Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 43

Hîkmeta Rastîn Dengê Xwe Bilind Dike

Hîkmeta Rastîn Dengê Xwe Bilind Dike

“Şehrezayî li derve gazî dike, li meydanan dengê xwe bilind dike” (METHELOKÊN SILÊMAN 1:20, Mizgînî).

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

PÊŞGOTIN a

1. Gelek kes li hîkmeta rastîn çawa dinêrin? (Methelokên Silêman 1:20, 21)

 LI GELEK welatan, mizgînvanên Padîşahiya Xwedê weşanên di heqê Kitêba Pîroz de li kolanên qelebalix pêşkêşî mirovan dikin. Te ev xizmet qet kiriye? Wê demê, belkî ev gotin hat bîra te: “Şehrezayî li derve gazî dike, li meydanan dengê xwe bilind dike. Ji serê kolanên qelebalix diqîre, li dergehên bajêr gotinên xwe dibêje (Methelokên Silêman 1:20, 21 b). “Şehrezayî”, yanî hîkmeta ku Yehowa dide, ji Kitêba Pîroz û ji weşanên me tê. Ji bo ku mirov bikevin rêya ku ber bi jiyanê ve diçe, ew hewceyî vê melûmatê ne. Wexta ku kesek weşanên me qebûl dike, em pir şa dibin. Lê her kes wana qebûl nake. Hin kes naxwazin bizanibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje. Hinek jî qerfên xwe bi me dikin. Ew difikirin ku modaya Kitêba Pîroz êdî derbas bûye. Hin kes jî difikirin ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser exlaqê bi zêdeyî sert in. Dîsa jî, Yehowa hîkmeta rastîn bi dilovanî teklîfî her kesî dike. Gelo çawa?

2. Hîkmeta rastîn çawa dikare bê bidestxistin, lê piraniya însanan çi dikin?

2 Yehowa hîkmeta rastîn bi destê Kitêba Pîroz dide bihîstin. Piraniya însanan dikarin vê kitêbê bi hêsanî bi dest bixin. Bi saya kerema Yehowa, weşanên me yên di heqê Kitêba Pîroz de bi zêdetirî 1.000 zimanî tên belavkirin. Kesên ku wana dixwînin û li gor tiştên ku ew hîn dibin, dimeşin – yanî kesên ku guh didin hîkmetê – feydeyê dibînin. Çi heyf e ku piraniya însanan guh nadin dengê hîkmeta rastîn. Gava ew qeraran didin, ew xwe dispêrin aqlê xwe yan gotinên xelkê. Dibe ku mirovên din me nizm bibînin ji ber ku em li gor rêberiya Kitêba Pîroz dimeşin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku gelek kes çima wisa dikin. Lê ewilî, bila em bibînin ku em çawa dikarin hîkmeta rastîn ji Yehowa bistînin.

NASKIRINA YEHOWA BER BI HÎKMETÊ VE DIBE

3. Hîkmeta rastîn bi çi ve girêdayî ye?

3 Hîkmet alî me dike ku em li ser esasê tiştên ku em dizanin qerarên baş bidin. Lê belê, hîkmeta rastîn bi tiştekî din ve jî girêdayî ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye, naskirina Yê Pîroz fêmdarî ye” (Methelokên Silêman 9:10). Loma, gava ku em qerareke muhîm bidin, gerek em vê qerarê li ser esasê nêrînên Yehowa, yanî li ser esasê “naskirina Yê Pîroz” bidin. Ji bo vê, em dikarin li Kitêba Pîroz û li weşanên di heqê Kitêba Pîroz de binêrin. Bi vî şeklî, em dikarin hîkmeta rastîn nîşan bidin (Methelokên Silêman 2:5-7).

4. Çima tenê Yehowa dikare hîkmeta rastîn bide me?

