Here Naverokê

Here naverokê

Dijminê Xwe Nas Bike

Dijminê Xwe Nas Bike

“Em ji dek û dolavên [Îblîs] ne bêhay in” (2. KOR. 2:11, KP).

KILAM: 150, 32

1. Yehowa der heqê dijminê me de çi eyan kir?

ADEM dizanibû ku mar nikarin bipeyivin. Loma dibe ku wî texmîn kir ku melekek bi navgîniya mar bi Hewayê re peyivîbû (1. Mû. 3:1-6). Adem û Hewayê ev melek nas nedikir. Dîsa jî, Adem tevî wî serê xwe li hemberî Xwedê rakir (1. Tîm. 2:14). Yehowa der hal li ser vî dijminî zêdetir melûmat da û soz da ku ewê wî rojekê tune bike. Lê belê Yehowa got ku heta wextekê, ev melekê xerab – ê ku bi devê mar peyivîbû – wê ji hemû xizmetkarên Xwedê re dijminahiyê bike (1. Mû. 3:15).

2, 3. Berî hatina Mesîh, navê “Şeytan” di Nivîsarên Pîroz de çima pir derbas nedibû?

2 Yehowa navê vî melekê xerab aşkera nekiriye. * Piştî serhildana pêşîn, 2.500 sal derbas bûn heta ku Xwedê eyan kir ku ev melekê xerab kî ye (Eyûb 1:6). Tenê sê kitêbên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî – 1. Dîrokan, Eyûb û Zekerya – behsa “Şeytan” dikin, ê ku tê maneya “Dijber”. Berî ku Mesîh derket meydanê, melûmata der heqê dijminê me de çima ew qas hindik bû?

3 Di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî de, Yehowa der heqê Îblîs û kirinên wî de pir melûmat neda, çimkî armanca vî qismê Kitêba Pîroz ev bû ku mirov Mesîh nas bikin û li pey wî herin (Lûqa 24:44; Gal. 3:24). Gava Mesîh hat, Yehowa bi navgîniya wî û şagirtên wî der heqê Îblîs û cinan de pir melûmat da. * Ev tiştekî munasib e, çimkî Yehowa wê Îblîs û xizmetkarên wî bi destê Îsa û hempadîşahên wî biperçiqînin (Rom. 16:20; Pey. 17:14; 20:10).

4. Çima ne lazim e ku em bi zêdeyî ji Îblîs bitirsin?

4 Petrûsê şandî, Îblîs wek “şêrekî ku dihumîne” bi nav dike, û Yûhenna ji wî re dibêje “mar” û “ejder” (1. Ptr. 5:8; Pey. 12:9). Dîsa jî, ne lazim e ku em ji Îblîs bi zêdeyî bitirsin, çimkî sînora qudreta wî heye (Aqûb 4:7 bixwîne). Bi alîkariya Yehowa, Îsa û melekên dilsoz, em dikarin li hemberî dijminê xwe bisekinin. Lê ji bo vê, gerek em cewabên sê pirsên muhîm bistînin: Bandora Îblîs çi qas xurt e? Ew li ser mirovan çawa bandor dike? Sînorên qudreta wî çi ne? Niha emê li ser van pirsan şêwir bikin û hin dersan bistînin.

BANDORA ÎBLÎS ÇI QAS XURT E?

5, 6. Hikûmetên vê dinyayê çima nikarin kul û derdan li seranserê dinyayê safî bikin?

5 Gelek melek tevî Îblîs serê xwe li hemberî Xwedê rakir. Berî Tofanê, hinek ji wan ji aliyê Îblîs ve hatin xapandin û bi keçên mirovan re bêexlaqî kir. Bi zimanekî sembolîk, Kitêba Pîroz dibêje ku Îblîs “sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê” (1. Mû. 6:1-4; Chd. 6; Pey. 12:3, 4). Gava ev melek ji malbata Xwedê derketin, ew ketin bin kontrola Îblîs û bûne cin. Îblîs Padîşahiya Xwedê teqlîd kiriye û hikumdariya xwe saz kiriye. Di vê hikumdariya li alema ruhan, Îblîs xwe kiriye padîşah, û wî qudret daye cinan û ew kirine hikumdarên vê dinyayê (Ef. 6:12).

