Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 20

Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?

Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?

“Hingê wan ... ew padîşah li wî cihî civandin, ku bi Îbranî jê re ‘Harmegedon’ tê gotin” (PEYXAM 16:16).

KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike

PÊŞGOTIN *

1. Kitêba Peyxamê di heqê xizmetkarên Xwedê de çi dibêje?

 KITÊBA Peyxamê nîşan dide ku Padîşahiya Xwedê li ezmanan hatiye avakirin û Îblîs ji ezmanan hatiye avêtin (Peyxam 12:1-9). Loma, li ezmanan êdî hizûr heye, lê halê me dijwartir bûye. Gelo çima? Çimkî Îblîs li dijî xizmetkarên Yehowa yên li dinyayê pir bihêrs e (Peyxam 12:12, 15, 17).

2. Çi dikare alî me bike ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin?

2 Gelo em çawa dikarin li gel hicûmên Îblîs qewî bisekinin? (Peyxam 13:10). Çi baş e ku em dizanin ku li pêşerojê çi wê biqewime, çimkî ev yek dikare alî me bike ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin. Mesela, di kitêba Peyxamê de, Yûhennayê şandî behsa hin bereketan kiribû, yên ku emê di demeke nêzîk de bistînin. Yek ji van bereketan ev e ku dijminên Xwedê wê ji holê bên rakirin. Ka em bibînin ku kitêba Peyxamê van dijminan çawa tarîf dike û çi wê bê serê wan.

DIJMINÊN XWEDÊ BI ZIMANEKÎ SEMBOLÎK TÊN TARÎFKIRIN

3. Kitêba Peyxamê behsa kîjan cinawiran dike?

3 Ayeta yekê ya kitêba Peyxamê zelal dike ku gotinên vê kitêbê bi destê “nîşanan”, yanî bi zimanekî sembolîk hatine nivîsandin (Peyxam 1:1, NWT). Loma, dijminên Yehowa Xwedê jî bi zimanekî sembolîk tên tarîfkirin. Kitêba Peyxamê behsa çend cinawiran dike. Mesela, Yûhennayê şandî “cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên wî û heft serên wî hebûn” (Peyxam 13:1). Piştî vî cinawirî, Yûhennayê şandî “cenawirekî din dît ku ji erdê derdiket. Wek berxekî, du strûhên wî hebûn û wek ejder dipeyivî” (Peyxam 13:11-13). Paşê, “cenawirekî sor” heye, yê ku fahîşeyek lê siwar bûye. Ev sê cinawir dijminên ezelî yên Yehowa Xwedê û Padîşahiya wî ne. Loma, pir muhîm e ku em fehm bikin ku ew bi rastî kî ne (Peyxam 17:1, 3).

ÇAR CINAWIRÊN MEZIN

Ew “ji deryayê” tên. (Danîêl 7:1-8, 15-17, Mizgînî). Ev cinawir qudretên dinyayê temsîl dikin, ên ku ji rojên Danîêl û pê ve li ser xizmetkarên Xwedê pir tesîr kiriye (Li paragrafên 4 û 7an binêre)

4-5. Gotinên Danîêl 7:15-17 çawa alî me dikin ku em fehm bikin ku cinawirên kitêba Peyxamê çi temsîl dikin?

4 Berî ku em hîn bibin ku ev dijmin kî ne, gerek em maneya vî zimanê sembolîk fehm bikin. Ji bo vê, gerek em îznê bidin ku Kitêba Pîroz xwe bi xwe zelal bike. Gelek ji sembolên ku di kitêba Peyxamê de derbas dibin jixwe li kitêbên din ên Kitêba Pîroz tên zelalkirin. Mesela, Danîêl pêxember di xewneke xwe de dîtibû ku “ji deryayê çar cinawirên mezin derketin” (Danîêl 7:1-3, Mizgînî). Kitêba Danîêl eşkere dike ku ev cinawir, çar “padîşah” yan hukûmetan temsîl dikin (Danîêl 7:15-17 ji wergera Mizgînî’yê bixwîne). Loma, bimantiq e ku cinawirên kitêba Peyxamê jî qudretên siyasî temsîl dikin.

