Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

Kitêba Peyxamê ji bo Me Çima Muhîm e?

Kitêba Peyxamê ji bo Me Çima Muhîm e?

“Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne” (PEYXAM 1:3).

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bidin

PÊŞGOTIN *

1-2. Wê çima baş be ku em bala xwe bidin kitêba Peyxamê?

 TE QET li albûmeke hevalekî xwe mêze kiriye? Tu li fotoyan dinêrî, û tu gelek mirovên nenas dibînî. Lê yeke ji fotoyan zêdetir bala te dikişîne, çimkî di vê fotoyê de tu jî heyî. Tu dipirsî ka ev foto kengê û li ku derê hatibû kişandin. Wekî din, tu hewl didî ku kesên din, ên ku li vê fotoyê hene, bînî bîra xwe. Belê, ev foto ji bo te pir bimane ye.

2 Kitêba Peyxamê mîna vê fotoyê ye. Gelo çima? Herî kêm ji bo du sebeban. A yekê, ev kitêb ji bo me hatiye nivîsîn. Ayeta pêşîn a vê kitêbê wisa dibêje: “Ev peyxama Îsa Mesîh e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide” (Peyxam 1:1). Yanî, gotinên vê kitêbê ne ji bo her kesî, lê bi xisûsî ji bo me, yanî ji bo xizmetkarên Xwedê hatine nivîsîn. Bi ser de, di pêkhatina tiştên ku li vê kitêba balkêş ji berê ve hatibûn gotin de para me jî heye. Yanî, em xwe “di fotoyê de” dibînin.

3-4. Li gor kitêba Peyxamê, gotinên vê kitêbê wê kengê bihatana cih, û gerek em çi bikin?

3 Sebeba diduyan bi dema pêkhatina van gotinan ve girêdayî ye. Gava Yûhennayê şandî êdî kal bû, wî got ku gotinên vê kitêbê wê “di roja Xudan de” bên cih (Peyxam 1:10). Yûhenna ev ayet di sala 96an a P.M. de nivîsîbû. Wê wextê, “roja Xudan” hê dûr bû (Metta 25:14, 19; Lûqa 19:12). Li gor Kitêba Pîroz, “roja Xudan” di sala 1914an de, gava Îsa Mesîh li ezmanan bû Padîşah, dest pê kir. Ji wê salê û pê ve, pêxemberiyên kitêba Peyxamê – ku di wan de rola xizmetkarên Xwedê jî heye – tên cih. Belê, niha em êdî di “roja Xudan” de ne!

4 Ji ber ku em di “roja Xudan” de ne, gerek em rind bala xwe bidin şîreta Peyxam 1:3: “Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e.” Belê, gerek em gotinên vê kitêbê bixwînin, guhdariya wan bikin û van tiştan bigirin, yanî li gor wan hereket bikin. Gelo hin ji van tiştan çi ne?

BI AWAYEKÎ MEQBÛL ÎBADETÊ BIKE

5. Kitêba Peyxamê çawa nîşan dide ku pir muhîm e ku em bi awayekî meqbûl îbadetê bikin?

5 Ji beşa yekê ya kitêba Peyxamê û pê ve, em dibînin ku Îsa Mesîh rind dizane ku di civatên şagirtên wî de çi diqewime (Peyxam 1:12-16, 20; 2:1). Ji peyamên ku Îsa Mesîh şandibûn heft civatên li Anatolyayê, ev yek eşkere ye. Bi destê van peyaman, Îsa Mesîh rêberiya şagirtên xwe dikir, da ku ew bi awayekî meqbûl ji Yehowa re îbadetê bikin. Gotinên wî helbet ji bo me jî muhîm in. Gelo dersa ji bo me çi ye? Rêberê me Îsa Mesîh rind dizane ku ji aliyê ruhî ve halê me çawa ye. Em di bin çavdêriya Îsa Mesîh de ne. Ew her tiştî dibîne. Ew dizane ku gerek em çi bikin, da ku Yehowa ji me razî be. Gelo kîjan gotinên wî ji bo me jî muhîm in?

6. (a) Wek Peyxam 2:3, 4 nîşan dide, di civata Efesê de çi problem hebû? (b) Em ji vê çi hîn dibin?

