Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

Yehowa “Dilşikestiyan Qenc Dike”

Yehowa “Dilşikestiyan Qenc Dike”

“Ew dilşikestiyan qenc dike û birînên wan dipêçe” (ZEBÛR 147:3, KP).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Yehowa li kesên xemgîn xwedî derdikeve. Ev meqale nîşan dide ku Xwedê xema me çawa siviktir dike û alî me dike ku em kesên din jî teselî bikin.

1. Yehowa li xizmetkarên xwe çawa dinêre?

 YEHOWA her tiştî dibîne – hem dilxweşiya me hem jî derdên me (Zebûr 37:18). Gava ew dibîne ku em li gel xem û derdên xwe xîret dikin ku jê re xizmet bikin, ew pir şa dibe. Wekî din, ew hazir e ku destek û teseliyê bide me.

2. Yehowa ji bo kesên xemgîn çi dike, û em çawa dikarin ji alîkariya wî feydeyê bibînin?

2 Zebûr 147:3 dibêje ku Yehowa birînên dilşikestiyan dipêçe. Ev ayet nîşan dide ku Yehowa çawa li kesên xemgîn xwedî derdikeve. Gelo gerek em çi bikin, da ku em ji alîkariya Yehowa feydeyê bibînin? Ka bala xwe bide vê mîsalê: Doktorekî jîr û jêhatî dikare alî kesekî birîndar bike, da ku ew qenc bibe. Lê belê, lazim e ku kesê birîndar rind guh bide telîmatên doktor. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa ji kesên xemgîn re çi dibêje, û em çawa dikarin guh bidin şîretên wî.

YEHOWA QÎMETÊ DIDE ME

3. Hin kes xwe çima bêqîmet hîs dikin?

3 Îro, di nav mirovan de hezkirin sar bûye, û gelek kes xwe bêqîmet dibînin. Xwişkeke bi navê Helen a wisa dibêje: “Dê û bavê min mirovên sar bûn. Bavê min yekî zalim bû û her roj ji me re digot ku em çi qas bêqîmet in.” Gelo tiştên wisa hatin serê te jî? Eger wisa ye, belkî li te zor tê ku tu bawer bikî ku kesek bi rastî ji te hez dike.

4. Di Zebûr 34:18 de, Yehowa çi soz dide me?

4 Eger hin kesan xerabî li te kiribe jî, bawer be ku Yehowa ji te pir hez dike û qîmetê dide te. Ew “nêzikî dilşikestiyan e” (Zebûr 34:18 bixwîne). Eger tu xwe bêqîmet hîs dikî, ji kerema xwe re bîne bîra xwe ku Yehowa çawa qenciya di dilê te de dît û tu kişandî ba xwe (Yûhena 6:44). Ew her tim hazir e ku were hawara te, çimkî tu ji bo wî biqîmet î.

5. Ji vê ku Îsa Mesîh li kesên ku dihatin nizmkirin çawa dinêrî, em çi hîn dibin?

5 Gotin û kirinên Îsa Mesîh nîşan didin ku Yehowa li me çawa dinêre. Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî bala xwe dida kesên ku ji aliyê xelkê ve dihatin nizmkirin, û dilê wî bi wan dişewitî (Meta 9:9-12). Gava jinikeke nexweş dest da kincê wî ji ber ku ew difikirî ku bi vî awayî, ewê qenc bibe, Îsa Mesîh li ber dilê wê hat û pesnê baweriya wê da (Marqos 5:25-34). Şexsiyeta Îsa Mesîh tam wek şexsiyeta Yehowa ye (Yûhena 14:9). Loma, bawer be ku Yehowa qîmetê dide te û xisûsiyetên te yên baş dibîne. Mesela, ew baweriya te dibîne û dizane ku tu ji wî hez dikî.

6. Eger em xwe bêqîmet hîs dikin, em dikarin çi bikin?

6 Eger tu xwe carinan bêqîmet hîs dikî, tu dikarî çi bikî? Ayetên ku nîşan didin ku Yehowa çi qas qîmetê dide te, bixwîne û li ser wan kûr bifikire b (Zebûr 94:19). Xwe bi kesên din re muqayese neke û bala xwe nede tiştên ku ji destê te nayên. Yehowa Xwedê yekî maqûl û dilovan e, û ew tiştên ku ji destê me nayên, ji me naxwaze (Zebûr 103:13, 14). Eger kesekî xerabî li te kiriye, xwe ji bo xerabiya wî sûcdar neke. Çi çêbûye jî, ne sûcê te ye! Ji bîr neke ku di çavê Yehowa de, ne kesê mexdûr, lê kesê sûcdar mesûl e (1. Petrûs 3:12). Sandra, ya ku di zaroktiya xwe de muameleya xerab dîtibû, wisa dibêje: “Ez her tim ji Yehowa alîkariyê dixwazim, da ku ez xwe bi awayekî terazdar bibînim – çawa ku ew min dibîne.”