4 Tenê Yehowa dikare hîkmeta rastîn bide me (Romayî 16:27). Gelo ew çima Çavkaniya hîkmetê ye? A pêşîn, zanîna wî bêsînor e. Ji ber ku wî em xuliqandine, ew di heqê me de her tiştî dizane (Zebûr 104:24). A diduyan, hîkmeta Yehowa ji hemû kirinên wî eşkere dibe (Romayî 11:33). A sisêyan, şîreta bihîkmet a Yehowa ji bo kesên ku guh didinê her tim bifeyde ye (Methelokên Silêman 2:10-12). Ji bo ku em hîkmeta rastîn bi dest bixin, gerek em van rastiyên esasî qebûl bikin û îznê bidin ku ew rêberiya qerar û kirinên me bikin.

5. Gava ku însan Yehowa wek Çavkaniya hîkmeta rastîn qebûl nakin, netîce dibe çi?

5 Gelek kesên ku em di xizmetê de rastî wan tên ji tebîetê re heyran in. Lê belê, ew înkar dikin ku Xwedê heye, û ew bawer dikin ku her tişt xwe bi xwe hatiye meydanê. Hin kes jî bawer dikin ku Xwedê heye, lê bi dîtina wan, modaya standardên Kitêba Pîroz êdî derbas bûye, loma ew li gor fikir û ramanên xwe hereket dikin. Netîce çi ye? Gelo vê yekê ku piraniya însanan hîkmeta Xwedê qebûl nakin, lê xwe dispêrin aqlê xwe, halê dinyayê baştir kiriye? Gelo wan ji xwe re dilşadiya rastîn yan hêviyeke saxlem dîtiye? Gava em li derdora xwe mêze dikin, em dibînin ku ev gotin çi qas rast e: “Ne şehrezayî, ne fêmdarî, ne jî şêwir heye ku li dijî Xudan bi ser bikeve” (Methelokên Silêman 21:30). Eşkere ye ku ji bo ku em hîkmeta rastîn bi dest bixin, gerek em xwe bispêrin Yehowa. Çi heyf e ku gelek însan vêya nakin. Gelo çima?

HIN KES HÎKMETA RASTÎN ÇIMA RED DIKIN?

6. Li gor Methelokên Silêman 1:22-25, ên ku guhê xwe li hemberî banga hîkmeta rastîn ker dikin, kî ne?

6 Gava hîkmeta rastîn “li derve gazî dike”, gelek kes guh nadinê. Kitêba Pîroz kesên wisa wek “sexik”, “tinazkar” û “bêaqil” bi nav dike (Methelokên Silêman 1:22-25 bixwîne). Ka em li xisûsiyetên kesên ku hîkmeta Xwedê red dikin, binêrin û bişêwirin ka em çawa dikarin xwe ji van xisûsiyetan dûr bigirin.

7. Hin kes çima tercîh dikin ku “sexik” bimînin?

7 Koma yekê, yên “sexik” in, yanî kesên bêtecrûbe, yên ku bi hêsanî dikarin bên îqnakirin yan xapandin (Methelokên Silêman 14:15). Di xizmetê de, em gelek caran rastî kesên wisa tên. Îro bi milyonan kes ji aliyê serokên dînî yan siyasî ve tên xapandin. Hin kesên ku fehm dikin ku ew hatine xapandin ecêbmayî dimînin, lê yên ku Methelokên Silêman 1:22 behsa wan dike tercîh dikin ku “sexik” yan bêtecrûbe bimînin, çimkî ev yek li wan xweş tê (Yêremya 5:31). Ew hez dikin ku li gor dilê xwe bimeşin, û ew naxwazin hîn bibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje û guh bidin qanûnên wê. Li Kanadayê, jinikeke dîndar ji mizgînvanekî re got: “Eger keşîşê me em xapandine, sûc sûcê wî ye, ne sûcê me ye!” Çi heyf e ku gelek kes wisa difikirin, lê em naxwazin mîna van kesan bi qesdî cahil bimînin! (Methelokên Silêman 1:32; 27:12).

8. Çi wê alî me bike ku em hîkmet û tecrûbeyê bi dest bixin?