6 Peyxam 2:3, 4 bixwîne. Gerek em “hezkirina xwe ya pêşî” winda nekin. Peyama ku Îsa Mesîh şandibû civata Efesê nîşan dide ku xwişk û birayên li wê derê li hemberî çetinahiyan sebat dikir û bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Lê belê, çi heyf e ku wan “hezkirina xwe ya pêşî” winda kiribû. Ji bo ku Yehowa îbadeta wan qebûl bikira, lazim bû ku wan hezkirina xwe ji nû ve gur bikira. Îro jî, sebatkirin muhîm e, lê gerek em vêya bi niyeta rast bikin. Xwedê ne tenê bala xwe didê ku em çi dikin; ew bala xwe didê ku em vêya çima dikin jî. Ew dixwaze ku em ji wî re îbadetê bikin ji ber ku em ji wî hez dikin û ji wî re şikurdar in (Methelokên Silêman 16:2; Marqos 12:29, 30).

7. (a) Wek Peyxam 3:1-3 nîşan dide, di civata Sardeysê de çi problem hebû? (b) Gerek em çi bikin?

7 Peyxam 3:1-3 bixwîne. Gerek em bi dewamî hişyar bimînin. Di civata Sardeysê de problemeke din hebû. Xwişk û birayên li wê derê berê bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir, lê xîreta wan hêdî hêdî sist dibû. Loma, Îsa Mesîh ji wan re got ku bila ew hişyar bibin. Dersa ji bo me çi ye? Yehowa helbet keda me ji bîr nake (Îbranî 6:10). Dîsa jî, gerek em nefikirin ku madem ku me berê bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikir, êdî ne lazim e ku em ew qas bixîret bin. Eger sihet û qeweta me êdî ne wek berê be jî, gerek em hişyar bimînin û heta dawiyê “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Korîntî 15:58; Metta 24:13; Marqos 13:33).

8. Wek Peyxam 3:15-17 nîşan dide, di civata Lawdikyayê de çi problem hebû, û ji vê em dikarin çi hîn bibin?

8 Peyxam 3:15-17 bixwîne. Gerek em bi dil û can îbadetê bikin. Peyama ku Îsa Mesîh şandibû civata Lawdikyayê eşkere dike ku li wê derê, problemeke din hebû. Îbadeta wan êdî “sarûgermo” bû. Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh ji wan re got ku ew “reben, jar, belengaz, kor û tazî” ne. Lazim bû ku wan ji nû ve bi xîret ji Yehowa re îbadet bikira (Peyxam 3:19). Dersa ji bo me çi ye? Eger xîreta me kêm bûye, gerek em şikurdariya xwe ya ji bo bereketên ku me ji Yehowa û ji teşkîlata wî standine, zêde bikin (Peyxam 3:18). Gerek em hay ji xwe hebin ku daxwaza me ku jiyaneke rihet bajon nebe sebeb ku em îbadeta Yehowa îhmal bikin.

9. Wek peyamên ku Îsa Mesîh şandibûn civatên Pergama û Tiyatîrayê nîşan didin, gerek em li hemberî çi hişyar bimînin?

9 Gerek em gotinên kesên ku li hemberî rastiye serî hildidin, red bikin. Îsa Mesîh hin kesên di civata Pergamayê de serrast kirin ji ber ku wan yekîtiya civatê xera dikir (Peyxam 2:14-16). Wî pesnê xwişk û birayên li bajarê Tiyatîrayê da, çimkî wan xwe ji “sirên Îblîs ên kûr” dûr digirt, û wî ji wan re got ku bila ew rastiyê “hişk bigirin” (Peyxam 2:24-26). Lazim bû ku kesên ku ketibûn ber bayê hîndariyên sexte tobe bikira. Gelo dersa ji bo me çi ye? Gerek em hîndariyên ku li dijî fikrên Yehowa ne, red bikin. Kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin xwe wisa nîşan dikin qey ew qîmetê didin Kitêba Pîroz, lê bi eslê xwe, ew ji Yehowa dûr in (2. Tîmotêyos 3:5). Ji bo ku em bi hîndariyên sexte nexapin, gerek em Peyva Xwedê bi dil û can lêkolîn bikin (2. Tîmotêyos 3:14-17; Cihûda 3, 4).

10. Ji gotinên Îsa Mesîh ên ji civatên Pergama û Tiyatîrayê re, em dikarin çi dersê bistînin?

10 Gerek em bêexlaqiyê ne bikin ne jî wek tiştekî normal bibînin. Li civatên Pergama û Tiyatîrayê problemeke din jî hebû. Gazina Îsa Mesîh ji hin kesên di van civatan de hebû ji ber ku wan bêexlaqî red nedikir (Peyxam 2:14, 20). Dersa ji bo me çi ye? Eger me êdî bi gelek salan ji Yehowa re xizmet kiriye yan eger di civatê de mesûliyetên me yên xisûsî hebin jî, ev yek nayê maneya ku Yehowa wê çavê xwe li ser gunehên me bigire (1. Samûyêl 15:22; 1. Petrûs 2:16). Di warê exlaqê de, standardên dinyayê her çi qas nizm bin jî, Yehowa dixwaze ku em bi standardên wî yên bilind ve girêdayî bimînin (Efesî 6:11-13).

