MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42
KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne
Qîmetê Bide Birayên ku “Wek Hediye” Hatine Dayîn
“Gava ew hilkişiya jorê, … wî hin zilam wek hediye dan” (EFESÎ 4:8, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku alîkarên civatê, rîspî û çavdêrên herêmê çawa alî me dikin û em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo kirinên wan şikirdar in.
1. Hin ji hediyeyên ku me ji Îsa Mesîh standine, çi ne?
ÎSA MESÎH ji her kesî zêdetir alî mirovan kiriye. Gava ew li dinyayê bû, wî gelek caran bi destê mucîzeyan alî mirovan dikir (Lûqa 9:12-17). Wî canê xwe ji bo xatirê me feda kir û bi vî awayî hediyeya herî mezin da me (Yûhena 15:13). Ji dema ku ew ji mirinê hat rakirin û pê ve jî, Îsa Mesîh alî me dike. Çawa ku wî soz dabû, wî ji Yehowa rica kir ku ew ruhê pîroz bide me, da ku ew me hîn bike û teselî bike (Yûhena 14:16, 17; 16:13). Wekî din, Îsa Mesîh me bi destê civînan ji bo karê belavkirina mizgîniyê perwerde dike (Meta 28:18-20).
2. Hin kesên ku li gor Efesî 4:7, 8 “wek hediye” hatine dayîn, kî ne?
2 Lê Îsa Mesîh hediyeyeke din jî daye. Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Li gor vê ku Mesîh hediyeya xwe çawa belav kiriye, kerem hatiye dayîn her yekî ji me. Çimkî dibêje: ‘Gava ew hilkişiya jorê, wî kesên girtî bi hev re birin, û wî hin zilam wek hediye dan’” (Efesî 4:7, 8, NWT). Pawlos zelal kir ku Îsa Mesîh ew “wek hediye” dane, da ku ew bi awayên cur bi cur destekê bidin civatê (Efesî 1:22, 23; 4:11-13). Îro, alîkarên civatê, rîspiyên civatê û çavdêrên herêmê ji bo me bi rastî jî “hediye” ne. a Ew helbet bêqisûr nînin, loma ew carinan şaşiyan dikin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, Efendiyê me Îsa Mesîh bi destê van birayên biqîmet alî me dike.
3. Em çawa dikarin destekê bidin birayên ku “wek hediye” hatine dayîn? Mîsalekê bide.
3 Îsa Mesîh bi destê birayên ku “wek hediye” hatine dayîn, qewetê dide civatê (Efesî 4:12). Em jî dikarin alî wan bikin ku ew vê mesûliyeta muhîm bînin cih. Ka vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Hin kes rasterast di karê avakirina Salonên Îbadetê de dişixulin. Lê hin kes jî xwarinan hazir dikin, avakaran bi erebeyên xwe dibin û tînin yan karên din dikin û bi vî awayî ji derve destekê didin karê avakirinê. Mîna vê, em gişt dikarin bi gotin û kirinên xwe destekê bidin karê alîkarên civatê, rîspiyên civatê û çavdêrên herêmê. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa ji xîreta wan feydeyê dibînin û em çawa dikarin nîşanî wan bidin ku em qîmetê didin wan. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin ji Îsa Mesîh re nîşan bidin ku em ji bo vê hediyeya wî şikirdar in.
EM JI BO ALÎKARÊN CIVATÊ ŞIKIRDAR IN
4. Di sedsala yekê de, alîkarên civatê çi dikir?
4 Di sedsala yekê de, hin bira wek alîkarên civatê dihatin tayînkirin. Bi îhtimaleke mezin, yên ku li gor gotinên Pawlos “alîkariya kesên din” dikir, ew bûn (1. Tîmotêyos 3:8; 1. Korîntî 12:28). Bi îhtimaleke mezin, alîkarên civatê hin karên muhîm dikirin, da ku zêdetir fersenda rîspiyan hebe ku bala xwe bidin karê hînkirinê û karê şivantiyê. Mesela, dibe ku alîkarên civatê kopyayên Nivîskarên Pîroz çêdikirin yan malzemeyên ji bo karê kopîkirinê dikirîn.
5. Îro, alîkarên civatê çi dikin?
5 Di civata te de, gelo alîkarên civatê çi dikin? (1. Petrûs 4:10). Ew belkî li hesaban yan li saheyên ji bo xizmetê dinêrin, weşanan sparîş dikin û didin mizgînvanan, sîstemên deng û vîdeoyê dixebitînin, wek wezîfedarên civînê dixebitin yan di karê xwedîkirina Salona Îbadetê de alîkariyê dikin. Karên wisa muhîm in, da ku xwişk û bira ji civînan kêfê bistînin û karê belavkirina mizgîniyê bi awayekî rêk û pêk bimeşe (1. Korîntî 14:40). Wekî din, hin alîkarên civatê di Civîna Jiyan û Xizmetê de wezîfeyan tînin cih yan gotarên umûmî pêşkêş dikin. Ji xeynî vê, hin alîkarên civatê wek alîkarên çavdêrên koman tên tayînkirin yan bi rîspiyan re diçin ziyaretên şivantiyê.
