MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41
Dilxweşiya Rastîn bi Dest Bixe
“Her kesê ku ji Yehowa ditirse û li ser rêyên wî dimeşe çi qas dilxweş e!” (ZEBÛR 128:1, NWT).
KILAM 110 Bi Dilxweşî Xizmet Bike
PÊŞGOTIN a
1. Em hewceyî çi ne, û ev yek çawa bi dilxweşiyê ve girêdayî ye?
DILXWEŞIYA rastîn ne tiştekî wisa ye ku zû tê û diçe. Însan dikare di temamiya emrê xwe de dilxweş be. Gelo çawa? Îsa Mesîh wisa gotibû: “Kesên ku xwe hewceyî Xwedê dibînin çi qas dilxweş in!” (Metta 5:3, NWT). Îsa Mesîh dizanibû ku daxwaza însanan heye ku Yehowa Xwedê nas bikin û jê re îbadetê bikin. Û madem ku Yehowa “Xwedayê dilxweş” e, yên ku jê re îbadetê dikin jî dikarin dilxweş bin (1. Tîmotêyos 1:11, NWT).
2-3. (a) Li gor gotinên Îsa Mesîh, kî dikare dilxweş be? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin, û ev yek çima muhîm e?
2 Ji bo ku em dilxweş bin, gelo lazim e ku di jiyana me de qet kêmasî tune bin? Na. Di weaza xwe de, Îsa Mesîh tiştekî balkêş gotibû. Kesên ku seba gunehên xwe yan seba tiştên ku hatine serê wan “di şînê de” ne dikarin dilxweş bin. Wekî din, kesên ku “ji bo xatirê edaletê zilmê dibînin” û kesên ku seba baweriya xwe di tengasiyê de ne jî dikarin dilxweş bin (Metta 5:4, 10, 11, NWT). Gava mirov dikeve halekî wisa, gelo ew çawa dikare dilxweş be?
3 Îsa Mesîh hîn dikir ku sebeba dilxweşiyê ne ev e ku di jiyana me de qet kêmasî tune ne, lê ev e ku em hay ji hewcedariyên xwe yên manewî hene û nêzîkî Xwedê dibin (Aqûb 4:8). Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Di vê meqaleyê de, emê li ser sê gavên esasî xeber bidin, ên ku ber bi dilxweşiya rastîn ve dibin.
KITÊBA PÎROZ BIXWÎNE Û LÊKOLÎN BIKE
4. Ji bo ku em dilxweşiya rastîn bi dest bixin, gava pêşîn çi ye? (Zebûr 1:1-3)
4 GAV 1: Ji bo dilxweşiya rastîn, gerek em xwarina ruhî bistînin. Ji bo jiyanê, hem însan hem heywan hewceyî xwarina fîzîkî ne. Lê tenê însan hewceyî xwarina ruhî ne. Loma Îsa Mesîh wisa gotibû: “Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî” (Metta 4:4). Loma, bila rojek jî derbas nebe bêyî ku em Peyva Xwedê bixwînin. Kitêba Pîroz dibêje ku kesên ku qanûna Yehowa roj bi roj dixwînin, dilxweş in (Zebûr 1:1-3 bixwîne).
5-6. (a) Em dikarin ji Kitêba Pîroz çi hîn bibin? (b) Xwendina Kitêba Pîroz çawa dikare alî me bike?
5 Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî rêyî me dide ku em çawa dikarin jiyaneke dilxweş derbas bikin. Ji vê kitêbê, em hîn dibin ku armanca wî ya ji bo me çi ye. Wekî din, em hîn dibin ku em çawa dikarin nêzîkî wî bibin û gerek em çi bikin, da ku ew gunehên me efû bike. Bi ser de, em hîn dibin ku Yehowa ji bo pêşerojê çi soz daye (Yêremya 29:11). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, melûmata di heqê van mijaran de dilê me xweş dike.
6 Ji xeynî vê, di Kitêba Pîroz de şîretên ji bo jiyana me ya rojane hene. Eger em li gor van şîretan bimeşin, emê dilxweş bibin. Gava em seba problemên jiyanê dilteng dibin, wê baş be ku em Peyva Yehowa zêdetir bixwînin û li ser wê kûr bifikirin. Îsa Mesîh gotibû ku “ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin”, dilxweş in (Lûqa 11:28).
