Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21

Gelo Tu ji bo Hediyeyên Xwedê Şikurdar î?

Gelo Tu ji bo Hediyeyên Xwedê Şikurdar î?

“Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, karên te mezin û ecêb in” (PEY. 15:3).

KILAM 5 Efirînên Destê Xwedê

PÊŞGOTIN *

1-2. Li gor Peyxam 15:3, Yehowa kîjan hediye dane me, û emê van hediyeyan çima lêkolîn bikin?

YEHOWA gelek hediyeyên bedew û biqîmet dane me. Mesela, wî ev dinya wek warekî bêemsal daye me, wî mejiyekî mucîzewî daye me ku em karibin bifikirin û xeber bidin, û wî Kitêba Pîroz daye me, ya ku cewabên pirsên me yên muhîm dide (Peyxam 15:3 bixwîne).

2 Li vê meqaleyê, emê van sê hediyeyan yek bi yek lêkolîn bikin. Her ku em li ser wan bifikirin, şikurdariya me wê mezintir bibe û emê zêdetir bixwazin dilê Yehowa şa bikin (Pey. 4:11). Wekî din, bi saya melûmatên li vê meqaleyê, emê karibin alî kesên din bikin, ên ku ketine ber bayê teoriya peresanê.

DINYA

3. Dinya çima bêemsal e?

3 Dinya bi rastî jî bêemsal e û hîkmeta Xwedê eyan dike (Rom. 1:20; Îbr. 3:4). Belê, gerstêrkên din jî hene, yên ku li dora Rojê dizivirin, lê tenê Dinya ji bo jiyanê minasib e.

4. Hin taybetiyên Dinyayê çi ne?

4 Çawa ku gemiyek di behreke mezin de rê diçe, Dinya jî di valahiya fezayê de rê diçe. Dîsa jî, di nav Dinya û gemiyan de hin ferqên mezin jî hene. Mesela, eger lazim bûya ku rêwiyên li gemiyekê oksîjen, xwarin û avê çêkirana, û wanê nikaribûya çopên xwe bavêtana der, ewê heta kengê sax bimana? Bi rastî ewê zû bimirana. Dinya ne wisa ye. Bi milyaran însan û heywan dikarin li Dinyayê bijîn. Li Dinyayê têra xwe oksîjen, xwarin û av heye. Wekî din, em çopan naşînin fezayê, lê Dinya dîsa jî paqij û xweşik dimîne. Gelo çawa? Bi saya çerxên ku Yehowa bi hîkmeta xwe çêkirine, tiştên bermayî û bêkêr dikarin ji nû ve bibin tiştên kêrhatî. Niha emê bi kurtasî li hin ji van çerxan binêrin – çerxa oksîjenê û çerxa avê.

5. Çerxa oksîjenê çi ye û çi nîşan dide?

5 Oksîjen ji bo jiyanê pir muhîm e. Li gor hin texmînan, organîzmayên ku li Dinyayê dijîn di hindurê salekê de sed milyon ton oksîjenê dikişînin. Paşê, ew karbondiyoksîdê didin der. Dîsa jî, oksîjen tu caran xelas nabe, û atmosfer tu caran bi zêdeyî bi karbondiyoksîdê ve tije nabe. Gelo çima? Çimkî hin organîzmayên ku Yehowa afirandine – ji darên mezin heta pungên biçûk – karbondiyoksîdê dikişînin û oksîjenê didin der. Çerxa oksîjenê nîşan dide ku gotinên Karên Şandiyan 17:24, 25 çi qas rast in: “Xwedayê ku ... jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e.”

6. Çerxa avê çi ye û çi îsbat dike? (Li çarçoveya “ Çerxa Avê – Hediyeyeke ji Yehowa” jî binêre.)

6 Li Dinyayê gelek av heye ji ber ku mesafeya di nav Dinya û Rojê de îdeal e. Eger Dinya hebekî nêziktirî Rojê bûya, hemû av wê bibûya hilm û gulm, û Dinya wê hişk û ziwa bûya. Eger Dinya ji Rojê hebekî dûrtir bûya, hemû av wê bibûya bûz. Lê belê, Yehowa Dinya daniye li cihê rast, û bi saya çerxa avê, jiyan heye. Tav ava li behrê û li rûyê erdê germ dike û dike bûxar. Bi vî awayî, ewir tên meydanê. Sal bi sal, Roj nêzikî 500.000 kîlometre kûp avê dike bûxar. Ev av weke 10 roj li atmosferê dimîne û paşê wek baran yan wek berf dibare. Di dawiyê de, av dîsa digihîje çem, gol û behran, û çerx ji nû ve dest pê dike. Ev çerx îsbat dike ku Yehowa pir bihîkmet û biqewet e (Eyûb 36:27, 28; Waiz 1:7).

7. Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo tebîetê nîşan bidin?

7 Em çawa dikarin şikurdariya xwe ji bo tebîetê zêde bikin? (Zebûr 115:16 bixwîne). Ji bo vê, wê baş be ku em li ser tiştên ku Yehowa afirandine, kûr bifikirin. Eger em wisa bikin, emê roj bi roj ji Yehowa re şikurdar bin. Wekî din, gava em çi ji destê me tê dikin ku Dinyayê paqij xwedî bikin, em bi vî awayî nîşan didin ku em qîmetê didin Dinyayê.

MEJÎ

8. Em çima dikarin bibêjin ku mejî organeke mucîzewî ye?

8 Mejî bi rastî jî organeke mucîzewî ye. Gava em hê li zikê dayika xwe bûn, mejiyê me li gor plana genetîk çêdibû. Her deqe, bi hezaran hucreyên nû di mejiyê me de dihatin meydanê. Li gor zanyaran, di mejiyê mirovekî gihîştî de nêzikî 100 milyar hucre hene. Giraniya mejî weke 1,5 kîlo ye. Niha emê bala xwe bidin çend qabiliyet û fonksiyonên mejî.

9. Bi dîtina te, çi îsbat dike ku qabiliyeta xeberdanê ji Xwedê tê?

9 Qabiliyeta xeberdanê bîne ber çavê xwe. Ji bo her peyva ku em dibêjin, mejiyê me weke 100 masûlkeyên ziman, qirik, lêv, çene û sîngê me dixebitîne. Ji bo ku gotinên me bên fehm kirin, gerek ev masûlke di wexta rast de bilivin. Meqaleyeke zanistî ya li ser qabiliyeta xeberdanê, ya ku di sala 2019an de hat weşandin, dibêje ku zarokên nûbûyî dikarin hin peyvan ji hev cihê bikin. Ev yek bi nêrîna gelek lêkolîneran ve hevgirtî ye. Li gor wan, ji wexta ku em tên dinyayê ve, qabiliyeta me heye ku em xeberdanê fehm bikin û hîn bibin. Belê, qabiliyeta xeberdanê hediyeyeke ji Xwedê ye (2. Mû. 4:11).

10. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin qabiliyeta xeberdanê?

10 Eger em qîmetê didin qabiliyeta xeberdanê, emê ji kesên ku baweriya xwe bi teoriya peresanê tînin re zelal bikin ku em çima bi Xwedê bawer dikin (Zeb. 9:1; 1. Ptr. 3:15). Li gor teoriya peresanê, erd û jiyan bi tesadûfî hatine meydanê. Bi alîkariya Kitêba Pîroz û hin nuqteyên ku me li vê meqaleyê dîtine, em dikarin terefa Bavê xweyî ezmanî bigirin û ji mirovan re îsbat bikin ku erd û ezman ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin (Zeb. 102:25; Îşa. 40:25, 26).

11. Hin taybetiyên mejî çi ne?

11 Fonksiyona bîranînê bi rastî jî ecêb e. Çend sal berê, nivîskarekî texmîn kiribû ku melûmata ku mejiyê me dikare xwedî bike, bi qasî melûmata weke 20 milyon kitêbî ye. Lê niha, zanyar difikirin ku mejiyê me dikare hê jî zêdetir melûmatê xwedî bike. Bi saya fonksiyona bîranînê, em dikarin çi bikin?

12. Ferqeke mezin a di nav însan û heywanan de çi ye?

12 Bi saya fonksiyona bîranînê, em dikarin tiştên ku berê qewimîbûn di bîra xwe de xwedî bikin û analîz bikin û bi vî awayî dersên exlaqê bigirin. Di netîceyê de, em dikarin fikir û kirinên xwe serrast bikin û bibin însanên baştir (1. Kor. 6:9-11; Kol. 3:9, 10). Bi ser de, em dikarin wijdanê xwe perwerde bikin, da ku em karibin fehm bikin ku çi rast e û çi şaş e (Îbr. 5:14). Wekî din, em dikarin sifatên wek hezkirin, dilrehmî û dilovanî pêk bînin û edaleta Yehowa ji xwe re bikin emsal.