6. Em çima ji bo karê alîkarên civatê spasdar in?
6 Civat ji karê alîkarên civatê çawa feydeyê dibîne? Xwişkeke bi navê Beberly b, ya ku li Bolîvyayê dijî, wisa dibêje: “Bi saya alîkarên civatê, kêfa min ji civînan re tê. Ji ber karê wan, ez dikarim kilaman bibêjim, cewaban bidim, guh bidim gotaran û ji resim û vîdeoyan hîn bibim. Ew ji emniyeta salonê mesûl in û alî kesên ku nikarin werin salonê dikin ku ew bi rêya vîdeokonferansê li civînê temaşe bikin. Piştî civînê, ew salonê paqij dikin, li hesaban dinêrin û weşanan tedarek dikin. Ez ji wan re spasdar im!” Xwişkeke bi navê Leslie, ya ku li Kolombiyayê dijî, ser zilamê xwe, yê ku di civatê de rîspî ye, wisa dibêje: “Zilamê min bi rastî jî hewceyî alîkarên civatê ye. Bê wan, ewê hê jî mijûltir bûya, loma ez ji bo ked û xîreta wan spasdar im.” Ma tu jî wisa nafikirî? (1. Tîmotêyos 3:13).
7. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin alîkarên civatê? (Li resim jî binêre.)
7 Madem ku em ji bo karê alîkarên civatê spasdar in, bila em vêya ji wan re bibêjin. (Kolosî 3:15). Rîspiyekî bi navê Krzysztof, ê ku li Fînlendayê dijî, şikirdariya xwe wisa tîne zimên: “Bi destê kart yan mesajekê, ez carinan ji alîkarekî civatê re behsa ayetekê dikim û dibêjim ku wî dilê min çawa xurt kiriye yan ez çima qîmetê didim xizmeta wî.” Jael û Pascal, ên ku li Kaledonyaya Nû dijîn, ji bo alîkarên civatê bi xisûsî dua dikin. Pascal dibêje: “Van rojan, em gelek caran di heqê alîkarên civatê de dua dikin. Em ji bo wan spas dikin û em dua dikin ku bila Yehowa alî wan bike.” Yehowa guh dide duayên wisa. Di netîceyê de, temamiya civatê feydeyê dibîne (2. Korîntî 1:11).
EM JI BO RÎSPIYAN ŞIKIRDAR IN
8. Di sedsala yekê de, rîspiyan çi dikir? (1. Selanîkî 5:12, 13)
8 Di sedsala yekê de, rîspiyan di oxira civatê de pir kar dikir (1. Selanîkî 5:12, 13 bixwîne; 1. Tîmotêyos 5:17). Wan rêberiya civatê dikir, yanî civîn îdare dikirin û wek koma rîspiyan qerar didan. Wekî din, wan bi dilovanî şîret dida xwişk û birayan, da ku civat bê parastin (1. Selanîkî 2:11, 12; 2. Tîmotêyos 4:2). Ji xeynî vê, rîspî ji bo nanê malê dixebitîn û xîret dikirin ku baweriya xwe û dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurt bikin (1. Tîmotêyos 3:2, 4; Tîtos 1:6-9).
9. Hin mesûliyetên rîspiyan çi ne?
9 Îro jî, rîspî pir mijûl in. Mesela, ew mizgînvan in (2. Tîmotêyos 4:5). Ew mizgîniyê bi dil û can belav dikin, karê belavkirina mizgîniyê organîze dikin û me perwerde dikin ku em jî bibin mizgînvan û mamosteyên baş. Wekî din, ew hakim in, û ew vê mesûliyeta xwe bi dilovanî û bi bêterefî tînin cih. Gava şagirtekî Îsa Mesîh gunehekî giran dike, rîspî hewl didin ku alî wî bikin, da ku ew ji nû ve bibe dostê Yehowa. Wekî din, ew çi ji destê wan tê dikin, da ku civat paqij bimîne (1. Korîntî 5:12, 13; Galatî 6:1). Ji her tiştî zêdetir, rîspî şivan in (1. Petrûs 5:1-3). Ew li ser Kitêba Pîroz gotarên teşwîqdar pêşkêş dikin, xîret dikin ku xwişk û birayan yek bi yek nas bikin û ziyaretên şivantiyê dikin. Hin rîspî bi karên wek avakirin û xwedîkirina Salona Îbadetê yan organîzekirina komcivînan mijûl in yan di Komîteyên ji bo Îrtibata bi Nexweşxaneyan û Komên ji bo Ziyaretkirina Nexweşan de xizmet dikin. Belê, rîspî bi rastî jî pir jîr û jêhatî ne!
