Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 23

Dê û Bavno – Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin

Dê û Bavno – Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin

“Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike” (METTA 22:37).

KILAM 134 Zarok Emaneteke ji Xwedê ne

PÊŞGOTIN *

1-2. Gava şertên me diguherin, hin prensîpên Kitêba Pîroz çima ji bo me hê jî manedar dibin?

 LI ROJA dawetê, bûk û zava bi dîqat guh didin gotara zewacê. Ayetên ku gotar behsa wan dike helbet ji wan re nas in. Dîsa jî, ji wê rojê û pê ve, ev ayet ji bo wan hê jî manedar in. Gelo çima? Çimkî êdî lazim e ku ew wek jin û mêr li gor van prensîpan bijîn.

2 Gava ku jin û mêr dibin dê û bav, hal eynî ye. Bi salan, dibe ku wan guh dabû gelek gotarên li ser mijara mezinkirina zarokan. Lê belê, niha prensîpên ku wan berê bihîstibûn ji bo wan hê jî manedar in, çimkî ew êdî bûne dê û bav. Çi mesûliyeteke mezin! Belê, gava şertên me diguherin, hin ayet dikarin ji bo me hê manedar bibin. Ji ber vê yekê, çawa ku ji padîşahên Îsraêlê re hatibû gotin, xizmetkarên Yehowa jî Nivîsarên Pîroz “di hemûya rojên jiyana xwe de” dixwînin û li ser wan kûr difikirin (5. Mûsa 17:19).

3. Li vê meqaleyê, emê li ser çi xeber bidin?

3 Dê û bavno, ev yek ku hûn dikarin zarokên xwe di heqê Yehowa de hîn bikin, îmtiyazeke pir mezin e! Helbet ne bes e ku hûn di heqê Yehowa de melûmatê bidin wan; gerek hûn alî wan bikin ku ew ji Xwedê ji dil hez bikin. Gelo hûn çawa dikarin hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar prensîpên ji Kitêba Pîroz, ên ku dikarin alî we bikin (2. Tîmotêyos 3:16). Wekî din, emê bibînin ku hin dê û bavan ji şîretên Kitêba Pîroz çawa feyde dîtiye.

ÇAR PRENSÎPÊN KU DIKARIN ALÎ DÊ Û BAVAN BIKIN

Eger hûn her gav li rêberiya Yehowa bigerin û ji zarokên xwe re bibin emsalên baş, ev yek wê li ser zarokan çawa tesîr bike? (Li paragrafên 4 û 8an binêrin)

4. Çi dikare alî dê û bavan bike ku ew hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe? (Aqûb 1:5)

4 Prensîp 1: Li rêberiya Yehowa bigerin. Ji Yehowa hîkmetê bixwazin, da ku hûn karibin alî zarokên xwe bikin ku ew ji wî hez bikin (Aqûb 1:5 bixwîne). Şîretên herî baş ji Yehowa Xwedê tên. Em vêya ji ku dizanin? A yekê, ji ber ku Yehowa “kaniya jiyanê” ye, ew bavê herî bitecrûbe ye (Zebûr 36:9). A diduyan, şîretên wî her tim ji bo me bifeyde ne (Îşaya 48:17).

5. (a) Teşkîlata Yehowa çawa alî dê û bavan dike? (b) Hûn ji vê yekê ku dê û bavê li vîdeoyê zarokên xwe çawa mezin kirin, çi hîn bûne?

5 Bi destê Peyva xwe û teşkîlata xwe, Yehowa têr û tije xwarina ruhî tedarek dike. Ev malzeme dikare alî we bike ku hûn hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe (Metta 24:45). Meqaleyên ku li weşanên me û li malpera me hatine weşandin bala dê û bavan dikişînin ser gelek şîretên bifeyde. Wekî din, serpêhatî û senaryoyên ku li vîdeoyên li ser jw.org tên nîşandayîn dikarin alî dê û bavan bikin ku ew zarokên xwe li gor rêberiya Yehowa mezin bikin * (Methelokên Silêman 2:4-6).

