Here Naverokê

Here naverokê

Gerek Em Çima Her Daîm Berdar Bin?

Gerek Em Çima Her Daîm Berdar Bin?

“Bi zêde fêkî [yanî “ber”] dayina xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin” (YÛH. 15:8).

KILAM: 53, 60

1, 2. (a) Berî mirina Îsa, wî ji şagirtên xwe re behsa çi kir? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Çima muhîm e ku em sebebên belavkirina mizgînê ji bîr nekin? (c) Emê li ser çi bişêwirin?

LI ŞEVA berî mirina Îsa, wî ji şandiyên xwe re got ku ew ji wan çi qas hez dike. Wekî din, wî ji wan re behsa mesela mêwê kir. Bi vê meselê, Îsa şagirtên xwe teşwîq kirin ku ew berdar bibin, yanî ku ew mizgîna Padîşahiyê bi sebir belav bikin (Yûh. 15:8).

2 Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew çi bikin û çima. Wî eyan kir ku sebebên belavkirina mizgînê çi ne. Gerek em van sebeban çima bînin bîra xwe? Eger em bizanibin ku belavkirina mizgînê çima ew qas muhîm e, emê karibin vî îşî bi sebir berdewam bikin (Met. 24:13, 14). Niha emê bala xwe bidin çar sebebên belavkirina mizgînê, yên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin. Wekî din, emê li ser çar hediyeyên Yehowa bişêwirin, ên ku alî me dikin ku em ‘bi bêhnfirehî ber bidin’.

EM YEHOWA BI RÛMET DIKIN

3. (a) Li gor Yûhenna 15:8, çima muhîm e ku em mizgînê belav bikin? (b) Di mesela Îsa de, tirî çi temsîl dikin?

3 Em mizgînê çima belav dikin? Sebeba herî mezin ev e ku em dizwazin Yehowa bi rûmet bikin û navê wî pîroz bikin (Yûhenna 15:1, 8 bixwîne). Di mesela mêwê de, Îsa got ku bavê wî Yehowa rezvan e, Îsa bi xwe mêw e, û şagirtên wî jî şivik in (Yûh. 15:5). Loma tirî, berê Padîşahiyê ye, yê ku şagirtên Îsa tînin meydanê. Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Bi zêde fêkî dayîna xwe ... hûnê bavê min bi rûmet bikin.” Gava rez tiriyên baş dide, rezvan serbilind dibe. Mîna vê, gava em mizgîna Padîşahiyê bi hemû hunera xwe belav dikin, em hurmet û rûmetê didin Yehowa (Met. 25:20-23).

4. (a) Em çawa dikarin navê Xwedê pîroz bikin? (b) Tu der heqê pîrozkirina navê Xwedê de çi difikirî?

4 Belavkirina mizgînê çawa navê Xwedê pîroz dike? Em nikarin pîrozbûna navê Xwedê zêde bikin, çimkî ew jixwe bi temamî pîroz e. Lê belê em dikarin hurmetê bidin pîroziya navê wî (Îşa. 8:13). Ji bo vê, gerek em qebûl bikin ku navê Xwedê ji hemû navên din bilindtir e û alî kesên din bikin ku ew jî pîroziya navê Xwedê qebûl bikin (Met. 6:9). Mesela, ji bo ku em navê Xwedê li hemberî derewên Îblîs biparêzin, gerek em behsa sifatên xweş û armanca Yehowa bikin (1. Mû. 3:1-5). Wekî din, gava em alî mirovan dikin ku ew fehm bikin ku Yehowa ‘hêja ye ku rûmet, hurmet û hêzê bistîne’, em navê Xwedê pîroz dikin (Pey. 4:11) Birayê me Michael *, ê ku 16 sal pêşeng e, wisa dibêje: “Ez şikurdar im ku ez dikarim ji bo Afirandêrê kaînatê şahidiyê bikim, û ez qet naxwazim dev ji vê xizmetê berdim.”

EM JI YEHOWA Û ÎSA HEZ DIKIN

5. (a) Li gor Yûhenna 15:9, 10, yek ji sebebên belavkirina mizgînê çi ye? (b) Îsa çawa nîşan da ku sebir û bêhnfirehî pir muhîm in?