11. Heta niha, em çi hîn bûne? (Li çarçoveya “ Dersên ji bo Me” jî binêre.)

11 Heta niha, em çi hîn bûne? Me dîtiye ku gerek em dîqat bikin ku îbadeta me ji Yehowa re meqbûl be. Eger em pê derxin ku îbadeta me seba tiştekî ku em dikin ne meqbûl e, gerek em vê kêmasiya xwe zû serrast bikin (Peyxam 2:5, 16; 3:3, 16). Wekî din, gelo Îsa Mesîh ji civatan re çi gotibû?

LI GEL ZILMÊ DILSOZ BIMÎNE

Ji wexta ku Îblîs ji ezmanan hat avêtin xwarê û pê ve, ew çawa hicûmî xizmetkarên Xwedê dike? (Li paragrafên 12 heta 16an binêre)

12. Em ji peyamên ku Îsa Mesîh şandibûn civatên Smîrna û Filadelfyayê dikarin çi dersê bistînin? (Peyxam 2:10)

12 Ka em bala xwe bidin peyamên ku Îsa Mesîh ji civatên li Smîrna û Filadelfiyayê re şandibûn. Wî ji xwişk û birayên li van bajaran re got ku bila ew ji zilmê netirsin, çimkî dilsoziya wan wê bê xelatkirin (Peyxam 2:10 bixwîne; 3:10). Dersa ji bo me çi ye? Gerek em hazir bin ku rastî zilmê bên û li hemberî vê zilmê sebat bikin (Metta 24:9, 13; 2. Korîntî 12:10). Gelo Îsa Mesîh çima behsa vê yekê kir?

13-14. Bûyerên ku beşa 12an a kitêba Peyxamê behsa wan dike li ser xizmetkarên Xwedê çawa tesîr dikin?

13 Di kitêba Peyxamê de ji berê ve hatibû gotin ku li “roja Xudan” – yanî li roja me – xizmetkarên Xwedê wê rastî zilmê bên. Beşa 12an a kitêba Peyxamê behsa cengeke li ezmên dike. Vê cengê hemen piştî çêbûna Padîşahiya Xwedê destpêkir. Mîxayîl – yanî Îsa Mesîh – û melekên wî li dijî Îblîs û cinên wî şer kir (Peyxam 12:7, 8). Di netîceyê de, dijminên Xwedê ji ezmên hatin avêtin xwarê. Ji ber vê yekê, li dinyayê derdên mezin hatin meydanê (Peyxam 12:9, 12). Gelo ev yek li ser xizmetkarên Xwedê çawa tesîr dike?

14 Kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku piştî vî şerî, Îblîs wê çi bike. Ji ber ku ew êdî nikare here ezmanan, wiyê hêrsa xwe li ser meshkiriyên bermayî, yên ku temsîlkarên Padîşahiya Xwedê ne û “şahidiya Îsa bi wan re ye”, birijanda (Peyxam 12:17; 2. Korîntî 5:20; Efesî 6:19, 20). Gelo ev pêxemberî çawa hatiye cih?

15. “Du şahidên” ku beşa 11an a kitêba Peyxamê behsa wan dike, kî ne, û çi hat serê wan?

15 Îblîs hicûmî birayên meshkirî kir, ên ku rêberiya belavkirina mizgîna Padîşahiyê dikir. Li kitêba Peyxamê, ew wek “du şahidên” ku tên kuştin tên tarîfkirin * (Peyxam 11:3, 7-11). Di sala 1918an de, heşt birayên mesûl bi derew hatin sûcdarkirin, mehkûmkirin û ji bo demeke dirêj hatin avêtin hebsê. Wisa xuya dikir qey îşê van meshkiriyan êdî hatibû “kuştin”.

16. Di sala 1919an de çi çêbû, û ji wê demê û pê ve, Îblîs bi dewamî çi dike?

16 Wekî din, beşa 11an a kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku piştî wexteke kin, “du şahid” wê ji mirinê bihatana rakirin. Gelo ev pêxemberî çawa hat cih? Li destpêka sala 1919an, salek piştî ku birayên me ketibûn hebsê, ew ji nişka ve hatin serbesthiştin, û paşê, daweya hiqûqî ya li dijî wan hat betalkirin. Birayên me hemen vegeriyan îşê Padîşahiyê. Ji wê demê û pê ve, Îblîs bi dewamî hicûmî hemû xizmetkarên Xwedê dike, û wî ‘çemekî’ zilmê li ser wan berdaye (Peyxam 12:15). Loma, ji me re bi rastî jî sebir û bawerî lazim e (Peyxam 13:10).

