Here Naverokê

Here naverokê

Te Ev Yek Dizanibû?

Te Ev Yek Dizanibû?

Di demên berê de, muzîk ji bo Îsraîliyan çi qas muhîm bû?

MUZÎK qismekî muhîm ê kultura Îsraîliyan bû. Kitêba Pîroz çend caran behsa muzîk û kilaman dike. Weke ji sedî deh ên Nivîsarên Pîroz ji kilaman pêk tê. Mesela, kitêbên Zebûr, Helbesta Helbestan û Lawijên Yêremya gişt kilam in. Li gor çavkaniyekê, Kitêba Pîroz “nîşan dide ku di wê civakê de, muzîk çi qas bi mijûliyên din ve girêdayî bû” (Music in Biblical Life).

Di jiyana rojane de. Îsraîliyan hîsên xwe bi destê muzîkê îfade dikirin (Îşaya 30:29). Gava padîşahên nû dihatin tayînkirin, li cejnan û piştî serkeftinên eskerî, jinan bi kêfxweşî stran digotin û li defan dixistin (Serweran 11:34; 1. Samûyêl 18:6, 7; 1. Qiralan 1:39, 40). Wekî din, gava kesek dimir, Îsraîliyan kilamên şînê digotin (2. Dîrokan 35:25). Wek çavkaniyek dibêje, “Îbraniyan ji muzîkê pir hez dikir” (Cyclopedia, McClintock û Strong).

Di seraya padîşahan de. Padîşahên miletê Îsraîlê jî ji muzîkê hez dikir. Mesela, Saûl Padîşah gazî Dawid kir, da ku ew ji bo wî li çengê bixe (1. Samûyêl 16:18, 23). Piştî ku Dawid bû padîşah, wî amûrên muzîkê îcad dikirin, kilamên xweş nivîsîn û orkestrayeke ji bo îbadetgehê organîze kir (2. Dîrokan 7:6; Amos 6:5). Di seraya Silêman Padîşah de kilambêj hebûn, hem jin hem mêr (Waiz 2:8).

Di îbadetê de. Di îbadeta Yehowa de jî, muzîk dihat bikaranîn. Li îbadetgeha Orşelîmê, 4.000 muzîkvan hebûn (1. Dîrokan 23:5). Wan li zîl, sazên bi têl, çeng û boriyan lêdixist (2. Dîrokan 5:12). Ji xeynî van kesên profesyonel, xelk jî bi muzîkê ji Yehowa re îbadet dikir. Mesela, wisa tê fehmkirin ku gava Îsraîlî ji bo cejnan diçûn Orşelîmê, wan kilam digotin. Ew kilam, wek “Kilamên Hilkişandinê” dihatin binavkirin (Zebûr 120-134). Wekî din, li gor nivîsarên Cihû, di dema şîva Cejna Derbasbûnê de, Îsraîliyan Zebûrên Halelê a digotin.

Îro jî, muzîk ji bo xizmetkarên Xwedê muhîm e (Aqûb 5:13). Em di îbadetê de kilaman dibêjin (Efesî 5:19). Muzîk yekîtiya di nav me de xurttir dike (Kolosî 3:16). Wekî din, gava em tengasiyê dikişînin, muzîk qewetê dide me (Karên Şandiyan 16:25). Bi destê muzîkê, em dikarin nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin û baweriya xwe bi wî tînin.

a Cihû Zebûrên 113 heta 118an wek “Zebûrên Halelê” bi nav dikirin. Ev zebûr ji bo pesnê Yehowa dihatin gotin.