8 Wê baş be ku em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Di aqil de zarok nebin. … Di aqil de gihîştî bin” (1. Korîntî 14:20). Wexta ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz dimeşin, em hîkmet û tecrûbeyê bi dest dixin. Hêdî hêdî, em hîn dibin ku ev prensîp çawa dikarin alî me bikin ku em xwe ji probleman dûr bigirin û qerarên bihîkmet bidin. Wê baş be ku em pêşveçûna xwe di ber çavan re derbas bikin. Mesela, eger em ji bo demekê Kitêba Pîroz elimîbin û çûbin civînan, wê baş be ku em ji xwe bipirsin ka me çima hê soz nedaye Yehowa ku emê heta bi hetayê ji wî re xizmet bikin û hê nehatine binavkirin. Yan jî, eger em jixwe binavbûyî ne, gelo em wek mizgînvan û mamoste bi pêş ve diçin? Gelo qerarên me nîşan didin ku em li gor rêberiya Kitêba Pîroz hereket dikin? Gelo em wek Îsa Mesîh li hemberî însanan baş in? Eger lazim be ku em xwe di hin waran de serrast bikin, bila em guh bidin şîretên Yehowa, yên ku hîkmetê didin kesên bêtecrûbe (Zebûr 19:7).

9. Kesên “tinazkar” hîkmetê çawa red dikin?

9 Koma diduyan, ên “tinazkar” yan qerfok in. Ew jî hîkmeta Xwedê red dikin. Car caran, em di xizmetê de rastî kesên wisa tên. Ew qerfên xwe bi kesên din dikin û ji vê yekê kêfê distînin (Zebûr 123:4). Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de, kesên wisa wê gelek bin (2. Petrûs 3:3, 4). Mîna zavayên Lût, îro jî hin kes guh nadin xebera Xwedê (1. Mûsa 19:14). Gelek kes li ser kesên ku li gor pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dijîn, dikenin, çimkî mirovên wisa bindestiyên “xwestekên xwe yên nepak” in (Cihûda 7, 17, 18). Gava em van gotinên Kitêba Pîroz tînin ber çavê xwe, ma em nabînin ku kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin û kesên din, ên ku Yehowa red dikin, bi rastî jî “tinazkar” in?

10. Wek Zebûr 1:1 dibêje, em çawa dikarin xwe ji rêya tinazkaran dûr bigirin?

10 Gelo em çawa dikarin xwe biparêzin, da ku em nebin kesên tinazkar? Ji bo vê, gerek em xwe ji kesên ku her tim şikayet dikin, dûr bigirin (Zebûr 1:1 bixwîne). Mesela, gerek em guh nedin kesên ku li dijî rastiyê serî hildidin, û gerek em kitêb û nivîsên wan nexwînin. Eger em hay ji xwe nebin, em bi hêsanî dikarin bibin mirovên şikayetkar û îtibara xwe bi Yehowa û bi rêberiya teşkîlata wî winda bikin. Ji bo ku em nekevin halekî wisa, bila em ji xwe bipirsin: “Gava em melûmat yan rêberiyeke nû distînin, gelo ez her tim şikayet dikim? Gelo ez birayên ku rêberiyê dikin her gav rexne dikim?” Wê baş be ku em zû dev ji kêmasiyên wisa berdin, da ku Yehowa ji me razî be (Methelokên Silêman 3:34, 35).

11. Yên “bêaqil” li qanûnên exlaqê yên Yehowa çawa dinêrin?

11 Koma sisêyan a kesên ku hîkmetê red dikin, kesên “bêaqil” in. Ji wan re wisa tê gotin ji ber ku ew qanûnên exlaqê yên Xwedê red dikin û li gor dilê xwe hereket dikin (Methelokên Silêman 12:15). Kesên wisa Yehowa, yê ku Çavkaniya hîkmetê ye, red dikin (Zebûr 53:1). Wexta ku em di xizmetê de bi kesên wisa re xeber didin, ew me gelek caran rexne dikin ji ber ku em xwe li qanûnên Kitêba Pîroz digirin. Lê belê, rêya ku ew nîşan didin ber bi jiyaneke baştir ve nabe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Şehrezayî ji bo ehmeqan gelekî bilind e, ew li ber dergehê bajêr devê xwe venakin” (Methelokên Silêman 24:7). Kesên bêaqil nizanin ku hîkmeta rastîn çi ye. Ji ber vê yekê, Yehowa me tembîh dike: “Ji mirovê bêaqil dûr be” (Methelokên Silêman 14:7).

