Here Naverokê

Here naverokê

1924 – Sed Sal Berê

1924 – Sed Sal Berê

BERNAMEYA Bulletin a a meha yekê ya sala 1924an wisa got: “Destpêka salê ji bo her şagirtê vaftîzbûyî yê Îsa Mesîh demeke baş e … da ku li fersendan bigere ku xizmeta xwe zêde bike.” Lêkolînerên Kitêba Pîroz ev şîret bi du awayan anî cih: Wê salê, wan mizgînî hem bi metodên nû hem jî bê tirs belav kirin!

AVAKIRINA ÎSTASYONA RADYOYÊ

Zêdetirî salek berê, birayên li Beytelê li Staten Islandê (New York, DYA) dest bi avakirina îstasyona radyoyê ya bi navê WBBR kiribû. Piştî ku wan cihê avakirinê hazir kir, wan maleke ji bo karkeran û avahiyeke ji bo xwedîkirina hacetan ava kirin. Piştî xelaskirina van îşan, birayan dest bi hazirkirina cîhazên radyoyê kir. Lê belê, li ber wan çend asteng hebûn.

Danîna antena mezin pir zor bû. Dirêjahiya antenê 91 metre bû, û lazim bû ku ew di nav du stûnên darîn, ên ku bilindahiya her yek ji wan 61 metre bû, bê dardekirin. Cara pêşîn, birayan serkeftî nebûn. Lê paşê, wan xwe spart Yehowa û bi ser ketin. Birayê me Calvin Prosser, ê ku di vê projeyê de kar dikir, got: “Eger em cara pêşîn bi ser biketana, meyê pesnê xwe bidaya û bigota: ‘Ka binêrin, me îşekî çi qas baş kir!’” Lê niha, birayan ji bo serkeftina xwe pesnê Yehowa da. Dîsa jî, astengên din jî hebûn.

Danîna yek ji stûnên ji bo antena radyoyê

Teknolojiya radyoyê hê ne ew qas belavbûyî bû, loma ji bo birayan ne hêsan bû ku ji xwe re cîhazên profesyonel bikirin. Ji ber vê yekê, wan cihazekî xebitandî ji xwe re kirî, yê ku hêza wî 500 Watt bû. Li şûna ku mîkrofoneke xisûsî bikirin, wan mîkrofona telefonekê bi kar anî. Meha diduyan, birayan êvarekê qerar da ku van cîhazan biceribînin. Wan nizanibû ku çi biweşînin, loma ew bi hev re li ber mîkrofonê sekinîn û hin kilamên ji bo pesnê Yehowa gotin. Birayê me Ernest Lowe tîne bîra xwe ku gava wan kilam digotin, Rutherfordê Hakim b ji wan re telefon kir. Bi radyoya xwe, wî dengê wan ji Brooklynê, ya ku weke 25 kîlometre ji wê derê dûr bû, bihîst.

Wî got: “Ka vî dengê xerab bibirin! Qey çend pisîk bi hev re diqîrin!” Birayan fedî kir û cîhaz zû vêsand. Dîsa jî, ew şa bûn ku sîstem dixebitî û ew êdî hazir bûn ku dest bi weşana xwe ya pêşîn bikin.

Di 24ê Sibata sala 1924an de, birayê Rutherford di bernameya pêşîn de got ku ev îstasyona radyoyê wê “ji bo karê Padîşahiya Îsa Mesîh” bê bikaranîn. Wî zelal kir ku armanca vê îstasyonê ev e ku “nîşanî hemû mirovan bide ku li gor Kitêba Pîroz, maneya rojên me çi ye”.

Aliyê çepê: Birayê Rutherford di studyoya pêşîn de

Aliyê rastê: Cîhazên ji bo weşana radyoyê

Bernameya pêşîn pir serkeftî bû. Piştî vê, WBBR 33 sal wek îstasyona radyoyê ya teşkîlata me hat bikaranîn.

MEHKÛMKIRINA ALIMÊN DÊRÊ

Meha heftan a sala 1924an, Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo komcivînekê li Columbusê (Ohio, DYA) li hev top bûn. Ji seranserê dinyayê temaşevan hatin komcivînê ku guh bidin gotarên bi Almanî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Îtalî, Yûnanî, Lîtvanî, Macarî, Polonî, Rûsî, Ûkraynî û zimanên Skandînav. Hin qismên bernameya komcivînê bi radyoyê hatin weşandin, û birayan ji weşanerên rojnameya herêmî ya bi navê Ohio State Journal xwest ku bila ew her roj li ser komcivînê nûçeyan bidin.