5 Yûhenna 15:9, 10 bixwîne. Sebebeke din ev e ku em ji Yehowa û Îsa ji dil hez dikin (Mar. 12:30; Yûh. 14:15). Lê belê, ne bes e ku em ji Îsa hez bikin; gerek em “di hezkirina [wî] de bimînin”. Yanî, ji bo ku em sal bi sal wek şagirtên rastîn bijîn, ji me re sebir û bêhnfirehî lazim e. Li Yûhenna 15:4-10, peyva “bimînin” gelek caran derbas dibe. Ji vê em fehm dikin ku sebir û bêhnfirehî pir muhîm in.

6. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em dixwazin di hezkirina Mesîh de bimînin?

6 Em çawa dikarin eyan bikin ku em dixwazin di hezkirina Mesîh de bimînin û rizaya wî winda nekin? Eger em vê yekê bi rastî dixwazin, gerek em emrên Îsa pêk bînin. Ji aliyê guhdarîkirinê ve, Îsa ji me re bûye emsal. Wî wisa got: “Min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim” (Yûh. 13:15).

7. Guhdarîkirin û hezkirin çawa bi hev ve girêdayî ne?

7 Gotinên Îsa nîşan didin ku guhdarîkirin û hezkirin bi hev ve girêdayî ne: “Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike” (Yûh. 14:21). Gava em emrê Îsa tînin cih û mizgînê belav dikin, em eyan dikin ku em ji Xwedê hez dikin, çimkî emrên Îsa li gor dilê Bavê wî ne (Met. 17:5; Yûh. 8:28). Eger em hezkirina xwe bi vî awayî nîşan bidin, Yehowa û Îsa wê her tim ji me hez bikin.

EM MIROVAN HIŞYAR DIKIN

8, 9. (a) Belavkirina mizgînê çima muhîm e? (b) Li gor Hêzekîêl 3:18, 19 û 18:23, gerek em çima dev ji xizmeta xwe bernedin?

8 Sebebeke din ev e ku em mirovan hişyar dikin. Di Kitêba Pîroz de, Nûh pêxember wek “peyvbêj” tê bi nav kirin (2. Petrûs 2:5 bixwîne). Xuya ye ku berî Tofanê, wî mirov hişyar kirin. Em vêya ji ku dizanin? Îsa wisa got: “Di wan rojên beriya tofanê de, heta roja ku Nûh ket keştiyê: Mirovan dixwar, vedixwar û dizewicîn. Çawa heta wê roja ku tofan hat û ew bi tevahî ji holê rakirin, wan tu tiştek ji xwe re nekir xem: Dema amadebûyîna Lawê Mirov jî, wê bi vî awayî be” (Met. 24:38, 39, Pirtûka Pîroz (Zebûr û Încîl)). Her çi qas ne xema mirovan bû jî, Nûh xebera Xwedê bi dilsozî belav dikir.

9 Îro em mizgîna Padîşahiyê belav dikin ku mirov karibin armanca Xwedê bielimin. Wek Yehowa, em jî dixwazin ku mirov mizgînê qebûl bikin û sax bimînin (Hêz. 18:23). Ji xeynî vê, gava em mizgînê mal bi mal û li cihên umûmî belav dikin, em mirovan hişyar dikin ku di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê vê dinyaya xerab helak bike (Hêz. 3:18, 19; Dan. 2:44; Pey. 14:6, 7).

EM JI MIROVAN HEZ DIKIN

10. (a) Li gor Metta 22:39, gerek em mizgînê çima belav bikin? (b) Pawlos û Sîlas çawa alî zindanvanekî kir?

10 Sebebeke muhîm jî ev e: Em mizgînê belav dikin ji ber ku em ji mirovan hez dikin (Met. 22:39). Seba vê hezkirinê, em vê xebatê berdewam dikin, çimkî em dizanin ku eger mirov niha guh nedin jî, dibe ku ew fikra xwe rojekê biguherînin. Serpêhatiya Pawlos û Sîlas bîne ber çavê xwe. Li bajarê Filîpyayê, dijminên rastiyê ew avêtin zindanê. Paşê, di nîvê şevê de, zelzele çêbû û deriyên zindanê vebûn. Zindanvan ji tirsa ku girtî gişt reviyabûn, kir ku xwe bikuje. Lê belê Pawlos bi dengekî bilind wisa gazî kir: “Nebe tu xwe bikujî!” Zindanvan wisa pirsî: “Ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?” Wan wisa cewab da: “Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin” (Kar. 16:25-34).

