Here Naverokê

Here naverokê

Aştî – Çawa Tê bi Dest Xistin?

Aştî – Çawa Tê bi Dest Xistin?

JI BER KU dinya bi kul û derdan ve tije e, gerek em pir xîret bikin ku aştiyê bi dest bixin û winda nekin. Peyva Xwedê çawa dikare alî me bike ku em aştiya rastîn û daîmî bi dest bixin? Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî bibin xwediyê aştiyê?

JI BO AŞTIYA RASTÎN ÇI LAZIM E?

Aştiya rastîn bê ewletî û dilxweşiyê nabe. Wekî din, dostî û hevaltî lazim e. A herî muhîm jî ev e ku em nêzikî Xwedê bin. Em çawa dikarin nêzikî Xwedê bin?

Seba xemên jiyanê, gelek kes aştiya xwe winda dikin

Gava em guh didin qanûn û prensîpên Yehowa, em nişan didin ku em xwe dispêrin wî û ji dil dixwazin bi wî re di aştiyê de bin (Yêr. 17:7, 8; Aqûb 2:22, 23). Eger em wisa bikin, ewê jî nêzikî me bibe û dilrihetiyê bide me. Îşaya 32:17 (WDN) wisa dibêje: “Netîceya rastdariyê wê bibe aştî, û berê rastdariyê wê bibe aramî û ewletiya herheyî.” Eger em bi dil û can guh bidin Yehowa, emê bibin xwediyê dilrihetiya rastîn (Îşa. 48:18, 19).

Bi ser de, ruhê pîroz alî me dike ku em aştiya daîmî pêk bînin (Kar. 9:31).

RUHÊ PÎROZ ALÎ ME DIKE KU EM AŞTIYÊ PÊK BÎNIN

Aştî, para sisêyan a “berê Ruh” e (Gal. 5:22, 23). Aştiya rastîn bi saya ruhê pîroz tê meydanê. Loma, gerek em îzin bidin ku ruhê pîroz li ser me tesîr bike. Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike ku em aştiyê bi dest bixin?

A pêşîn, eger em Peyva Xwedê her roj bixwînin, ev yek wê alî me bike ku em aştiyê pêk bînin (Zeb. 1:2, 3). Gava em li ser gotinên Kitêba Pîroz difikirin, ruhê Xwedê alî me dike ku em fikrên Yehowa fehm bikin. Mesela, em dibînin ku Yehowa çawa di aştiyê de dimîne, û aştî çima ji bo wî pir muhîm e. Gava em hînkirinên Kitêba Pîroz dixebitînin, di jiyana me de aştî zêde dibe (Mtl. 3:1, 2).

A diduyan, gerek em dua bikin ku Xwedê ruhê pîroz bide me (Lûqa 11:13). Yehowa soz dide ku eger em alîkariya wî bixwazin, “aştiya Xwedê ya ku di ser her têgihîştinê re ye, wê dilê we û hişê we bi Mesîh Îsa biparêze” (Flp. 4:6, 7). Gava em xwe bi destê duayê dispêrin ruhê Yehowa, ewê dilrihetiyê bide me. Tenê dostên Xwedê dikarin vê aştiyê bi dest bixin (Rom. 15:13).

Hin kes bi saya vê rêberiyê çawa gihîştin aştiya daîmî – aştiya bi Yehowa re, aştiya bi xwe re û aştiya bi kesên din re?

WAN AŞTIYA RASTÎN ÇAWA BI DEST XIST?

Hin xwişk û birayên me berê ‘kesên bi hêrs’ bûn, lê niha êdî nazik, bisebir, dilovan û aştîxwaz in * (Mtl. 29:22). Niha emê li serpêhatiyên du mizgînvanên Padîşahiyê binêrin, ên ku nîşan didin ku mirov çawa dikare ji hêrsa xwe bifilite û bi kesên din re di aştiyê de be.

Eger em prensîpên Kitêba Pîroz pêk bînin û dua bikin ku Xwedê ruhê pîroz bide me, emê aştiyê bi dest bixin

David mirovekî bihêrs bû. Berî ku ew bû Şahidê Yehowa, wî kesên din û malbata xwe kêm dixist û dilê wan diêşand. Bi zeman re, David fehm kir ku gerek ew xwe biguherîne û yekî aştîxwaz bibe. Wî çawa aştiya rastîn bi dest xist? David wisa dibêje: “Wexta ku min dest bi pêkanîna prensîpên Kitêba Pîroz kir, orta min û malbata min xweş bû.”