7. Em çawa dikarin tecrûbeya xwe di xizmeta Yehowa de bi kar bînin?

7 Yehowa Xwedê dikare bi destê te alî kesên din bike. Di karê belavkirina mizgîniyê de, tu hevalkarê Yehowa yî (1. Korîntî 3:9). Bi saya tengasiyên ku tu di jiyana xwe de rastî wan hatî, tu dikarî halê kesên din baştir fehm bikî. Tu dikarî bi gelek awayan alî wan bikî. Xwişka me Helenê ji kesên din alîkarî stand û niha hazir e ku alî kesên din bike. Ew dibêje: “Berê, min xwe bêqîmet hîs dikir, lê Yehowa nîşanî min daye ku kesên din ji min hez dikin û ku ez keseke bifeyde me.” Helen bi dilxweşî wek pêşengeke daîmî xizmet dike.

YEHOWA ME EFÛ DIKE

8. Îşaya 1:18 çi nîşanî me dide?

8 Hin xizmetkarên Yehowa ji ber şaşiyên ku wan yan berê yan piştî vaftîzbûnê kirin, pir xemgîn in. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa fîdye tedarek kiriye ji ber ku ew ji me hez dike, û ew dixwaze ku em kerema wî qebûl bikin. Yehowa ji me re dibêje ku piştî ku me meseleya di nav me û wî de safî kiriye, c ew gunehên me bi temamî efû dike (Îşaya 1:18 bixwîne). Belê, Yehowa pir dilovan e, û ew gunehên me yên berê nayne bîra xwe. Ji aliyê din ve, ew qenciya me tu caran ji bîr nake (Zebûr 103:9, 12; Îbranî 6:10).

9. Çima muhîm e ku em bala xwe bidin, ne dema çûyî, lê dema niha û dema bê?

9 Eger tu ji ber şaşiyên xwe yên berê xemgîn î, xîret bike ku tu bala xwe bidî, ne dema çûyî, lê dema niha û dema bê. Ka jiyana Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Ew helbet poşman bû ji ber ku wî zilm li şagirtên Îsa Mesîh kiribû, lê wî dizanibû ku Yehowa ew efû kiriye (1. Tîmotêyos 1:12-15). Piştî vê, ma ew bi dewamî li ser gunehên xwe yên berê difikirî? Em dizanin ku Pawlos bi dewamî li ser serkeftinên xwe yên dema ku ew hê Cihûyekî dîndar bû, nedifikirî. Mîna vê, ew bê şik bi dewamî li ser şaşiyên xwe yên berê jî nedifikirî (Filîpî 3:4-8, 13-15). Pawlos herî zêde bi xizmeta xwe mijûl dibû û bala xwe dida dema bê. Wek Pawlos, tu jî nikarî kirinên xwe yên berê biguherînî. Lê belê, tu dikarî ji îro û pê ve rûmetê bidî Yehowa û li benda pêkhatina sozên wî bî.

10. Eger hin kesan ji ber kirinên me zerar dîtibe, em dikarin çi bikin?

10 Dibe ku tu ji ber zerara ku te daye kesên din, xemgîn î. Îcar tu dikarî çi bikî? Çi qas ji destê te tê, tu dikarî zerara ku te daye telafî bikî û ji dil efû bixwazî (2. Korîntî 7:11). Wekî din, ji Yehowa rica bike ku bila ew alî kesên ku ji ber kirinên te zerar dîtiye, bike. Yehowa dikare sebir û hizûrê bide hem te hem jî kesên ku te êşandine.

11. Em dikarin ji serpêhatiya Ûnis pêxember çi dersê bistînin? (Li resim jî binêre.)

11 Ji şaşiyên xwe yên berê dersê bistîne û îznê bide ku Yehowa te li gor armanca xwe bixebitîne. Ka serpêhatiya Ûnis pêxember bîne bîra xwe. Li şûna ku guh bide Xwedê û here Nînewayê, Ûnis revî û çû aliyê din. Ûnis pêxember ji aliyê Yehowa ve hat terbiyekirin û ji şaşiya xwe ders stand (Ûnis 1:1-4, 15-17; 2:7-10). Yehowa ew red nekir, lê fersendeke nû da wî ku ew here Nînewayê. Îcar Ûnis guh da Xwedê. Ew her çi qas ji ber şaşiya xwe ya berê poşman bû jî, ew hazir bû ku ji Yehowa wezîfeyeke nû qebûl bike (Ûnis 3:1-3).

