MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22
Bila Hîkmeta Xwedê Roj bi Roj Rêberiya Me Bike
“Yehowa hîkmetê dide” (METHELOKÊN SILÊMAN 2:6, NWT).
KILAM 89 Guh Bide û Guhdar Be
PÊŞGOTIN *
1. Em çima hewceyî hîkmeta Xwedê ne? (Methelokên Silêman 4:7)
GAVA lazim e ku em qerareke muhîm bidin, ma em dua nakin ku bila Xwedê hîkmetê bide me? (Aqûb 1:5). Hîkmet bi rastî jî tiştekî pir biqîmet e. Silêman Padîşah wisa nivîsî: “Hîkmet tiştê herî muhîm e, loma hîkmetê bi dest bixe. Tevî her tiştê ku tu bi dest dixî, fehmdariyê jî bi dest bixe” (Methelokên Silêman 4:7, NWT). Li vê ayetê, Silêman behsa hîkmeta dinyayê nedikir. Wî behsa hîkmeta ku ji Yehowa tê dikir (Methelokên Silêman 2:6). Gelo hîkmeta Xwedê dikare alî me bike ku em problemên îroyîn safî bikin? Helbet!
2. Em çawa dikarin hîkmeta rastîn bi dest bixin?
2 Ji bo ku em hîkmeta rastîn bi dest bixin, wê baş be ku em gotinên du kesên ku hîkmeta wan bi nav û deng bû, lêkolîn bikin û bixebitînin. A yekê, emê bala xwe bidin gotinên Silêman Padîşah. Li gor Kitêba Pîroz, “Xwedê bi zêdeyî hîkmet û serwextî da Silêman” (1. Qiralan 4:29, NWT). A diduyan, emê bala xwe bidin gotinên Îsa Mesîh, ê ku hîkmeta wî bêemsal bû (Metta 12:42). Di heqê Îsa Mesîh de ji berê ve wisa hatibû gotin: “Ruhê Yehowa wê li ser wî be, ruhê hîkmet û fehmdariyê” (Îşaya 11:2, NWT).
3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?
3 Bi saya hîkmeta ku wan ji Xwedê standibû, hem Silêman Padîşah hem Îsa Mesîh di gelek waran de şîretên bifeyde dan. Li vê meqaleyê, emê bi xisûsî bala xwe bidin van sê waran: Gerek em li pere, li kar û li xwe çawa binêrin?
GEREK EM LI PERE ÇAWA BINÊRIN?
4. Hal û rewşa Silêman Padîşah çawa ji ya Îsa Mesîh cuda bû?
4 Rewşa madî ya Silêman Padîşah û ya Îsa Mesîh ji hev cuda bû. Silêman di nav dewlemendiyê de dijiya, lê mal û milkê Îsa Mesîh tune bû (1. Qiralan 10:7, 14, 15; Metta 8:20). Dîsa jî, ji ber ku her diduyan hîkmeta xwe ji Yehowa Xwedê standibû, nêrîna wan a li ser tiştên madî maqûl bû.
5. Silêman li pere çawa dinêrî?
5 Silêman Padîşah qebûl dikir ku pere dikare me biparêze (Waiz 7:12). Bi saya pere, em dikarin hewcedariyên jiyanê tedarek bikin û belkî hin xwestekên xwe jî pêk bînin. Lê belê, Silêman her çi qas dewlemend bû jî, wî fehm dikir ku pere tiştê herî muhîm nîne. Mesela, wî got: “Navê qenc ji serweta mezin ... ewletir e” (Methelokên Silêman 22:1). Wekî din, Silêman didît ku gelek însanên ku ji pere hez dikin bi tiştên ku di destê wan de hene, razî nînin (Waiz 5:10, 12). Wî got ku gerek mirov xwe bi temamî nespêre pere, çimkî pere dikare zû ‘bifire’ (Methelokên Silêman 23:4, 5).
