas zor xuya bike jî, Yehowa wehdên xwe her tim tîne cih.

15. Çima lazim e ku em li ser tiştên ku Xwedê jixwe ji bo me kirine, kûr bifikirin?

15 Bîne bîra xwe ku Yehowa ji bo te çi kiriye. Bifikire ku heta niha, te ji pêkhatina wehdên Peyva Xwedê çawa feyde dîtiye. Mesela, Îsa Mesîh soz daye ku Bavê wî wê hewcedariyên te yên esasî tedarek bike (Metta 6:32, 33). Wekî din, Îsa Mesîh soz daye ku gava tu bixwazî, Yehowa wê ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Yehowa ev wehd anîne cih. Wî gelek sozên din jî dane. Mesela, wî soz daye ku ewê te efû bike, dilê te rihet bike û te ji aliyê manewî ve têr bike (Metta 6:14; 24:45; 2. Korîntî 1:3). Fikirîna li ser tiştên ku Xwedê jixwe ji bo te kirine wê hêviya te xurttir bike ku di pêşerojê de, ewê sozên xwe yên din jî bîne cih.

“DI HÊVIYÊ DE ŞA BIN”

16. Hêvî çima hediyeyeke biqîmet e?

16 Hêviya jiyana herheyî hediyeyeke pir biqîmet e, ya ku Xwedê daye me. Belê, pêşerojeke pir xweş li ber me ye! Em emîn in ku emê pêkhatina wehdên Xwedê bibînin. Mîna lengerekî, ev hêvî alî me dike ku em li hemberî tengasî, zilm û heta mirinê jî sebat bikin û dilsoz bimînin. Mîna kumzirxekî, hêviya me hişê me diparêze, da ku em karibin tiştên şaş red bikin û yên rast bikin. Hêviya me alî me dike ku em nêzîktirî Xwedê bibin û fehm bikin ku ew ji me çi qas hez dike. Loma, pir muhîm e ku hêviya me her tim xurt û zindî be.

17. Hêviya me çima alî me dike ku em şa bin?

17 Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re wisa gotibû: “Di hêviyê de şa bin” (Romayî 12:12). Pawlos şa bû, çimkî ew emîn bû ku eger ew dilsoz bimîne, ewê li ezmanan bigihîje jiyana herheyî. Em jî dikarin “di hêviyê de şa bin”, çimkî em rind dizanin ku Yehowa wê hemû sozên xwe bîne cih. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwezî bi wan ku … hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e. … Ew hergav sozên xwe digire” (Zebûr 146:5, 6).

KILAM 139 Dinyaya Nû Xeyal Bike

a Yehowa hêviyeke pir xweş daye me. Bi saya vê hêviyê, em dilxweş dibin û bi zêdeyî bala xwe nadin problemên îroyîn. Ev hêvî alî me dike ku çi dibe bila bibe, em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Wekî din, ev hêvî dikare me ji fikrên şaş biparêze. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku hêviya me her tim xurt be. Di vê meqaleyê de, emê li ser vê mijarê xeber bidin.

b RESIM: Çawa ku kumzirx serê leşker diparêze û lenger gemiyê saxlem digire, hêviya me hişê me diparêze û me li wexta tengasiyan saxlem digire. Xwişkek bi bawerî ji Yehowa re dua dike. Birayek tîne bîra xwe ku Xwedê çawa soza ku wî dabû Birahîm anî cih. Birayekî din li ser bereketên ku wî standine kûr difikire.