Piştî ku Ûnis pêxember ji zikê masiyê mezin sax derket, Yehowa jê re dîsa got ku gerek ew here Nînewayê û fermana wî îlan bike (Li paragrafa 11an binêre)


YEHOWA ME BI DESTÊ RUHÊ PÎROZ TESELÎ DIKE

12. Gava tiştekî xerab tê serê me, Yehowa çawa hizûrê dide me? (Filîpî 4:6, 7)

12 Gava tiştekî xerab tê serê me, Yehowa me bi destê ruhê pîroz teselî dike. Ka serpêhatiya Carol û Ron bîne ber çavê xwe. Ew pir xemgîn bûn ji ber ku kurê wan xwe kuşt. Ew dibêjin: “Berê jî em rastî hin tengasiyan hatibûn, lê ev yek tengasiya herî xerab bû. Gelek caran şevê xew nediket çavê me, û me ji Yehowa re dua dikir. Bi vî awayî, hizûra ku Filîpî 4:6, 7 (bixwîne) behsa wê dike, bi rastî jî ket dilê me.” Gava tiştekî pir xerab tê serê te, tu dikarî dilê xwe ji Yehowa re vekî û çi qas dixwazî pê re xeber bidî (Zebûr 86:3; 88:1). Dîsa û dîsa rica bike ku bila ew ruhê pîroz bide te. Yehowa wê bê şik alî te bike (Lûqa 11:9-13).

13. Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike ku em bi dilsozî ji Yehowa re îbadetê bikin? (Efesî 3:16)

13 Gelo tu ji ber tengasiyeke xwe sist ketiyî? Ruhê pîroz dikare qewetê bide te, da ku tu bikarî bi dilsozî ji Yehowa re îbadetê bikî (Efesî 3:16 bixwîne). Ka binêre ku çi hatibû serê xwişkeke me ya bi navê Flora. Ew û zilamê wê, wan bi hev re wek mizgînvanên wezîfedar xizmet dikir. Lê paşê, zilamê wê lê îxanet kir, û wan hevdû berda. Flora dibêje: “Ji ber îxaneta wî, ez pir xemgîn bûm, û min nikaribû li ser tiştekî din bifikiriyama. Min ji Yehowa re dua dikir ku bila ew ruhê pîroz bide min, da ku ez bikarim tehemul bikim. Yehowa alî min kir ku birîna min qenc bibe û ez ji vî halê bêçare derkevim.” Baweriya Florayê xurttir bûye ku çi dibe bila bibe, Xwedê wê destekê bide wê. Ew bi van gotinên Kitêba Pîroz hemfikir e: “Ezê bi dil û can di rêya emrên te de bimeşim, çimkî te dilê min ji bo vê firehtir kiriye” (Zebûr 119:32, NWT).

14. Em çawa dikarin rê vekin ku ruhê pîroz were ser me?

14 Madem ku tu dixwazî ku Yehowa ruhê pîroz bide te, gelo tu çawa dikarî li gor vê daxwazê hereket bikî? Ji bo vê, gerek tu bi fealiyetên wisa mijûl bî, yên ku rê vedikin ku tu zêdetir ruhê pîroz bistînî. Mesela, gerek tu herî civînan û ji mirovan re behsa mizgîniyê bikî. Wekî din, gerek tu Kitêba Pîroz her roj bixwînî, da ku fikrên Yehowa bikevin dilê te (Filîpî 4:8, 9). Wexta ku tu Kitêba Pîroz dixwînî, bala xwe bide kesên ku rastî tengasiyan dihatin, û pê derxe ku Yehowa çawa alî wan dikir, da ku ew sebir bikin. Sandra, ya ku rastî çend tengasiyên giran hat, wisa dibêje: “Serpêhatiya Ûsiv bi rastî jî dilê min xurt dike. Wî îzin nedida ku tengasî û neheqî dostaniya wî ya bi Yehowa re sist bikin” (1. Mûsa 39:21-23).

