MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 21
Kitêba Peyxamê di Heqê Pêşeroja Te de Çi Dibêje?
“Amîn! Were ya Xudan Îsa” (PEYXAM 22:20).
KILAM 142 Hêviya Me Wek Lenger e
PÊŞGOTIN *
1. Lazim e ku her kes çi qerarê bide?
ÎRO lazim e ku hemû însan qerareke muhîm bidin. Gelo ewê Yehowa Xwedê wek Hukimdarê meşrû yê gerdûnê qebûl bikin, yan gelo ewê piştgiriya Îblîs bikin? Di vî warî de, tu kes nikare bêteref bimîne. Pêşeroja însanan bi qerara wan ve girêdayî ye (Metta 25:31-33, 46). Li dema “tengahiya mezin”, ewê yan sax bimînin û jiyana bêdawî bistînin yan jî heta bi hetayê tune bibin (Peyxam 7:14; 14:9-11; Hêzekîêl 9:4, 6).
2. (a) Li gor Îbranî 10:35-39, gerek em çi bikin? (b) Kitêba Peyxamê çawa dikare alî me bike?
2 Îbranî 10:35-39 bixwîne. Eger te qerar daye ku piştgiriya hukimdariya Yehowa Xwedê bikî, te rind kiriye. Niha tu dixwazî alî kesên din bikî ku ew jî qerara rast bidin. Ji bo vê, tu dikarî melûmata ji kitêba Peyxamê bi kar bînî. Ev kitêb hem zelal dike ku çi wê bê serê dijminên Yehowa hem jî dibêje ku kesên ku bi dilsozî piştgiriya hukimdariya wî dikin wê çi bereketan bistînin. Wê baş be ku em van rastiyên muhîm rind lêkolîn bikin, da ku em karibin bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin û alî kesên din bikin ku ew jî bikevin riya rast û li ser vê rê bimînin.
3. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi mijarê?
3 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin van pirsan: Kesên ku piştgiriya hukimdariya Xwedê dikin wê çi bereketan bistînin? Çi wê bê serê kesên ku piştgiriya cinawirê sor dikin, ê ku kitêba Peyxamê behsa wî dike?
KESÊN DILSOZ WÊ ÇI BEREKETAN BISTÎNIN?
4. Yûhennayê şandî kî tevî Îsa Mesîh li ezmanan dîtin?
4 Di dîtiniyekê de, Yûhennayê şandî du komên ku piştgiriya hukimdariya Yehowa dikin û jiyana herheyî distînin, dîtin. Koma yekê ji 144.000 kesî pêk tê (Peyxam 7:4). Ew ji dinyayê tên hilbijartin ku li ezmanan bi Îsa Mesîh re bibin padîşah û li ser dinyayê hukim bajon (Peyxam 5:9, 10; 14:3, 4). Di dîtiniyê de, ev kesên hilbijartî tevî Îsa Mesîh li ezmanan “li ser Çiyayê Siyonê” disekinin (Peyxam 14:1).
5. Di demeke nêzîk de, halê kesên ku ji 144.000an mane wê çi be?
5 Bi sedsalan, bi hezaran kes hatine hilbijartin ku bibin para van 144.000an (Lûqa 12:32; Romayî 8:17). Lê belê, ji Yûhennayê şandî re hatibû gotin ku li rojên dawîn, kesên ku ji vê komê mane wê hindik bin, û ewê berî destpêkirina tengahiya mezin “mora” dawîn bistînin (Peyxam 7:2, 3; 12:17). Li dema tengahiya mezin, ewê êdî bên hildan ezmanan. Li wê derê, ewê tevî ferdên din ên 144.000an bin, ên ku berê miribûn û ji mirinê hatibûn rakirin, li Padîşahiya Xwedê bibin hempadîşahên Îsa Mesîh (Metta 24:31; Peyxam 5:9, 10).