6 Bi destê teşkîlata xwe, Îblîs hemû hikûmetên vê dinyayê kontrol dike. Loma Îblîs “hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî [Îsa] dan” û jê re wisa got: “Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim” (Lûqa 4:5, 6). Bandora Îblîs çi qas xerab be jî, gelek hikûmet ji bo welatiyên xwe xêrê dikin, û hin lîder dixwazin tiştên baş bikin. Lê belê hikûmet û lîderên vê dinyayê nikarin kul û derdan li seranserê dinyayê safî bikin (Zeb. 146:3, 4; Pey. 12:12).

7. Îblîs mirovan bi destê dîn û baweriyên sexte û bi destê sîstema ekonomîk çawa dixapîne? (Li resmê ewilî binêre.)

7 Ji xeynî hikûmetan, dîn û baweriyên sexte û sîstema ekonomîk jî di bin kontrola Îblîs de ne. Bi destê van tiştan, Îblîs “hemû dinya xapandiye” (Pey. 12:9). Bi navgîniya dîn û baweriyên sexte, Îblîs der heqê Yehowa de derewan dike. Bi ser de, Îblîs dixwaze ku mirov navê Xwedê ji bîr bikin (Yêr. 23:26, 27). Di netîceyê de, hin kesên dilpak, ên ku dixwazin ji Xwedê re îbadetê bikin, bi eslê xwe ji cinan re îbadetê dikin (1. Kor. 10:20; 2. Kor. 11:13-15). Wekî din, Îblîs mirovan bi destê sîstema ekonomîk dixapîne. Mesela, fikra dinyayê ev e ku ji bo ku mirov bextewar bibe, lazim e ku ew bikeve pey mal û milk (Mtl. 18:11). Ên ku baweriyê bi vê derewê tînin dibin xulamên “dewlemendiyê”, ne xulamên Xwedê (Met. 6:24). Ji ber ku ew ji mal û milk bi zêdeyî hez dikin, dibe ku ew hezkirina Xwedê bi temamî winda bikin (Met. 13:22; 1. Yûh. 2:15, 16).

8, 9. (a) Em ji kirinên Adem, Hewa û melekên xerab kîjan dersan distînin? (b) Gerek em çima zanibin ku bandora Îblîs çi qas xurt e?

8 Kirinên Adem, Hewa û melekên xerab du dersên muhîm didin me: A pêşîn, tenê du alî hene, û gerek em yek ji van hilbijêrin: Em dikarin an ji Yehowa re dilsoz bimînin an jî aliyê Îblîs bigirin (Met. 7:13). A diduyan, feydeyên ku piştevanên Îblîs distînin, kêm in. Rast e, Adem û Hewayê êdî dikaribû xwe bi xwe qerar bidin ku çi qenc e û çi xerab e. Wekî din, melekên xerab kontrola li ser hikûmetên dinyayê bi dest xistiye (1. Mû. 3:22). Lê belê hilbijartina aliyê Îblîs her tim netîceyên xerab tîne (Eyûb 21:7-17; Gal. 6:7, 8).

9 Eger em fehm bikin ku bandora Îblîs çi qas xurt e, emê zanibin ku gerek em li hikûmetan çawa binêrin û belavkirina mizgînê çi qas muhîm e. Mesela, em fehm dikin ku Yehowa dixwaze ku em hurmetê bidin hikûmetan (1. Ptr. 2:17). Heta ku qanûnên hikûmetan ne li dijî standardên Xwedê bin, Xwedê dixwaze ku em guhdariya van qanûnan bikin (Rom. 13:1-4). Lê belê gerek em ji siyasetê dûr bisekinin û piştgiriya lîder an partiyekê nekin (Yûh. 17:15, 16; 18:36). Em rind dizanin ku Îblîs dixwaze navê Yehowa reş bike, û em ji dil dixwazin rastiya der heqê Xwedê de ji mirovan re bibêjin. Em serbilind in ku navê wî li ser me ye, û em her tim dixwazin navê wî bînin zimên. Belê, qîmeta hezkirina Xwedê ji qîmeta hezkirina mal û milk pir û pir zêde ye (Îşa. 43:10; 1. Tîm. 6:6-10).