YEHOWA ME BI DESTÊ XWIŞK Û BIRAYAN TESELÎ DIKE

15. Em dikarin ji kê teseliyê bistînin, û ew çawa dikarin alî me bikin? (Li resim jî binêre.)

15 Gava em tengasiyê dikişînin, em dikarin ji xwişk û birayan teseliyeke mezin bistînin (Kolosî 4:11). Yehowa hezkirina xwe bi destê xwişk û birayên me îfade dike. Gava xwişk û bira guh didin me, li kêleka me disekinin, ayeteke xweş nîşanî me didin yan bi me re dua dikin, em teseliyê distînin d (Romayî 15:4). Carinan, dibe ku xwişk yan birayek bîne bîra me ku nêrîna Yehowa Xwedê çi ye û bi vî awayî alî me bike ku dilê me rihet bimîne. Wekî din, hin xwişk û bira bi awayên din destekê didin me. Mesela, gava em di tengasiyê de ne, dibe ku ew xwarinê ji bo me hazir bikin yan hewcedariyên me yên din tedarek bikin.

Dostên pêbawer û bitecrûbe dikarin destek û teseliyê bidin me (Li paragrafa 15an binêre)


16. Ji bo ku em desteka kesên din bibînin, dibe ku gerek em çi bikin?

16 Ji bo ku em desteka kesên din bibînin, dibe ku gerek em rasterast ji wan destekê bixwazin. Xwişk û bira ji me hez dikin û hazir in ku alî me bikin (Methelokên Silêman 17:17). Lê belê, dibe ku ew nizanin ku em çi hîs dikin yan hewcedariyên me çi ne (Methelokên Silêman 14:10). Loma, ji dostên xwe re behsa xem û derdên xwe bike. Ji wan re bibêje ku hewcedariyên te çi ne. Belkî tu dikarî bi yek du rîspiyên ku ji halê te rind fehm dikin re sohbetê bikî. Hin xwişk ji sohbetkirina bi xwişkeke gihîştî re teseliyê distînin.

17. Çi dikare bibe sebeb ku em ji xwişk û birayan teşwîqê nestînin, û gerek em çi bikin?

17 Ji ber xemên xwe, dibe ku tu carinan dixwazî bi tena serê xwe bimînî. Dibe ku xwişk û bira te carinan rind fehm nekin yan dilê te bi gotinên xwe biêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, xwe ji xwişk û birayan dûr negire. Rîspiyekî bi navê Gavin, ê ku bi depresyonê micadele dike, wisa dibêje: “Gelek caran, ez qet naxwazim bi dost û hevalên xwe re wextê derbas bikim.” Dîsa jî, Gavin li gor dilê xwe hereket nake, û ew ji dostaniya bi kesên din re feydeyê dibîne. Xwişkeke bi navê Amy wisa dibêje: “Ji ber tiştên ku berê hatibûn serê min, li min hêsan nayê ku ez îtibara xwe bi mirovan bînim. Lê belê, ez hîn dibim ku wek Yehowa ji xwişk û birayan hez bikim û îtibara xwe bi wan bînim. Ez dizanim ku ev yek dilê Yehowa xweş dike, loma ez jî dilxweş dibim.”

SOZÊN YEHOWA ME TESELÎ DIKIN

18. (a) Di pêşerojê de, Yehowa wê çi bike? (b) Îro em dikarin çi bikin?

18 Di demeke nêzîk de, Yehowa wê me bi temamî qenc bike û ji hemû kul û derdan bifilitîne (Peyxam 21:3, 4). Wê demê, tiştên berê wê êdî neyên bîra me (Îşaya 65:17). Çawa ku me dîtiye, Yehowa niha jî birînên me dipêçe. Yehowa bi gelek awayan alî me dike û me teselî dike. Loma, alîkariya wî qebûl bike û tu caran şik neke ku ‘ew xema te dixwe’! (1. Petrûs 5:7).

KILAM 7 Yehowa Hêza Me ye

a Navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.

b Li çarçoveya “ Yehowa Qîmetê Dide Te binêre.

c Ji bo ku em meseleya di nav me û Yehowa de safî bikin, gerek em ji dil tobe bikin, ji wî efû bixwazin û xwe serrast bikin. Wekî din, eger me gunehekî giran kiribe, gerek em ji rîspiyên civatê jî alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:14, 15).

d Mesela, li meqaleya “Tu Çawa Dikarî li Gel Xemên Xwe Sebat Bikî?” (Birca Çavdêriyê, Nîsan 2022) yan li meqaleya “Yehowa di Hemû Tengahiyan de Dilê Me Rihet Dike” (Birca Çavdêriyê, Hezîran 2017) binêre.