Here Naverokê

Here naverokê

Sernermî – Çima Bifeyde ye?

Sernermî – Çima Bifeyde ye?

Xwişkeke bi navê Sara * wisa dibêje: “Ez ji zaroktiya xwe ve fediyok im, û pir xwebawer nînim. Loma, gava mirovek bihêrs e yan jî bi zêdeyî xwebawer e, ez aciz dibim. Lê gava kesek sernerm yan dilnizm e, ez xwe rihet hîs dikim. Ez tenê ji kesên wisa re dikarim dilê xwe vekim û behsa hîs û fikrên xwe bikim. Hemû dostên min, mirovên sernerm û dilnizm in.”

Gotinên Sarayê nîşan didin ku sernermî li mirovan xweş tê. Wekî din, sernermî li Yehowa jî xweş tê. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em sernermiyê “li xwe bikin” (Kol. 3:12). Lê belê, sernermî çi ye? Îsa Mesîh ev sifat çawa eyan dikir? Sernermî çawa dikare jiyana me dilşadtir bike?

SERNERMÎ ÇI YE?

Sernermî bi hizûr û aştiyê ve girêdayî ye. Mirovekî sernerm ji kesên din re dilovan û nefsbiçûk e. Gava ew rastî tengasiyên jiyanê tê, ew xwegirtinê eyan dike û hizûra dilê xwe winda nake.

Wekî din, sernermî bi hêzê ve jî girêdayî ye. Bi zimanê Yewnanî, peyva “sernermî” ji bo hespekî beyanî, yê ku hatibû kedî kirin, dihat bi kar anîn. Hespê kedîkirî, hêza xwe winda nake, lê hîn dibe ku hêza xwe kontrol bike. Mîna vê, eger em sernermiyê eyan bikin, emê karibin xwestek û hîsên xwe kontrol bikin û bi kesên din re di aştiyê de bimînin.

Dibe ku em wisa bifikirin: “Ez bixwe yekî sernerm nînim.” Belê, ji ber ku mirovên derdorê bi zêdeyî bihêrs û bêsebir in, ji me re carinan zor tê ku em sernerm bibin (Rom. 7:19). Loma gerek em xîret bikin ku vî sifatî zêde bikin. Em dikarin bawer bin ku ruhê pîroz wê di vê yekê de alî me bike (Gal. 5:22, 23). Gelo feydeya zêdekirina vî sifatî çi ye?

Sernermî li kesên din xweş tê. Gava em tevî kesên sernerm wext derbas dikin, em jî wek xwişka me Sarayê xwe rihet hîs dikin. Îsa Mesîh yekî sernerm û dilovan e, û ew di vê yekê de ji me re emsaleke pir baş e (2. Kor. 10:1). Zarokên ku ew nas nedikir jî bi rihetî diçûn ba wî (Mar. 10:13-16).

Sernermî hem ji bo me hem jî ji bo kesên din bifeyde ye. Eger em sernerm bin, emê zû zû dilteng nebin û hêrs nekevin (Mtl. 16:32). Kesên ku zû hêrs dikevin carinan dilê kesên din diêşînin û paşê jî poşman dibin. Eger em sernerm bin, emê nekevin halekî wisa. Belê, eger em gotin û kirinên xwe kontrol bikin, ev yek wê ji bo her kesî bifeyde bibe.

EMSALA BÊQISÛR A SERNERMIYÊ

Îsa Mesîh her çi qas pir mijûl bû jî, wî her tim sernermî eyan dikir. Gelek mirovên li wê demê bargiran û westiyayî bûn, û ew hewceyî dilrihetiyê bûn. Bêguman, wan ji van gotinên Îsa teşwîq distend: “Werin ba min, ... çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im” (Met. 11:28, 29).

Gelo em çawa dikarin sernermiya Îsa ji xwe re bikin emsal? Bi saya xwendina Kitêba Pîroz, em dielimin ku Îsa çawa bi mirovan re bû û wî çi dikir gava ew rastî tengasiyan dihat. Loma, gava sernermiya me tê ceribandin, em xîret dikin ku vî sifatî wek Îsa eyan bikin (1. Ptr. 2:21). Ka bala xwe bide sê tiştan ku alî Îsa dikir ku ew sernerm bibe.

Îsa yekî dilnizm bû. Îsa digot ku ew “nerm û ji dil nefsbiçûk” e (Met. 11:29). Ji ber ku sernermî bi dilnizmiyê ve girêdayî ye, Kitêba Pîroz van du sifatan bi hev re bi kar tîne (Ef. 4:1-3). Gelo çawa?

Dilnizmî alî me dike ku em seba gotinên kesên din zû zû nexeyîdin. Gava mirovan Îsa sûcdar dikir û ji wî re digot “xwera û serxweş”, gelo ew çi dikir? Îsa aciz nedibû, lê bi hal û hereketên xwe îsbat dikir ku “hîkmet bi kirinên xwe eyan dibe” (Met. 11:19, WDN).

Eger kesek bêhemdî li ser kok, milet yan cinsiyeta te tiştekî nebaş bibêje, xîret bike ku tu sernermiyê eyan bikî. Li Afrîkayê Başûr, kalekî civatê yê bi navê Peter wisa dibêje: “Gava ez seba gotinên kesekî aciz dibim, ez ji xwe dipirsim, ‘Gelo Îsa wê çi bikira?’ Belê, ez hîn bûm ku gerek ez xwe bi zêdeyî muhîm nebînim.”