12. Çi dikare alî me bike ku em xwe ji rêya bêaqilan dûr bigirin?

12 Belê, gelek kes ji şîretên Xwedê nefret dikin, lê em ji rêya Xwedê û ji qanûnên wî pir hez dikin. Ji bo ku em hê jî zêdetir qîmetê bidin van qanûnan, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku netîceyên îtaetê û netîceyên bêîtaetiyê çi ne. Te qet dîtiye ku kesên ku hîkmeta Yehowa red dikin, çi belayan tînin serê xwe? Ma jiyana te ji ya wan ne baştir e ji ber ku tu guh didî Xwedê? (Zebûr 32:8, 10).

13. Gelo Yehowa zorê dide me ku em guh bidin şîretên wî yên bihîkmet?

13 Yehowa hîkmeta xwe teklîfî her kesî dike, lê ew zorê nade mirovan ku ew hîkmeta wî qebûl bikin. Dîsa jî, ew bala me dikişîne ser netîceyên ku tên serê kesên ku guh nadin hîkmetê (Methelokên Silêman 1:29-32). Kesên ku guh nadin Yehowa “wê fêkiyê riya xwe bixwin”. Bi zeman re, ewê xem û tengasiyê bibînin û dawiya dawî, ewê bên helakkirin. Ji aliyê din ve, Yehowa li ser kesên ku guh didin şîretên wî yên bihîkmet wisa soz dide: “Kesê guhdariya min dike, wê ewlehiyê bibîne, wê bêyî sawa ji xerabiyê, rihetiyê bibîne” (Methelokên Silêman 1:33).

HÎKMETA RASTÎN JI BO ME BIFEYDE YE

Gava em li civînan cewaban didin, dostaniya me ya bi Yehowa re xurttir dibe (Li paragrafa 15an binêre)

14-15. Em ji Methelokên Silêman 4:23 çi hîn dibin?

14 Hîkmeta Yehowa ji bo me her gav bifeyde ye. Wek me dîtiye, em bi hêsanî dikarin hîkmeta Yehowa bi dest bixin. Mesela, di kitêba Methelokên Silêman de, Yehowa şîretên pir bifeyde tedarek kirine. Ka em li hin mîsalên vê hîkmetê binêrin.

15 Dilê xweyî mecazî biparêze. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ji her tiştî bêtir, dilê xwe biparêze, çimkî kaniyên jiyanê jê diherikin” (Methelokên Silêman 4:23). Ji bo ku em dilê xweyî bedenî biparêzin, gerek em xwarinên bifeyde bixwin, têra xwe sporê bikin û xwe ji adetên xerab dûr bigirin. Mîna vê, gerek em dilê xweyî mecazî jî rind xwedî bikin. Ji bo ku em xwarina ruhî bistînin, gerek em Peyva Xwedê roj bi roj bixwînin, xwe ji bo civînan hazir bikin, herin civînan û li wê derê cewaban bidin. Wekî din, gerek em her gav “sporê” bikin, yanî bi dil û can xizmet bikin. Û pir muhîm e ku em xwe hem ji mijûliyên nebaş hem jî ji hevalên xerab, ên ku dikarin li ser fikrên me xerab bandor bikin, dûr bigirin.

Eger nêrîna me ya li ser pere maqûl be, emê bi derfetên xwe razî bin (Li paragrafa 16an binêre)

16. Gotinên Methelokên Silêman 23:4, 5 çima bifeyde ne?

16 Bi tiştên ku di destê te de hene, razî be. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xwe newestîne ku dewlemend bibî …. Çaxê te çav berdayê, serwet namîne çimkî baskan ji xwe re çêdike û wekî teyrekî difire” (Methelokên Silêman 23:4, 5). Gelek kesên zengîn û feqîr pir xîret dikin ku mal û milk bi dest bixin. Ji bo vê, ew carinan zerarê didin navê xwe, dostaniyên xwe û heta siheta xwe jî. Lê di netîceyê de, ew carinan her tiştê xwe winda dikin (Methelokên Silêman 28:20; 1. Tîmotêyos 6:9, 10). Hîkmet alî me dike ku nêrîna me ya li ser mal û milk terazdar be. Nêrîneke wisa alî me dike ku em çavbirçî nebin, lê bi tiştên ku di destê me de hene razî bin û dilxweş bin (Waiz 7:12).