5 Niha emê bala xwe bidin çend gotinên kitêba Peyxamê, û emê bibînin ku qismên din ên Kitêba Pîroz çawa alî me dikin ku em van gotinan fehm bikin. Emê bibînin ku cinawir çi temsîl dikin, çi wê bê serê wan û ev yek wê li ser me çawa tesîr bike.

DIJMINÊN XWEDÊ KÎ NE?

CINAWIRÊ BI HEFT SERAN

Ew “ji deryayê” derdikeve û heft serî, deh stro û deh tacên wî hene (Peyxam 13:1-4). Ev cinawir hemû qudretên siyasî, yên ku heta niha li ser însanan hukim ajotiye, temsîl dike. Heft serên wî heft qudretên dinyayê temsîl dikin, ên ku li ser xizmetkarên Xwedê pir tesîr kiriye (Li paragrafên 6 heta 8an binêre)

6. Cinawirê bi heft seran, ê ku li Peyxam 13:1-4 derbas dibe, çi temsîl dike?

6 Cinawirê bi heft seran çi temsîl dike? (Peyxam 13:1-4 bixwîne). Ev cinawir wek piling yan pars xuya dike, lê lingên wî wek lingên hirçan û devê wî wek devê şêran e, û deh stroyên wî hene. Ev xisûsiyet li çar cinawirên beşa 7an a kitêba Danîêl jî hene. Lê belê, di kitêba Peyxamê de, hemû xisûsiyetên çar cinawirên kitêba Danîêl di yek cinawirî de hene. Ayet dibêje ku ev cinawir “li ser her bavik, gel, ziman û miletan” hukim dajo. Loma, em fehm dikin ku ev cinawir ne tenê hukûmetekê yan împaratoriyeke cîhanî, lê tiştekî hê mezintir temsîl dike (Peyxam 13:7). Eşkere ye ku ev cinawir hemû qudretên siyasî, yên ku heta niha li ser dinyayê hukim ajotiye, temsîl dike * (Waiz 8:9).

7. Her yek ji heft serên cinawir çi temsîl dike?

7 Her yek ji heft seran çi temsîl dike? Beşa 17an a kitêba Peyxamê alî me dike ku em cewaba vê pirsê bistînin. Ev beş behsa sûretê cinawirê beşa 13an a kitêba Peyxamê dike. Peyxam 17:9, 10 wisa dibêje: “Heft serî, ... heft padîşah in. Pênc ji wan ketin, yek ji wan heye, yê din hê nehatiye û çaxê bê, divê demeke kurt bimîne.” Ji hemû qudretên siyasî ku Îblîs heta niha bi kar anîne, heft qudret wek “heft serî” bûn. Ev qudretên “serî” împaratoriyên cîhanî temsîl dikin, ên ku tesîra wan a li ser xizmetkarên Xwedê mezin e. Li rojên Yûhenna, pênc ji van împaratoriyan jixwe derbas bûbûn: Misir, Asûr, Babîl, împaratoriya Med û Farisan û Yûnanistan. Gava ku peyxam ji Yûhenna re hat dayîn, împaratoriya şeşan, yanî Romayê hukim dajot. Gelo kîjan împaratoriya cîhanî wê bibûya serê heftan, yanî qudreta dawîn?

8. Serê heftan ê cinawir çi temsîl dike?

8 Bi alîkariya kitêba Danîêl, emê niha bibînin ku serê heftan, yanî serê dawîn ê cinawir çi temsîl dike. Gelo kîjan qudreta cîhanî li van rojên dawîn, yanî li dema “roja Xudan” hukim dajo? (Peyxam 1:10). Ev qudret, ji Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye meydanê. Loma, em fehm dikin ku serê heftan a cinawirê ku Peyxam 13:1-4 behsa wî dike, vê qudretê temsîl dike.

