Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 41

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

Dersên ji 40 Rojên Berî ku Îsa Mesîh Çû Ezmanan

Dersên ji 40 Rojên Berî ku Îsa Mesîh Çû Ezmanan

“Wan ew di nav 40 rojî de didît, û wî li ser Hukimdariya Xwedê xeber dida” (KARÊN ŞANDIYAN 1:3, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Berî ku Îsa Mesîh çû ezmanan, wî di 40 rojên dawîn de çi kir û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin?

1-2. Gava du şagirtên Îsa Mesîh ber bi gundê Emausê ve diçûn, çi çêbû?

 TARÎX, piştî mîladê 16ê Nîsana 33yan bû. Du şagirtên Îsa Mesîh ji Orşelîmê ber bi gundê Emausê ve diçûn. Ev gund, weke 11 kîlometre ji bajarê Orşelîmê dûr bû. Şagirt pir xemgîn bûn û ditirsiyan ji ber ku Îsa Mesîh hat kuştin. Wan hêvî kiribû ku Mesîh wê bibe xelaskarê wan, lê niha wisa xuya dikir qey hêviya wan vala derket. Lê paşê, tiştekî balkêş qewimî.

2 Di rêyê de, zilamekî ku wan nas nedikir nêzîkî wan bû û bi wan re meşiya. Şagirtan jê re behsa xema xwe kir û got ku çi hat serê Îsa Mesîh. Paşê, tiştekî wisa çêbû ku wan tu car ji bîr nekir. Vî zilamî “ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir ku ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên Pîroz de hatibûn nivîsîn, şirove bike”. Wî ji wan re hûr û kûr zelal kir ku çima lazim bû ku Mesîh cefayê bikişîne û bimire. Gava ew gihîştin gundê Emausê, şagirtan fehm kir ku ev zilam Îsa Mesîh e, yê ku ji mirinê hatiye rakirin. Ka bînin ber çavê xwe ku şagirt çi qas dilxweş bûn! (Lûqa 24:13-35, NWT).

3-4. Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, çi çêbû, û di vê meqaleyê de emê çi hîn bibin? (Karên Şandiyan 1:3)

3 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew di nav 40 rojên dawîn de çend caran ji şagirtên xwe re xuya bû (Karên Şandiyan 1:3 ji tercûmeya NWT bixwîne). Bi saya teşwîqa Îsa Mesîh, şagirtên wî ji xem û tirsên xwe filitîn, û ew bûn mamoste û mizgînvanên Padîşahiyê yên dilxweş, piştrast û cesûr. a

4 Ji vê ku Îsa wê demê çi dikir, em dikarin gelek dersan bistînin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Îsa Mesîh wexta xwe çawa bi kar dianî ku (1) cesaretê bide şagirtên xwe, (2) alî wan bike ku ew Nivîsarên Pîroz baştir fehm bikin û (3) wan perwerde bike ku ew mesûliyetên mezintir hildin ser xwe. Wekî din, emê bibînin ku di van waran de, em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin.

CESARETÊ BIDE KESÊN DIN

5. Şagirtên Îsa Mesîh çima hewceyî teşwîqê bûn?

5 Şagirtên Îsa Mesîh hewceyî teşwîqê bûn. Gelo çima? Hin ji wan dev ji mal, kar û merivên xwe berdabû ku her tim li pey Îsa Mesîh herin (Meta 19:27). Hin kes ji aliyê xelkê ve dihatin nizmdîtin ji ber ku ew bûne şagirtên Îsa Mesîh (Yûhena 9:22). Wan bawer dikir ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, loma ew hazir bûn ku ji bo xatirê wî fedakariyê bikin (Meta 16:16). Lê belê, gava Îsa Mesîh hat îdamkirin, ew xeyalşikestî û dilteng bûn.

6. Piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, wî çi kir?

6 Gava Îsa Mesîh didît ku şagirtên wî ji ber mirina wî çi qas xemgîn in, wî fehm dikir ku ev yek normal e, û ew bê şik nedifikirî ku baweriya wan sist e. Loma, ji roja ku ew ji mirinê hat rakirin ve, Îsa Mesîh dest pê kir ku cesaretê bide hevalên xwe. Mesela, gava Meryema Mejdelanî li ber mezelê wî digiriya, ew ji wê re xuya bû (Yûhena 20:11, 16). Wekî din, çawa ku di destpêka meqaleyê de hatibû gotin, ew ji du şandiyan re xuya bû. Ji xeynî vê, ew ji Petrûsê şandî re jî xuya bû (Lûqa 24:34). Gelo em dikarin ji mîsala Îsa Mesîh çi hîn bibin? Ka bala xwe bidê ku gava ew cara pêşîn ji mirovan re xuya bû, çi çêbû.

7. Li gor Yûhena 20:11-16, di sibeha 16ê Nîsanê de çi çêbû? (Li resim jî binêre.)

7 Yûhena 20:11-16 ji tercûmeya NWT bixwîne. Sibeha 16ê Nîsanê, çend jinên bawermend çûn ber mezelê Îsa Mesîh (Lûqa 24:1, 10). Gava Meryema Mejdelanî gihîşt wê derê, wê dît ku tirbe vala ye. Îcar ew zû çû ba Petrûs û Yûhena ku behsa vê yekê bike. Petrûs û Yûhena ber bi mezel ve bezîn, û Meryemê jî da pey wan. Gava Petrûs û Yûhena dît ku tirbe bi rastî jî vala ye, ew vegeriyan malê, lê Meryem li wê derê ma û giriya. Wê nizanibû ku Îsa Mesîh lê dinêre. Wî dît ku Meryem çi qas xemgîn e û xwest ber dilê wê were û cesaretê bide wê. Ji bo vê, ew ji Meryemê re xuya bû û jê re got ku bila ew xebera rabûna wî bide birayên wî (Yûhena 20:17, 18).

Wek Îsa Mesîh, bala xwe bide kesên ku cesareta xwe winda kiriye û bi wan eleqedar be (Li paragrafa 7an binêre)


8. Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe bikin emsal?

8 Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Wek Îsa Mesîh, gerek em jî rind bala xwe bidin xwişk û birayan û pê derxin ka xem û derdên wan çi ne. Em dikarin bi gotinên xwe cesaretê bidin wan, da ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Ka binêre ku çi hat serê xwişkeke bi navê Jocelyn. Xwişka wê di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Jocelyn wisa dibêje: “Çend meh ez tim xemgîn bûm.” Lê belê, birayek û jina wî ew gazî mala xwe kir, rind guh da wê û jê re got ku Xwedê qîmetê dide wê. Jocelyn dibêje: “Min xwe wisa hîs dikir qey bi destê wan, Yehowa ez ji nav behreke reş û tarî derxist. Wan daxwaza min xurttir kir ku ez dev ji xizmeta Yehowa bernedim.” Gava kesên din dilê xwe ji me re vedikin, bila em jî rind guh bidin wan û bi gotinên xwe ber dilê wan werin, da ku cesareta wan zêde bibe û ew li ser rêya Yehowa bimînin (Romayî 12:15).

NIVÎSARÊN PÎROZ ZELAL BIKE

9. Problema şagirtên Îsa Mesîh çi bû, û Îsa Mesîh çawa alî wan kir?

9 Şagirtên Îsa Mesîh xîret dikir ku li gor Nivîsarên Pîroz bijîn (Yûhena 17:6). Lê belê, wan rind fehm nedikir ku Îsa Mesîh çima wek mirovekî sûcdar li ser darê îşkenceyê hat îdamkirin. Îsa Mesîh dizanibû ku ew ji Yehowa hez dikin, lê lazim bû ku ew Nivîsarên Pîroz baştir fehm bikin (Lûqa 9:44, 45; Yûhena 20:9). Loma, gava Îsa Mesîh li ser rêya Emausê ji du şagirtên xwe re xuya bû, wî Nivîsarên Pîroz ji wan re zelal kirin.

