Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Bilindahiya dergehê îbadetgeha Silêman çi qas bû?

Di demên berê de, mirov di vî dergehî re derbas dibûn ku bikevin cihê pîroz ê îbadetgehê. Li gor çapên Wergera Dinyaya Nû yên Nivîsarên Pîroz, ên ku berî sala 2023yan hatibûn wergerandin, “dirêjahiya dergehê pêş li gor firehiya malê 20 gaz bû, û bilindahiya wî 120 bû” (2. Dîrokan 3:4, NWT). Hin tercûmeyên din jî dibêjin ku bilindahiya dergeh “120 gaz”, yanî 53 metre bû.

Lê belê, çapa 2023yan a Wergera Dinyaya Nû di heqê dergehê îbadetgeha Silêman de wisa dibêje: “Bilindahiya wî 20 gaz bû”, yanî weke 9 metre. a Gelo sebebên vê guhertinê çi ne?

1. Qiralan 6:3 behsa bilindahiya dergeh nake. Di vê ayetê de, Yêremya pêxember, ê ku nivîskarê vê kitêbê bû, behsa dirêjahî û kûrahiya dergeh kir, lê wî behsa bilindahiya dergeh nekir. Paşê, di beşa din de, wî hûr û kûr behsa xisûsiyetên din ên îbadetgehê kir. Mesela, wî behsa hewza metal, deh erebe û du stûnên tûncîn kir, ên ku li ber dergeh bûn (1. Qiralan 7:15-37). Eger bilindahiya dergeh bi rastî jî zêdetirî 50 metreyî bûya û ji qismên din ên îbadetgehê bilindtir bûya, Yêremya çima behsa bilindahiya wî nekir? Çend sedsal bi şûn de jî, nivîskarên Cihû got ku bilindahiya dergeh bi qasî qismên din ên îbadetgeha Silêman bû.

Bi dîtina hin zanyaran, dîwarên îbadetgehê wê nikaribûya dergehekî 120 gazî zeft bikira. Di demên berê de, avahiyên bilind, ên ku ji kevir û kerpîçan dihatin avakirin – mesela dergehên îbadetgehên li Misrê – li jêrê fireh bûn û heta jorê her ku diçû ziravtir dibûn. Lê îbadetgeha Silêman ne wisa bû. Li gor nêrîna zanyaran, qalindiya dîwaran herî zêde 6 gaz, yanî 2,7 metre bû. Loma, dîrokzanê mîmarî Theodor Busink digihîje vê netîceyê: “Li gor qalindiya dîwarên [dergehê îbadetgehê], ne mumkin e ku [bilindahiya] dergeh 120 gaz bûya.”

Dibe ku gotinên 2. Dîrokan 3:4 şaş hatine kopîkirin. Rast e, li gor hin destnivîsên kevn, ev ayet dibêje “120”. Lê belê, hin destnivîsên muteber – mesela Kodeks Aleksandrînûs, a ku di sedsala pêncan de hat nivîsandin, û Kodeks Ambrosyanûs, a ku di sedsala şeşan de hat nivîsandin – dibêjin “20 gaz”. Bi zimanê Îbranî, peyva “sed” pir dişibe peyva “gaz”. Loma, dibe ku nivîskarekî li şûna peyva “gaz” peyva “sed” nivîsî.

Em her çi qas xîret dikin ku van xisûsiyetan baş fehm bikin û îbadetgeha Silêman di resiman de bi awayekî rast nîşan bidin jî, ji bo me tiştê herî muhîm ev e ku vê îbadetgehê, îbadetgeha ruhî temsîl dikir. Em ji Yehowa re çi qas şikirdar in ku wî gazî me kiriye, da ku em di vê îbadetgeha mezin de jê re îbadetê bikin! (Îbranî 9:11-14; Peyxam 3:12; 7:9-17).

a Jêrenotek nîşan dide ku “hin destnivîsên kevn dibêjin ‘120’, lê hin destnivîs û hin tercûme dibêjin ‘20 gaz’”.