6. Îsa Mesîh li tiştên madî çawa dinêrî? (Metta 6:31-33)
6 Gelo Îsa Mesîh çawa li tiştên madî dinêrî? Wî ji xwarin û vexwarinê kêf distand (Lûqa 19:2, 6, 7). Carekê, wî şerabeke xweş çêkir. Bi ser de, ev yek mucîzeya wî ya pêşîn bû (Yûhenna 2:10, 11). Li roja mirina wî jî, wî kincekî biha li xwe kiribû (Yûhenna 19:23, 24). Lê belê, Îsa Mesîh herî zêde bala xwe nedida tiştên madî. Wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike ... . Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Metta 6:24). Îsa Mesîh got ku eger em berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê bigerin, Yehowa wê hewcedariyên me yên madî tedarek bike (Metta 6:31-33 bixwîne).
7. Birayekî ji nêrîna rast a li ser pere çawa feyde dîtiye?
7 Di warê pere de, gelek xwişk û birayên me ji hîkmeta Xwedê feyde dîtiye. Ka bala xwe bide mîsala birayekî azib ê bi navê Daniel. Ew dibêje: “Gava ku ez ciwan bûm, min qerar dabû ku ezê di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bidim xizmeta ji Yehowa re.” Ji ber ku ew jiyaneke sade dajo, fersenda wî heye ku wext û hunerên xwe ji bo projeyên teşkîlatê bi kar bîne. Ew dibêje: “Bi rastî jî, ez tu caran ji qerara xwe poşman nebûme. Eger min herî zêde bala xwe bidaya mal û milk, minê helbet bikaribûya zehf pere qezenc bikira. Lê eger min wisa bikira, minê dostên xwe yên hêja nas nekirana, û minê bextewariya ku ji xizmeta Yehowa tê, nestanda. Belê, pere wê tu caran nikaribûya cihê bereketên ku min ji Yehowa standine, bigirta.” Xuya ye ku eger em herî zêde ne bi qezenckirina pere, lê bi xizmeta Yehowa mijûl bin, emê zêdetir feydeyê bibînin.
GEREK EM LI KARÊ XWE ÇAWA BINÊRIN?
8. Silêman li karê xwe çawa dinêrî? (Waiz 5:18, 19)
8 Silêman Padîşah kêfa ku em dikarin ji keda xwe bistînin, wek “dayîna Xwedê” bi nav kir (Waiz 5:18, 19 bixwîne). Wî wisa nivîsî: “Her ked qezencê tîne” (Methelokên Silêman 14:23). Silêman Padîşah rastiya van gotinan bi çavê xwe dîtibû. Wî mal ava kiribûn, rez û bax çandibûn, hewz çêkiribûn û heta çend bajar jî ava kiribûn (1. Qiralan 9:19; Waiz 2:4-6). Ev yek bi rastî jî xebateke mezin bû, û Silêman bê şik ji keda xwe kêf distand. Lê belê, Silêman dizanibû ku ji bo bextewariya rastîn, ev yek ne bes e. Loma, ji xeynî van îşan, wî ji bo Yehowa jî gelek tişt kirin. Mesela, wî perestgeha Yehowa ava kir. Vê projeya mezin heft sal kişandin (1. Qiralan 6:38; 9:1). Piştî ku Silêman Padîşah karên cur bi cur kiribûn, wî rind fehm kir ku xizmeta ji Yehowa re tiştê herî muhîm e. Wî wisa nivîsî: “Encam ev e: Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire” (Waiz 12:13, Mizgînî).
9. Îsa Mesîh çawa di warê kar de terazdar bû?
9 Îsa Mesîh yekî jîr û jêhatî bû. Di ciwantiya xwe de, ew wek xerat dixebitî (Marqos 6:3). Ji bo dê û bavê wî ne hêsan bû ku debara malbatê bikin, û wan bê şik qîmet dida alîkariya wî. Bi ser de, ji ber ku Îsa însanekî bêqisûr bû, mişteriyên wî bê şik ji karê wî razî dibûn. Bi îhtimaleke mezin, Îsa ji karê xwe kêf distand. Dîsa jî, gava ku Îsa hê wek xerat dixebitî, wî ji bo xizmeta Yehowa jî wext vediqetand (Yûhenna 7:15). Paşê, piştî ku ew bû xizmetkarekî tamrojî, wî ji guhdarên xwe re wisa got: “Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin” (Yûhenna 6:27). Li Weaza li ser Çiyê, Îsa Mesîh wisa got: “Ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin” (Metta 6:20).