10. Îsa Mesîh alî şagirtên xwe kir ku ew çi fehm bikin? (Lûqa 24:18-27)

10 Lûqa 24:18-27 ji tercûmeya NWT bixwîne. Îsa Mesîh rasterast ji wan re negot ku ew kî ye. Pêşî, wî çend pirs pirsîn. Gelo çima? Wî belkî xwest ku ew dilê xwe ji wî re vekin. Îcar wan ji Îsa Mesîh re got ku wan hêvî kiribû ku Mesîh wan ji bindestiya Romayê xelas bike. Piştî ku wan behsa xemên xwe kir, Îsa Mesîh ji wan re zelal kir ku gotinên Nivîsarên Pîroz çawa hatine cih. Wê êvarê, ew ji şagirtên din re jî xuya bû û maneya gotinên Nivîsarên Pîroz ji wan re zelal kir (Lûqa 24:33-48). Ji vê serpêhatiyê, em dikarin çi hîn bibin?

11-12. (a) Ji vê ku Îsa Mesîh rastiya Nivîsarên Pîroz çawa hîn dikir, em dikarin çi dersê bistînin? (Li resiman jî binêre.) (b) Birayê ku bi Nortey re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir çawa alî wî kir?

11 Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Gava tu kursa Kitêba Pîroz îdare dikî, bi pirsên nazik alî xwendekarê xwe bike ku ew dilê xwe ji te re veke (Methelokên Silêman 20:5). Piştî ku te fehm kiriye ku ew çi difikire, alî wî bike ku ew ayetên ku bi hal û şertên wî ve girêdayî ne, bibîne. Jê re nebêje ku gerek ew çi bike, lê alî wî bike ku ew li ser Nivîsarên Pîroz bifikire û pê derxe ku ew çawa dikare li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bike. Ka bala xwe bide serpêhatiya birayekî bi navê Nortey, ê ku li Ganayê dijî.

12 Gava Nortey 16 salî bû, wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Lê belê, pir wext derbas nebû ku malbata wî muxalefet li wî kir. Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji kursa Kitêba Pîroz bernede? Birayê ku pê re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir ji beşa 10an a kitêba Meta nîşanî wî da ku şagirtên Îsa Mesîh wê rastî zilmê werin. Nortey wisa dibêje: “Gava muxalefetê dest pê kir, min fehm kir ku min rêya rast dîtiye.” Wekî din, mamosteyê wî alî wî kir ku ew li ser Meta 10:16 kûr bifikire. Vê ayetê alî Nortey kir ku ew ji malbata xwe re bi dîqat û bi hurmet behsa baweriya xwe bike. Piştî vaftîzbûnê, Nortey dixwest bibe pêşeng, lê bavê wî dixwest ku ew here zanîngehê. Mamosteyê Nortey jê re negot ku gerek ew çi bike, lê bi destê pirsan alî wî kir ku ew prensîpên Kitêba Pîroz fehm bike. Di netîceyê de, Nortey dest bi xizmeta tamrojî kir. Çi heyf e ku bavê wî ew ji malê qewirand. Gelo Nortey li tiştên ku hatin serê wî çawa dinêre? Ew dibêje: “Ez bawer im ku min qerara rast daye.” Belê, bi vê ku em alî kesên din bikin ku ew li ser Nivîsarên Pîroz kûr bifikirin, em dikarin alî wan bikin ku ew di rêya rastiyê de saxlem bisekinin (Efesî 3:16-19).