Columbus (Ohio, DYA): Komcivîna sala 1924an

Roja Pêncşemê, zêdetirî 5.000 temaşevan çûn xizmetê. Wan nêzîkî 30.000 kitêb belav kirin û dest bi hezaran kursên Kitêba Pîroz kir. Kovara The Watch Tower ew roj wek “qismê herî xweş ê komcivînê” bi nav kir.

Roja Înê, birayê Rutherford îlaneke li dijî alimên dêrê xwend. Wek doznameyekê, ev îlan serokên siyasî, dînî û ticarî bê tirs mehkûm kirin ji ber ku wan rastiya di heqê Padîşahiya Xwedê de ji mirovan vedişart. Wekî din, vê îlanê alimên dêrê rexne dikirin ji ber ku “wan destek dida Komeleya Neteweyan û ew wek ‘îfadeya siyasî ya Padîşahiya Xwedê ya li rûyê erdê’ didît”. Ji Lêkolînerên Kitêba Pîroz re bi rastî jî cesareteke mezin lazim bû ku ew vê xeberê belav bikin.

Kovara The Watch Tower li ser tesîra komcivînê wisa got: “Ev ordiya biçûk a Efendiyê me, ya ku li komcivîna li Columbusê li hev top bûbû, bi baweriyeke hê xurttir ji wê derê derket. … Tu qudret û tu tîrên agirîn ên dijminan nikaribû ew bidana sekinandin.” Birayê me Leo Claus, ê ku çûbû wê komcivînê, wisa got: “Gava em ji komcivînê derketin, em hazir bûn ku wê îlanê di nav mirovan de belav bikin.”

Belavokeke li dijî alimên dêran

Meha dehan, Lêkolînerên Kitêba Pîroz dest bi belavkirina belavokeke bi navê Ecclesiastics Indicted kir. Îlana birayê Rutherford di vê belavokê de hat weşandin, û bi milyonan nisxeyên vê belavokê hatin belavkirin. Rojekê, birayê Frank Johnson li bajarekî biçûk ê bi navê Cleveland (Oklahoma, DYA) dest bi belavkirina vê belavokê kir. Gava wî îşê xwe xelas kir, hê 20 deqeyên wî hebûn heta ku mizgînvanên din werin û wî bi xwe re bibin. Lê belê, wî nikaribû li derve li benda wan bisekine, çimkî hin kesên ji xelkê bajêr ji ber xizmeta wî hêrs ketibûn û li wî digeriyan. Ji ber vê yekê, birayê Frank ket dêrekê ku xwe veşêre. Li dêrê tu kes tune bû, loma wî belavok danîn ser hemû cihên rûniştinê û yek jî xist hundirê Kitêba Pîroz a keşîş. Paşê, ew ji dêrê zû derket. Hê wexta wî hebû, loma ew ket du dêrên din jî û eynî tişt kir.

Dû re, Frank bi ecele çû cihê rastdîtinê. Wî xwe piştî îstasyoneke petrolê veşart û mêze dikir hela zilamên ku li wî digerin, li ku ne. Zilam bi erebeya xwe di ber wî re derbas bûn, lê wan ew nedît. Piştî ku ew çûn, mizgînvanên din, ên ku li cihekî nêzîk xizmet kir, hatin û ew birin.

Yekî ji birayan got: “Gava em ji bajêr derdiketin, em di ber sê dêran re derbas bûn. Li ber her dêrê weke 50 mirov disekinîn. Hin kesan belavok dixwend, hin kesan jî ew hildigirt, da ku keşîş belavokê bibîne. Bi rastî jî em ancax reviyan. Lê belê, me ji Yehowa re spas kir ji ber ku wî em parastibûn û alî me kiribû ku em ji dijminên Padîşahiyê biaqiltir bin.”

MIZGÎNÎ LI HER DERÊ BÊ TIRS TÊ BELAVKIRIN

Józef Krett

Li welatên din jî, Lêkolînerên Kitêba Pîroz mizgînî bê tirs belav dikir. Li Fransaya bakur, birayê me Józef Krett mizgîniya Hukimdariya Xwedê di nav koçberên Polonî, yên ku di madenan de dixebitîn, belav dikir. Carekê, lazim bû ku ew gotareke bi navê “Rabûna Miriyan Nêzîk e” pêşkêş bike. Gava dawetname li bajêr dihatin belavkirin, keşîşekî ji mirovan re got ku bila ew neçin wê gotarê. Lê belê, wisa derket qey wî reklama gotarê kiribû. Zêdetirî 5.000 kes hatin ku guh bidin gotarê, û keşîş jî hat! Birayê Józef ji keşîş re got ku bila ew nêrînên xwe îsbat bike, lê wî qebûl nekir. Birayê Józef hemû weşanên ku di destê wî de hebûn, belav kirin, û wî dît ku mirov bi rastî jî dixwazin di heqê Kitêba Pîroz de hîn bibin (Amos 8:11).