6-7. (a) Yûhennayê şandî kîjan koma din dît, û em di heqê vê komê de çi dizanin? (b) Beşa 7an a kitêba Peyxamê çima hem ji bo kesên ku ji 144.000an mane hem ji bo ferdên elaleta mezin muhîm e?
6 Dû re, Yûhennayê şandî “elaleteke mezin” dît. Hejmara vê elaletê bêhesab e (Peyxam 7:9, 10). Kitêba Peyxamê di heqê wan de wisa dibêje: “Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine” (Peyxam 7:14). Piştî ku elaleta mezin ji tengahiya mezin sax derbas bûne, ewê li rûyê erdê bijîn û gelek bereketan bistînin (Zebûr 37:9-11, 27-29; Methelokên Silêman 2:21, 22; Peyxam 7:16, 17).
7 Wek beşa 7an a kitêba Peyxamê nîşan dide, hem 144.000 kesên hilbijartî hem jî ferdên elaleta mezin wê bereketên mezin bistînin. Em jî dikarin di nav wan de bin! Belê, rojên pir xweş li ber me ne. Wê demê, emê pir şa bin ku me piştgiriya hukimdariya Yehowa Xwedê kiriye. Wekî din, gelo kitêba Peyxamê di heqê tengahiya mezin de çi melûmatê dide? (Metta 24:21).
ÇI WÊ BÊ SERÊ DIJMINÊN XWEDÊ?
8. Tengahiya mezin wê çawa dest pê bike, û ev yek wê çawa li ser piraniya mirovan tesîr bike?
8 Wek me li meqaleya berê dîtibû, di demeke nêzîk de qudretên siyasî wê hicûmî dînên sexte, yên ku bi hev re wek “Babîla mezin” tên binavkirin, bike (Peyxam 17:16, 17). Tengahiya mezin wê bi vê hicûmê dest pê bike. Wê demê, ma gelek kesên nû wê fikra xwe biguherînin û aliyê Yehowa Xwedê bigirin? Na! Beşa 6an a kitêba Peyxamê nîşan dide li wan rojên dijwar, kesên ku ji Yehowa re xizmet nakin wê xwe bispêrin “çiyan”, yanî sîstemên siyasî û ticarî. Ji ber ku ewê aliyê Padîşahiya Xwedê negirin, Yehowa wê wan wek dijminên xwe bibîne (Lûqa 11:23; Peyxam 6:15-17).
9. Li dema tengahiya mezin, ferqa di nav xizmetkarên Yehowa û kesên din de wê çawa eşkere be, û netîce wê bibe çi?
9 Li dema tengahiya mezin, ferqa di nav xizmetkarên Yehowa û kesên din de wê eşkere be. Ji hemû însanan, tenê xizmetkarên dilsoz ên Xwedê wê piştgiriya “cenawir” nekin (Peyxam 13:14-17). Ji ber vê yekê, dijminên Yehowa wê bihêrs bin, û koalîsyoneke miletan wê li seranserê dinyayê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike. Ev hereketa agresîf di Kitêba Pîroz de wek hicûma Gogê ji Magogê tê tarîfkirin (Hêzekîêl 38:14-16).
10. Wek Peyxam 19:19-21 nîşan dide, gava ku hicûma li dijî xizmetkarên Yehowa dest pê bike, Yehowa wê çi bike?
10 Gava ku ev hicûm dest pê bike, Yehowa wê bi “agirê xezeba xwe” bersivê bide (Hêzekîêl 38:18, 19, 21-23). Beşa 19an a kitêba Peyxamê behsa vê yekê dike. Yehowa wê Kurê xwe bişîne, da ku ew xizmetkarên wî biparêze û dijminên wan bin dest bike. Di vê cengê de, “ordiyên ezmên”, yanî melekên dilsoz û 144.000 kesên hilbijartî wê alî Îsa Mesîh bikin (Peyxam 17:14; 19:11-15). Di netîceyê de, hemû însan û teşkîlatên ku li hemberî Yehowa diçin wê bên helakkirin (Peyxam 19:19-21 bixwîne).
