Here Naverokê

Here naverokê

Di Demên Berê de, Îsraêliyan Şer Dikir – Em Çima Şer Nakin?

Di Demên Berê de, Îsraêliyan Şer Dikir – Em Çima Şer Nakin?

“EGER hûn qebûl nekin ku li dijî Fransa yan Îngilistanê şer bikin, emê we gişt bikujin!” Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, fermandarekî Nazî ji komeke Şahidên Yehowa re wisa gotibû. Nêzîkî wan, leşkerên Nazî bi çekên xwe li bendê disekinîn, lê dîsa jî, birayên me sist nebûn. Çi cesareteke mezin! Sekna wan nêrîna Şahidên Yehowa rind nîşan dide: Em şer nakin. Eger mirov me bikujin jî, emê tev li şerên vê dinyayê nebin.

Lê belê, gelek kesên ku dibêjin ku ew Mesîhî ne nêrîna me rexne dikin. Ew difikirin ku her Mesîhî gerek welatê xwe biparêze. Hinek wisa dibêjin: “Madem ku di demên berê de, Îsraêlî xizmetkarên Xwedê bûn, û wan şer dikir, ma ne lazim e ku îro Mesîhî jî şer bikin?” Eger kesek ji te re wisa bibêje, tu belkî dikarî zelal bikî ku halê Îsraêliyan ji halê xizmetkarên Xwedê yên îro bi temamî cuda ye. Ka bala xwe bide van pênc ferqiyan:

1. XIZMETKARÊN XWEDÊ GIŞT AÎDÎ YEK MILETÎ BÛN

Di demên berê de, Yehowa xizmetkarên xwe di nav yek miletî de – yanî di nav miletê Îsraêlê de – top kiribûn. Loma, wî ew wek milkê xweyî xisûsî didîtin (2. Mûsa 19:5). Wekî din, Xwedê erdekî xisûsî da wan. Loma, gava Xwedê ji Îsraêliyan re got ku bila ew bi miletên din re şer bikin, di nav dijminên wan de xizmetkarên Yehowa tune bûn. a

Îro, xizmetkarên Xwedê “ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî” tên (Peyxam 7:9). Loma, eger xizmetkarên Xwedê tev li şeran bibûna, wanê bi hembawermendên xwe re şer bikira û heta ew bikuştana jî.

2. YEHOWA EMIR DABÛ ÎSRAÊLIYAN KU EW ŞER BIKIN

Di demên berê de, Yehowa qerar dida ku gerek Îsraêlî kengê û çima şer bikin. Mesela, Xwedê ji wan xwest ku ew hukmê wî ya li ser Kenaniyan înfaz bikin ji ber ku wan ji cinan re îbadet dikir, bêexlaqiya giran dikir û zarok qurban dikirin. Yehowa ji Îsraêliyan xwest ku ew vê bandora xerab ji Welatê Sozdayî rakin (3. Mûsa 18:24, 25). Piştî ku Îsraêlî li wê derê cihwar bûn, Xwedê carinan îzin dida wan ku ew bi dijminên zordest re şer bikin (2. Samûyêl 5:17-25). Lê belê, Yehowa tu caran îzin nedida Îsraêliyan ku ew xwe bi xwe qerarê bidin ku kengê şer bikin. Wexta ku wan li gor dilê xwe şer dikir, netîce gelek caran pir xerab bû (4. Mûsa 14:41-45; 2. Dîrokan 35:20-24).

Îro, Yehowa îznê nade însanan ku ew şer bikin. Miletên dinyayê ne ji bo menfaetên Xwedê, lê ji bo menfaetên xwe şer dikin. Ew carinan ji bo erd yan ji bo sebebên ekonomîk, siyasî yan îdeolojîk şer dikin. Îro, hin kes îdîa dikin ku ew bi navê Xwedê şer dikin ku dînê xwe biparêzin yan dijminên Xwedê bikujin. Gelo şerên wisa caîz in? Na. Yehowa wê evdên xwe di pêşerojê de, yanî di şerê Harmegedonê de, biparêze û dijminên xwe helak bike (Peyxam 16:14, 16). Wê demê, ordiya Xwedê wê bi temamî ji hêzên ezmanî pêk bê, ne ji xizmetkarên wî yên li ser erdê (Peyxam 19:11-15).

3. ÎSRAÊLIYAN KESÊN KU BAWERIYA XWE BI XWEDÊ DIANÎ, SAX DIHIŞTIN

Gelo Xwedê îro di oxira miletekî de şer dike çawa ku wî li Erîhayê di oxira Îsraêliyan de şer kiribû?

Di demên berê de, ordiya Îsraêlî gelek caran rehm li kesên ku baweriya xwe bi Xwedê dianî, dikir û tenê kesên ku li gor qerara Yehowa gerek bihatana îdamkirin, dikuştin. Ka bala xwe bide van du mîsalan: Yehowa her çi qas qerar dabû ku gerek bajarê Erîhayê bihata wêrankirin, Îsraêliyan Rehab û malbata wê sax hiştin ji ber ku wê baweriya xwe bi Yehowa anî (Yêşû 2:9-16; 6:16, 17). Paşê, bajarê Gîbonê bi temamî hat hêvişandin ji ber ku Gîboniyan qedrê Xwedê digirt (Yêşû 9:3-9, 17-19).

