BIRCA ÇAVDÊRIYÊ (ÇAPA LÊKOLÎNÊ) Gulan 2020

Meqaleyên lêkolînê yên ji bo 6 Tîrmeh – 2 Tebax 2020.

“Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de

Meqaleya lêkolînê 19 (6-12 Tîrmeh 2020): Pêxemberiya Danîêl a li ser “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” li ber çavên me tê cih. Em vêya ji ku dizanin? Û çima muhîm e ku em vê pêxemberiyê rind fehm bikin?

Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de

Pêxemberiya li ser “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” û pêxemberiyên din di eynî demê de tên cih. Pêkhatina van pêxemberiyan çawa îsbat dike ku dawiya vê sîstemê nêzik e?

“Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?

Meqaleya lêkolînê 20 (13-19 Tîrmeh 2020): “Padîşahê bakur” îro kî ye, û ewê çawa bê helak kirin? Cewabên van pirsan dikarin baweriya me xurttir bikin û me ji bo tengahiya mezin hazir bikin.

Gelo Tu ji bo Hediyeyên Xwedê Şikurdar î?

Meqaleya lêkolînê 21 (20-26 Tîrmeh 2020): Ev meqale wê alî me bike ku em ji bo hediyeyên ku me ji Yehowa stendine zêdetir şikurdar bin. Wekî din, ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin bi kesên ku bawer nakin ku Xwedê heye re muhakeme bikin.

Qîmetê Bide Xezîneyên ku Nayên Dîtin

Meqaleya lêkolînê 22 (27 Tîrmeh – 2 Tebax 2020):Li meqaleya pêşîn, me bala xwe dabû çend xezîneyên ji Xwedê, yên ku em bi çavê xwe dibînin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin xezîneyên ku nayên dîtin, û emê bibînin ku em çawa dikarin qîmetê bidin wan. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji Yehowa re zêde bikin, ê ku Çavkaniya van xezîneyan e.