CINAWIRÊ KU WEK BERXEKÎ DU STROYÊN WÎ HENE

Ew “ji erdê” derdikeve û “wek ejder” dipeyive. Ew ‘ji ezmên êgir tîne’ û wek “pêxemberê derewîn” nîşanên mezin çêdike (Peyxam 13:11-15; 16:13; 19:20). Qudreta Brîtanya û Amerîkayê, ya ku bi cinawirekî bi du stroyan û pêxemberê derewîn tê temsîlkirin, însanan dixapîne û ji wan re dibêje ku bila ew “sûretekî” cinawirê bi heft seran û deh stroyan çêkin (Li paragrafa 9an binêre)

9. Cinawirê ku “wek berxekî, du strûhên wî” hene, çi temsîl dike?

9 Wekî din, beşa 13an a kitêba Peyxamê dibêje ku ev serê heftan – yanî Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê – dişibe cinawirekî ku “wek berxekî, du strûhên wî” hene, lê ‘wek ejder dipeyive’. Li gor kitêba Peyxamê, vî cinawirî “li ber mirovan nîşanên mezin dikirin, heta dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê” (Peyxam 13:11-15). Beşên 16 û 19an a kitêba Peyxamê vî cinawirî wek “pêxemberê derewîn” bi nav dikin (Peyxam 16:13; 19:20). Kitêba Danîel jî ji berê ve gotibû ku Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê wê “bi awayekî nedîtî wêran bike” (Danîêl 8:19, 23, 24). Li dema Şerê Cîhanî yê Duyem tam wisa bû. Du bombeyên atomê, yên ku bûn sebeba xelasbûna şerê li Okyanûsa Pasîfîkê, ji aliyê zanyarên Brîtanî û Amerîkayî ve hatibûn çêkirin. Qudreta Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê qey “dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê”.

CINAWIRÊ SOR

Fahîşeyeke bi navê Babîla mezin lê siwar bûye. Ev cinawir wek “padîşahê heştan” jî tê binavkirin (Peyxam 17:3-6, 8, 11). Di serî de, fahîşe cinawir kontrol dike, lê paşê, ew ji aliyê cinawir ve tê helakkirin. Ev fahîşe hemû dînên sexte temsîl dike. Cinawir îro Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ya ku piştgiriya menfaetên sîstema siyasî ya li temamiya dinyayê dike, temsîl dike (Li paragrafên 10 û 14 heta 17an binêre)

10. “Sûretê cenawir” çi temsîl dike? (Peyxam 13:14, 15; 17:3, 8, 11)

10 Niha em cinawirekî din dibînin. Ev cinawir pir dişibe cinawirê bi heft seran, bes rengê wî sor e. Ew wek “sûretê cenawir” û wek “padîşahê heştan” tê binavkirin * (Peyxam 13:14, 15; 17:3, 8, 11 bixwîne). Kitêba Peyxamê dibêje ku ev “padîşah” hebû, paşê tune bû û dû re dîsa hat meydanê. Halê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ya ku ji bo piştgirtina menfaetên sîstema siyasî ya temamiya dinyayê hatiye sazkirin, bi rastî jî wisa ye. Serê pêşîn, ev rêxistin wek Komeleya Neteweyan hatibû avakirin. Li dema Şerê Cîhanî yê Duyem, ew tune bû. Paşê, ew wek Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dîsa hat meydanê.

11. Cinawirên siyasî çi dikin, û çima ne lazim e ku em ji wan bitirsin?

11 Cinawirên siyasî mirovan bi destê propagandayê li hemberî Yehowa û xizmetkarên wî dikişkişînin. Bi awayekî sembolîk, ew “hemû padîşahên dinyayê” ji bo cengê Harmegedonê, yanî ji bo “Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” dicivînin (Peyxam 16:13, 14, 16). Lê belê, ne lazim e ku em ji wan bitirsin, çimkî wê rojê, Yehowa wê kesên ku piştgiriya hukimdariya wî dikin, zû xelas bike (Hêzekîêl 38:21-23).

12. Çi wê bê serê hemû cinawiran?