10. Em çima qîmetê didin keda rîspiyan?
10 Yehowa ji berê ve gotibû ku şivan wê li me xwedî derkevin, û bi saya vê yekê, emê ‘êdî netirsin û nekevin bêzariyê’ (Yêremya 23:4). Gava diya xwişkeke bi navê Johanna, ya ku li Fînlendayê dijî, giran nexweş ket, wê bi çavê xwe dît ku ev gotin çi qas rast e. Johanna dibêje: “Li min zor tê ku ez dilê xwe ji kesên din re vekim. Lê belê, rîspiyekî ku min ew qas rind nas nedikir bi sebir guh da min, bi min re dua kir û ji min re got ku Yehowa ji min hez dike. Nayê bîra min ku wî tam çi gotibû, lê bi saya gotinên wî, hizûr ket dilê min. Ez bawer im ku Yehowa ew di wexta rast de şand ba min.” Gelo rîspiyên civata te çawa alî te dikin?
11. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo keda rîspiyan şikirdar in? (Li resim jî binêre.)
11 Yehowa dixwaze ku em qîmetê bidin keda rîspiyan (1. Selanîkî 5:12, 13). Xwişkeke bi navê Henrietta, ya ku li Fînlendayê dijî, wisa dibêje: “Rîspî hazir in ku alî me bikin, lê ev yek nayê maneya ku wext û qeweta wan bêsînor e yan ku tengasiyên wan tune ne. Carinan ez ji wan re dibêjim: ‘Tu zanî, tu bi rastî jî rîspiyekî baş î.’” Xwişkeke bi navê Sera, ya ku li Tirkiyeyê dijî, wisa dibêje: “Rîspî hewceyî teşwîqê ne, da ku ew bikarin mesûliyetên xwe bi dewamî bînin cih. Loma, em dikarin mesajekê ji wan re bişînin, wan ji bo xwarinê gazî mala xwe bikin yan bi wan re herin xizmetê.” Eger tu bi xisûsî ji bo keda rîspiyekî şikirdar î, ji kerema xwe re şikirdariya xwe nîşanî wî bide! (1. Korîntî 16:18).
EM JI BO ÇAVDÊRÊN HERÊME ŞIKIRDAR IN
12. Di sedsala yekê de, civatan çawa teşwîq distand? (1. Selanîkî 2:7, 8)
12 Hin zilamên ku Îsa Mesîh “wek hediye” dane civatê, wezîfeyeke din tînin cih. Di bin rêberiya Îsa Mesîh de, rîspiyên li Orşelîmê Pawlos, Barnabas û hin birayên din wek çavdêrên rêwî tayîn dikirin (Karên Şandiyan 11:22). Gelo çima? Çawa ku alîkarên civatê û rîspî dihatin tayînkirin ku civatan teşwîq bikin, çavdêrên rêwî jî ji bo eynî armancê dihatin tayînkirin (Karên Şandiyan 15:40, 41). Wan birayan ji bo hînkirin û teşwîqkirina kesên din rihetiya xwe feda dikir û canê xwe dixist talûkeyê (1. Selanîkî 2:7, 8 bixwîne).
13. Hin mesûliyetên çavdêrên herêmê çi ne?
13 Çavdêrên herêmê her tim di rêyê de ne. Hin ji wan bi sedan kîlometreyan rê diçin ku bigihîjin civatan. Her hefte, çavdêrên herêmê çend gotaran pêşkêş dikin û diçin ziyaretên şivantiyê. Wekî din, ew civîneke bi pêşengan re, civîneke bi rîspiyan re û çend civînên xizmetê îdare dikin. Ew gotaran hazir dikin û komcivînan organîze dikin. Ew di kursên ji bo pêşengan de mamostetiyê dikin, bi pêşengên herêmê re civîneke xisûsî derbas dikin û li gor telîmatên buroyê wezîfeyên din – ên ku carinan pir acîl in – tînin cih.