WEZÎFEYA KU YEHOWA DAYE ME BI DIL Û CAN BÎNE CIH

17. Xizmetkarên Xwedê her çi qas rastî zilmê tên jî, ew carinan ji ku derê alîkariyê distînin?

17 Beşa 12an a kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku xizmetkarên Yehowa wê ji aliyekî nehêvîkirî ve alîkarî bistanda: “Erd” wê ‘çemê’ zilmê daqurtanda (Peyxam 12:16). Bi rastî jî wisa çêbûye. Car caran, hin parên dinyaya Îblîs – mesela hin sîstemên hiqûqî – tên hawara xizmetkarên Xwedê. Li mehkemeyan, Şahidên Yehowa carinan bi ser dikevin û heta dereceyekê azadiyê distînin. Gelo ew vê azadiyê çawa bi kar tînin? Ew karê ku Yehowa daye wan bi dil û can tînin cih (1. Korîntî 16:9). Gelo ev kar çi ye?

Du xeberên ku xizmetkarên Xwedê belav dikin, çi ne? (Li paragrafên 18 û 19an binêre)

18. Li van rojên dawîn, karê meyî herî muhîm çi ye?

18 Îsa Mesîh ji berê ve pêxemberî kiribû ku berî dawiya dinyayê, şagirtên wî wê mizgîna Padîşahiya Xwedê li seranserê dinyayê belav bikin (Metta 24:14). Di vî îşî de, melek alî wan dikin. Kitêba Peyxamê wisa dibêje: “Hingê min milyaketekî din dît ku di nava ezmên de difirî, Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan” (Peyxam 14:6).

19. Lazim e ku xizmetkarên Yehowa çi xebera din jî belav bikin?

19 Ji xeynî xebera xêrê ya di heqê Padîşahiya Xwedê de, lazim e ku xizmetkarên Xwedê xebereke din jî belav bikin. Gerek ew piştgiriya îşê melekan bikin, ên ku beşên 8 heta 10an ên kitêba Peyxamê behsa wan dikin. Ev melek li ser kesên ku Padîşahiya Xwedê red dikin, çend belayan îlan dikin. Loma, Şahidên Yehowa fermanên Xwedê yên li ser cure cure parên dinyaya Îblîs îlan dikin. Ev ferman wek “teyrok û agir” in (Peyxam 8:7, 13). Gerek her kes bibihîze ku dawî nêzîk e, û lazim e ku ew jiyana xwe biguherînin, da ku ew li roja hêrsa Yehowa sax bimînin (Tsêfanya 2:2, 3). Lê belê, ev xeber li gelek kesan xweş nayê, loma ji me re mêrxasî lazim e. Li dema tengahiya mezin, fermana dawîn wê hê jî serttir be (Peyxam 16:21).

GUH BIDE “PEYVÊN PÊXEMBERÎTIYÊ”

20. Li du meqaleyên din, emê çi bibînin?

20 Pir muhîm e ku em guh bidin “peyvên pêxemberîtiyê”, çimkî di pêkhatina gotinên kitêba Peyxamê de rola me jî heye (Peyxam 1:3). Gelo em çawa dikarin bi dilsozî li hemberî zilmê sebat bikin û xeberên Xwedê bi cesaret îlan bikin? Du tişt hene, yên ku qewetê didin me: A yekê, ev yek ku kitêba Peyxamê di heqê dijminên Xwedê de çi eyan dike û ya diduyan, bereketên ku emê bistînin eger em dilsoz bimînin. Li du meqaleyên din, emê li van mijaran binêrin.

KILAM 32 Were ba Yehowa

^ Îro, tiştên ku kitêba Peyxama Yûhenna ji berê ve gotibûn li ber çavên me tên cih. Gelo ev gotin çawa li ser me tesîr dikin? Ev meqale û du meqaleyên din wê bala me bikişînin ser hin nuqteyên muhîm ên kitêba Peyxamê. Wekî din, ev sê meqale wê nîşanî me bidin ku çima muhîm e ku em guh bidin gotinên vê kitêbê, da ku Yehowa ji îbadeta me razî be.

^ Li “Pirsên Xwendevanan” binêre (The Watchtower, 15 Mijdar 2014, rûp. 30; bi zimanê Îngilîzî).