7. Tu çawa dikarî ji xwendina Peyva Xwedê zêdetir feydeyê bistînî?
7 Gava tu Peyva Xwedê dixwînî, bi lez nekeve. Ji bo mîsalê, bîne ber çavê xwe ku kesekî ji te re xwarineke tehmxweş çêkiriye. Lê ji ber ku eceleya te heye yan hişê te li ser tiştekî din e, tu xwarinê zû zû dadiqurtînî. Piştî xwarinê, tu pê derdixî ku te çi qas zû xwariye û ji xwe re dibêjî: “Xwezî ku min hêdî hêdî bixwara û tehma xwarinê baştir fehm bikira.” Xwendina Kitêba Pîroz jî dikare wisa be. Gelo te Kitêba Pîroz qet ew qas zû xwendiye ku te rind fehm nekiriye ku ew dixwaze ji te re çi bibêje? Loma, Kitêba Pîroz hêdî hêdî bixwîne. Sehneyan bîne ber çavê xwe, dengan bibihîze, û li ser tiştên ku tu dixwînî, kûr bifikire. Ev yek wê dilxweşiya te zêde bike.
8. “Xulamê dilsoz û şehreza” wezîfeya xwe çawa tîne cih? (Li jêrenotê jî binêre.)
8 Îsa Mesîh “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kiriye ku di wexta rast de xwarina ruhî tedarek bike, loma em ji aliyê ruhî ve tu caran birçî namînin b (Metta 24:45). Li ser esasê Peyva Xwedê, xulamê dilsoz têr û tije xwarinên ruhî hazir dike (1. Selanîkî 2:13). Ev xwarina ruhî alî me dike ku em fikrên Yehowa fehm bikin, ên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! û meqaleyên li ser jw.org bixwînin, xwe ji bo hemû civînan hazir bikin û her meh li bernameya JW Broadcasting®, a ku bi gelek zimanan tê weşandin, temaşe bikin. Bi saya vê xwarina ruhî, emê bikaribin gava diduyan bavêjin, a ku ber bi dilxweşiya rastîn ve dibe.
GUH BIDE QANÛNÊN YEHOWA
9. Gava diduyan, a ku ber bi dilxweşiya rastîn ve dibe, çi ye?
9 GAV 2: Ji bo ku em bi rastî dilxweş bin, gerek em li gor qanûnên Yehowa bimeşin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Her kesê ku ji Yehowa ditirse û li ser rêyên wî dimeşe çi qas dilxweş e!” (Zebûr 128:1, NWT). Em ji Yehowa ditirsin, yanî em ew qas qedrê wî digirin ku em naxwazin dilê wî bi kirinên xwe biêşînin (Methelokên Silêman 16:6). Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku bi dîtina Xwedê çi rast e û çi ne rast e, û pir muhîm e ku em xwe li van standardan bigirin (2. Korîntî 7:1). Eger em tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, bikin û tiştên ku ew ji wan nefret dike, nekin, emê dilxweş bin (Zebûr 37:27; 97:10; Romayî 12:9).
10. Li gor Romayî 12:2, gerek em çi bikin?
10 Romayî 12:2 bixwîne. Ne bes e ku kesek tenê bizanibe ku heqê Yehowa heye ku qanûnan deyne; gerek ew li gor van qanûnan hereket bike jî. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Dibe ku kesek bizanibe ku heqê dewletê heye ku qanûnên trafîkê deyne. Lê eger ew li gor van qanûnan hereket neke, çi feyde? Mîna vê, gerek em bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku em bi rastî bawer in ku standardên Yehowa ji bo xêra me ne (Methelokên Silêman 12:28). Dawid jî wisa difikirî, loma wî ji Yehowa re got: “Tu rêya jiyanê xuyayî min dikî, li hizûra te kêfxweşiya zêde heye; ji destê te yê rastê dilxweşî kêm nabe” (Zebûr 16:11, KP).
