Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22

Qîmetê Bide Xezîneyên ku Nayên Dîtin

Qîmetê Bide Xezîneyên ku Nayên Dîtin

“[Em] li tiştên ... ku nayên dîtin dinêrin. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne” (2. KOR. 4:18).

KILAM 45 Fikirên Dil Min

PÊŞGOTIN *

1. Îsa Mesîh di heqê ‘xezîneyên li ezmên’ de çi got?

HIN xezîne hene, yên ku pir biqîmet in, lê nayên dîtin. Li Weaza li ser Çiyê, Îsa Mesîh behsa ‘xezîneyên li ezmên’ kir, ên ku ji mal û milk pir biqîmettir in. Paşê, wî wisa got: “Xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be” (Met. 6:19-21). Eger em qîmetê didin tiştekî, emê xîret bikin ku vî tiştî bi dest bixin. Gava em dilê Xwedê şa dikin, em dibin xwediyê ‘xezîneyên li ezmên’. Wek Îsa Mesîh got, xezîneyên wisa nikarin bên dizîn yan xera kirin.

2. (a) Li gor 2. Korîntî 4:17, 18, wê baş be ku em bala xwe bidin çi? (b) Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

2 Pawlosê şandî şagirtên Îsa teşwîq dikirin ku ew bala xwe bidin “tiştên ... ku nayên dîtin” (2. Korîntî 4:17, 18 bixwîne). Di nav van tiştên ku nayên dîtin de bereketên ku emê li dinyaya nû bistînin jî hene. Lê belê li vê meqaleyê, emê li ser çar xezîneyên nedîtbar xeber bidin, ên ku em îro jî dikarin bi dest bixin: dostaniya Xwedê, dua, alîkariya ruhê pîroz û ev yek ku Yehowa, Îsa Mesîh û melek di xizmetê de alî me dikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo van xezîneyan şikurdar in.

DOSTANIYA YEHOWA

3. Xezîneya herî mezin çi ye, û em dikarin vê xezîneyê bi saya çi bi dest bixin?

3 Ji hemû xezîneyên ku nayên dîtin, dostaniya Yehowa xezîneya herî mezin e (Zeb. 25:14). Lê Xwedê çawa dikare însanên qisûrdar wek dostên xwe qebûl bike û dîsa jî bi temamî pîroz bimîne? Sebeb ev e ku fîdyeya Îsa Mesîh “gunehên dinyayê radike” (Yûh. 1:29). Yehowa ji berê de dizanibû ku Îsa Mesîh wê heta mirinê dilsoz bimîne û însanan bi qurbanbûna xwe xelas bike. Ji ber vê yekê, Xwedê hin kesên ku berî mirina Îsa Mesîh dijiyan jî wek dostên xwe qebûl dikirin (Rom. 3:25).

4. Hin dostên Xwedê kî bûn?

4 Yek ji mirovên ku berî mirina Îsa Mesîh bûn dostên Xwedê, Birahîm bû. Wî baweriyeke pir mezin eyan dikir. Zêdetirî 1.000 sal piştî ku Birahîm miribû, Yehowa di heqê wî de got “dostê min” (Îşa. 41:9). Ev yek nîşan dide ku gava dostên Yehowa dimirin, ew wan dîsa jî wek dostên xwe dibîne. Di bîra Yehowa de, Birahîm hê dijî (Lûqa 20:37, 38). Eyûb jî dostê Yehowa bû. Yehowa li ber hemû melekan pesnê Eyûb da. Yehowa ji bo Eyûb got “zilamê rast û kamil; ji Xwedê ditirse û ji xerabiyê ve vedikêşe” (Eyûb 1:6-8). Wekî din, Yehowa pir qîmet dida Danîêl, yê ku weke 80 sal li welatekî pûtperest ji Xwedê re xizmet kir. Melekan sê caran ji Danîêl re got ku Xwedê ji wî pir hez dike (Dan. 9:23; 10:11, 19). Em dikarin bawer bin ku Yehowa ji dil dixwaze dostên xwe yên mirî ji mirinê rake (Eyûb 14:15).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin xezîneyên ku nayên dîtin? (Li paragrafa 5an binêre) *

5. Gerek em çi bikin ji bo ku em bibin dostên Yehowa?

5 Îro jî, gelek însanên qisûrdar bûne dostên Yehowa. Li seranserê dinyayê, bi milyonan mêr, jin û zarok bi rabûn û rûniştina xwe nîşan didin ku ew qîmetê didin dostaniya Yehowa. Kitêba Pîroz dibêje ku “hevaltiya [Xwedê] bi rastan re ye” (Mtl. 3:32). Bi saya fîdyeya Îsa Mesîh, Yehowa rê vekiriye ku em jiyana xwe bidin destê wî û bin av bibin. Gava em van gavên muhîm diavêjin, em tevî xwişk û birayên xwe dibin dostên Xwediyê hemû kaînatê!

6. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo dostaniya Xwedê şikurdar in?

6 Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin dostaniya Xwedê? Birahîm û Eyûb zêdetirî 100 sal ji Xwedê re dilsoz man. Di vê dinyaya xerab de çend sal derbas bin jî, gerek em jî wek wan dilsoz bimînin. Wek Danîêl, gerek em ji jiyana xwe zêdetir qîmetê bidin dostaniya Xwedê (Dan. 6:7, 10, 16, 22). Bi alîkariya Yehowa, em dikarin li hemberî hemû tengasiyan sebir bikin û dostaniya xwe ya bi wî re xwedî bikin (Flp. 4:13).

DUA

7. (a) Li gor Methelokên Silêman 15:8, Yehowa li duayên me çawa dinêre? (b) Yehowa çawa cewaba duayên me dide?

7 Dua jî xezîneyeke biqîmet e, ya ku nayê dîtin. Gava du kes dibin dostên hev, ew ji hevdû re behsa fikir û hîsên xwe dikin. Gelo dostaniya me ya bi Yehowa re jî wisa ye? Belê! Bi destê Kitêba Pîroz, Yehowa bi me re xeber dide û behsa fikir û hîsên xwe dike. Gava em ji Xwedê re dua dikin, em jî dikarin ji wî re behsa fikir û hîsên xwe yên kûr bikin. Duayên me Yehowa dilxweş dikin (Methelokên Silêman 15:8 bixwîne). Ji xeynî vê ku Yehowa guh dide duayên me, ew cewabê jî dide. Cewab carinan zû tê, lê carinan lazim e ku em di heqê mijarekê de gelek caran dua bikin. Dîsa jî, em dikarin bawer bin ku cewab wê di wexta rast de û bi awayê herî baş bê. Cewaba Xwedê helbet dikare ji daxwaza me cuda be. Mesela, dibe ku ew tengasiya me ji holê raneke, lê hîkmet û qewetê bide me ku em karibin sebir bikin (1. Kor. 10:13).

(Li paragrafa 8an binêre) *

8. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em duayê wek hediyeyeke biqîmet dibînin?

8 Dua bi rastî jî hediyeyeke bêemsal e. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji bo vê hediyeyê şikurdar in? Mesela, wê baş be ku em guh bidin şîreta Xwedê ku gerek em “bê rawestin dua bikin” (1. Sel. 5:17). Yehowa zorê li me nade ku em dua bikin, lê ew me teşwîq dike ku em “di duayê de bi xîret bin” (Rom. 12:12). Loma, eger em her roj tim û tim dua bikin, ev yek wê nîşan bide ku em qîmetê didin vê hediyeyê. Gava em dua dikin, wê baş be ku em ji Yehowa re şikur bikin û pesnê wî bidin (Zeb. 145:2, 3).

9. Birayekî me li duayê çawa dinêre? Tu li duayê çawa dinêrî?

9 Her ku em ji Yehowa re xizmet dikin û dibînin ku ew çawa cewaba duayên me dide, şikurdariya me ya ji bo îmtiyaza duayê wê bêguman her ku diçe zêdetir bibe. Mesela, birayê me Chris, ê ku 47 sal di xizmeta tamrojî de ye, wisa dibêje: “Her sibehê zû, ez ji Yehowa re dua dikim. Gava ku tav hiltê û dinya xweş e, xeberdana bi Yehowa re pir kêfê dide min. Ez ji Xwedê re dibêjim ku ez ji bo îmtiyaza duayê û ji bo hediyeyên wî yên din pir şikurdar im. Piştî ku ez êvarê dîsa dua dikim, ez bi dilrihetî û bi wijdanekî paqij radizêm.”

RUHÊ PÎROZ

10. Gerek em çima qîmetê bidin ruhê pîroz?

10 Ruhê pîroz jî hediyeyeke biqîmet e, ya ku nayê dîtin. Îsa got ku bila em dua bikin ku Xwedê ruhê pîroz bide me (Lûqa 11:9, 13). Bi destê ruhê Pîroz, Yehowa dikare “hêzeke ku ji normalê zêdetir e” bide me (2. Kor. 4:7, WDN; Kar. 1:8). Bi alîkariya ruhê pîroz, em dikarin li hemberî hemû tengasiyan sebir bikin û dilsoz bimînin.

(Li paragrafa 11an binêre) *

11. Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike?