Rachel jî wisa dibêje: “Niha jî, dilê min carinan bihêrs dibe, çimkî di zaroktiya min de, hemû kesên li derdora min kesên bihêrs bûn.” Çi alî wê kir ku ew aştîxwaz bibe? Ew wisa dibêje: “Ez her tim dua dikim û xwe dispêrim Yehowa.”

Serpêhatiyên David û Rachelê nîşan didin ku pêkanîna prensîpên Kitêba Pîroz û alîkariya ruhê Yehowa çawa aştiyê tînê meydanê. Dinya çi qas xerab be jî, em dikarin bibin xwediyê dilrihetiyê û bi malbat û civatê re di aştiyê de bimînin. Lê belê Yehowa dixwaze ku em “bi hemû mirovan re di aştiyê de bin” (Rom. 12:18). Gelo ev bi rastî mumkin e, û feydeyên aştîxwaziyê çi ne?

BI KESÊN DIN RE DI AŞTIYÊ DE BIMÎNE

Bi saya xizmeta me, em mirovan dawet dikin ku ji mizgîna aştiyê feyde bistînin (Îşa. 9:6, 7; Met. 24:14). Em dilşad in ku gelek mirovan mizgîna Padîşahiya Xwedê qebûl kiriye. Di netîceyê de, ew seba kul û derdên dinyayê êdî wek berê bi hêrs nabin. Ew bûne xwediyê hêviyeke rastîn, û ew êdî ‘li aştiyê digerin û li pey wê diçin’ (Zeb. 34:14).

Lê belê, her kes mizgînê qebûl nake, bîlhesa gava mirov mizgînê cara pêşîn dibihîzin (Yûh. 3:19). Dîsa jî, ruhê Xwedê alî me dike ku em mizgînê bi awayekî aştîxwaz û bi hurmet pêşkêşî wan bikin. Li Metta 10:11-13, Îsa wisa şîret da: “Gava ku hûn ketin malekê, silavê lê bikin. Eger ew mal hêja be, bila aştiya we li ser wê be; eger ne hêja be, bila aştiya we li we vegere.” Eger em li gor van şîretên Îsa hereket bikin, emê aştiya xwe winda nekin, û dibe ku emê rojekê karibin alî vî kesî bikin.

Ji bo ku em aştiyê pêk bînin, gerek em hurmetdar bin gava em bi memûrên dewletê re dikevin îrtibatê. Eger ew ji me hez nakin jî, lazim e ku em dev ji hurmetdariyê bernedin. Seba fikrên şaş, dewleteke Afrîkayê îzin neda ku Salonên Îbadetê bên ava kirin. Birayekî me, yê ku berê li wî welatî xizmet kiribû, hat şandin ba Komîserê Bilind li Londonê (Îngilistan) ku behsa îşê Şahidên Yehowa bike. Netîceya vê ziyaretê bû çi?

Birayê me wisa dibêje: “Gava ez çûm ofîsê, min ji kincên sekreterê fehm kir ku ew ji kîjan qebîleyê ye. Ji ber ku ez zimanê wan elîmîbûm, min bi vî zimanî silav da wê. Ew pir şaş ma û ji min re got: ‘Kerem ke!’ Min bi nezaket jê re got ku ez dixwazim Komîserê Bilind bibînim. Sekreterê ji wî re telefon kir, û ew jî derket û bi zimanê xwe silav da min. Piştî vê, wî ji dil guhdariya min kir gava min behsa îşê aştîxwaz ên Şahidên Yehowa kir.”

Bi saya îzahata hurmetdar a birayê me, Komîserê Bilind dev ji gelek fikrên xwe yên şaş berda. Piştî demekê, hikûmeta vî welatî êdî îzin da ku ku Salonên Îbadetê bên ava kirin. Xwişk û birayên me seba vê netîceyê pir kêfxweş bûn. Belê, feydeyên hurmetdayînê pir in, û yek ji wan jî aştî ye!

HETA BI HETAYÊ DI AŞTIYÊ DE BIJÎ

Îro, xizmetkarên Yehowa di ceneteke ruhî de ne. Ev cenet bi aştiyê ve tije ye. Lazim e ku em xîret bikin ku em vê para berê ruh di jiyana xwe de bi pêş ve bixin. Eger em wisa bikin, Yehowa wê ji me razî bibe, û emê li dinyaya nû heta bi hetayê di aştiyê de bijîn (2. Ptr. 3:13, 14).

^ par. 13 Sifata dilovaniyê wê li meqaleyeke din bê şêwir kirin.