Claude Brown

Li Afrîkayê, birayê me Claude Brown mizgînî li Gold Coastê (niha wek Gana tê binavkirin) belav dikir. Bi saya gotarên wî û weşanên ku wî belav kirin, dengê rastiyê li seranserê welêt zû hat bihîstin. Zilamekî bi navê John Blankson, ê ku diçû mekteba dermanfiroşiyê, guh da gotareke birayê Claude. Wî zû fehm kir ku rêya rast ev e. John wisa got: “Ji ber rastiyê, lingê min erd nedigirt, û min li mektebê jî behsa wê dikir.”

John Blankson

Rojekê, John çû dêreke Anglîkan, da ku li ser teslîsê – yanî li ser fikra ku Bav, Kur û ruhê pîroz yek in – ji keşîş bipirse, çimkî John êdî fehm dikir ku ev fikir di Kitêba Pîroz de tune ye. Keşîş ew qewirand û qîriya: “Tu ne Mesîhî yî, tu aîdî Îblîs î. Ji vir here!”

Li malê, John ji keşîş re nameyek nivîsand û jê re got ku bila ew teslîsê li civîneke umûmî îsbat bike. Lê belê, keşîş ji John re got ku bila ew were ofîsa mamosteyê sereke yê mekteba dermanfiroşiyê. Mamoste jê pirsî ka wî bi rastî ev name ji keşîş re şandibû yan na.

John got: “Belê, min şandiye.”

Mamoste xwest ku John bi nivîskî ji keşîş efû bixwaze. Loma John wisa nivîsî:

“Mamoste ji min xwest ku ez bi nivîskî ji te efû bixwazim. Eger tu qebûl bikî ku tiştên ku tu hîn dikî, derew in, ezê ji te efû bixwazim.”

Mamoste şaş ma û got: “Blankson, tu bi rastî dixwazî wisa binivîsî?”

John got: “Belê, mamoste, ez tenê dikarim wisa binivîsim.”

Mamoste got: “Ezê te ji mektebê bavêjim. Ma mirov dikare li hemberî keşîşê dêra dewletê serî hilde û dîsa jî wek xebatkarê dewletê bimîne?”

John got: “Lê mamoste, gava tu me hîn dikî û em tiştekî fehm nakin, ma em pirsan napirsin?”

Mamoste got: “Helbet.”

John got: “Mamoste, tam wisa çêbûye. Keşîş Kitêba Pîroz hînî me dikir û min pirsek pirsî. Eger ew nikare cewabê bide min, çima gerek ez jê efû bixwazim?”

Blankson ji mektebê nehat derxistin, û wî efû jî nexwest.

BER BI PÊŞEROJÊ VE

Li ser fealiyetên wê salê, kovara The Watch Tower wisa got: “Wek Dawid, em jî dikarin wisa bibêjin: ‘Ji bo şer te ez bi hêzê rapêçandim’ (Zebûr 18:39). Îsal, me pir teşwîq standiye, çimkî me destê Xwedê dîtiye … Kesên ku bi rastî aîdî wî ne … mizgînî bi dilxweşî belav kiriye.”

Nêzîkî dawiya salê, birayan qerar da ku dîsa îstasyoneke radyoyê ava bikin. Ev îstasyona radyoyê nêzîkî bajarê Chicagoyê hat avakirin. Navê vê îstasyona nû, “WORD”, yanî “PEYV” bû. Bi saya cîhazekî radyoyê yê 5.000 Watt, vê îstasyonê mizgîniya Hukimdariya Xwedê digihand cihên pir dûr – heta bakurê Kanadayê.

Sala 1925an, ronahiya ruhî zêde bû. Mesela, Lêkolînerên Kitêba Pîroz beşa 12an a kitêba Peyxamê zelaltir fehm kir. Çi heyf e ku hin kesan ev melûmata nû qebûl nekir û dev ji xizmeta Yehowa berda. Lê belê, gelek xwişk û bira pir dilxweş bûn ji ber ku wan êdî fehm dikir ku li ezmanan çi çêbû û ku ev yek çawa ser xizmetkarên Xwedê tesîr dike.

a Niha wek Wek Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet Bikin – Bernameya Civînê tê binavkirin.

b Joseph Rutherford, ê ku wê demê ji fealiyetên Lêkolînerên Kitêba Pîroz mesûl bû, wek Rutherfordê Hakim dihat binavkirin, çimkî berî ku ew hat Beytelê, wî çend caran di mehkemeyeke eyaleta Missouriyê de hakimtî kiribû.