10. Karkerên jîr û jêhatî carinan rastî çi problemê tên?
10 Hîkmeta ku ji Yehowa Xwedê tê alî me dike ku em di warê karkirinê de terazdar bin. Kitêba Pîroz dibêje ku bila em bi dil û can kar bikin (Efesî 4:28). Gelek patron xîret û duristiya me dibînin û qîmetê didin karê me. Îcar em belkî bifikirin ku eger em zêdetir bixebitin, patron wê hê jî zêdetir qedrê Şahidên Yehowa bigire. Lê belê, ev yek dikare bibe sebeb ku em mesûliyetên malbatê û xizmeta Yehowa Xwedê îhmal bikin. Eger wisa be, lazim e ku em rewşa xwe biguherînin û terazdartir bin.
11. Birayekî di heqê terazdarbûnê de çi ders stand?
11 Birayekî ciwan ê bi navê William bi çavê xwe dîtiye ku çi qas muhîm e ku mirov di warê kar de terazdar be. William li ser rîspiyekî ku berê patronê wî bû, wisa dibêje: “[Ev bira] ji aliyê kar ve bi rastî jî mîsaleke baş e. Ew bi dil û can dixebite, û mişteriyên wî ji wî hez dikin, çimkî karê wî pir baş e. Lê serê êvarê, gava ku îşê wî xelas dibe, ew diçe malê û bi temamî bala xwe dide malbata xwe û xizmeta Yehowa. Ew bi rastî jî mirovekî pir dilşad e.” *
GEREK EM LI XWE ÇAWA BINÊRIN?
12. Nêrîna Silêman a li ser xwe çawa di serî de terazdar bû, lê paşê çi qewimî?
12 Heta ku Silêman Padîşah bi dilsozî ji Yehowa Xwedê re xizmet dikir, nêrîna wî ya li ser xwe terazdar bû. Di xortaniya xwe de, wî sînorên xwe bi dilnizmî qebûl kir û ji Yehowa rêberî xwest (1. Qiralan 3:7-9). Gava Silêman nû dest bi padîşahiyê kiribû, wî dizanibû ku pozbilindî xisûsiyeteke çi qas bitalûke ye. Wî nivîsî: “Pey nefsmeziniyê perîşanî tê û pey pozbilindiyê kambaxî” (Methelokên Silêman 16:18, Methelokên Hezretê Silêman). Çi heyf e ku paşê, Silêman li gor şîreta xwe hereket nekir. Piştî ku ew bi çend salan wek padîşah hukim ajotibû, wî qanûnên Yehowa bi quretî avêt pişt guhê xwe. Mesela, yek ji van qanûnan ev bû ku gerek padîşah “bona ku dilê wî çewt nebe, dê bona xwe jinan zêde neke” (5. Mûsa 17:17). Silêman guh neda vê qanûnê û ji xwe re 700 jin û 300 cariye anîn. Bi ser de, gelek ji van jinan kesên pûtperest bûn (1. Qiralan 11:1-3). Silêman belkî difikirî ku her tişt di bin kontrola wî de ye. Lê belê, bi zeman re, ew ji Yehowa dûr ket û rastî netîceyên xerab hat (1. Qiralan 11:9-13).
13. Îsa Mesîh yekî çawa bû, û ji vê em dikarin çi dersê bistînin?
13 Nêrîna Îsa Mesîh a li ser xwe terazdar û dilnizm bû. Berî ku ew hat dinyayê, wî di xizmeta Yehowa de gelek tiştên xweş kiribûn. Bi destê Îsa Mesîh, “hemû tiştên li erdê û li ezmanan ... hatin afirandin” (Kolosî 1:16). Wisa tê fehmkirin ku gava Îsa Mesîh bin av bû, tiştên ku wî tevî Bavê xwe kiribû hatin bîra wî (Metta 3:16; Yûhenna 17:5). Dîsa jî, Îsa Mesîh xwe qure nekir. Wî xwe tu caran ji kesên din bilindtir nedigirt. Carekê, wî ji şagirtên xwe re got ku ew nehatiye dinyayê “ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Metta 20:28). Wekî din, Îsa Mesîh bi dilnizmî qebûl dikir ku ew “nikare tiştekî ji ber xwe bike” (Yûhenna 5:19). Belê, Îsa Mesîh yekî pir dilnizm bû, û wê baş be ku em wî ji xwe re emsal bigirin.