Wek Îsa Mesîh, alî kesên din bike ku ew nêrîna Nivîsarên Pîroz rind fehm bikin (Li paragrafa 11an binêre) d


ALÎ BIRAYAN BIKE KU EW BIBIN “HEDIYE”

13. Ji bo ku karê belavkirina mizgîniyê nesekine, Îsa Mesîh çi kir? (Efesî 4:8)

13 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî karê ku Bavê wî dabû wî bi awayekî bêqisûr dianî cih (Yûhena 17:4). Lê belê, Îsa Mesîh nedifikirî ku ji xeynî wî, tu kes nikare vî karî bike. Loma, di sê û nîv salên xizmeta xwe de, wî kesên din perwerde dikirin ku ew jî karê wî bikin. Berî ku Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, wî miyên Xwedê emanetî şagirtên xwe kirin û mesûliyeta belavkirina mizgîniyê da wan. Wê demê, dibe ku hin şagirtên Îsa Mesîh ji 30 salî biçûktir bûn. Dîsa jî, Îsa Mesîh îtibara xwe bi wan dianî. Wek Pawlosê şandî got, Îsa Mesîh “hin zilam wek hediye dan” (Efesî 4:8, NWT). Di 40 rojên berî ku ew vegeriya ezmanan de, gelo Îsa Mesîh çawa alî van zilamên jîr û jêhatî kir ku ew bibin “hediye”?

14. Di 40 rojên dawîn berî ku Îsa Mesîh çû ezmanan de, wî çi hînî şagirtên xwe kir? (Li resim jî binêre.)

14 Îsa Mesîh bi dilovanî şîret dida şagirtên xwe. Mesela, gava wî dît ku hin ji wan şik dikin, wî şîret da wan (Lûqa 24:25-27; Yûhena 20:27). Wî bala wan kişand ser vê yekê ku karê şivantiyê ji qezenckirina pereyan muhîmtir e (Yûhena 21:15). Wî ji wan re got ku kesên din çi îmtiyazan bistînin jî, gerek ew xwe bi wan re muqayese nekin (Yûhena 21:20-22). Wekî din, wî hin fikrên wan ên di heqê Hukimdariya Xwedê de serrast kirin û alî wan kir ku ew bala xwe bidin belavkirina mizgîniyê (Karên Şandiyan 1:6-8). Di van waran de, gelo rîspî dikarin ji Îsa Mesîh çi dersan bistînin?

Wek Îsa Mesîh, alî birayan bike ku ew xwe hazir bikin ku mesûliyetên girantir bistînin (Li paragrafa 14an binêre)


15-16. (a) Rîspiyên civatê çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? (b) Patrick çawa ji şîreta rîspiyekî gihîştî feyde dît?

15 Rîspiyên civatê çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Pir muhîm e ku rîspiyên civatê birayan – heta birayên ciwan jî – perwerde bikin, da ku ew hazir bin ku mesûliyetên girantir hildin ser xwe. b Rîspî dizanin ku gerek ew gelek tiştan hîn bibin. Loma, lazim e ku ew bi dilovanî şîretê bidin birayên ciwan, da ku ew dilnizm û dilsoz bin û hazir bin ku ji kesên din re xizmet bikin (1. Tîmotêyos 3:1; 2. Tîmotêyos 2:2; 1. Petrûs 5:5).

16 Ka binêre ku birayekî bi navê Patrick çawa ji şîretê feyde standiye. Gava ew hê ciwan bû, wî bi kesên din re bi sertî xeber dida – heta bi xwişkan re jî. Rîspiyekî gihîştî, yê ku kêmasiyên Patrick dîtin, bi awayekî nazik jê re bi zelalî şîret da. Patrick dibêje: “Çi baş e ku wî şîret da min. Gava min didît ku birayên din hin îmtiyazên ku min dixwestin, distandin, ez xemgîn dibûm. Lê şîreta vî rîspiyî nîşanî min da ku tiştê herî muhîm ne ev e ku ez di civatê de îmtiyazekê bistînim, lê ev e ku ez bi dilnizmî ji xwişk û birayan re xizmet bikim.” Di netîceyê de, gava Patrick 23 salî bû, ew wek rîspî hat tayînkirin (Methelokên Silêman 27:9).

17. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku ew îtibara xwe bi şagirtên xwe tîne?