PIŞTÎ CENGÊ DAWET E
11. Gelo xebera herî muhîm a kitêba Peyxamê çi ye?
11 Ka bîne ber çavê xwe ku gava ku dijminên Xwedê bi temamî bên helakkirin, kesên dilsoz wê çi qas şa bin! Wexta ku Babîla mezin bê helakkirin, li ezmanan jixwe dilxweşiya mezin wê hebe (Peyxam 19:1-3). Lê belê, “daweta Berx” wê bibe sebeba dilxweşiyeke hê jî mezintir. Xebera herî muhîm a kitêba Peyxamê ev e! (Peyxam 19:6-9).
12. Li gor Peyxam 21:1, 2, daweta Berx wê kengê çêbe?
12 Gelo ev dawet wê kengê çêbe? Berî ku cenga Harmegedonê dest pê bike, 144.000 kesên hilbijartî wê gişt herin ezmanan. Lê belê, daweta Berx wê hemen wê demê çênebe (Peyxam 21:1, 2 bixwîne). Daweta Berx wê piştî cenga Harmegedonê û jiholêrakirina hemû dijminên Xwedê dest pê bike (Zebûr 45:3, 4, 13-17).
13. Maneya daweta Berx çi ye?
13 Maneya daweta Berx çi ye? Çawa ku di zewacê de jin û mêr dibin yek, di vê zewaca sembolîk de, Padîşah Îsa Mesîh wê tevî 144.000an, ên ku “bûka” wî ne, bibe yek. Ji wê demê ve, Îsa Mesîh wê tevî 144.000 hempadîşahên xwe 1.000 sal li ser dinyayê hukim bajo (Peyxam 20:6).
BAJAREKÎ BEDEW Û PÊŞEROJA TE
14-15. Beşa 21ê ya kitêba Peyxamê 144.000an dişibîne çi? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)
14 Li beşa 21ê ya kitêba Peyxamê, 144.000 hempadîşahên Îsa Mesîh wek bajarekî bedew ê bi navê “Orşelîma nû” tên tarîfkirin (Peyxam 21:2, 9). Ev bajar li ser 12 kevirên ku “diwanzdeh navên diwanzdeh Şandiyên Berx” li ser wan nivîsî ne, hatiye avakirin. Gelo vê yekê çima bala Yûhenna kişand? Çimkî wî navê xwe li ser yekî ji van keviran dît. Çi îmtiyazeke mezin! (Peyxam 21:10-14; Efesî 2:20).
15 Tu bajarekî mîna vî bajarî tune! Kolana bajêr ji zêrê xas û dergehên wî ji duran hatine çêkirin, dîwar û bingehên wî bi cewheran xemilandî ne, û pîvanên wî bêqisûr in (Peyxam 21:15-21). Lê belê, tê de tiştek kêm e. Yûhenna wisa nivîsî: “Min di bajêr de Perestgeh nedît; çimkî Xudan Xwedayê karîndarê her tiştî û Berx Perestgeha wî ne. Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê wî ronahî dike û Berx çira wî ye” (Peyxam 21:22, 23). Yên ku para Orşelîma nû ne wê karibin rasterast bigihîjin Yehowa (Îbranî 7:27; Peyxam 22:3, 4). Loma, Yehowa û Îsa Mesîh perestgeha vî bajarî ne.
16. Li dema Hukimdariya Hezarsalî ya Padîşahiya Xwedê, çi wê biqewime?
16 Wê helbet baş be ku kesên meshkirî li ser vî bajarî bifikirin. Lê belê, ev mijar ji bo kesên ku li benda jiyana li rûyê erdê ne jî muhîm e. Li dema Hukimdariya Hezarsalî ya Padîşahiya Xwedê, Orşelîma nû wê gelek bereketan bibarîne ser însanan. Di dîtiniyê de, bereketên ku ji Padîşahiya Xwedê tên wek “çemê ava jiyanê” xuya dike. Li her du aliyên vî çemî, darên jiyanê hene. Pelên van daran “ji bo saxbûna miletan in” (Peyxam 22:1, 2). Li wê demê, her kes wê bikaribe van bereketan tehm bike. Gav bi gav, hemû însanên guhdar wê bigihîjin bêqisûriyê. Êdî nexweşî, êş û hêstirên şînê wê tune bin (Peyxam 21:3-5).