14. Îsa Mesîh çawa nîşan da ku gerek em li xwe çawa binêrin?
14 Îsa Mesîh şagirtên xwe dielimandin ku bila nêrîna wan a li ser xwe terazdar be. Carekê, wî ji wan re wisa got: “Mûyên serê we jî hemû hejmartî ne” (Metta 10:30). Ev ayet dilê me rihet dike, bi xisûsî eger xwebaweriya me kêm e, çimkî ew nîşan dide ku Bavê meyî ezmanî xema me dixwe û qîmetê dide me. Madem ku Yehowa Xwedê îznê dide ku em ji wî re îbadetê bikin û dixwaze jiyana bêdawî bide me, gerek em nefikirin ku ev qerara wî şaş e.
15. (a) Gerek em li xwe çawa binêrin? (b) Wek resmên li rûpela 24an nîşan didin, çima muhîm e ku em bi zêdeyî ji xwe hez nekin?
15 Weke 15 sal berê, kovareke me wisa gotibû: “Helbet lazim e ku em xwe bi zêdeyî mezin nebînin û xwe qure nekin. Ji aliyê din ve, gerek em nefikirin ku em tu tişt nînin. Lazim e ku em bi awayekî maqûl li xwe binêrin û hem xisûsiyetên xwe yên baş hem jî kêmasiyên xwe bizanibin. Xwişkekê wisa gotibû: ‘Ez ne mirovê herî xerab im ne jî mirovê herî baş im. Mîna her kesî, aliyên min ên qewî û aliyên min ên sist hene.’” * Belê, pir muhîm e ku em bi awayekî terazdar li xwe binêrin.
16. Yehowa çima rêberiya me dike?
16 Yehowa bi destê Peyva xwe hîkmetê dide me û rêberiya me dike. Ew ji me hez dike û dixwaze ku em dilşad bin (Îşaya 48:17, 18). Riya herî bihîkmet – yanî riya ku bextewariya herî mezin tîne – ev e ku em berî her tiştî bala xwe bidin xizmeta Yehowa. Bi vî awayî, em dikarin xwe ji gelek problemên ku kesên ku bi zêdeyî ji pere, ji karê xwe yan ji xwe hez dikin gelek caran rastî wan tên, biparêzin. Bila em her tim bihîkmet bin û dilê Yehowa şa bikin! (Methelokên Silêman 23:15).
KILAM 94 Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in
^ Silêman Padîşah û Îsa Mesîh mirovên pir bihîkmet bûn. Çavkaniya hîkmeta wan, Yehowa Xwedê bû. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku li gor şîretên îlhamkirî yên Silêman Padîşah û Îsa Mesîh, gerek em çawa li pere, li kar û li xwe binêrin. Wekî din, emê bibînin ku hin xwişk û birayên me di van waran de çawa ji şîretên Kitêba Pîroz feyde dîtiye.
^ Li meqaleya “Çawa ji Xebata Xwe Şabûnê Bistînin” binêre (Birca Qerewiliyê, 1 Sibat 2015; bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê).
^ Li meqaleya “Kitêba Pîroz Dikare Alî Te Bike ku Tu Dilxweş Bî” binêre (The Watchtower, 1 Tebax 2005; bi zimanê Îngilîzî).
^ RESIM: Du birayên ciwan ên bi navên John û Tom di eynî civatê de ne. John bi zêdeyî wexta xwe bi erebeya xwe derbas dike. Tom kesên din bi erebeya xwe dibe xizmet û civînan.
^ RESIM: John dirêj dirêj dixebite, çimkî ew dixwaze ku patron ji wî razî be. Loma, gava patron ji wî re dibêje ku bila ew êvarê jî bixebite, John vêya qebûl dike. Wê êvarê, Tom, ê ku alîkarê xizmetê ye, tevî rîspiyekî diçe ziyareteke şivantiyê. Tom jixwe ji patronê xwe re gotibû ku ew li hin êvaran bi îbadeta Yehowa mijûl e û nikare êvarê bixebite.
^ RESIM: John herî zêde ji xwe hez dike. Tom berî her tiştî bala xwe dide dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Li dema ku ew di îşê tamîrkirina Salona Komcivînan dixebite, ew ji xwe re gelek hevalên nû dibîne.