14. Em çima qîmetê didin keda çavdêrên herêmê?
14 Civat çawa ji karê çavdêrên herêmê feydeyê dibînin? Birayekî ku li Tirkiyeyê dijî, li ser ziyareta çavdêrên herêmê wisa dibêje: “Her ku ew tên ziyareta me, daxwaza min xurttir dibe ku ez zêdetir alî xwişk û birayan bikim. Min gelek çavdêrên herêmê nas kirine, lê yekî ji wan jî negotiye ku wexta wî tune ye ku guh bide min.” Johanna, ya ku me berê behsa wê kiribû, bi çavdêrekî herêmê çû xizmetê, lê tu kes ne li malê bû. Ew wisa dibêje: “Dîsa jî, ezê wê rojê tu caran ji bîr nekim. Demek berê, her du xwişkên min mala xwe barkiribû û çûbûn cihên din, û min pir bêriya wan dikir. Çavdêrê herêmê dilê min xurt kir û ji min re got ku di xizmeta Yehowa de, dûrahî tenê ji bo demekê ye, lê li dinyaya nû, heta hetayê fersenda me wê hebe ku em bi hev re wextê derbas bikin.” Belê, gelek xwişk û bira ji karê çavdêrên herêmê pir feydeyê dibînin (Karên Şandiyan 20:37–21:1).
15. (a) Li gor 3. Yûhena 5-8, em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo karê çavdêrê herêmê şikirdar in? (Li resim jî binêre). (b) Gerek em çima qîmetê bidin jinên birayên mesûl, û em çawa dikarin vêya bikin? (Li çarçoveya “ Jinên Wan ji Bîr Nekin” binêre.)
15 Yûhenayê şandî ji Gayos re gotibû ku bila ew li hemberî birayên ku tên civatê ku xwişk û birayan teşwîq bikin, mêvanperwer be û ‘wan bi awayekî ku hêjayî Xwedê ye bi rê bike’ (3. Yûhena 5-8 bixwîne). Gerek em jî wisa bikin. Mesela, em dikarin çavdêrên herêmê ji bo xwarinê gazî mala xwe bikin. Yan jî, gava ew tên civata me, em dikarin herin civînên xizmetê. Leslie, ya ku me berê behsa wê kiribû, şikirdariya xwe bi awayên din jî nîşan dide. Ew dibêje: “Ez dua dikim ku bila Yehowa hewcedariyên wan tedarek bike. Wekî din, ez û zilamê min, me ji wan re name şandine û gotine ku me ji ziyaretên wan çi qas feyde dîtiye.” Ji bîr neke ku wek me, çavdêrên herêmê jî însan in. Ew jî dikarin nexweş bikevin, xeman bikişînin yan cesareta xwe winda bikin. Gotinên te yên dilgerm yan hediyeyeke biçûk dikare cewaba duayên çavdêrekî herêmê bibin (Methelokên Silêman 12:25).
EM HEWCEYÎ WAN IN
16. Bira dikarin ji xwe çi bipirsin? (Methelokên Silêman 3:27)
16 Li seranserê dinyayê, gelek bira “wek hediye” hatine dayîn, û hê jî zêdetir birayên wisa lazim in. Eger tu birayekî vaftîzbûyî yî, “heta ku ji destê te tê”, alîkariyê bike (Methelokên Silêman 3:27 bixwîne). Gelo tu dixwazî bibî alîkarê civatê yan rîspî? c Gelo tu dikarî şertên xwe wisa eyar bikî ku tu bikarî ji bo Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê miraceet bikî? Ev kurs wê fersendê bide te ku Îsa Mesîh te hê jî zêdetir bişixulîne. Eger tu difikirî ku tu ji bo vê kursê hê ne hazir î, ji Yehowa re dua bike. Alîkariya ruhê pîroz bixwaze, da ku tu bikarî di her wezîfeya ku ji te re tê dayîn de, serkeftî bî (Lûqa 11:13; Karên Şandiyan 20:28).
17. Zilamên ku “wek hediye” hatine dayîn di heqê Padîşahê me Îsa Mesîh de çi nîşan didin?
17 Birayên ku Îsa Mesîh “wek hediye” dane îsbat dikin ku di van rojên dawîn de, Îsa Mesîh rêberiya me dike (Meta 28:20). Ma tu ne şikirdar î ku Padîşahê me bi dilovanî û comerdî birayên jîr û jêhatî tedarek kirine, yên ku li me xwedî derdikevin? Loma, li fersendan bigere ku tu ji wan re nîşan bidî ku tu çi qas qîmetê didî keda wan. Wekî din, ji Yehowa re spas bike, çimkî Çavkaniya “her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî” ew e (Aqûb 1:17).
KILAM 99 Xwişk û Birayên Biqîmet
a Wekî din, rîspiyên ku endamên Koma Rêberiyê, alîkarên Koma Rêberiyê yan endamên Komîteya Buroyê ne yan rîspiyên ku wezîfeyên din tînin cih jî “wek hediye” hatine dayîn.
b Hin nav hatine guhertin.
c Ji bo melûmata li ser vê ku tu çawa dikarî bibî alîkarê civatê yan rîspî, li meqaleyên “Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Alîkarên Civatê?” û “Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibin Rîspî” (Birca Çavdêriyê, Mijdar 2024) binêre.