12 Çi wê bê serê hemû cinawiran? Peyxam 19:20 wisa dibêje: “Cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.” Yanî, li wexta ku ev dijminên Xwedê hê hukim dajon, ewê heta bi hetayê bên helakkirin.

13. Hin hukûmet zorê li şagirtên Îsa Mesîh didin ku ew çi bikin?

13 Gerek em çi bikin? Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, gerek em ji Xwedê re û ji Padîşahiya wî re dilsoz bimînin (Yûhenna 18:36). Ji bo vê, gerek em xwe ji siyasetê dûr bigirin û bêteref bimînin. Ev yek carinan pir zor e, çimkî hukûmetên dinyayê dixwazin ku em bi gotin û kirinên xwe piştgiriya wan bikin. Kesên ku dikevin ber bayê wan deqa cinawir distînin (Peyxam 13:16, 17). Yên ku ev deq standiye wê hêrsa Yehowa li ser xwe bînin, û ewê jiyana herheyî nestînin (Peyxam 14:9, 10; 20:4). Madem ku hal wisa ye, hukûmetên dinyayê her çi qas zorê li me bidin ku em destekê bidin wan jî, pir muhîm e ku em bi temamî bêteref bimînin.

HELAKBÛNA FAHÎŞEYA MEZIN

14. Li gor Peyxam 17:3-5, Yûhennayê şandî çi tiştê ecêb dît?

14 Paşê, Yûhennayê şandî tiştekî ecêb dît: Jinikek li ser yek ji van cinawiran siwar bû (Peyxam 17:1, 2, 6). Ew wek “fahîşeya mezin” û “Babîla mezin” tê binavkirin, a ku bi “padîşahên dinyayê” re bênamûsiyê dike (Peyxam 17:3-5 bixwîne).

15-16. “Babîla mezin” çi ye, û em vê ji ku dizanin?

15 “Babîla mezin” çi ye? Xuya ye ku ev jinik teşkîlateke siyasî temsîl nake, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew bi serokên siyasî yên vê dinyayê re bêexlaqiyê dike (Peyxam 18:9). Bi ser de, fahîşe li ser wan siwar bûye, yanî dike ku wan kontrol bike. Wekî din, xuya ye ku ev jinik unsûrên ticarî jî temsîl nake, çimkî ev qismên çavbirçî yên dinyaya Îblîs di ayeteke din de wek “bazirganên dinyayê” tên binavkirin (Peyxam 18:11, 15, 16).

16 Li Nivîsarên Pîroz, kesên ku xwe wek xizmetkarên Xwedê nîşan didin, lê bi eslê xwe pûtperestiyê dikin yan bi awayekî din bûne dostên dinyayê, carinan wek “zînakar” tên binavkirin (1. Dîrokan 5:25; Aqûb 4:4). Ji aliyê din ve, kesên ku bi dilsozî ji Xwedê re îbadetê dikin wek ‘keçikên pak’ tên binavkirin (2. Korîntî 11:2; Peyxam 14:4). Li demên berê, bajarê Babîlê merkeza îbadeta sexte bû. Loma xuya ye ku Babîla mezin hemû cureyên îbadeta sexte temsîl dike. Ew bi rastî jî împaratoriya cîhanî ya dînê sexte ye (Peyxam 17:5, 18; li ser jw.org, li meqaleya “Babîla Mezin Çi ye?” binêre).

17. Çi wê bê serê Babîla mezin?

17 Çi wê bê serê Babîla mezin? Peyxam 17:16, 17 wisa dibêje: “Ew deh strûhên ku te dîtin û cenawir, wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û şeperze bikin, wê goştê wê bixwin û wê di êgir de bişewitînin. Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin.” Belê, Yehowa wê fikra xwe bixe dilê miletan ku ew bi destê cinawirê sor – yanî bi destê Neteweyên Yekbûyî – hicûmî hemû dînên sexte bikin û wan bi temamî helak bikin (Peyxam 18:21-24).