Em mizgînê belav dikin çimkî em ji Yehowa, ji Îsa û ji mirovan hez dikin (Li paragrafên 5 û 10an binêre)

11, 12. (a) Serpêhatiya zindanvan bi xizmeta me ve çawa girêdayî ye? (b) Em dixwazin ji bo çi hazir bin?

11 Serpêhatiya zindanvan bi xizmeta me ve çawa girêdayî ye? Zindanvan ancax piştî zelzeleyê fikra xwe guherand û alîkarî xwest. Mîna vê, îro jî hin kesên ku rastiya Kitêba Pîroz berê qebûl nekiribû fikra xwe ancax piştî ku dinyaya wan ters dizivire, diguherînin û alîkariyê dixwazin. Mesela, dibe ku hinekan îşê xwe ji nişka ve winda kiriye, nexweş ketine an seba problemên malbatê xemgîn in. An jî dibe ku hezkiriyeke wan miriye. Gava tiştên wisa diqewimin, dibe ku ew êdî bala xwe bidin mane û armanca jiyanê. Dibe ku ew jî wek zindanvan wisa bifikirin: “Ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?” Gava em rastî mirovên wisa tên, dibe ku ew êdî bixwazin guh bidin mizgînê.

12 Loma, eger em xizmeta xwe bi dilsozî berdewam bikin, emê karibin teseliyê bidin mirovan gava dilê wan hazir e (Îşa. 61:1). Xwişka me Charlotte, a ku 38 sal di xizmeta tamrojî de ye, wisa dibêje: “Mirovên îroyîn bêçare ne. Ew bi rastî jî hewceyî mizgînê ne.” Xwişka me Helena, ya ku 34 sal pêşeng e, wisa dibêje: “Îro gelek kes dilteng in. Ez pir dixwazim alî wan bikim. Loma ez mizgînê belav dikim.” Belê, hezkirina mirovan sebebeke muhîm e ku em dev ji xizmeta xwe bernedin!

HEDIYEYÊN KU ALÎ ME DIKIN

13, 14. (a) Yûhenna 15:11 behsa kîjan hediyeyê dike? (b) Em çawa dikarin wek Îsa şa bibin? (c) Şabûn li ser xizmeta me çawa tesîr dike?

13 Li şeva berî mirina Îsa, wî ji şandiyên xwe re behsa çar hediyeyan kir, ên ku dikarin alî me bikin ku em ‘bi bêhnfirehî ber bidin’. Ev hediye çi ne û em çawa dikarin ji wan feyde bistînin?

14 Hediyeya şabûnê. Gelo ji bo me barekî giran e ku em guh bidin emrê Îsa û mizgînê belav bikin? Na! Piştî ku Îsa behsa mesela mêwê kir, wî got ku mizgînvanên Padîşahiyê wê şa bibin (Yûhenna 15:11 bixwîne). Wî got ku em jî dikarin wek wî şa bibin. Çawa? Di mesela Îsa de, Îsa mêw e û şagirtên wî jî şivik in. Heta ku şivik bi mêwê ve girêdayî bimînin, ewê ji mêwê av û hêzê bistînin. Mîna vê, heta ku em bi Mesîh ve girêdayî bimînin û li pey wî herin, emê şa bibin – çawa ku ew ji pêkanîna daxwaza Bavê xwe şa dibe (Yûh. 4:34; 17:13; 1. Ptr. 2:21). Xwişka me Anna, ya ku 40 sal pêşeng e, wisa dibêje: “Piştî xizmetê, ez her tim şa dibim. Ev dilşadî alî min dike ku ez xizmeta Yehowa berdewam bikim.” Belê, gava mirov guh nadin mizgînê, şabûn qewetê dide me ku em dev ji xizmeta xwe ber nedin (Met. 5:10-12).

15. (a) Yûhenna 14:27 behsa kîjan hediyeyê dike? (b) Aştî çawa alî me dike ku em ‘bi bêhnfirehî ber bidin’?