ÎBLÎS LI SER MIROVAN ÇAWA BANDOR DIKE?

10-12. (a) Dibe ku Îblîs hin melek çawa xapandin? (b) Em ji kirinên melekên xerab çi dielimin?

10 Îblîs bi cure cure metodan li ser mirovan bandor dike. Mesela, ew mirovan dixapîne da ku ew li gor daxwaza wî hereket bikin. Car caran jî ew li mirovan zordariyê dike da ku ew guhdariya wî bikin.

11 Bîne ber çavê xwe ku Îblîs çawa gelek ji melekan xapandibûn. Îblîs demeke dirêj li ser şexsiyeta wan fikirî ku wan çawa bixapîne. Hinek ji wan ketin dafika Îblîs û bi jinan re bêexlaqî kir. Zarokên wan bûn dêwên zalim (1. Mû. 6:1-4). Dibe ku Îblîs ji wan re teklîf kir, ne tenê ku ew bêexlaqiyê bikin, lê ku ew bibin hikumdarên li ser mirovan. Dibe ku armanca wî ev bû ku pêxembertiya li ser ‘zuriyeta jinê’ neyê cih (1. Mû. 3:15, WDN). Lê belê Yehowa îzin neda ku Îblîs bi ser bikeve. Wexta ku Xwedê Tofan anî ser dinyayê, hemû planên Îblîs û cinan xera bûn.

Îblîs dike ku me bixapîne (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12 Em ji vê çi dielimin? Bêexlaqî û quretî dafikên bitalûke ne. Berî ku melek bi Îblîs re bûn yek, wan bi milyonan salan li ber Xwedê xizmet kiribû. Dîsa jî, wan îzin da ku xwestekên xerab di dilê wan de mezin bibin. Mîna vê, me çend salan ji Yehowa re xizmet kiribe jî, eger em hay ji xwe nebin, dibe ku xwestekên nepak bikevin dilê me (1. Kor. 10:12). Ji ber vê yekê, gerek em dilê xwe bi dewamî kontrol bikin, fikrên bêexlaq red bikin û quretiyê ji dilê xwe derxînin (Gal. 5:26; Kolosî 3:5 bixwîne).

13. Dafikeke din çi ye, û em çawa dikarin jê dûr bisekinin?

13 Cindarî, dafikeke din e. Îro, Îblîs ne tenê dîn û baweriyên sexte, lê kêf û şahiyê jî dixebitîne ku mirov cindariyê meraq bikin. Hin fîlm, lîstikên kompîturê û tiştên din hene ku cindariyê wek tiştekî bêzerar nîşan didin. Gerek em çi bikin ku em nekevin vê dafikê? Teşkîlata Xwedê helbet ji me re rêz bi rêz nabêje ku çi cure kêf û şahî baş in an nebaş in. Lazim e ku her yek ji me wijdanê xwe li gor standardên Xwedê perwerde bike (Îbr. 5:14). Ji bo ku em qerarên aqilmend bidin, gerek em vê şîreta îlhamkirî bînin cih: “Bila hezkirin bê durûtî be” (Rom. 12:9). Gotin û kirinên kesên durû hev nagirin. Loma wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez di warê kêf û şahiyê de durûtiyê dikim? Gelo tiştên ku ez ji xwendekarên Kitêba Pîroz re dielimînim û kirinên min hev digirin?” Eger gotin û kirinên me hevgirtî bin, wê ji me re hêsantir be ku em ji dafikên Îblîs dûr bisekinin (1. Yûh. 3:18).