6. Bavek di heqê rêberiya Yehowa de çi difikire?

6 Gelek dê û bav ji bo alîkariya ku Yehowa bi destê teşkîlata xwe dide wan, pir şikurdar in. Bavekî bi navê Joe dibêje: “Qet hêsan nîne ku em sê zarokên xwe di riya rastiyê de mezin bikin. Ez û jina min, em her gav dua dikin ku bila Yehowa alî me bike. Gelek caran, meqale yan vîdeoyek tam di wextê de derdikeve û alî me dike ku em problema xwe safî bikin. Em xwe her tim dispêrin rêberiya Yehowa.” Joe û jina wî dîtiye ku meqale û vîdeoyên wisa alî zarokên wan dikin ku ew nêzîktirî Yehowa Xwedê bibin.

7. Çima lazim e ku dê û bav bibin emsalên baş? (Romayî 2:21)

7 Prensîp 2: Bi hal û hereketên xwe ji zarokên xwe re bibin emsal. Zarok çav didin dê û bavê xwe û gelek caran mîna wan dikin. Dê û bavekî kamil helbet tune (Romayî 3:23). Dîsa jî, wê baş be ku dê û bav çi ji destê wan tê bikin ku ji zarokên xwe re bibin emsalên baş (Romayî 2:21 bixwîne). Bavek di heqê zarokan de wisa dibêje: “Wek singêr, ew her tiştî dikişînin xwe. Eger em tiştên ku em ji wan re hîn dikin nekin, ewê vêya hemen bidin rûyê me.” Loma, madem ku em dixwazin ku zarokên me ji Yehowa hez bikin, gerek em jî ji Yehowa qayim hez bikin, û gerek zarokên me vêya bibînin.

8-9. Hûn ji gotinên Andrew û Emmayê çi dersê distînin?

8 Dê û bav dikarin zarokên xwe bi cure cure awayan hîn bikin, da ku ew ji Yehowa hez bikin. Birayekî 17 salî yê bi navê Andrew wisa dibêje: “Dê û bavê me her tim rêyî me dida ku dua çi qas muhîm e. Her êvar, eger min jixwe dua kiriba jî, bavê me dîsa bi min re dua dikir. Dê û bavê me her tim ji me re digot: ‘Hûn kengê bixwazin, hûn dikarin bi Yehowa re xeber bidin.’ Ji ber vê yekê, ez qîmeta duakirinê rind dizanim, û ez bi rihetî ji Yehowa re dua dikim û wî wek Bavekî dilovan dibînim.” Dê û bavno, ji bîr nekin ku ev yek ku hûn ji Yehowa Xwedê çi qas hez dikin dikare li ser zarokên we tesîr bike.

9 Serpêhatiya Emmayê jî bînin ber çavê xwe. Gava bavê wê terka malbatê kir û çû, deynekî mezin li ser stûyê diya wê ma. Emma dibêje: “Diya min ji aliyê ekonomîk ve gelek caran diket tengasiyê, lê wê her tim digot ku Yehowa xema xizmetkarên xwe dixwe û hewcedariyên wan tedarek dike. Hal û hereketên wê nîşan dida ku wê xwe dispart Yehowa. Diya min bi rastî jî li gor tiştên ku wê ji me re digot, dijiya.” Ev serpêhatî nîşan dide ku eger problem hebin jî, dê û bav dikarin ji zarokên xwe re bibin emsal (Galatî 6:9).

10. Li demên berê, çi fersendên dê û bavên Îsraêlî hebûn ku bi zarokên xwe re sohbetê bikin? (5. Mûsa 6:6, 7)

10 Prensîp 3: Her gav bi zarokên xwe re sohbetê bikin. Li demên berê, Yehowa ji xizmetkarên xwe re gotibû ku bila ew ji zarokên xwe re bi dewamî behsa wî bikin (5. Mûsa 6:6, 7 bixwîne). Li sibehê heta êvarê, gelek fersend diket destê dê û bavên Îsraêlî ku ew bi zarokên xwe re sohbetê bikin û hezkirina Yehowa têxin dilê wan. Mesela, gedeyekî Îsraêlî belkî bi saetan tevî bavê xwe li zeviyan dixebitî. Keçikeke Îsraêlî belkî di çêkirina kincan de û di îşên malê de alî diya xwe dikir. Gava dê û bav tevî zarokên xwe dixebitîn, wan dikaribû di heqê gelek mijarên muhîm de sohbet bikira. Mesela, wan dikaribû li ser qenciya Yehowa û li ser vê yekê ku Yehowa çawa alî malbatê dike, xeber bidaya.