18. Em çawa dikarin xwe ji Babîla mezin dûr bigirin?

18 Gerek em çi bikin? Gerek em bi awayekî “paqij û bêleke” ji Yehowa Xwedê re îbadetê bikin (Aqûb 1:27). Pir muhîm e ku em nekevin bin tesîra hîndariyên sexte, cejnên pûtperest, bêexlaqî yan cindariya Babîla mezin. Wekî din, gerek em bi dewamî gazî însanên din bikin ku ew jî “ji wê derkevin, da ku [ew] nebin hevparên gunehên wê” (Peyxam 18:4).

HUKMÊ DIJMINÊ XWEDÊ YÊ HERÎ XERAB

EJDERÊ SOR

Îblîs qudretê dide cinawir (Peyxam 12:3, 9, 13; 13:4; 20:2, 10). Îblîs dijminê Yehowa yê herî xerab e. Ewê 1.000 sal di “kortala bêbinî” de bimîne. Piştî vê, ewê bê avêtin “gola êgir û kewkurtê” (Li paragrafên 19 û 20an binêre)

19. ‘Ejderê sor’ kî ye?

19 Kitêba Peyxamê behsa “ejderekî sor” dike (Peyxam 12:3). Ev ejder bi Îsa Mesîh û melekên wî re şer dike (Peyxam 12:7-9). Ew hicûmî xizmetkarên Xwedê dike û qudretê dide cinawirên siyasî (Peyxam 12:17; 13:4). Gelo ejder kî ye? Ew “marê kevin” e, ku “jê re Îblîs û Şeytan tê gotin” (Peyxam 12:9; 20:2). Yê ku hemû dijminên din ên Yehowa kontrol dike, ew e.

20. Çi wê bê serê ejder?

20 Çi wê bê serê ejder? Peyxam 20:1-3 dibêje ku melekek wê Îblîs bavêje “kortala bêbinî”. Ayet dibêje ku “heta hezar sal temam bibin”, Îblîs wê nikaribe ji vê zindanê xelas bibe, û ewê nikaribe miletan bixapîne. Li dawiyê, Îblîs û cinên wî wê bên avêtin “gola êgir û kewkurtê”, ya ku helakbûna heta bi hetayê temsîl dike (Peyxam 20:10). Ka bifikire ku bê tesîra Îblîs û cinên wî, jiyan wê çi qas xweş be!

21. Kitêba Peyxamê çima dilê me xweş dike?

21 Ma em şa nînin ku em gotinên sembolîk ên kitêba Peyxamê fehm dikin? Me dîtiye ku dijminên Yehowa kî ne û çi wê bê serê wan. Belê, “xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin” (Peyxam 1:3). Lê piştî ku dijminên Xwedê hatine ji holê rakirin, însanên guhdar wê çi bereketan bistînin? Li meqaleya dawîn a vê rêza sê meqaleyan, emê cewaba vê pirsê bistînin.

KILAM 23 Padîşahiya Xwedê wê Çi Bîne?

^ Kitêba Peyxama Yûhenna dijminên Xwedê bi zimanekî sembolîk tarîf dike. Kitêba Danîêl jî alî me dike ku em van gotinan fehm bikin. Li vê meqaleyê, emê hin pêxemberiyên ji kitêba Danîêl bi hin pêxemberiyên li kitêba Peyxamê bidin ber hev. Bi vî awayî, emê pê derxin ku dijminên Xwedê kî ne, û emê bibînin ku çi wê bê serê wan.

^ Ji xeynî vê, ev yek ku “deh strûyên” cinawirê bi heft seran hene nîşan dide ku ew hemû qudretên siyasî temsîl dike. Di Kitêba Pîroz de, hejmara “deh” gelek caran rewşa temamiyê temsîl dike.

^ Li ser stroyên cinawirê pêşîn tac hene, lê ji ber ku sûretê cinawir ji heft padîşahên din tê û ew otorîteya xwe ji wan distîne, li ser stroyên wî tac tune (Peyxam 13:1; li ser jw.org, li meqaleya “Cinawirê Sor ê Beşa 17an a Kitêba Peyxamê Çi Temsîl Dike?” binêre).