Îsa dizanibû ku mirov biqisûr in. Belê, niyeta şagirtên Îsa baş bû, lê ji ber ku ew qisûrdar bûn, wan carinan şaşî dikirin. Mesela, şeva berî mirina Îsa, wî ji şandiyên xwe Petrûs, Aqûb û Yûhenna re got ku bila ew tevî wî hişyar bimînin, lê ew çend caran ketin xewê. Îsa fehm kir ku “ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e” (Met. 26:40, 41). Ji ber ku Îsa dizanibû ku şandiyên wî mirovên biqisûr in, ew bi wan hêrs nediket.

Xwişkeke bi navê Mandy her tim bala xwe dida qisûrên kesên din. Lê niha, ew êdî xîret dike ku sernermiya Îsa ji xwe re emsal bigire. Mandy wisa dibêje: “Ez dikim bîra xwe ku her kes biqisûr e, û ez xîret dikim ku wek Yehowa di mirovan de tiştên baş bibînim.” Gelo tu jî dikarî wek Îsa ji mirovan re dilovan bî û sernermiyê eyan bikî?

Îsa xwe dispart Yehowa. Gava Îsa li dinyayê bû, ew rastî neheqiyê dihat. Mirovan ew fehm nedikir, kêm didît û lê îşkence kir. Lê belê, Îsa her tim sernermî eyan dikir, ji ber ku “wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike” (1. Ptr. 2:23). Îsa dizanibû ku Xwedê wê alî wî bike ku ew sebat bike û di wexta xwe de dijminên wî ceza bike.

Eger em rastî neheqiyê bên û ji bo vê hêrs bikevin, ev yek dikare halê me xerabtir bike. Loma Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne” (Aqûb 1:20). Eger sebeb hebe jî ku em hêrs bikevin, qisûrdariya me dikare ser hereketên me xerab tesîr bike.

Xwişkeke bi navê Cathy berê wisa difikirî: “Eger tu pişta xwe negirî, tu kes wê vêya neke.” Lê gava Cathy’yê xwe spart Yehowa, nêrîna wê hat guhertin. Ew wisa dibêje: “Êdî ne lazim e ku ez her tim xwe biparêzim. Niha, ez bi sernermî hereket dikim, çimkî ez bawer im ku Yehowa wê her tiştî di wexta xwe de serrast bike.” Eger tu rastî neheqiyê hatibî, wê baş be ku tu wek Îsa xwe bispêrî Yehowa ku tu karibî sernermiyê xwedî bikî.

“XWEZÎ BI WAN ÊN KU NEFSBIÇÛK IN”

Gava em tên ceribandin, sernermî çawa dikare alî me bike?

Ji gotinên Îsa em fehm dikin ku sernermî ji bo dilşadiya me pir muhîm e. Wî wisa got: “Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in” (Met. 5:5). Hin feydeyên sernermiyê çi ne?

Sernermî problemên zewacê siviktir dike. Birayekî bi navê Robert wisa dibêje: “Min bêhemdî gelek peyvên sert ji jina xwe re digotin. Lê belê, piştî ku te ji hêrsa xwe tiştekî xerab gotiye, tu êdî nikarî van gotinan vegerînî. Gava ez dibînim ku gotinên min çi qas êş daye jina min, dilê min dişewite.”

“Em hemû di gelek tiştan de diterpilin” (Aqûb 3:2). Belê, bi gotinên bêhemdî em dikarin hizûra zewacê xera bikin. Sernermî hem di zewacê de hem jî di rewşên din de alî me dike ku em sakîn bimînin û zimanê xwe kontrol bikin (Mtl. 17:27).

Robert pir xîret dikir ku xwegirtina xwe zêde bike. Gelo netîce bû çi? Ew wisa dibêje: “Gava di nav min û jina min de meseleyek derdikeve, ez êdî xîret dikim ku rind guh bidim wê, bi nermî bipeyivim û dilteng nebim. Bi saya vê, zewaca me xurttir bûye.”

Sernermî alî me dike ku em bi kesên din re di aştiyê de bin. Kesên ku zû dixeyidin, hevalên xwe zû winda dikin. Lê belê, bi saya sernermiyê, emê karibin “hevgirêdana aştiyê biparêzin” (Ef. 4:2, 3). Cathy wisa dibêje: “Şexsiyeta mirovan nerm yan giran be jî, sernemî alî min dike ku eleqeya min bi her kesî re baştir be.”

Sernermî hizûrê tîne meydanê. Li gor Kitêba Pîroz “şehrezayiya [hîkmeta] ku ji jor e” bi sernermî û aştîheziyê ve girêdayî ye (Aqûb 3:13, 17). Mirovê sernerm xwediyê dilekî bihizûr e (Mtl. 14:30). Martin, ê ku pir xîret kiriye ku bibe yekî sernerm, wisa dibêje: “Ez êdî wek berê serhişk nînim û nêrîna kesên din dikim hesabê. Ev yek hizûr û dilşadiyê dide min.”

Belê, pir xîret lazim e ku em bibin mirovên sernerm. Birayek wisa dibêje: “Bi rastî bibêjim, carinan ez ji hêrsê di hundirê xwe de dikelim.” Lê belê, madem ku Yehowa me teşwîq dike ku em sernermiyê bi pêş bixin, ewê bêguman alî me bike ku em bi ser bikevin (Îşa. 41:10; 1. Tîm. 6:11). Ew dikare me perwerde bike û “xurt bike” (1. Ptr. 5:10). Bi zeman re, emê jî karibin wek Pawlosê şandî “nermî û keremdariya Mesîh” ji xwe re emsal bigirin (2. Kor. 10:1).

^ par. 2 Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.