11. Dê û bav kengê dikarin bi zarokên xwe re sohbetê bikin?

11 Dem û dewran êdî zivirîne. Li gelek welatan, dê û bav diçin karê xwe û zarok diçin mektebê, loma ew nikarin bi hev re pir wextê derbas bikin. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku dê û bav li fersendan bigerin ku bi zarokên xwe re sohbetê bikin (Efesî 5:15, 16; Filîpî 1:10). Ji bo vê, îbadeta malbatê fersendeke pir baş e. Birayekî ciwan ê bi navê Alexander wisa dibêje: “Bavê min her tim ji bo îbadeta malbatê plan çêdike, û ew îznê nade ku tiştek ji vê bernameyê re bibe asteng. Piştî lêkolînê, em bi hev re rûdinin û sohbetê dikin.”

12. Li dema îbadeta malbatê, gerek serê malbatê çi ji bîr neke?

12 Gelo serê malbatê dikare çi bike ku zarok ji îbadeta malbatê zêdetir kêfê bistînin? Mesela, eger hûn kitêba nû ya bi navê Heta bi Hetayê Dilşad Be! bi zarokên xwe re lêkolîn bikin, gelek fersendên we wê hebin ku bi zarokên xwe re sohbetê bikin. Madem ku hûn dixwazin ku zarokên we dilê xwe ji we re vekin, li dema îbadeta malbatê li wan hêrs nekevin û wan rexne nekin. Wekî din, eger hin nêrînên zarokên we ne li gor prensîpên Kitêba Pîroz bin jî, bi sertî bersivê nedin, lê şa bin ku ew fikrên xwe bi duristî tînin zimên. Ji bo ku hûn karibin alî zarokên xwe bikin, gerek hûn zanibin ku ew çi difikirin, loma îznê bidin ku ew bi serbestî xeber bidin.

Dê û bav çawa dikarin bi destê tebîetê bala zarokên xwe bikişînin ser sifetên Yehowa? (Li paragrafa 13an binêrin)

13. Ji xeynî îbadeta malbatê, dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew nêzîktirî Yehowa bibin?

13 Dê û bavno, di hundirê rojê de li fersendan bigerin ku alî zarokên xwe bikin ku ew nêzîktirî Yehowa bibin. Ji bo ku hûn ji wan re behsa Xwedayê meyî dilovan bikin, ne lazim e ku hûn bi awayekî resmî rûnin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Ka binêrin ku dayikeke bi navê Lisa çi dibêje: “Me rêyî zarokan dida ku tebîet çawa bala me dikişîne ser Yehowa. Mesela, gava zarok li hereketên kûçikê me dikeniyan, me digot ku ev yek nîşan dide ku mîna me, Xwedê jî ji henekan û ji jiyanê hez dike.”

Dê û bavno, gelo hûn hevalên zarokên xwe nas dikin? (Li paragrafa 14an binêrin) *

14. Dê û bav çima gerek alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin? (Methelokên Silêman 13:20)

14 Prensîp 4: Alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Peyva Xwedê zelal dike ku hevalên me dikarin li ser me baş yan xerab tesîr bikin: “Yê ku bi zaniyaran ve rûdine û radibe, dibe zaniyar; lê belê yê ku bi bêaqilan ve dibe heval, dixesire [zerarê dibîne]” (Methelokên Silêman 13:20). Dê û bavno, gelo hûn hevalên zarokên xwe nas dikin? Gelo we ew dîtine û bi wan re wext derbas kiriye? Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bikin? (1. Korîntî 15:33). Belkî hûn dikarin gazî hin kesên ku ji aliyê ruhî ve qewî ne bikin ku ew bi malbata we re wextê derbas bikin (Zebûr 119:63).

15. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin?

15 Serpêhatiya bavekî bi navê Tony bînin ber çavê xwe. Gelo wî û jina wî çawa alî zarokên xwe kir ku ew ji xwe re hevalên baş hilbijêrin? Ew dibêje: “Bi salan, ez û jina min, me ji xwe re kiriye adet ku cure cure xwişk û birayên ciwan û extiyar gazî mala xwe bikin. Em bi wan re xwarinê dixwin û îbadeta malbatê derbas dikin. Bi vî şeklî, em kesên ku ji Yehowa hez dikin û bi dilxweşî ji wî re xizmet dikin, nas dikin. Em pir şa ne ku nazirên herêmê, mizgînvanên wezîfedar û kesên din li mala me mane. Xîret, fedakarî û serpêhatiyên wan li ser zarokên me pir baş tesîr kiriye û alî wan kiriye ku ew nêzîktirî Yehowa bibin.” Dê û bavno, bi rastî jî pir muhîm e ku hûn alî zarokên xwe bikin ku ew ji xwe re dost û hevalên baş hilbijêrin!