Îro, miletên ku bi hev re şer dikin kesên bawermend nahêvişînin. Û carinan, sîvîlên bêsûc di şeran de tên kuştin.

4. ÎSRAÊLIYAN LI GOR RÊBERIYA XWEDÊ ŞER DIKIR

Di demên berê de, Yehowa dixwest ku leşkerên Îsraêlî li gor rêberiya wî şer bikin. Mesela, Xwedê carinan dixwest ku ew şertên aştiyê pêşkêşî bajarekî dijminan bikin (5. Mûsa 20:10). Wekî din, Yehowa dixwest ku leşkerên Îsraêlî xwe û kampa xwe paqij bihêlin û ji aliyê exlaqê ve pak bimînin (5. Mûsa 23:9-14). Ordiyên miletên din gelek caran li jinên êsîr xerabî dikir, lê Yehowa ev yek qedexe dikir. Heta, piştî ku Îsraêliyan bajarek bin dest kiribû, ji bo mehekê qedexe bû ku ew bi jineke êsîr re bizewicin (5. Mûsa 21:10-13).

Îro, piraniya welatan qebûl kiriye ku li gor peymanên navneteweyî şer bikin. Çi heyf e ku ev peymanên ji bo parastina sîvîlan gelek caran tên binpêkirin.

5. XWEDÊ DI OXIRA GELÊ XWE DE ŞER DIKIR

Di şerên îro de, gelo kesên bawermend tên hêvişandin çawa ku Rehab û malbata wê di şerê Yehowa yê li dijî Erîhayê de hatibun hêvişandin?

Di demê berê de, Yehowa gelek caran di oxira Îsraêliyan de şer dikir û carinan bi destê mucîzeyan alî wan dikir ku ew bi ser bikevin. Mesela, Yehowa alî Îsraêliyan kir ku ew bajarê Erîhayê bin dest bikin. Gelo çawa? Gava Îsraêlî li gor emrê Yehowa bi dengê bilind diqîriyan, sûrên bajêr hilweşiyan, û ordî bi hêsanî ket hundir (Yêşû 6:20). Careke din, gava wan bi Amoriyan re şer dikir, Yehowa zîpikên mezin ser wan barandin. Kesên ku ji zîpikan mirin, ji kesên ku bi şûrê Îsraêliyan hatin kuştin, zêdetir bûn (Yêşû 10:6-11).

Îro, Yehowa di oxira tu miletekî de şer nake. Padîşahiya Xwedê û Padîşahê vê Padîşahiyê Îsa Mesîh qismekî vê dinyayê nînin (Yûhenna 18:36). Hukûmetên dinyayê di bin destê Îblîs de ne. Ev yek ji xerabiya ku di şeran de tê kirin, bi eşkereyî tê fehmkirin (Lûqa 4:5, 6; 1. Yûhenna 5:19).

MESÎHIYÊN RASTÎN DIKEVIN PEY AŞTIYÊ

Wek me dîtiye, halê me ji halê Îsraêliyên berê pir cuda ye. Ji xeynî van ferqan, sebebên din jî hene ku em çima şer nakin. Mesela, Xwedê ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de, kesên ku ji aliyê wî ve tên perwerdekirin wê “êdî hînî cengê nebin” û şer nekin (Îşaya 2:2-4). Wekî din, şagirtên Îsa Mesîh “ne ji dinyayê ne”, loma ew li şerên dinyayê tu aliyî nagirin (Yûhenna 15:19).

Bi ser de, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew xwe ji nêrînên ku dibin sebeba kîn, hêrs û şer dûr bigirin (Metta 5:21, 22). Wî ji wan re gotibû ku bila ew “aştîker” bin û “ji dijminên xwe hez bikin” (Metta 5:9, 44).

Em çawa dikarin li gor van şîretan bimeşin? Em helbet naxwazin şer bikin, lê gelo di dilê me de hê hîsên dijminahiyê hene, yên ku dikarin aştiya civatê xera bikin? Bila em bi dewamî xîret bikin ku hîsên wisa ji dilê xwe derxînin! (Aqûb 4:1, 11).

Em piştgiriya şerên di nav miletan de nakin, lê em aştî û hezkirina di nav me de bi pêş dixin (Yûhenna 13:34, 35). Heta roja ku Yehowa wê hemû şeran heta bi hetayê bide sekinandin, bila em bêteref bimînin! (Zebûr 46:9).

a Eşîrên Îsraêlê carinan bi hev re jî şer dikir, lê ev şerên hundirîn li Yehowa xweş nedihatin (1. Qiralan 12:24). Tenê gava hin eşîran li hemberî wî serî hildida yan gunehên giran dikirin, Xwedê piştgiriya şerên wisa dikir (Serweran 20:3-35; 2. Dîrokan 13:3-18; 25:14-22; 28:1-8).