Ji bo ku em dilê kesên din bi gotinên xwe neêşînin, gerek em bifikirin berî ku em bipeyivin (Li paragrafa 17an binêre)

17. Em çawa dikarin “zimanê şehrezayan”, ê ku Methelokên Silêman 12:18 behsa wî dike, bi dest bixin?

17 Pêşî bifikire, paşê xeber bide. Eger em dîqat nekin, xeberdana me dikare zerarê bide însanan. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, lê zimanê şehrezayan şifa ye” (Methelokên Silêman 12:18). Gerek em zimanê xwe bigirin û di heqê şaşiyên mirovan de paşgotiniyê nekin, da ku aştiya di nav me û kesên din de xera nebe (Methelokên Silêman 20:19). Ji bo ku xeberdana me dilê mirovan neêşîne, lê şifayê bide, gerek em dilê xwe bi zanîna Peyva Xwedê ve tije bikin (Lûqa 6:45). Fikirîna kûr a li ser gotinên Kitêba Pîroz alî me dike ku xeberdana me wek “kaniya şehrezayiyê” li mirovan xweş bê (Methelokên Silêman 18:4).

Eger em guh bidin rêberiya teşkîlatê, emê di xizmetê de bi pêş ve herin (Li paragrafa 18an binêre)

18. Pêkanîna Methelokên Silêman 24:6 çawa dikare alî me bike ku em di xizmetê de serkeftî bibin?

18 Guh bide rêberiyê. Ji bo ku em serkeftî bibin, Kitêba Pîroz me tembîh dike: “Tu bi rêberiyê şerê xwe dikî û bi zêdebûna şêwirmendan serfiraz dibî” (Methelokên Silêman 24:6). Ka bîne ber çavê xwe ku ev prensîp çawa dikare alî me bike ku em di karê belavkirina mizgînê de serkeftî bibin. Li şûna ku em xizmetê li gor dilê xwe bikin, gerek em guh bidin rêberiya ku em li civînan distînin. Li wê derê, mamosteyên bitecrûbe nîşanî me didin ku em çawa dikarin Kitêba Pîroz bi awayekî tesîrdar hîn bikin. Wekî din, teşkîlata Yehowa weşan û vîdeoyên xweş tedarek dike, yên ku alî mirovan dikin ku ew Kitêba Pîroz fehm bikin. Wê baş be ku em hînî van hacetên bifeyde bibin.

19. Tu li hîkmeta ku Yehowa dide, çawa dinêrî? (Methelokên Silêman 3:13-18)

19 Methelokên Silêman 3:13-18 bixwîne. Em ji bo şîretên ku em ji Peyva Xwedê distînin pir şikurdar in, ne wisa ye? Bê van şîretan, meyê çi bikira? Di vê meqaleyê de, me hin mîsalên hîkmeta ji kitêba Methelokên Silêman di ber çavan re derbas kirine. Helbet di kitêbên din ên Nivîsarên Pîroz de jî gelek gotinên bihîkmet hene. Bila em her tim li gor hîkmeta ku ji Yehowa tê, bimeşin. Ji me re çi ye ku dinya li vê hîkmetê çawa dinêre? Em bawer in ku eger em xwe li hîkmeta Xwedê bigirin, emê dilxweş bibin!

KILAM 36 Dilê Xwe Biparêze

a Hîkmeta Yehowa ji ya dinyayê qat bi qat bilindtir e. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin mîsaleke balkêş a ji kitêba Methelokên Silêman, a ku dibêje ku hîkmet li meydana bajarekî dengê xwe bilind dike. Emê bibînin ku em çawa dikarin hîkmeta rastîn bi dest bixin, hin kes çima guhê xwe nadin hîkmetê, û guhdayîna banga hîkmetê çima ji bo me xêr e.

b Di vê meqaleyê de, hemû ayetên ji kitêba Methelokên Silêman [Şîretên Silêman] ji wergera Mizgînî’yê hatine wergirtin.