HÊVIYA XWE WINDA NEKIN!

16. Eger zarok naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, gerek hûn çi nekin?

16 Eger we pir xîret kiriye ku hezkirina Yehowa têxin dilê zarokên xwe, lê yek ji wan dîsa jî naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, nefikirin ku hûn dê û bavekî xerab in! Yehowa îradeya azad daye me hemûyan. Loma, her kes dikare xwe bi xwe qerarê bide ku ji Xwedê re xizmet bike yan na. Eger zarokê we dev ji xizmeta Yehowa berdaye, hêviya xwe winda nekin ku rojekê, ewê vegere ba Yehowa. Çîroka kurê windabûyî bînin bîra xwe (Lûqa 15:11-19, 22-24). Ev xort ji riya rast pir dûr ketibû, lê li dawiyê, ew vegeriya. Hin kes wê belkî bibêjin: “Eva tenê çîrok e. Ma tiştekî wisa bi rastî dikare biqewime?” Belê! Ka serpêhatiya xortekî bi navê Elie bînin ber çavê xwe.

17. Serpêhatiya Elie çawa cesaretê dide we?

17 Elie di heqê dê û bavê xwe de wisa dibêje: “Wan pir xîret dikir ku hezkirina Yehowa û Kitêba Pîroz têxin dilê min. Lê belê, gava ez ciwan bûm, min serî hilda.” Elie dest bi jiyaneke durû kir. Dê û bavê wî dixwest alî wî bikin ku ew nêzîkî Yehowa bimîne, lê wî alîkariya wan red dikir. Piştî ku Elie ji malê çû, wî hin tiştên xerab dikir. Dîsa jî, wî ji hevalekî xwe re behsa Kitêba Pîroz dikir. Elie dibêje: “Her ku min ji hevalê xwe re behsa Yehowa dikir, ez zêdetir di heqê Yehowa de difikirîm. Toximên rastiya Kitêba Pîroz, ên ku di dilê min de radizan – yanî toximên ku dê û bavê min dixwest biçandana – hêdî hêdî şîn dibûn.” Bi zeman re, Elie vegeriya ser riya rastiyê. Bînin ber çavê xwe ku dê û bavê wî çi qas dilşad bûn ku wan ji biçûktiya wî ve xîret kiribû ku alî wî bikin ku ew ji Yehowa hez bike! (2. Tîmotêyos 3:14, 15).

18. Hûn li dê û bavên ku bi dil û can alî zarokên xwe dikin ku ew ji Yehowa hez bikin, çawa dinêrin?

18 Dê û bavno, di destê we de îmtiyazeke mezin heye: Hûn dikarin zarokên xwe wek xizmetkarên Yehowa mezin bikin (Zebûr 78:4-6). Ev yek îşekî biçûk nîne, û em pesnê we didin ji ber ku hûn bi dewamî xîret dikin ku alî zarokên xwe bikin! Bawer bin ku eger hûn roj bi roj çi ji destê we tê bikin ku zarokên we ji Yehowa hez bikin û wan bi terbiye û tembîhên wî mezin bikin, Bavê meyî ezmanî wê ji we razî be (Efesî 6:4).

KILAM 135 Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”

^ Şahidên Yehowa ji zarokên xwe pir hez dikin. Ji ber vê yekê, ew pir xîret dikin ku hewcedariyên madî û manewî yên zarokên xwe tedarek bikin. Wekî din, ew çi ji destê wan tê dikin ku hezkirina Yehowa têxin dilê wan. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar prensîpên ku dikarin alî dê û bavan bikin ku ew bigihîjin vê hedefê.

^ Li ser jw.org, li vîdeoya Yehowa Em Hînkirin, Zarên Xwe Mezin kin (bi zimanê Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bikin.

^ RESIM: Bavek bi kurê xwe û hevalê kurê xwe re basketbol dilîze, da ku hevalê kurê xwe nas bike.