15 Hediyeya aştiyê (Yûhenna 14:27 bixwîne). Li wê şevê, Îsa ji şandiyên xwe re wisa jî gotibû: “Ez aştiyê ji we re dihêlim.” Aştî çawa alî me dike ku em ber bidin? Gava em xizmeta xwe bi bêhnfirehî tînin cih, dilê me bi aştiyê ve tije dibe, çimkî em dizanin ku Yehowa û Îsa ji me razî ne (Zeb. 149:4; Rom. 5:3, 4; Kol. 3:15). Birayê me Joseph, ê ku 45 sal di xizmeta tamrojî de ye, wisa dibêje: “Belavkirina mizgînê her çi qas ne hêsan be jî, ev xebat min bi rastî şa dike.” Em çi qas şikurdar in ku Yehowa hizûr û aştiyê dide me!

16. (a) Yûhenna 15:15 behsa kîjan hediyeyê dike? (b) Lazim bû ku şandiyên Îsa çi bikin ku ew bi wî re dost bimînin?

16 Hediyeya dostiyê. Îsa dixwest ku şabûna şandiyan “temam bibe”. Ji xeynî vê, wî ji wan re got ku hezkirina fedakar çima muhîm e (Yûh. 15:11-13). Paşê, wî wisa got: “Ez ji we re dibêjim ‘dostên min’.” Dostiya bi Îsa re hediyeyeke pir biqîmet e! Lazim bû ku şandiyên Îsa çi bikin ku bi wî re dost bimînin? Lazim bû ku ew herin û her tim berdar bibin (Yûhenna 15:14-16 bixwîne). Nêzikî du sal berê, Îsa ji şandiyên xwe re wisa gotibû: “Gava ku hûn herin, Mizgîniyê bidin û bêjin: ‘Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!’” (Met. 10:7). Loma li wê şeva dawîn, wî cesaret da wan ku ew di vî îşî de sebat bikin (Met. 24:13; Mar. 3:14). Pêkanîna emrê Îsa her çi qas ne hêsan be jî, şagirtên Îsa dikarin bi ser bikevin û bi wî re dost bimînin. Çawa? Bi saya hediyeyeke din.

17, 18. (a) Yûhenna 15:16 behsa kîjan hediyeyê dike? (b) Ev hediye çawa alî şagirtên Îsa dike? (c) Kîjan hediye qewetê didin me?

17 Hediyeya qebûlkirina duayan. Îsa wisa got: “Hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we” (Yûh. 15:16). Şandiyan ji vî sozî bêguman pir cesaret distand! * Wan fehm nedikir ku mirina Îsa nêzik e. Lê belê mirina Îsa nedihat maneya ku ewê bêhawar bimînin. Yehowa hazir bû ku duayên wan qebûl bike û alî wan bike ku ew karibin mizgîna Padîşahiyê belav bikin. Bi rastî jî pir wext derbas nebû ku Yehowa duayên wan qebûl kir û alî wan kir (Kar. 4:29, 31).

Bawer be ku Yehowa wê duayên te qebûl bike û alî te bike (Li paragrafa 18an binêre)

18 Îro jî, gava em ‘bi bêhnfirehî ber didin’, em dibin dostên Îsa. Wekî din, em dizanin ku Yehowa hazir e ku duayên me qebûl bike û alî me bike ku em di xebata belavkirina mizgînê de serî bi astengan re derxînin (Flp. 4:13). Em pir şikurdar in ku duayên me tên qebûl kirin û em dostên Îsa ne! Bi destê van hediyeyan, Yehowa qewetê dide me ku em her tim berdar bibin (Aqûb 1:17).

19. (a) Em mizgînê çima belav dikin? (b) Çi wê alî me bike ku em şixulê Xwedê pêk bînin?

19 Belê, pir sebeb hene ku em dev ji xizmeta xwe ber nedin: Em dixwazin rûmetê bidin Yehowa û navê wî pîroz bikin, em ji Yehowa û ji Îsa hez dikin, em dixwazin mirovan hişyar bikin û em ji mirovan hez dikin. Hediyeyên şabûn, aştî, dostî û qebûlkirina duayan qewetê didin me ku em şixulê Xwedê pêk bînin. Gava em bi dil û can xîret dikin ku em ber bidin, Yehowa wê ji me zehf razî bibe!

^ par. 4 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ par. 17 Gava Îsa bi şandiyên xwe re peyivî, wî gelek caran ji wan re got ku duayên wan wê bên qebûl kirin (Yûh. 14:13; 15:7, 16; 16:23).