11 Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em wezîfeyên ku em di xizmeta Xwedê de distînin, bînin cih. Wekî din, ruhê pîroz dikare hunerên me zêde bike û alî me bike ku em mesûliyetên xwe bînin cih. Belê, netîceyên baş ên xîreta me ne bi saya qeweta me, lê bi saya alîkariya ruhê pîroz tên meydanê.

12. Li gor Zebûr 139:23, 24, em dikarin ji bo çi dua bikin?

12 Wekî din, wê baş be ku em dua bikin ku ruhê pîroz alî me bike ku em fehm bikin ka di dilê me de fikir yan xwestekên nerast hene yan na (Zebûr 139:23, 24 bixwîne). Gava em vê daxwazê tînin zimên, Yehowa dikare fikir yan xwestekên me yên nerast bi navgîniya ruhê pîroz nîşanî me bide. Eger em tê derxin ku di dilê me de tiştekî wisa heye, gerek em dua bikin ku Xwedê bi destê ruhê pîroz alî me bike ku em van fikir û xwestekan red bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em ji dil dixwazin xwe ji her tiştê ku dikare ji ruhê pîroz re bibe asteng, dûr bixin (Ef. 4:30).

13. Em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji bo ruhê pîroz zêde bikin?

13 Ji bo ku em qîmeta ruhê pîroz hê rindtir bizanibin, wê baş be ku em bînin ber çavê xwe ku ruhê pîroz çawa dixebite. Berî ku Îsa çû ezmanan, wî ji şagirtên xwe re wisa gotibû: “Gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin ... û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min” (Kar. 1:8). Ev gotinên Îsa niha tên cih! Bi alîkariya ruhê pîroz, weke 8,5 milyon însanên li seranserê dinyayê bûne xizmetkarên Yehowa. Bi saya sifatên “berê Ruh” – yanî hezkirin, dilxweşî, aştî, sebir, dilovanî, qencî, bawerî, sernermî û xwegirtin – ên ku em bi alîkariya ruhê pîroz tînin meydanê, em bi xwişk û birayên xwe re di yekîtiyê de ne (Gal. 5:22, 23). Belê, ruhê pîroz hediyeyeke pir biqîmet e!

ALÎKARIYA YEHOWA, ÎSA MESÎH Û MELEKAN

14. Di xizmetê de, kî piştgiriya me dike?

14 Xezîneyeke din jî ev e ku em dikarin bi Yehowa, Îsa û melekan re di îşê belavkirina mizgîne de hevkariyê bikin (2. Kor. 6:1). Wek Pawlos gotibû, kesên ku vî îşî dikin dibin hevalkarên Xwedê (1. Kor. 3:9). Ji xeynî vê, gava em diçin xizmetê, em dibin hevalkarên Îsa. Piştî ku Îsa emir dabû şagirtên xwe ku bila ew herin û mirovên ji hemû miletan bikin şagirt, wî got: “Ez ... bi we re me” (Met. 28:19, 20). Lê gelo rola melekan çi ye? Em dilşad in ku melek di îşê belavkirina mizgînê de rêberiya me dikin (Pey. 14:6).

15. Wek serpêhatiya Lîdyayê nîşan dide, Yehowa çawa piştgiriya xizmeta me dike?

15 Bi saya vê alîkariyê, em mizgîna Padîşahiyê diçînin, û hin toxim dikevin ser dilên hazir û mezin dibin (Met. 13:18, 23). Kî van toximên rastiyê mezin dike û berdar dike? Îsa gotibû ku tu kes nikare bibe şagirtê wî heta ku Xwedê wî nekişîne ba xwe (Yûh. 6:44). Mesela, Pawlosê şandî carekê li derveyî bajarê Filîpyayê mizgîn dabû çend jinikan. Yek ji wan, jinikeke bi navê Lîdya bû. Kitêba Pîroz di heqê wê de wisa dibêje: “Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin” (Kar. 16:13-15). Wek Lîdyayê, bi milyonan kesên din jî ji aliyê Yehowa ve hatine kişandin.

16. Ji bo serkeftinên xizmetê, kî hêjayî pesnan e?

16 Gava em di xizmetê de netîceyên baş distînin, gelo kî hêjayî pesnan e? Li nameya xwe ya ji civata Korîntê re, Pawlosê şandî cewaba vê pirsê da: “Min çand, Apolos av da; lê belê Xwedê mezin kir. Îcar ne yê ku çandiye û ne jî yê ku av daye tiştek e; lê belê Xwedê, yê ku mezin dike, girîng e” (1. Kor. 3:6, 7). Gava em di xizmeta xwe de serkeftî dibin, wê baş be ku em jî wek Pawlos her tim pesnê Yehowa bidin.

17. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em şikurdar in ji ber ku em hevalkarên Xwedê, Îsa û melekan in?

17 Ev yek ku em dikarin tevî Xwedê, Îsa Mesîh û melekan hevkariyê bikin, îmtiyazeke mezin e. Eger em ji bo vê îmtiyazê şikurdar in, emê çi ji destê me tê bikin ku mizgînê bidin mirovan. Em dikarin vêya bi gelek awayan bikin. Mesela, em dikarin mizgînê li cihên umûmî û “mal bi mal” belav bikin (Kar. 20:20). Wekî din, gelek mizgînvan fersendên din bi kar tînin ku dest bi sohbetan bikin. Gava sohbet baş diçe, ew bi zarşîrînî behsa mizgîna Padîşahiyê dikin.

(Li paragrafa 18an binêre) *

18-19. (a) Em çawa dikarin toximên rastiyê av bidin? (b) Yehowa çawa alî xwendekarekî Kitêba Pîroz kir?

18 Ji ber ku em hevalkarên Xwedê ne, gerek em hem toximên rastiyê biçînin hem jî wan av bidin. Gava kesek bi mizgînê eleqedar dibe, gerek em wî dîsa ziyaret bikin yan jî ji mizgînvanekî din re bibêjin ku ew vî kesî ziyaret bike. Armanca me gerek ev be ku bi kesên eleqedar re dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin. Gava em dibînin ku Yehowa alî xwendekarê me dike ku ew fikrên xwe biguherîne, em şa dibin.

19 Serpêhatiya birayekî li Afrîkaya Başûr, ê ku berê bi destê cindariyê şîfa dida mirovan, bîne ber çavê xwe. Wî ji tiştên ku ew di kursa Kitêba Pîroz de hîn dibûn, pir hez dikir. Lê belê, li wî zor dihat ku gotinên Kitêba Pîroz a li ser şêwirîna bi miriyan re qebûl bike (5. Mû. 18:10-12). Dîsa jî, wî hêdî hêdî îzin dida ku Xwedê fikrên wî biguherîne. Bi zeman re, wî dev ji îşê xwe berda. Birayê me, yê ku niha 60 salî ye, wisa dibêje: “Ez ji Şahidên Yehowa re pir şikurdar im ji ber ku wan di gelek waran de alî min kiriye. Mesela, wan alî min kiriye ku ez ji xwe re karekî nû bibînim. Ji her tiştî zêdetir ez ji Yehowa re şikurdar im ji ber ku wî alî min kiriye ku ez jiyana xwe biguherînim. Bi saya vê, ez bûme Şahidê Yehowa û mizgînê belav dikim.”

20. Gerek em ji bo çi şikurdar bin?

20 Li vê meqaleyê, me çar xezîneyên ku nayên dîtin anîn ber çavê xwe. Xezîneya herî mezin ev e ku Yehowa Dostê me ye. Bi saya vê dostaniyê, em dikarin xezîneyên din jî bi dest bixin: îmtiyaza duayê, alîkariya ruhê pîroz û ev yek ku gava em diçin xizmetê, Yehowa, Îsa Mesîh û melek alî me dikin. Bila em her ku diçe zêdetir qîmetê bidin van xezîneyên nedîtbar! Wekî din, bila em her tim ji Yehowa re şikur bikin ji ber ku ew bi me re dostiyê dike.

KILAM 145 Cineta Xwedêye Sozdayî

^ par. 5 Li meqaleya berê, me bala xwe dabû çend xezîneyên ji Xwedê, yên ku em dikarin bi çavên xwe bibînin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin xezîneyên ku nayên dîtin, û emê bibînin ku em çawa dikarin qîmetê bidin wan. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin şikurdariya xwe ya ji Yehowa re zêde bikin.

^ par. 58 RESIM: (1) Xwişkek li tebîetê dinêre û li ser dostaniya xwe ya bi Yehowa re kûr difikire.

^ par. 60 RESIM: (2) Xwişkek dixwaze ji jinikekê re behsa mizgînê bike. Ji bo vê, ew dua dike ku Yehowa cesaretê bide wê.

^ par. 62 RESIM: (3) Ruhê pîroz alî vê xwişkê dike ku ew bi mêrxasî mizgînê bide kesên ku ew rastî wan tê.

^ par. 64 RESIM: (4) Xwişka me tevî jinika ku wê di kafeyê de mizgîn dabû wê, kursa Kitêba Pîroz îdare dike. Ev xwişk bi alîkariya melekan îşê belavkirina mizgînê pêk tîne.