13. Li gor Zebûr 77:11, 12, gerek em fonksiyona bîranînê çawa bi kar bînin?

13 Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa çi qas alî me kiriye û teselî daye me, em nîşan didin ku em ji bo fonksiyona bîranînê şikurdar in. Wekî din, ev yek baweriya me xurttir dike ku ewê her tim alî me bike (Zebûr 77:11, 12 bixwîne; Zeb. 78:4, 7). Ji xeynî vê, wê baş be ku em qenciya kesên din bînin bîra xwe û ji wan re şikurdar bin. Li gor lêkolîneran, mirovên şikurdar hê bextewar in. Ji aliyê din ve, wê baş be ku em wek Yehowa hin tiştan ji bîr bikin. Mesela, bîranîna Yehowa bêqisûr e, lê ew me dîsa jî efû dike û şaşiyên me ji bîr dike (Zeb. 25:7; 130:3, 4). Gava kesên din seba şaşiyên xwe poşman dibin, Yehowa dixwaze ku em jî wek wî efûkar bin (Met. 6:14; Lûqa 17:3, 4).

Ev yek ku em mejiyê xwe çawa bi kar tînin dikare nîşan bide ku em ji bo vê hediyeyê şikurdar in (Li paragrafa 14an binêre) *

14. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em mejî wek hediyeyeke biqîmet dibînin?

14 Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo mejî şikurdar in? Hin kes mejiyê xwe tenê ji bo menfaetên xwe bi kar tînin û xwe bi xwe qerarê didin ku çi rast e û çi şaş e. Lê ji ber ku Yehowa em afirandine, em bawer in ku qanûnên wî her tim bifeyde ne. Loma, lazim e ku em mejiyê xwe wisa bixebitînin ku em hurmet û rûmetê bidin Xwedê (Rom. 12:1, 2). Eger em li gor qanûnên wî bijîn, emê gelek feydeyan bibînin (Îşa. 48:17, 18). Wexta ku em guh didin Yehowa, em hurmetê didin wî û dilê wî şa dikin (Mtl. 27:11).

KITÊBA PÎROZ

15. Kitêba Pîroz hezkirina Yehowa çawa eyan dike?

15 Kitêba Pîroz hediyeyeke pir biqîmet e, ya ku Bavê me Yehowa daye me. Xwedê Kitêba Pîroz bi îlhama xwe daye nivîsandin ji ber ku ew ji me pir hez dike. Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa cewabên pirsên herî muhîm dide, mesela: Jiyanê çawa dest pê kir? Armanca jiyanê çi ye? Halê dinyayê wê çawa be? Ji ber ku Yehowa dixwaze ku her kes cewabên van pirsan bistîne, wî li ser dilê gelek mirovan tesîr kiriye ku ew Kitêba Pîroz bi cure cure zimanan tercûme bikin. Îro, Kitêba Pîroz bi temamî yan bi qismî bi zêdetirî 3.000 zimanî heye! Di temamiya tarîxê de, kitêba ku herî zêde hatiye tercûme kirin û belav kirin, Kitêba Pîroz e. Niha piraniya mirovên li seranserê dinyayê dikarin mizgîna Kitêba Pîroz bi zimanê xwe hîn bibin (li çarçoveya “ Weşandina Kitêba Pîroz a bi Zimanên Afrîkayê” binêre).

16. Li gor Metta 28:19, 20, em çawa dikarin îsbat bikin ku em ji bo Kitêba Pîroz şikurdar in?

16 Gava em Kitêba Pîroz her roj dixwînin, li ser gotinên wê kûr difikirin û xîret dikin ku em li gor Kitêba Pîroz bijîn, em nîşan didin ku em ji bo vê hediyeyê şikurdar in. Wekî din, gava em çi ji destê me tê dikin ku mizgîna Kitêba Pîroz bigihînin mirovan, em şikurdariya xwe ji Xwedê re eyan dikin (Zeb. 1:1-3; Met. 24:14; Metta 28:19, 20 bixwîne).

17. Li vê meqaleyê, me di heqê kîjan hediyeyan de melûmat stendiye, û li meqaleya din, emê li ser çi xeber bidin?

17 Li vê meqaleyê, me bala xwe daye hin hediyeyên Xwedê – dinya, mejî û Kitêba Pîroz. Lê belê, Yehowa hediyeyên din jî dane me, yên ku em nikarin bi çavên xwe bibînin. Li meqaleya din, emê li ser van hediyeyan xeber bidin.

KILAM 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

^ par. 5 Ev meqale wê alî me bike ku em ji bo sê hediyeyên ku me ji Yehowa stendine zêdetir şikurdar bin. Wekî din, ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin tevî kesên ku bawer nakin ku Xwedê heye, muhakeme bikin.

^ par. 64 RESIM: Xwişkek zimanekî xerîb hîn dibe ku ji koçberan re behsa Kitêba Pîroz bike.