Here Naverokê

Here naverokê

Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de

Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de

Gotinên hin pêxemberiyên ku di vê cedwelê de tên nîşan dayîn di eynî wextê de pêk tên. Pêkhatina van pêxemberiyan îsbat dike ku em niha di dema dawiyê de ne (Dan. 12:4).

  • Ayet: Pey. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12

    Pêxemberî: Cinawir bi sedan salan li ser dinyayê hikm diajo. Li dema dawiyê, serê wî yê heftan tê birîndar kirin. Paşê, serê birîndar qenc dibe û dinya dikeve pey cinawir. Îblîs bi destê vî cinawirî bi meshkiriyan re şer dike, yên ku hê li dinyayê ne.

    Pêkhatin: Piştî Tofanê, dijminên Yehowa hikumdariyan saz dikin. Bi hezaran salan bi şûn de, li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Împaratoriya Brîtanyayê qeweta xwe winda dike. Lê belê, gava Amerîka piştgiriya Brîtanyayê dike, Brîtanya dîsa xurt dibe. Bi xisûsî li dema dawiyê, Îblîs bi destê sîstema siyasî zilm li xizmetkarên Xwedê dike.

  • Ayet: Dan. 11:25-45

    Pêxemberî: Di dema dawiyê de, padîşahê bakur û padîşahê başûr li dijî hev reqabetê dikin.

    Pêkhatin: Almanya li dijî Brîtanya- Amerîkayê reqabetê dike. Di sala 1945an de, Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur. Di sala 1991ê de, Yekîtiya Komarên Sovyet hildiweşe. Bi zeman re, Rûsya û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur.

  • Ayet: Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18

    Pêxemberî: Berî sazkirina Padîşahiyê, Yehowa komekê wek “xeberbêj” tayîn dike û dişîne ku rê veke. Ev kom mizgînê “ji dilnizman re” îlan dike.

    Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, Charles Russel û hevalên wî Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikin ku maneya wê zelal bikin. Di sala 1881ê de, ew fehm dikin ku pir muhîm e ku xizmetkarên Xwedê mizgînê belav bikin. Ew meqaleyên wek “1.000 Mizgînvan Lazim in!” û “Ji bo Îşê Mizgîndayînê Hatine Hilbijartin” diweşînin.

  • Ayet: Met. 13:24-30, 36-43

    Pêxemberî: Dijminek di nav genim de zîwanan diçîne. Ji ber ku zîwan û genim heta dema berhevkirinê bi hev re mezin dibin, genim xuya nake. Paşê, zîwan û genim ji hev tên cihê kirin.

    Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, ferqa di nav şagirtên Îsa yên rastîn û yên sexte de eşkere dibe. Di dema dawiyê de, şagirtên Îsa tên ber hev kirin û ji yên sexte tên cihê kirin.

  • Ayet: Dan. 2:31-33, 41-43

    Pêxemberî: Lingên heykelê ku Nebûkadnetsar dît, ji hesin û gilê ne.

    Pêkhatin: Gil xelkê di bin hikumdariya Brîtanya û Amerîkayê de temsîl dike, yê ku li dijî hikûmetê protesto dike. Seba vê bandorê, ev hêza cîhanî nikare bi qeweta hesinî hereket bike.

  • Ayet: Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20

    Pêxemberî: “Genim” li ‘embarê’ tê ber hev kirin û “xulamê dilsoz û şehreza” tê tayîn kirin ku rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Belavkirina mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê dest pê dike.

    Pêkhatin: Di sala 1919an de, “xulamê dilsoz” ser xizmetkarên Xwedê tê danîn. Ji wê demê û pê ve, Xwendekarên Kitêba Pîroz îşê belavkirina mizgînê zêde dikin. Îro, Şahidên Yehowa li zêdetirî 200 welat û herêmî mizgînê belav dikin û bi zêdetirî 1.000 zimanî weşanên li ser Kitêba Pîroz diweşînin.

  • Ayet: Dan. 12:11; Pey. 13:11, 14, 15

    Pêxemberî: Cinawirekî bi du striyan ji mirovan re dibêje ku bila ew sûretekî cinawir bikin û nefesê dide wî.

    Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê dest bi sazkirina Komeleya Neteweyan dike. Miletên din jî piştgiriya vê teşkîlatê dikin. Di sala 1926an de, padîşahê bakur jî dikeve Komeleya Neteweyan, lê di sala 1933yan de dîsa derdikeve. Komeleya Neteweyan û paşê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pesnê ku bi eslê xwe aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne.

  • Ayet: Dan. 8:23, 24

    Pêxemberî: Padîşahekî rûsert bi awayekî nedîtî wêran dike.

    Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê gelek însanan dikuje û gelek cihan wêran dike. Mesela, di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, Amerîka du bombeyên nukleer diavêje ser dijminê xwe.

  • Ayet: Dan. 11:31; Pey. 17:3, 7-11

    Pêxemberî: Cinawirê sor, ê ku 10 striyên wî hene, ji kortalê derdikeve û dibe padîşahê 8an. Kitêba Danîêl vî padîşahî wek “tiştê mekrûh yê ku xera dike” bi nav dike.

    Pêkhatin: Komeleya Neteweyan di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de betal dibe. Piştî şer, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tê saz kirin. Wek Komeleya Neteweyan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî pesnê ku aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê hicûmî dînê sexte bike.

  • Ayet: 1. Sel. 5:3; Pey. 17:16

    Pêxemberî: Miletên dinyayê ‘aştî û ewledariyê’ îlan dikin, û 10 strî û cinawir hicûmî fahîşeyê dikin û wê helak dikin. Paşê, miletên dinyayê tên helak kirin.

    Pêkhatin: Miletên dinyayê wê belkî bibêjin ku wan aştî û ewledarî bi dest xistine. Paşê, miletên ku piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikin wê teşkîlatên dînên sexte wêran bikin. Bi vî awayî, tengahiya mezin wê dest pê bike. Di dawiya tengahiya mezin de, temamiya dinyaya Îblîs wê li Harmegedonê bê helak kirin.

  • Ayet: Hêz. 38:11, 14-17; Met. 24:31

    Pêxemberî: Gog dikeve welatê xizmetkarên Xwedê. Paşê, melek ‘bijartiyan’ top dikin.

    Pêkhatin: Padîşahê bakur wê tevî hikumdariyên din hicûmî xizmetkarên Xwedê bike. Demeke piştî destpêkirina vê hicûmê, meshkiriyên mayî wê herin ezmanan.

  • Ayet: Hêz. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Pey. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20

    Pêxemberî: Siwarê hespê spî Gog û ordiyên wî helak dike. Cinawir tê avêtin gola êgir, û heykel tê perçe kirin.

    Pêkhatin: Îsa Mesîh, ê ku Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye, wê xizmetkarên Xwedê xelas bike. Ewê tevî 144.000 hevpadîşahên xwe û melekan koalîsyona miletan û temamiya sîstema siyasî helak bike.