17. Li gor Peyxam 20:11-13, kî wê li dema Hukimdariya Hezarsalî bereketan bistîne?
17 Gelo kî wê van bereketan bistîne? Serê pêşîn, elaleta mezin a kesên ku ji Harmegedonê sax derbas bûne û zarokên ku wê piştî Harmegedonê bên dinyayê. Wekî din, beşa 20an a kitêba Peyxamê soz dide ku kesên mirî wê bên rakirin (Peyxam 20:11-13 bixwîne). Yên “rast”, yanî kesên dilsoz, û yên “nerast”, yanî kesên ku fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin, wê gişt li dinyayê vegerin jiyanê (Karên Şandiyan 24:15; Yûhenna 5:28, 29). Ma ev yek tê maneya ku li dema Hukimdariya Hezarsalî her kes wê ji mirinê rabe? Na. Yên ku berî mirina xwe bi qesdî nedixwest ji Yehowa re xizmet bikira wê neyên rakirin. Gava Yehowa fersend dabû wan ku ew ji wî re xizmet bikin, wan ew red kir û nîşan da ku ew hêjayî jiyana herheyî nînin (Metta 25:46; 2. Selanîkî 1:9; Peyxam 17:8; 20:15).
ÎMTIHANA DAWÎN
18. Li dawiya 1.000 salî, rewşa dinyayê wê çawa be?
18 Li dawiya 1.000 salî, her kes wê ji tesîra gunehê Adem bifilite û bêqisûr be (Romayî 5:12). Ancax piştî ku laneta gunehê Adem bi temamî bê hildan, her kes wê bi rastî ji mirinê rakirî be, yanî ewê bibin însanên bêqisûr (Peyxam 20:5).
19. Îmtihana dawîn çima lazim e?
19 Îblîs xîret kiribû ku dilrastiya mirovê bêqisûr Îsa Mesîh bişikîne, lê ew li hemberî hemû îmtihanan dilsoz ma. Wexta ku fersend bikeve destê Îblîs ku însanên bêqisûr biceribîne, gelo her kes wê mîna Îsa Mesîh dilsoz bimîne? Li dawiya 1.000 salî, Îblîs wê ji kortala bêbinî bê berdan, û her kes wê bikaribe xwe bi xwe cewaba vê pirsê bide (Peyxam 20:7). Kesên ku li vê îmtihana dawîn dilsoz bimînin wê jiyana herheyî û azadiya rastîn bistînin (Romayî 8:21). Kesên ku serî hildidin wê tevî Îblîs û cinên wî heta bi hetayê bên tunekirin (Peyxam 20:8-10).
20. Pêxemberiyên kitêba Peyxamê li ser te çawa tesîr dikin?
20 Ev melûmatên ji kitêba Peyxamê li ser te çawa tesîr dikin? Ma tu jî naxwazî pêkhatina van pêxemberiyan bibînî? Ma tu naxwazî gazî kesên din bikî ku ew jî bi me re ji Yehowa re îbadetê bikin? (Peyxam 22:17). Em bi rastî jî bi hesret li benda pêkhatina gotinên kitêba Peyxamê disekinin. Wek Yûhennayê şandî, em jî dibêjin: “Amîn! Were ya Xudan Îsa” (Peyxam 22:20).
KILAM 27 Xuyabûna Kurên Xwedê
^ Ev meqale, meqaleya dawîn a rêza meqaleyên li ser kitêba Peyxamê ye. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku kesên dilsoz wê çi bereketan bistînin, û dijminên hukimdariya Xwedê wê çawa ji holê bên rakirin.