Îblîs dike ku li me zordariyê bike (Li paragrafa 14an binêre)

14. Dibe ku Îblîs çawa li me zordariyê bike? Em çawa dikarin serî bi tengahiyan re derxînin?

14 Îblîs carinan li me zordariyê dike ku em guh nedin Yehowa. Mesela, ew dikare bandorê li ser hikûmetan bike ku ew belavkirina mizgînê qedexe bikin. An jî ew dikare bandorê li ser hevalkar an hevaldersên me bike ku ew qerfên xwe bi me bikin ji ber ku em dixwazin li gor Kitêba Pîroz bijîn (1. Ptr. 4:4). Wekî din, ew dikare bandorê li ser merivên me bike, yên ku ji me hez dikin lê naxwazin ku em herin civînan (Met. 10:36). Em çawa dikarin serî bi tengahiyên wisa re derxînin? A yekê, gerek em ji bo hicûmên wisa hazir bin, çimkî Îblîs li dijî me şer dike (Pey. 2:10; 12:17). A diduyan, gerek em doza mezin ji bîr nekin: Îblîs dibêje ku eger em bikevin nav tengahiyan, emê dev ji xizmeta Yehowa berdin (Eyûb 1:9-11; 2:4, 5). A sisêyan, gerek em xwe bispêrin Yehowa. Ewê qewetê bide me ku em serkeftî bibin, û ewê me tenê nehêle (Îbr. 13:5).

SÎNORÊN QUDRETA ÎBLÎS ÇI NE?

15. Gelo Îblîs dikare zorê li me bide ku em tiştekî bikin?

15 Heta ku em îzin nedin, Îblîs nikare zorê li me bide ku em tiştekî bikin (Aqûb 1:14). Seba nezaniyê, gelek kes li gor armanca Îblîs hereket dikin. Gava ew rastiya Kitêba Pîroz dielimin, gerek ew qerar bidin ku ew dixwazin ji kê re xizmetê bikin (Kar. 3:17; 17:30). Eger em ji dil dixwazin daxwaza Xwedê bînin cih, Îblîs nikare dilsoziya me xera bike (Eyûb 2:3; 27:5).

16, 17. (a) Ji bo Îblîs û cinên wî kîjan sînorên din hene? (b) Çima ne lazim e ku em bitirsin ku bi dengê bilind dua bikin?

16 Ji bo Îblîs u cinan sînorên din jî hene. Mesela, Kitêba Pîroz nabêje ku ew dikarin fikir û dilê mirovan bibînin. Li gor Kitêba Pîroz, tenê Yehowa û Îsa dikarin vêya bikin (1. Sam. 16:7; Mar. 2:8). Gava em bi dengê bilind dua dikin, gelo lazim e ku em bitirsin ku Îblîs me bibihîze û zerarê bide me? Na! Çima na? Mîna ku em natirsin ku di xizmeta xwe de qenciyê bikin ji ber ku Îblîs dikare me bibîne, gerek em netirsin ku bi dengê bilind dua bikin ji ber ku Îblîs dikare me bibihîze. Kitêba Pîroz gelek caran behsa xizmetkarên Xwedê dike, yên ku bi dengê bilind dua kir, lê Kitêba Pîroz nabêje ku ew ditirsiyan ku Îblîs wan bibihîze (1. Qra. 8:22, 23; Yûh. 11:41, 42; Kar. 4:23, 24). Eger em xîret bikin ku li gor daxwaza Xwedê xeber bidin û hereket bikin, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê îzin nede ku Îblîs zerareke daîmî bide me (Zebûr 34:7 bixwîne).

17 Belê, lazim e ku em dijminê xwe nas bikin, lê belê ne lazim e ku em bi zêdeyî ji wî bitirsin. Bi alîkariya Yehowa, mirovên qisûrdar jî dikarin li hemberî Îblîs serkeftî bibin (1. Yûh. 2:14). Eger em li hemberî wî bisekinin, ewê ji me bireve (Aqûb 4:7; 1. Ptr. 5:9). Îblîs bilhesa hicûmî ciwanan dike. Ciwan çawa dikarin xwe biparêzin? Li meqaleya din, emê cewaba vê pirsê bistînin.

^ par. 2 Kitêba Pîroz navên hin melekan aşkera dike (Ser. 13:18; Dan. 8:16; Lûqa 1:19; Pey. 12:7). Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa nav daniye hemû stêrkan (Zeb. 147:4). Loma maqûl e ku navê hemû melekan hebe, û navê melekê ku paşê bû “Şeytan” jî hebe.

^ par. 3 Navê “Şeytan” di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî de tenê 18 caran derbas dibe, lê di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî de zêdetirî 30 carî derbas dibe.