11-12. (a) Wexta ku derdên me hene, gerek em di çi de dîqat bikin? (b) Gotinên Filîpî 4:8 çawa dikarin alî me bikin ku em ji xwe re mijûliyên minasib hilbijêrin?
11 Wexta ku derdên me hene yan em di tengasiyê de ne, dibe ku em bixwazin bi tiştekî din mijûl bibin, da ku em bi dewamî li ser problemên xwe nefikirin. Ev daxwaz normal e, lê gerek em dîqat bikin ku em ji xwe re mijûliyeke ku Yehowa jê nefret dike, hilnebijêrin (Efesî 5:10-12, 15-17).
12 Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li bajarê Filîpiyayê re wisa nivîsîbû: “Bi kurtî birano, çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin” (Filîpî 4:8). Ev gotinên Pawlos her çi qas rasterast bi kêf û şahiyê ve girêdayî nebin jî, lazim e ku em mijûliyên xwe li gor vê prensîpê hilbijêrin. Ka wisa bike: Li cihên ku peyva “tişt” di ayetê de derbas dibe, li şûna wê, peyva “stran”, “fîlm”, “kitêb” yan “lîstika kompîturê” deyne. Bi vî şeklî, tu dikarî pê derxî ku di çavê Xwedê de çi baş e û çi na. Em dixwazin li gor standardên bilind ên Yehowa Xwedê bimeşin (Zebûr 119:1-3). Ev yek wê alî me bike ku wijdanê me paqij be, û emê hazir bin ku gaveke din bavêjin, a ku ber bi dilxweşiya rastîn ve dibe (Karên Şandiyan 23:1).
BERÎ HER TIŞTÎ BALA XWE BIDE ÎBADETA YEHOWA
13. Gava sisêyan çi ye, ya ku ber bi dilxweşiya rastîn ve dibe? (Yûhenna 4:23, 24)
13 GAV 3: Berî her tiştî bala xwe bide îbadeta Yehowa. Yehowa Xwedê hêjayî îbadeta me ye, çimkî wî em xuliqandine (Peyxam 4:11; 14:6, 7). Loma, gerek em bi şeklê rast, ê ku li wî xweş tê – yanî “bi ruh û bi rastiyê” – ji wî re îbadetê bikin (Yûhenna 4:23, 24 bixwîne). Em dixwazin ku ruhê pîroz rêberiya îbadeta me bike, da ku îbadeta me li gor rastiya Peyva Xwedê be. Eger fealiyetên Şahidên Yehowa di welatê me de bi temamî yan bi qismî hatibin qedexekirin jî, lazim e ku em berî her tiştî bala xwe bidin îbadeta Yehowa. Niha, zêdetirî 150 xwişk û birayên me seba baweriya xwe di hebsê de ne. c Dîsa jî, ew çi ji destê wan tê dikin ku dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û ji mirovan re behsa Xwedê û Padîşahiya wî bikin. Gava mirov me nizm dixin yan zilmê li me dikin jî, em dikarin dilxweş bin, çimkî em dizanin ku Yehowa bi me re ye û ewê me xelat bike (Aqûb 1:12; 1. Petrûs 4:14).
BIRAYEKÎ KU DILXWEŞIYA XWE WINDA NEDIKIR
14. Çi hat serê birayekî ciwan ê li Tacîkistanê, û çima?
14 Serpêhatiyên xwişk û birayên me nîşan didin ku şertên me her çi bin jî, sê gavên ku me niha dîtine ber bi dilxweşiya rastîn ve dibe. Mesela, ka binêre ku li Tacîkistanê çi hat serê birayekî 19 salî yê bi navê Covîdon Boboconov. Ji ber ku wî red kiribû ku xizmeta leşkeriyê bike, ew di 4ê Cotmehê ya sala 2019an de ji mala xwe hat revandin, bi mehan di hebsê de girtî ma û wek kesekî ku sûcekî giran kiriye, muamele dît. Vê neheqiyê bala welatên din jî kişand. Ew hat lêxistin, da ku sonda leşkeriyê bixwe û kincên leşkerî li xwe bike. Paşê, wan ew mehkûm kir û şand kampeke xebatê, heta ku serokkomarê Tacîkistanê ew efû kir û emir da ku ew bê serbesthiştin. Heta dawiyê, gelo Covîdon çi kir ku dilrastî û dilxweşiya xwe winda neke? Wî hewcedariyên xwe yên ruhî tu caran îhmal nedikirin.