17 Ji xeynî vê ku şagirtên Îsa Mesîh mizgîniyê belav bikin, lazim e ku ew mirovan hîn bikin. Dibe ku şagirt difikirîn ku ewê nikaribin vê wezîfeyê bînin cih. Lê belê, Îsa Mesîh îtibara xwe bi wan dianî ku ewê bikarin vê wezîfeyê bi awayekî baş bînin cih, loma wî wisa got: “Wek ku Bav ez şandime, ez jî we dişînim” (Yûhena 20:21, NWT).

18. Rîspî çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal?

18 Rîspiyên civatê çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? Rîspiyên bitecrûbe hin karên xwe emanetî kesên din dikin (Filîpî 2:19-22). Mesela, rîspî dikarin ji bo paqijkirin û xwedîkirina Salona Îbadetê hin karan bidin kesên ciwan. Piştî ku wan karekî emanetî kesekî kiriye, ew dikarin wî perwerde bikin û bawer bin ku ewê karê xwe bi awayekî baş bîne cih. Rîspiyekî nû yê bi navê Matthew şikirdar e ji ber ku rîspiyên bitecrûbe ew ji bo pêkanîna hin îşên civatê perwerde kiriye. Piştî ku wan îşek dida wî, wan îtibara xwe bi wî dianî ku ewê bikare vî îşî pêk bîne. Matthew dibêje: “Gava min şaşî dikirin, wan fersend dida min ku ez ji şaşiyên xwe dersan bistînim û bi pêş bikevim.” c

19. Gerek em çi bikin?

19 Di 40 rojên berî ku Îsa Mesîh çû ezmanan de, wî kesên din teşwîq dikirin, hîn dikirin û perwerde dikirin. Bila em jî mîna wî bikin (1. Petrûs 2:21). Her ku em xîret dikin ku wî ji xwe re emsal bigirin, ewê alî me bike. Wî soz daye: “Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim” (Meta 28:20, NWT).

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bidin!

a Li gor Încîlan û kitêbên din ên Kitêba Pîroz, Îsa Mesîh piştî rabûna ji mirinê gelek caran ji mirovan re xuya bû, mesela ji Meryema Mejdelanî re (Yûhena 20:11-18); ji jinikên din re (Meta 28:8-10; Lûqa 24:8-11); ji du şagirtên xwe re (Lûqa 24:13-15); ji Petrûs re (Lûqa 24:34); ji şandiyan re, gava Tomas ne li wê derê bû (Yûhena 20:19-24); ji şandiyan re, gava Tomas jî di nav wan de bû (Yûhena 20:26); ji heft şagirtan re (Yûhena 21:1, 2); ji zêdetirî 500 şagirtî re (Meta 28:16; 1. Korîntî 15:6); ji birayê xwe Aqûb re (1. Korîntî 15:7); ji hemû şandiyan re (Karên Şandiyan 1:4); ji şandiyan re, nêzîkî Beytanyayê (Lûqa 24:50-52). Dibe ku Îsa Mesîh carên din jî ji mirovan re xuya bû, lê ev yek nehatiye nivîsandin (Yûhena 21:25).

b Hin birayên jîr û jêhatî, yên ku hê 25-30 salî ne, dikarin wek çavdêrên herêmê bên tayînkirin. Helbet lazim e ku ew pêşî wek rîspî tecrûbeyê qezenc bikin.

c Ji bo tewsiyeyên din ên li ser vê ku birayên ciwan çawa dikarin xwe hazir bikin ku mesûliyetên girantir hildin ser xwe, li Birca Çavdêriyê, Tebax 2018, rûp. 11-12, par. 15-17 binêre.

d RESIM: Birayek nîşanî xwendekarê xwe dike ku Kitêba Pîroz li ser pûtperestiyê çi dibêje. Xwendekar paşê qerarê dide ku tiştên ku bi pûtperestiyê ve girêdayî ne, bavêje çopê.