15. Gava Covîdon li hebsê bû, wî çawa xwarina ruhî distand?
15 Wexta ku Covîdon li hebsê bû û di destê wî de Kitêba Pîroz û weşanên me tune bûn jî, wî xwarina ruhî distand. Gelo çawa? Xwişk û birayên ku ji wî re xwarin dişand ayeta rojê li ser poşetan dinivîsî. Bi vî awayî, fersenda wî hebû ku her roj Kitêba Pîroz bixwîne û li ser wê kûr bifikire. Piştî ku ew ji hebsê derket, wî ji kesên ku hê rastî tengasiyên giran nehatine re wisa got: “Heta ku hûn azad in, pir muhîm e ku hûn Peyva Xwedê û weşanên me rind bixwînin, da ku hûn Yehowa hê jî baştir nas bikin.”
16. Covîdon li ser çi difikirî?
16 Birayê me li gor qanûnên Yehowa dimeşiya. Wî xwestekên nebaş di dilê xwe de mezin nedikirin û tiştên nerast nedikirin, lê wî bala xwe dida Yehowa û daxwaza wî. Covîdon ji tebîetê re heyran dima. Her sibehê, ew di bin dengê çivîkan de hişyar dibû. Şevê wî li hîv û stêran mêze dikir. Ew dibêje: “Ev hediyeyên ji Yehowa dilê min xweş dikir û cesaret dida min.” Eger em ji bo tiştên madî û manewî, yên ku Yehowa tedarek kirine, şikurdar bin, dilê me wê xweş bibe, û ev dilxweşî wê qewetê bide me ku em sebat bikin.
17. Li gor 1. Petrûs 1:6, 7, zilm çawa dikare li ser baweriya kesekî tesîr bike?
17 Wekî din, Covîdon ji her tiştî zêdetir bala xwe dida îbadeta Yehowa. Wî dizanibû ku çi qas muhîm e ku ew li ber Xwedê dilrast bimîne. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike” (Lûqa 4:8). Fermandar û leşkeran dixwest ku Covîdon dev ji dînê xwe berde. Wî şev û roj bi dil û can ji Yehowa alîkarî dixwest, da ku ew neweste û dilsoz bimîne. Covîdon hat revandin, lêxistin û hebskirin, lê dîsa jî, ew ji Yehowa re dilsoz ma. Wî baweriya xwe li gel neheqiyê îsbat kiriye, û ev yek dilê wî şa dike (1. Petrûs 1:6, 7 bixwîne).
18. Em çawa dikarin dilxweşiya xwe xwedî bikin?
18 Yehowa rêyî me dide ku em çawa dikarin dilxweşiya rastîn bi dest bixin. Eger em sê gavên ku me dîtin, bavêjin, emê bikaribin li gel çetinahiyan dilxweşiya xwe xwedî bikin. Îcar emê jî bikaribin wisa bibêjin: “Xelkê ku Xwedayê wan Yehowa ye çi qas dilxweş e!” (Zebûr 144:15, NWT).
KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be!
a Gelek kes dikevin pey kêf, mal û milk yan şan û şohretê. Ji ber vê yekê, li wan zor tê ku dilxweşiya rastîn bi dest bixin. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî ji mirovan re gotibû ku ew çawa dikarin dilxweşiyê bi dest bixin. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê gavên ku dikarin alî me bikin ku em dilxweşiya rastîn bi dest bixin.
b Li meqaleya “Gelo Tu ‘di Wextê de Xwarinê’ Distînî?” (The Watchtower, 15 Tebax 2014, bi zimanê Îngilîzî) jî binêre.
c Ji bo zêdetir melûmatê, li ser jw.org li rûpela “Imprisoned for Their Faith” (bi zimanê Îngilîzî) binêre.
d RESIM: Xwişk û bira piştgiriya birayekî dikin, ê ku hatiye girtin û diçe mehkemeyê.